Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Tu Hevalkarekî Baş î?

Gelo Tu Hevalkarekî Baş î?

BERÎ ku Îsa Mesîh hat dinyayê, wî bi milyonan salan bi Bavê xwe re hevkarî kiribû (Methelokên Silêman 8:30). Gelo hevkariya di nav wî û Xwedê de çawa li ser wî tesîr dikir? Kitêba Pîroz nîşanî me dide ku Îsa Mesîh “kêfxweş” bû.

Gava Îsa Mesîh hê li ezmanan bû, ew hînî sifetên xweş bû, yên ku paşê alî wî dikir ku ew ji şagirtên xwe re bibe hevalkarekî baş. Gelo em dikarin ji emsala Îsa Mesîh çi dersan bigirin? Werin em bala xwe bidin 3 prensîpan, ên ku wê alî me bikin ku em jî bibin hevalkarên baş. Wekî din, ev prensîp wê alî me bikin ku em bi xwişk û birayan re di yekîtiyê de bin.

Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, gerek em jî hazir bin ku zanîn û tecrûbeya xwe bi hevalkarên xwe re parve bikin

PRENSÎP 1: “HURMETA HEVDÛ BIGIRIN”

Hevalkarekî dilnizm xwe qure nake, lê qîmetê dide kesên ku bi wî re dixebitin. Îsa Mesîh vê nêrînê ji Bavê xwe hîn bûbû. Yehowa her çi qas Afirandêrê her tiştî ye jî, wî dixwest ku her kes bizanibe ku Kurê wî hevalkarekî çi qas baş e. Ev yek ji van gotinên Xwedê eyan dibe: “Em mirovan di sûretê xwe de çêkin” (1. Mûsa 1:26, Mizgînî). Îsa Mesîh bê şik ji bo vê dilnizmiya Yehowa şikurdar bû (Zebûr 18:35).

Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî jî dilnizmî eyan dikir. Gava mirovan pesnê wî dida, wî digot ku Yehowa hêjayî van pesnan e (Marqos 10:17, 18; Yûhenna 7:15, 16). Îsa Mesîh xîret dikir ku tevî şandiyên xwe di aştiyê de be, û wî ew ne wek xulam, lê wek dostên xwe didîtin (Yûhenna 15:15). Heta, wî lingên wan jî şûştin, da ku ew ji dilnizmiya wî ders bigirin (Yûhenna 13:5, 12-14). Wê baş be ku em jî mîna Îsa Mesîh herî zêde ne li menfaetên xwe, lê li menfaetên hevalkarên xwe bigerin. Eger em “hurmeta hevdû bigirin” û li pesnan negerin, îşê me wê hê serkeftîtir bibe (Romayî 12:10).

Mirovekî dilnizm dizane ku eger ew guh bide şîretên kesên din, ewê serkeftî bibe (Methelokên Silêman 15:22). Tecrûbe û hunerên me çi qas zêde bin jî, gerek em fehm bikin ku tu kes nikare her tiştî bizanibe. Heta, Îsa Mesîh jî qebûl dikir ku ew her tiştî nizane (Metta 24:36). Wekî din, şandiyên wî her çi qas mirovên qisûrdar bûn jî, Îsa Mesîh dixwest nêrîn û fikrên wan pê bihesiya (Metta 16:13-16). Loma, wan xwe li cem Îsa rihet hîs dikir. Eger em bi dilnizmî qebûl bikin ku em her tiştî nizanin û rind guh bidin fikrên kesên din, emê aştiyê bi pêş bixin û serkeftî bibin.

Pir muhîm e ku rîspiyên civatê di warê hevkariyê de dilnizmiya Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal. Gerek ew ji bîr nekin ku li civînên koma rîspiyan, ruhê pîroz dikare li ser her yek ji wan tesîr bike. Eger her rîspî karibe fikrên xwe bi rihetî bîne zimên, koma rîspiyan wê qerarên baş bide, ên ku wê ji bo civatê bifeyde bin.

PRENSÎP 2: “BILA SERNERMIYA WE … BÊ ZANÎN”

Hevalkarekî baş li hember hevalkarên xwe sernerm e. Ew li ser ya xwe nasekine û rê dide kesên din. Îsa Mesîh gelek caran didît ku Bavê wî maqûlî û sernermiya xwe çawa eyan dikir. Mesela, însanan her çi qas fermana mirinê heq dikir jî, Yehowa kurê xwe Îsa Mesîh şand, da ku ew wan xelas bike (Yûhenna 3:16).

Gava hewce yan minasib dibû, Îsa Mesîh daxwazên kesên din qebûl dikirin. Carekê, gava jinikeke Kenanî ji wî alîkarî xwest, wî jê re got ku ew tenê hatiye şandin ba mala Îsraêl, lê paşê, wî dîsa jî alî wê kir (Metta 15:22-28). Wekî din, wî bi maqûlî û sernermî sînorên şandiyên xwe hesab dikirin. Piştî ku dostê wî Petrûs ew li ber her kesî înkar kiribû, Îsa dîsa jî hazir bû ku wî efû bike. Bi ser de, wî paşê hin mesûliyetên muhîm dan destê Petrûs (Lûqa 22:32; Yûhenna 21:17; Karên Şandiyan 2:14; 8:14-17; 10:44, 45). Emsala Îsa Mesîh bi zelalî nîşan dide ku gerek “sernermiya [me] ji aliyê hemû mirovan ve bê zanîn” (Filîpî 4:5, KP).

Sernermî wê alî me bike ku em bi her cure însanan re bi rihetî û di yekîtiyê de bixebitin. Îsa Mesîh bi mirovan re ew qas baş bû ku dijminên wî yên çavnebar ew sûcdar dikir û digot ku ew bûye “dostê bacgir û gunehkaran” (Metta 11:19). Gelo em jî dikarin mîna Îsa tevî kesên ku ji me cuda ne hevkariyê bikin? Birayekî bi navê Louis, ê ku hem wek nazirê herêmê hem jî di îşê Beytelê de bi cure cure kesan re hevkarî dikir, wisa dibêje: “Her koma ku ez pê re kar dikim dişibe dîwarekî ji cure cure keviran. Gava mirov keviran rast datîne, dîwareke rast çêdibe. Carinan lazim e ku ez xwe biguherînim, da ku dîwar rast be.” Çi nêrîneke baş!

Hevalkarekî baş zanîna xwe ji kesên din venaşêre, da ku ew di bin kontrola wî de bimînin

Em çawa dikarin li civata xwe hevkariyê bikin? Mesela, gava em bi koma xwe ya xizmetê re dixebitin, wê baş be ku em tevî mizgînvanên ku ji me biçûktir yan mezintir in yan ku hal û rewşa wan ji ya me cuda ne xizmet bikin. Gelo em dikarin xizmeta xwe li gor tercîhên wan eyar bikin, da ku ew ji xizmetê zêdetir kêfê bistînin?

PRENSÎP 3: “JI BO PARVEKIRINÊ HAZIR BIN”

Hevalkarekî baş hazir e ku zanîn û tecrûbeya xwe bi kesên din re parve bike (1. Tîmotêyos 6:18, NWT). Wexta ku Îsa Mesîh bi Bavê xwe re dixebitî, wî bê şik didît ku Yehowa zanîna xwe ji wî venaşêre. Gava Yehowa ezman çêkirin, Îsa Mesîh “li wir bû” û jî wî hîn dibû (Methelokên Silêman 8:27). Paşê, Îsa Mesîh jî “tiştên ku [wî] ji Bavê xwe bihîstin”, bi comerdî bi şagirtên xwe re parve dikirin (Yûhenna 15:15). Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, gerek em jî hazir bin ku zanîn û tecrûbeya xwe bi hevalkarên xwe re parve bikin. Îro, gelek kes zanîna xwe ji kesên din vedişêrin, da ku ew di bin kontrola wan de bimînin, lê hevalkarekî baş wisa nake. Hevalkarekî baş hazir e ku tiştên bifeyde, yên ku ew hîn bûye, bi kesên din re parve bike.

Wekî din, em dikarin bi gotinên xwe cesaretê bidin hevalkarên xwe. Gava kesek keda me dibîne û şikurdariya xwe tîne zimên, ma em dilxweş nabin? Îsa Mesîh jî pesnê hevalkarên xwe dida (li Metta 25:19-23; Lûqa 10:17-20 jî binêre). Bi ser de, wî ji wan re got ku ewê karên ku ji karên wî mezintir in, bikin (Yûhenna 14:12). Li şeva berî mirina xwe, wî ji şandiyên xwe yên dilsoz re wisa got: “Hûn ew in, yên ku di ceribandinên min de bi min re ragirtine” (Lûqa 22:28). Bîne ber çavê xwe ku ew seba gotinên wî çi qas dilxweş û teşwîq bûn. Eger em jî pesnê hevalkarên xwe bidin, ewê bi îhtimaleke mezin hê dilxweştir û hê berdartir bibin.

TU JÎ DIKARÎ BIBÎ HEVALKAREKÎ BAŞ!

Birayekî bi navê Kayode wisa dibêje: “Hevalkarekî baş nayê maneya mirovekî bêqisûr, lê mirovekî ku dilê kesên ku ew bi wan re dixebite xweş dike û barê wan siviktir dike.” Gelo tu yekî wisa yî? Belkî tu dikarî ji hin hevalkarên xwe bipirsî, ka ew te wek hevalkarekî çawa dibînin. Eger ew ji hevkariya bi te re kêfê distînin çawa ku şandiyên Îsa ji hevkariya bi wî re kêf distand, tu jî dikarî wek Pawlosê şandî bibêjî: “Em alîkarên şahiya we ne” (2. Korîntî 1:24).