Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

3. Mûsa 19:16 (NWT) wisa dibêje: “Li dijî jiyana cîranê xwe ranebe.” Maneya vê qanûnê çi ye, û em dikarin jê çi dersê bistînin?

Piştî ku Yehowa ji Îsraêliyan re gotibû ku gerek ew pîroz bin, wî wisa got: “Di nav xelkê xwe de îftirayê neavêje ser mirovan. Li dijî jiyana cîranê xwe ranebe. Ez Yehowa me” (3. Mûsa 19:2, 16, NWT).

Gotina ku li vê ayetê wek “li dijî ... ranebe” hatiye tercûmekirin, biwêjeke Îbranî ye. Li gor çavkaniyeke li ser kitêba 3. Mûsa, ev gotin bi herfî tê maneya “li ser ... nesekine” yan “li gel ... nesekine”. Çavkanî wisa dibêje: “Ji ber ku em nizanin ku maneya vê biwêjê çi ye, li me zor tê ku em vî qismê ayetê şîrove bikin” (The JPS Torah Commentary: Leviticus).

Hin zanyar difikirin ku ev gotin bi ayeta berê ve girêdayî ye, ya ku wisa dibêje: “Bi bêedaletî dîwan neke. Aliyê kesê feqîr negire, û pişta kesê zengîn negire. Cîranê xwe bi edalet dîwan bike” (3. Mûsa 19:15, NWT). Li gor vê nêrînê, qanûna li ayeta 16an tê maneya ku gerek Îsraêliyan li mehkemeyê, li ticaretê yan li meseleyên malbatê zerar nedaya însanên din û ji bo menfaeta şexsî neduristî nekira. Helbet lazim e ku em tiştên wisa nekin, lê ji bo ayeta 16an şîrovekirineke hê bimantiqtir heye.

Ka bala xwe bide gotinên pêşîn ên vê ayetê. Xwedê ji xizmetkarên xwe re gotibû ku gerek ew îftirayê neavêjin ser kesekî. Paşgotinî her çi qas xerab be jî, îftira hê jî xerabtir e (Methelokên Silêman 10:19; Waiz 10:12-14; 1. Tîmotêyos 5:11-15; Aqûb 3:6). Armanca kesê ku îftirayê davêje ev e ku navê kesekî reş bike. Dibe ku ew li dijî kesê din şahidiya derewîn bike û bi vî awayî jiyana wî bixe talûkeyê. Bîne bîra xwe ku Nabot seba îftirayê hat kevirkirin (1. Qiralan 21:8-13). Belê, wek para diduyan a 3. Mûsa 19:16 nîşan dide, dibe ku kesekî ku îftirayê davêje ser kesekî din bi eslê xwe li dijî jiyana wî radibe.

Bi ser de, îftira carinan bi nefretê ve girêdayî ye. 1. Yûhenna 3:15 wisa dibêje: “Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e û hûn dizanin ku jiyana herheyî bi tu mêrkujî re tune.” Çi balkêş e ku piştî gotinên li ayeta 16an, Xwedê wisa got: “Di dilê xwe de ji birayê xwe nefret neke” (3. Mûsa 19:17, NWT).

Wek em dibînin, tembîha 3. Mûsa 19:16 ji bo me jî pir muhîm e. Gerek em fikrên xerab ji hişê xwe derxin û îftirayê neavêjin ser tu kesî. Eger em ‘li dijî kesekî rabin’, yanî eger em îftirayê bavêjin ser kesekî ji ber ku em çavnebariya wî dikin yan ji wî hez nakin, ev yek dikare bê maneya ku em ji wî nefret dikin. Lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh ji tu kesî nefret nekin (Metta 12:36, 37).