Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Tu Hevalkarekî Baş î?

Gelo Tu Hevalkarekî Baş î?

“EZ LI cem Wî çîredest bûm. Ez . . . her tim li ber Wî şa dibûm” (Metelok 8:30). Pêşiya ku Îsa bihata ser erdê, ewî bi mîlyona sala tevî Bavê xwe hevkarî dikir. Gelo hevkariya tevî Xwedê ça ser wî hukum kir? Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî ew “şa” dibû.

Gava Îsa hê ser ezmana bû, ew hunurên baş hîn bû, yên ku paşê alî wî kirin bibe hevalkarekî baş bona şagirtên xwe. Gelo em ji mesela Îsa çi dersa dikarin hîn bin? Were em dîna xwe bidin 3 prînsîpa, yên ku wê alî me bikin bibine hevalkarên baş û tevî xûşk-bira yektiyêda bin.

Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, gerekê em jî hazir bin zanebûn û cêribandina xwe tevî hevalkarên xwe parevekin

PRÎNSÎP 1: QEDRÊ HEVDU BIGIRIN

Hevalkarê milûk tevî kê dixebite wana qîmet dike û xwe ser wanra nagire. Îsa Mesîh vê yekê ji Bavê xwe hîn bû. Rast e Yehowa Efirandarê her tiştî ye, lê ewî dîsa jî dixwest wekî her kes bizanibe ku Kurê wî jî şixulekî ferz kir û hevalkarê wî bû. Ev yek ji van gotinên Xwedê eyan dibe: “Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin” (Destpêbûn 1:26). Bêşik Îsa bona vê yekê gelek şêkirdar bû û dît, wekî Yehowa çiqas milûk e (Zebûr 18:35).

Gava Îsa ser erdê bû, ewî jî milûktî dida kifşê. Gava meriva pesnê wî didan, ewî digot ku bi rastî tenê Yehowa hêjayî van pesna ye (Marqos 10:17, 18; Yûhenna 7:15, 16). Îsa xîret dikir tevî şandiyên xwe edilayêda be, û ewî ewana ne ku ça xulam, lê ça dostên xwe hesab dikir (Yûhenna 15:15). Ewî hela hê nigên wan jî şûşt, wekî ewana ji milûktiya wî ders hildin (Yûhenna 13:5, 12-14). Wê baş be ku em jî mîna Îsa herî zêde bikevine ne ku heyra xwe, lê heyra hevalkarên xwe. Heger em qedirê hevdu bigirin û paya negerin, şixulê me wê diha pêşdaçûyî be (Romayî 12:10).

Merivê milûk zane, heger ew guh bide şîretên kesên din, ewê pêşdaçûyî be (Metelok 15:22). Firqî tune em çiqas cêribandî ne û çiqas feresetên me hebin jî, gerekê em fem bikin, wekî merivê usa tune ku her tiştî zane. Hela hê Îsa Mesîh jî qebûl dikir, wekî ew her tiştî nizane (Metta 24:36). Usa jî, şandiyên wî çiqas merivên gunekar bûn jî, Îsa dixwest nihêrandin û fikrên wan pêbihesiya (Metta 16:13-16). Lema jî wana tevî Îsa xwe rihet texmîn dikir. Heger em bi milûktî qebûl bikin, wekî em her tiştî nizanin û rind guh bidin fikrên kesên din, emê edilayê orta hevda pêşda bînin û şixulên xweda pêşdaçûyî bin.

Gelek ferz e, wekî rûspiyên civatê çev bidine milûktiya Îsa, gava tevayî şixul dikin. Ewana gerekê bîr nekin wekî ser civînên koma rûspiya, ruhê pîroz dikare li ser her yek ji wan hukum bike. Heger her kes ji wan bikaribe fikrên xwe bi rihetî bêje, ewana wê safîkirinên baş bikin, yên ku wê temamiya civatêra karê bînin.

PRÎNSÎP 2: “BIRA BERBIHÊRIYA WE . . . EYAN BE”

Hevalkarê baş hindava hevalkarên xwe nerm û berbihêr e. Ew li ser ya xwe nasekine û rê dide kesên din. Îsa gelek car didît ku Bavê wî berbihêrî û nermiya xwe ça eyan dikir. Mesele, însanet çiqas hêjayî mirinê bû jî, Yehowa dîsa jî Kurê xwe Îsa şand, wekî wana xilaz ke (Yûhenna 3:16).

Gava hewce û layîq dibû, Îsa Mesîh xwestinên kesên din qebûl dikir. Carekê, gava jinikeke Kenanî ji wî alîkarî xwest, ewî jêra got ku ew hatiye şandin bal cimeta Îsraêl, lê paşê, ewî dîsa jî alî wê kir (Metta 15:22-28). Usa jî, ewî bi nermî û berbihêrî sînorên şandiyên xwe hildida hesab. Çaxê dostê wî Petrûs ber hemûşka ew înkar kiribû, Îsa dîsa jî hazir bû bibaxşîne wî. Serda jî paşê ewî hine cabdariyên ferz da destê Petrûs (Lûqa 22:32; Yûhenna 21:17; Karên Şandiya 2:14; 8:14-17; 10:44, 45). Mesela Îsa zelal nîşan dike ku gerekê “berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5).

Berbihêrî wê alî me bike tevî hemû meriva bi rihetî û yektiyêda bixebitin. Îsa hindava kesên der-dorê xwe usa baş bû, wekî dijminên wîye çevnebar wî sûcdar dikirin û digotin, ku ew “dostê xercgir û gunekara ye” (Metta 11:19). Gelo em jî dikarin mîna Îsa tevî kesên ku ji me cuda ne, hevkariyê bikin? Birakî bi navê Loîs, yê ku him ça berpirsiyarê mihalê him jî şixulê Beytelêda tevî cûre-cûre kesa hevkarî dikir, usa dibêje: “Her komeke ku ez tevî wan kar dikim, beramberî dîwarekî ji cûre-cûre kevira dikim. Gava meriv kevira rast datîne, dîwarekî rast çêdibe. Usa jî, ez xîret dikim aliyê xweda her tiştî bikim, wekî dîwar rast be”. Nihêrandineke çiqas baş e!

Hevalkarê baş zanebûna xwe ji hevalkarên xwe venaşêre, seva wana kontrol bike

Em ça dikarin civata xweda hevkariyê bikin? Mesele, gava em tevî koma xweye xizmetê şixulkariyê dikin, wê baş be wekî em tevî mizgînvanên ku ji me biçûktir yan jî mestir in, ku halê wan ji yê me cuda ye, xizmet bikin. Gelo em dikarin berbihêriyê bidine kifşê û mêtodên xizmeta xwe li gora derece û feresetên wan biguhêzin, wekî ewana ji xizmetê hê zêde şabûnê bistînin?

PRÎNSÎP 3: “MERD BIN Û PAREVEKIRINÊRA JÎ HAZIR”

Hevalkarekî baş hazir e zanebûn û cêribandina xwe tevî hevalkarên xwe pareveke (1 Tîmotêyo 6:18). Çaxê Îsa kêleka Bavê xwe dixebitî, ewî bêşik didît wekî Yehowa zanebûna xwe ji wî venaşêre. Gava Yehowa ezman çêdikir, Îsa ‘li wir bû’ û ji wî hîn dibû (Metelok 8:27). Paşê, Îsa jî ‘her tiştên ku [ewî] ji Bavê xwe bihîstin’, bi merdanî şagirtên xwera gilî dikir (Yûhenna 15:15). Em jî gerekê mîna Yehowa û Îsa hazir bin zanebûn û cêribandina xwe tevî hevalkarên xwe parevekin. Hine meriv zanebûna xwe ji hevalkarên xwe vedişêrin, wekî ewana bin destê wanda bimînin, lê hevalkarê baş usa nake. Hevalkarê baş hazir e tiştên kêrhatî, yên ku ew hîn bûye, hevalkarên xwera pareveke.

Usa jî, em dikarin bi gotinên xwe hevalkarên xwe hêlan kin. Ne em şa dibin gava kesek keda me divîne û razîbûna xwe dide kifşê? Îsa jî payê hevalkarên xwe dida (Beramber kin Metta 25:19-23; Lûqa 10:17-20). Ewî hela hê jî wanra got, wekî ewana wê ji kirên wî diha mestir bikin (Yûhenna 14:12). Şeva pêşiya mirina xwe, ewî şandiyên xweye aminra usa got: “Hûn in, yên ku nava cêribandinên minda heta niha tevî min mane” (Lûqa 22:28). Bîne ber çevê xwe ku ewana seva gotinên wî çiqas şa bûn û bi qewatê tije bûn. Heger em jî payê hevalkarên xwe bidin, ewana wê diha zêde şabûnê bistînin û şixulê xweda hê xîret bin.

TU JÎ DIKARÎ BIBÎ HEVALKAREKÎ BAŞ

Birakî bi navê Kayodê usa dibêje: “Hevalkarê baş merivê bêqisûr nîne, lê ew merivê usa ye, ku dilê hevalkarên xwe şa dike û barê wan sivik dike”. Gelo tu yekî usa yî? Dibeke tu dikarî ji hine hevalkarên xwe bipirsî, hela ewana te hevalkarê ça hesab dikin. Heger ewana ji şixulkariya tevî te şabûnê distînin, çawa ku şandiyên Îsa ji hevkariya tevî wî şabûn distandin, tu jî dikarî ça Pawlosê şandî bêjî: “Em tevî we dixebitin bona şabûna we” (2 Korintî 1:24).