Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49

Merivara Qenciyê Bike

Merivara Qenciyê Bike

“Hevalê xwe weke xwe hiz [bike]” (QANÛNA KAHÎNTIYÊ 19:18).

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Gotara pêşiya vêda em çi pêhesiyan, û vê gotarêda emê çi hîn bin?

GOTARA pêşiya vêda, me dîna xwe dabû hine şîretên Qanûna Kahîntiyê ji serê 19. Mesele, rêza 3-da Yehowa Îsraêliyara gotibû wekî ewana qedirê dê-bavê xwe bigirin. Em pêhesiyan, wekî em ça dikarin guh bidin vê şîretê, ku bona dê-bavê xwe xem bikin aliyê fîzîkîda, êmosiyalîda û ruhanîda. Usa jî evê rêzê dianî bîra Îsraêliya ku gerekê ew roja Şemiyê xwey kin. Me dît ku rast e em bin vê qanûnêda nînin, dîsa jî gelek ferz e wekî em bona şixulên ruhanî wext veqetînin. Bi vî cûreyî, em nîşan dikin ku em li gora rêberiya ji Qanûna Kahîntiyê 19:2 û 1 Petrûs 1:15 dijîn, wekî pîroz bin.

2 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin hine rêzên din ji Qanûna Kahîntiyê serê 19. Li gora vî serî, em gerekê hindava merivên seqet rem bin, xebatêda helal bin û meriva hiz bikin. Em dixwazin mîna Xwedê pîroz bin, lema jî gelek ferz e em li gora van prînsîpa bijîn.

HINDAVA MERIVÊN SEQET REM BIN

Li gora Qanûna Kahîntiyê 19:14, gerekê em hindava merivê ker yan kor ça bin? (Abzasa 3 heta 5 binihêre) *

3-4. Li gora Qanûna Kahîntiyê 19:14, lazim bû ku Îsraêliya hindava merivên ker û kor çawa bin?

3 Qanûna Kahîntiyê 19:14 bixûne. Yehowa dixwest ku xizmetkarên wî hindava merivên seqet rem bin. Mesele, Îsraêliya gerekê nifir kesên ker nekirana. Bi rastî jî, nifirkirina merivê ker tiştekî gelek xirab e, çimkî ew nabihê û nikare xwe biparêze.

4 Usa jî li gora rêza 14, gerekê xizmetkarên Xwedê tiştek nedana ser riya merivê kor. Kitêbek derheqa kesên seqet usa dibêje: “Berê, kesên usa Rohilata Navînda rastî zulmê û neheqiyê dihatin”. Dibeke hine kesên bêrem tişt datanîn ser riya kesên kor, wekî wana bêşînin yan qerfên xwe bi wan bikin. Ew çiqas bêxwedêtî ye! Bi saya vê temiyê, Yehowa nîşanî xizmetkarên xwe dikir ku ewana gerekê hindava merivên seqet dilrem bin.

5. Em çawa dikarin hindava kesên seqet dilrem bin?

5 Îsa hindava kesên seqet dilrem bû. Xebera ku ewî Yûhennayê Nixumdarra şandibû, bîne bîra xwe: “Kor dibînin, seqet digerin, kotî paqij dibin, ker dibihên, mirî radibin”. Kesên ku keremetên Îsa didîtin, “pesinê Xwedê didan” (Lûqa 7:20-22; 18:43). Em şagirtên Îsa ne, lema jî em dixwazin mîna wî hindava kesên seqet dilrem, heyf û bi sebir bin. Em hilbet nikarin mîna Îsa keremeta bikin, lê em dikarin mizgînê bidin kesên ku fîzîkî yan ruhanîda kor in. Em dikarin wanra bêjin wekî cinetêda her kes wê ji aliyê fîzîkî û ruhanîva bêqisûr be (Lûqa 4:18). Bi saya vê mizgînê, gelek kes îda pesinê Xwedê didin.

XEBATÊDA HELAL BIN

6. Elametiya ji Qanûna Kahîntiyê serê 19, gotinên Deh Temiya ça diha zelal dikirin?

6 Hine rêzên ji Qanûna Kahîntiyê serê 19, gotinên ji Deh Temiya diha zelal dikin. Mesele, temiya heyşta tenê usa digot: “Nedizî” (Derketin 20:15). Diqewime hine kes difikirîn, wekî dizîkirin tenê ev e, gava wî tiştî xwera hildidî, çi ku ya te nîne. Lê li gora vî serî, dizîkirin ne tenê ev e.

7. Kesekî ku arş-vêrşiyê dikir, çawa dikaribû temiya heyşta biteribanda?

7 Kesekî ku arş-vêrşî dikir, dibeke bi quretî digot wekî ewî tu cara dizî nekiriye. Lê gelo ew bi rastî xebata xweda helal bû? Qanûna Kahîntiyê 19:35, 36-da, Yehowa usa gotibû: “Dîwankirinêda neheqîyê nekin, ne çapê, ne mêzînê ne jî pîvanêda. Bira mêzîna we rast be, kevirê mêzînê rast, koda we rast, cêrê we rast be”. Kesekî ku kevirê mêzînê nerast dida xebatê, wekî mişteriyên xwe bixapîne, bi rastî diziya wan dikir. Ev yek ji rêzên din, yên Qanûna Kahîntiyê serê 19, zelal tê kifşê.

Derheqa helaliyê xebatêda, Qanûna Kahîntiyê 19:11-13 çi me hîn dike? (Abzasa 8 heta 10 binihêre) *

8. Gotinên ji Qanûna Kahîntiyê 19:11-13, ça alî Îsraêliya dikirin ku li gora temiya heyşta bijîn, û em jî ji van rêza dikarin çi karê bistînin?

8 Qanûna Kahîntiyê 19:11-13 bixûne. Qanûna Kahîntiyê 19:11 usa dibêje: “Dizîyê nekin, derewa nekin û hevdu nexapînin”. Dêmek, qelpî û hilekarî bi rastî diziyêva girêdayî ne. Bi saya elametiya ji kitêba Qanûna Kahîntiyê, Îsraêliya dikaribû diha rind fem bikin ku temiya heyşta, ya ku diziyê qedexe dike, çi tê hesabê. Wê baş be ku em jî ser nihêrandina Yehowa hindava qelpî û dizîkirinê, bifikirin. Ji xwe bipirse: “Gelo ez xebatêda yan jî arş-vêrşiyêda helal im? Gava ez ser Qanûna Kahîntiyê 19:11-13 difikirim, gelo ez divînim wekî ez gerekê xwe hine aliyava rast bikim?”

9. Temiya ku Qanûna Kahîntiyê 19:13-da nivîsar e, pale ça diparastin?

9 Qanûna Kahîntiyê 19:13 dîna me dikişîne ser fikireke din, ya ku şagirtên Îsa gerekê dîna xwe bidinê: “Heqê xebata paleyê te heta sibehê li cem te nemîne”. Berê lazim bû ku heqê pala xilaziya her rojê bê dayînê. Ev pere wanra lazim bû, wekî ew bikaribin nanê vê rojê bikirin. Lema jî Yehowa Îsraêliyara zelal kir, wekî xebatçî hewcê wan pera ne, çimkî jîyîna wan vê yekêva girêdayî ye (Qanûna Ducarî 24:14, 15; Metta 20:8).

10. Em dikarin ji Qanûna Kahîntiyê 19:13 çi ders hîn bin?

10 Îro jî gelek xebatçî heqê xebata xwe xilaziya her rojê yan jî xilaziya mehê distînin. Prînsîpa ji Qanûna Kahîntiyê 19:13 heta îro jî kêrhatî ye. Sed heyf, wekî hine meriv hindik pere didin xebatçiyên xwe, çimkî zanin ku ewana nikarin xebateke din xwera bivînin û mecbûr in bal wana bixebitin. Lema jî em dikarin bêjin, wekî ew mezinên xebatê “heqê xebata paleyê” xwe nadin. Wê baş be ku şagirtên Îsa vê prînsîpê pişt guhê xweva nevêjin! Were em binihêrin ku em dikarin ji Qanûna Kahîntiyê serê 19 çi dersên din hîn bin.

MERIVA WEKE XWE HIZ BIKE

11-12. Îsa kîjan prînsîpa ferz ji Qanûna Kahîntiyê 19:17, 18 wekiland?

11 Xwestina Xwedê ne tenê ev e wekî em merivara xirabiyê nekin. Were binihêre ku Qanûna Kahîntiyê 19:17, 18 çi dibêje (bixûne). Xwedê temîke usa da: “Hevalê xwe weke xwe hiz bikî”. Heger em dixwazin dilê Xwedê şa kin, gelek ferz e em meriva hiz bikin.

12 Gotinên Îsa nîşan dikin, ku temiya ji Qanûna Kahîntiyê 19:18 gelek ferz e. Carekê Fêrisîkî ji Îsa pirsî: “Dersdar. Qanûnêda kîjan e temiya here mezin?” Îsa got wekî temiya herî mezin ev e ku Yehowa hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe. Paşê, ewî giliyên ji Qanûna Kahîntiyê 19:18 wekiland û got: “Ya duda jî mîna vê ye: ‘Hevalê xwe weke xwe hiz bike’” (Metta 22:35-40). Em hilbet dikarin cûre-cûre aliyava nîşan bikin, wekî em meriva hiz dikin. Lê Qanûna Kahîntiyê serê 19 dîna me dikişîne dîsa ser çend dersên qîmet, ku ça evê hizkirinê eyan bikin.

13. Serhatiya Ûsiv ça alî me dike, wekî em Qanûna Kahîntiyê 19:18 diha baş fem bikin?

13 Qanûna Kahîntiyê 19:18 me hîn dike, ku em ça dikarin nîşan bikin, wekî meriva hiz dikin: “Heyfê hilnedî û kînê zarên cimeta xwera nejoyî”. Dibeke tu jî hine kesa nas dikî, yên ku bi sala hevalxebatçî, hevalders yan merivekî xwera kînê dajon. Mesele, ji bo kîn û nefretê, 10 birên Ûsiv ew ça xulam firotin (Destpêbûn 37:2-8, 25-28). Lê Ûsiv mîna wan nîbû. Gava mecal kete destê wî wekî heyfê hilde, ewî dilremî nîşan kir. Belê, Ûsiv kîn nedajot, lê ewî usa xwe da kifşê, çawa ku wede şûnda Qanûna Kahîntiyê 19:18-da hate nivîsarê (Destpêbûn 50:19-21).

14. Em ji ku zanin wekî prînsîpên ji Qanûna Kahîntiyê 19:18, heta îro ferz in?

14 Mîna Ûsiv, şagirtên Îsa, yên ku dixwazin dilê Xwedê şa bikin, gerekê kînê nejon û heyfê hilnedin. Çawa ku Îsa duada nîşan kir, em gerekê kesên ku hindava meda gune dikin, bibaxşînin (Metta 6:9, 12). Pawlosê şandî jî xûşk-birara usa got: “Heyfê hilnedin, delalno” (Romayî 12:19). Usa jî, ewî got: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kolosî 3:13). Belê, prînsîpên Yehowa nayêne guhastinê, û lema prînsîpên ji Qanûna Kahîntiyê 19:18, heta îro ferz in.

Çawa ku gerekê meriv dest nede birîna xwe, usa jî gava kesek dilê me dêşîne, wê baş be ku em destê xwe nedin vê “birînê”. Dêmek, em gerekê çevê xwe ser vê problêmê bigirin û bîr kin (Abzasa 15 binihêre) *

15. Çira ferz e ku em kînê nejon?

15 Vê meselê bide ber çevê xwe. Birînên dil em dikarin beramberî birînên bedenê bikin. Hine birîn biçûk in, hinek jî kûr in. Mesele, gava em xwarinê çêdikin, dibeke kêr tiliya me hevekî birîndar bike. Ew birîn wê wedekî bêşe, lê birînên usa zû qenc dibin, û dibeke paşî du-sê roja em birîna xwe bîr bikin jî. Mîna vê yekê, hine birînên dil jî ne haqas mezin in. Mesele, dibeke hevalekî me bêhemdê xwe pê gilî yan kirên xwe dilê me bêşîne, lê emê vê yekê zû bîr bikin. Lê heger birîna me gelek kûr be, dibeke lazim be wekî hekîm birînê bidirû û bipêçe. Heger em timê destê xwe bidine birînê, emê xwera ziyanê bînin, çimkî birîn wê zû qenc nebe. Mîna vê yekê, hergê em timê bifikirin ser vê yekê ku kesekî ça dilê me êşandiye, emê ziyanê bidine xwe, çimkî vî cûreyî em nahêlin birîna dil zû qenc be. Belê, heger em kînê bajon, bi rastî emê tenê xwe bêşînin. Lema jî wê diha baş be, wekî em guh bidin şîreta ji Qanûna Kahîntiyê 19:18.

16. Li gora Qanûna Kahîntiyê 19:33, 34, lazim bû ku Îsraêlî hindava xerîba ça bûna, û em dikarin ji vê yekê çi hîn bin?

16 Gava Yehowa Îsraêliyara got, wekî ewana meriva hiz bikin, ev yek nedihate hesabê ku gerekê ewana tenê Îsraêliya hiz bikin. Wana gerekê yên xerîb jî hiz kirana, ku nav wanda dijîtin. Ev yek ji Qanûna Kahîntiyê 19:33, 34 tê kifşê (bixûne). Lazim bû, wekî ewana xerîba ça bineliyên xwe hesab kin û wana mîna xwe hiz bikin. Mesele, wana gerekê îzin bida him xerîba him jî kesîba, wekî simbilên bermayî top bikin (Qanûna Kahîntiyê 19:9, 10). Ev prînsîp bona Mesîhiyên îroyîn jî ferz e (Lûqa 10:30-37). Gelo ça? Temamiya dinyayêda, bi mîlyona koçber hene, û dibeke hinek ji wan nêzîkî me dijîn û gelek ferz e, wekî em qedrê wan bigirin.

CABDARÎKE DIN

17-18. (a) Li gora Qanûna Kahîntiyê 19:2 û 1 Petrûs 1:15, gerekê em çi bikin? (b) Petrûsê şandî got ku em kîjan şixulê ferz gerekê bikin?

17 Gotinên Qanûna Kahîntiyê 19:2 û 1 Petrûs 1:15 nîşan dikin ku gerekê xizmetkarên Xwedê pîroz bin. Gelek rêzên din ji Qanûna Kahîntiyê serê 19, me hîn dikin ku em çi dikarin bikin, wekî Yehowa ji me razî be. Me dîna xwe da rêzên ku nîşan dikin, wekî em gerekê çi bikin û çi nekin. * Peymana Nû nîşan dike ku nihêrandina Yehowa nehatiye guhastinê. Lê Petrûsê şandî besa tiştekî din jî dike.

18 Em çiqas Yehowara xizmet bikin û qenciyê bikin jî, ev yek bes nîne. Pêşiya ku Petrûs got, wekî em “pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda”, ewî gotibû ku gerekê em “fikirên xweda piştgirêdayî û hişyar bin” (1 Petrûs 1:13, 15). Gelo bona çi? Ewî zelal kir wekî birên Îsa yên bi ruh kifşkirî wê ‘keremetên Xwedê bikine dengî’, yê ku “gazî” wan kiriye (1 Petrûs 2:9). Îro jî lazim e, wekî hemû şagirtên Îsa vî şixulê ferz bikin. Bi rastî ev cabdarî qenciya herî mezin e, ku em dikarin bona meriva bikin. Qedrekî çiqas mezin e, ku em ça cimeteke pîroz dikarin mizgînê bi dil û can bela kin! (Marqos 13:10) Gava em xîret dikin ku li gora prînsîpên ji Qanûna Kahîntiyê serê 19 bijîn, em îzbat dikin, wekî em Xwedê û meriva hiz dikin. Usa jî em bi vî cûreyî nîşan dikin, ku em dixwazin “pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda”.

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

^ abz. 5 Şagirtên Îsa bin Qanûna Mûsada nînin. Dîsa jî, ev qanûn dîna me dikişîne ser gelek tiştên ku gerekê em bikin yan nekin. Ev elametî dikare alî me bike wekî em hindava meriva heyf bin û dilê Xwedê şa kin. Vê gotarêda, emê ji Qanûna Kahîntiyê serê 19 çend dersa hîn bin.

^ abz. 17 Rêzên din besa gelek tiştên din jî dikin. Mesele, ew besa firqîkirina orta meriva, buxdan, xebitandina xûnê, sêrbazî, koçektî û bênamûsiyê dikin (Qanûna Kahîntiyê 19:15, 16, 26-29, 31; vê jûrnalêda “Pirsên Xwendevana” binihêre).

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Şedekî Yehowa alî birakî ker dike, wekî ew tevî hekîm xeber de.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak, ku xweyê bîznêsê ye, heqê xebatçiyê xwe didê.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek dîna xwe nade ser birîna biçûk û bîr dike. Gelo ewê dîna xwe nede ser birîna mezin jî?