Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 50

Guh Bide Dengê Şivanê Qenc

Guh Bide Dengê Şivanê Qenc

“Ewê dengê min bibihîzin” (YÛHENNA 10:16).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

PÊŞGOTIN *

1. Dibe ku Îsa Mesîh şagirtên xwe çima dişibandin miyan?

ÎSA MESÎH minasebeta xwe ya bi şagirtên xwe re dişiband minasebeta di nav şivan û miyên wî de (Yûhenna 10:14). Ev mîsal bi rastî jî rind rûdine. Mî şivanê xwe nas dikin û guh didin dengê wî. Rêwiyekî ev yek bi çavê xwe dîtibû. Wî got: “Me dixwest vîdeoya çend miyan bikişanda, û me dixwest ku ew nêzîkî me bibin. Lê belê, wan guh neda me, çimkî wan dengê me nas nedikir. Paşê, şivanekî ciwan hat û gazî miyan kir, ew jî hatin.”

2-3. (a) Şagirtên Îsa Mesîh çawa dikarin guh bidin dengê wî? (b) Li vê meqaleyê û li meqaleya din, emê bala xwe bidin çi?

2 Serpêhatiya vî zilamî tîne bîra me ku Îsa Mesîh di heqê miyên xwe de – yanî di heqê şagirtên xwe de – çi gotibû: “Ewê dengê min bibihîzin” (Yûhenna 10:16). Lê belê, Îsa Mesîh êdî li ezmanan e. Gelo em çawa dikarin dengê wî bibihîzin? Gava em li gor gotinên wî dijîn, em nîşan didin ku em guh didin dengê Efendiyê xwe (Metta 7:24, 25).

3 Li vê meqaleyê û li meqaleya din, emê bala xwe bidin hin gotinên Îsa Mesîh. Emê bibînin ku Îsa Mesîh dixwaze ku em çi bikin û çi nekin. Serê pêşîn, emê du tiştan bibînin, ên ku şivanê qenc gotibû ku gerek em wana nekin.

“XEMAN NEXWIN”

4. Li gor Lûqa 12:29, çi dikare bibe sebeb ku em xeman bixwin?

4 Lûqa 12:29 bixwîne. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew di heqê hewcedariyên madî de “xeman nexwin”. Em dizanin ku şîreta Îsa Mesîh her tim rast e û bihîkmet e. Loma em dixwazin li gor şîreta wî bijîn. Lê belê, li me carinan zor tê ku em vêya bikin. Gelo çima?

5. Hin kes çima xeman dixwin?

 5 Hin kes di heqê hewcedariyên xwe yên madî de, yanî di heqê cih û star yan kinc û xwarinê de, xeman dixwin. Li welatên feqîr, li mirovan zor tê ku debara mala xwe bikin. Yan jî, dibe ku malbat ketiye tengasiyê ji ber ku serê malê miriye. Hin kesan jî îşê xwe seba pandemiya COVID-19 winda kiriye (Waiz 9:11). Eger tiştên wisa hatine serê me, gelo em çawa dikarin guh bidin rêberiya Îsa Mesîh û “xeman nexwin”?

Li şûna ku tu di nav xemên jiyanê de “noq bibî”, bi Yehowa bawer be (Li paragrafên 6 heta 8an binêre) *

6. Carekê çi hatibû serê Petrûsê şandî?

6 Carekê, Petrûsê şandî û şandiyên din li dema firtoneyekê bi qeyîkê rê diçûn. Ji nişka ve, wan dît ku Îsa Mesîh li ser rûyê avê dimeşe. Îcar Petrûs got: “Ya Xudan, eger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.” Piştî ku Îsa ji wî re got “Were!”, Petrûs “ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat.” Lê paşê, gava Petrûs “dît ku bager xurt bû, tirsiya û xewirî nav avê, qîriya û got: ‘Ya Xudan, min xilas bike!’”. Îsa destê xwe dirêj kir û ew filitand. Çi balkêş e ku heta ku Petrûs bala xwe dida Îsa Mesîh, wî dikaribû li ser avê bimeşe. Lê gava Petrûs bala xwe da firtoneyê, tirs û şik ketin dilê wî, û wî dest pê kir ku noq bibe (Metta 14:24-31).

7. Em dikarin ji serpêhatiya Petrûs çi hîn bibin?

7 Gelo em dikarin ji serpêhatiya Petrûsê şandî çi dersan bistînin? Gava Petrûs ji qeyîkê peya bû û li ser golê meşiya, ew nedifikirî ku ewê seba firtoneyê bikeve panîkê û noq bibe. Ew difikirî ku ew dikare li ser avê bimeşe heta ku ew bigihîje Efendiyê xwe. Lê belê, wî heta dawiyê bala xwe neda vê hedefê. Em helbet nikarin li ser avê bimeşin, lê baweriya me bi awayên din tê ceribandin. Eger em bala xwe nedin Yehowa û sozên wî, em dikarin ji aliyê ruhî ve “noq bibin”. Di jiyana me de bager û firtone çi qas mezin bin jî, gerek em her tim bala xwe bidin Yehowa û bawer bin ku ew dikare alî me bike. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?

8. Çi dikare alî me bike ku em di heqê hewcedariyên xwe yên madî de bi zêdeyî xeman nexwin?

8 Li şûna ku em xeman bixwin, gerek em baweriya xwe xurttir bikin. Ji bîr neke ku Yehowa soz daye ku eger em “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin”, ewê hewcedariyên me yên madî tedarek bike (Metta 6:32, 33). Wî ev soza xwe her tim aniye cih! (5. Mûsa 8:4, 15, 16; Zebûr 37:25). Madem ku Yehowa gul û çivîkan xwedî dike, ne lazim e ku em ji bo kinc û xwarinê xeman bixwin (Metta 6:26-30; Filîpî 4:6, 7). Çawa ku dê û bav hewcedariyên madî yên zarokên xwe tedarek dikin ji ber ku ew ji wan hez dikin, Bavê meyî ezmanî jî hewcedariyên madî yên xizmetkarên xwe tedarek dike ji ber ku ew ji wan hez dike. Belê, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê me xwedî bike!

9. Em dikarin ji serpêhatiya xwişk û birayekî çi dersan bistînin?

9 Ka bala xwe bide serpêhatiyeke ku nîşan dide ku Yehowa çawa dikare hewcedariyên me yên madî tedarek bike. Xwişk û birayekî ku pêşengiyê dikin bi erebeya xwe ya kevn zêdetirî saetekê rê çûbûn ku hin xwişkên ku li kampa penaberan dijiyan bibin civînê. Bira wisa dibêje: “Piştî civînê, me ew ji bo xwarinê gazî mala xwe kirin, lê paşê ket bîra me ku li malê qet xwarin tune ye.” Hingê wan çi kir? Bira dibêje: “Gava em gihîştin malê, li ber derî du tûrikên tijî xwarin hebûn. Me nizanibû ku kê ew hiştibûn. Yehowa li me xwedî derket!” Demeke bi şûn de, erebeya wan xera bû, û wan ew bir tamîrxaneyê. Ji bo xizmetê, erebe ji wan re pir lazim bû, lê ji bo tamîrkirinê qet pereyê wan tune bû. Gava erebe li tamîrxaneyê bû, zilamek hat û pirsî: “Ev erebe ya kê ye?” Birayê me got ku erebe aîdî wî ye, û gerek ew bê tamîrkirin. Zilam cewab da: “Bila be! Pîreka min vê modelê û vî rengî dixwaze. Heqê wê çi ye?” Di netîceyê de, birayê me erebeya xwe jê re firot, û pereyê ku wî stand têra wî kir ku erebeyeke din bikire. Ew dibêje: “Wê rojê, em pir şa bûn. Me dizanibû ku ev yek ne tesadûf bû. Ev yek destê Yehowa bû!”

10. Li gor Zebûr 37:5, çima ne lazim e ku em di heqê hewcedariyên xwe yên madî de xeman bixwin?

10 Eger em guh bidin şivanê qenc û di heqê hewcedariyên madî de bi zêdeyî xeman nexwin, em dikarin emîn bin ku Yehowa wê hewcedariyên me tedarek bike (Zebûr 37:5 bixwîne; 1. Petrûs 5:7). Rewşên ku  paragrafa 5an behsa wan dike, bîne ber çavê xwe. Dibe ku Yehowa hewcedariyên me heta niha bi destê serê malbatê yan patron tedarek kiriye. Lê eger serê malbatê êdî nikare vêya bike yan jî eger me îşê xwe winda kiribe, Yehowa dikare hewcedariyên me bi awayekî din tedarek bike. Em dikarin ji sedî sed bawer bin ku ewê li me xwedî derkeve. Niha emê bala xwe bidin tiştekî din, ê ku şivanê qenc dixwaze ku em nekin.

“DADBAR NEKIN”

Ji bo ku em mirovan hikm nekin, wê baş be ku em bala bidin sifetên wan ên baş (Li paragrafên 11 û 14 heta 16an binêre) *

11. Li gor Metta 7:1, 2, gerek em dev ji çi berdin, û ev yek carinan çima zor e?

11 Metta 7:1, 2 bixwîne. Îsa Mesîh dizanibû ku guhdarên wî yên qisûrdar carinan kesên din rexne dikin. Loma, wî got: “Dadbar [hikm] nekin”. Em belkî pir xîret dikin ku xwişk û birayan hikm nekin, lê ji ber ku em qisûrdar in, dibe ku em kesên din carinan dîsa jî rexne dikin. Îcar gerek em çi bikin? Gerek em guh bidin Îsa Mesîh û pir xîret bikin ku dev ji hikmkirinê berdin.

12-13. Yehowa li Dawid Padîşah çawa dinêrî, û ev yek çawa dikare alî me bike ku em mirovan hikm nekin?

12 Wê baş be ku em Yehowa, yê ku bala xwe dide xisûsiyetên qenc ên mirovan, ji xwe re emsal bigirin. Ka bîne ber çavê xwe ku li gel sûcên giran ên Dawid, Xwedê li wî çawa dinêrî. Mesela, Dawid bi Bat-Şebayê re zîna kir, û bi ser de, wî zilamê wê da kuştin (2. Samûyêl 11:2-4, 14, 15, 24). Bi vî awayî, Dawid bela anî ser xwe û malbata xwe (2. Samûyêl 12:10, 11). Careke din, Dawid xwe bi temamî nespart Yehowa û emir da ku ordiya Îsraêlê were hejmartin. Sebeba vê qerara xerab belkî ev bû ku quretî ketibû dilê wî yan ku wî xwe spart mezinahiya ordiya xwe. Netîce bû çi? Weke 70.000 Îsraêlî giran nexweş ketin û mirin (2. Samûyêl 24:1-4, 10-15).

13 Eger tu li wê demê bijiyayî, teyê li Dawid çawa binêriya? Gelo tuyê bifikiriyayî ku ew hêjayî rehma Yehowa nîne? Lê belê, Yehowa wisa nedifikirî. Wî bala xwe da dilsozî û tobedariya Dawid. Di netîceyê de, Yehowa gunehên giran ên Dawid efû kirin. Wî dizanibû ku Dawid ji wî pir hez dike û dixwaze tiştên rast bike. Ma tu şikurdar nînî ku Xwedê bala xwe dide xisûsiyetên me yên qenc? (1. Qiralan 9:4; 1. Dîrokan 29:10, 17).

14. Çi dikare alî me bike ku em kesên din hikm nekin?

14 Madem ku Yehowa dikare çavê xwe li ser şaşiyên însanên qisûrdar bigire, ma ne lazim e ku em jî çavê xwe li ser şaşiyên kesên din bigirin û bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên qenc? Belkî li me hêsan tê ku em kêmasiyên kesên din bibînin û wan rexne bikin. Lê belê, eger em Yehowa ji xwe re emsal bigirin, emê dîsa jî karibin bi wan re rind hevkariyê bikin. Vê mîsalê bîne ber çavan: Berî ku elmas tên biriqandin, qîmeta wan eşkere nabe, lê kesekî aqilmend dizane ku qîmeta wan çi qas mezin e. Wek Yehowa û Îsa Mesîh, gerek em jî bala xwe nedin vê yekê ku kesek ji derveyî çawa xuya dike, lê vê yekê ku çi sifetên wî yên baş hene.

15. Ji bo ku em mirovan bi sertî hikm nekin, wê çima baş be ku em hal û rewşa wan bînin ber çavê xwe?

15 Ji xeynî vê ku em bala xwe bidin sifetên baş ên mirovan, gelo çi dikare alî me bike ku em wan bi sertî hikm nekin? Xeyal bike ku hal û rewşa wan çawa ye. Vê mîsalê bîne bîra xwe. Rojekê, gava Îsa Mesîh li perestgehê rûniştî bû, wî dît ku jinebiyeke feqîr du pereyên biçûk avêtin peredankê. Îsa negot: “Wê çima ew qas hindik avêt?” Eşkere ye ku Îsa Mesîh bala xwe neda vê yekê ku jinebiyê çi qas avêt; wî bala xwe da niyeta wê û hal û rewşa wê. Bi ser de, Îsa pesnê wê da ji ber ku wê çi ji destê wê hat, kir (Lûqa 21:1-4).

16. Em ji serpêhatiya Veronicayê çi hîn dibin?

16 Serpêhatiya xwişkeke me ya bi navê Veronica nîşanî me dide ku çima muhîm e ku em hal û rewşa mirovan bînin ber çavê xwe. Li civata wê, xwişkekê kurê xwe bi tena serê xwe mezin dikir. Veronica dibêje: “Li min wisa xuya dikir qey ew bi fealiyetên civatê pir mijûl nedibûn, loma min ew di dilê xwe de rexne dikirin. Lê rojekê, ez bi vê xwişkê re çûm xizmetê. Wê ji min re got ku kurê wê otîst e, û mezinkirina wî hêsan nîne. Wê çi ji destê wê dihat, dikir ku hewcedariyên madî û manewî yên malbatê tedarek bike. Seba nexweşiya kurê wê, carinan lazim dibû ku ew here civîna civateke din.” Gelo nêrîna Veronicayê çawa guherî? Ew dibêje: “Min nizanibû ku halê wê çi qas zor e. Niha ez qîmetê didim wê û qedrê wê digirim ji ber ku ew ha qas xîret dike ku ji Yehowa re xizmet bike.”

17. Li gor Aqûb 2:8, gerek em çi bikin, û em çawa dikarin vêya bikin?

17 Eger em têderxin ku me xwişk yan birayek hikm kiriye, wê baş be ku em çi bikin? Lazim e ku em bînin bîra xwe ku gerek em ji xwişk û birayan hez bikin (Aqûb 2:8 bixwîne). Wekî din, gerek em ji dil dua bikin ku bila Yehowa alî me bike ku em mirovan hikm nekin. Wê baş be ku em li gor duayên xwe hereket bikin û bi kesê ku em rexne dikin re wext derbas bikin. Bi vî awayî, em dikarin wî baştir nas bikin. Em belkî dikarin pê re herin xizmetê yan wî ji bo xwarinê gazî mala xwe bikin. Her ku em wî baştir nas dikin, em dikarin wek Yehowa û Îsa Mesîh bala xwe bidin xisûsiyetên wî yên qenc. Bi vî şeklî, em dikarin nîşan bidin ku em guh didin emrê şivanê qenc ku gerek em dev ji hikmkirinê berdin.

18. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em guh didin dengê şivanê qenc?

18 Çawa ku mî guh didin dengê şivanê xwe, şagirtên Îsa Mesîh jî guh didin dengê wî. Eger em hewl bidin ku di heqê hewcedariyên xwe yên madî de xeman nexwin û kesên din hikm nekin, Yehowa û Îsa Mesîh wê xîreta me bibereket bikin. Hêviya me her çi be jî – jiyana bêdawî ya li ezmanan yan li rûyê erdê – bila em bi dewamî guh bidin dengê şivanê qenc (Lûqa 12:32; Yûhenna 10:11, 14, 16). Li meqaleya din, emê bala xwe bidin hin şîretên din ên Îsa Mesîh.

KILAM 101 Yekîtiyê Biparêze

^ par. 5 Îsa Mesîh gotibû ku miyên wî wê dengê wî bibihîzin, yanî ku şagirtên wî wê guh bidin gotinên wî û li gor wan bijîn. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin du hîndariyên Îsa Mesîh. Emê bibînin ku em çawa dikarin guh bidin şîreta Îsa Mesîh ku gerek em di heqê tiştên madî de xeman nexwin û kesên din hikm nekin.

^ par. 51 RESIM: Birayekî îşê xwe winda kiriye, û li wî zor tê ku debara malê bike û ji xwe re malekê bibîne. Talûke ev e ku ew bi zêdeyî xeman bixwe û têra xwe bala xwe nede îbadeta Xwedê.

^ par. 53 RESIM: Birayek dereng digihîje civînê, lê ew bi dil û can mizgînê belav dike, alî xwişkeke extiyar dike û di Salona Îbadetê de dixebite.