Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

Guh Bide Dengê Şivanê Qenc

Guh Bide Dengê Şivanê Qenc

“Ewê dengê min bibihên” (YÛHENNA 10:16).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Menîk çi bû ku Îsa şagirtên xwe beramberî pêz kir?

ÎSA heleqetiya xwe tevî şagirtên xwe beramberî heleqetiya şivan tevî pêz kir (Yûhenna 10:14). Ev mesele bi rastî jî rind e. Pez şivanê xwe nas dikin û guh didine dengê wî. Rêwîkî ev yek bi çevê xwe dîtibû. Ewî got: “Me dixwest çend pez bi vîdêo bikişanda, û me dixwest ku ew nêzîkî me bin. Lê wana guh neda me, çimkî wana dengê me nas nedikir. Paşê, şivanekî cahil hat, gazî pêz kir û ewana hatin”.

2-3. (a) Şagirtên Îsa çawa dikarin guh bidin dengê wî? (b) Vê gotarêda û gotara dinda, emê dîna xwe bidine çi?

2 Mesela vî rêwî tîne bîra me ku Îsa Mesîh derheqa pezên xwe – dêmek derheqa şagirtên xwe – çi gotibû: “Ewê dengê min bibihên” (Yûhenna 10:16). Lê Îsa îda li ezmana ye. Gelo em ça dikarin dengê wî bibihên? Gava em li gora gotinên wî dijîn, em nîşan dikin ku em guh didine dengê Axayê xwe (Metta 7:24, 25).

3 Vê gotarêda û gotara dinda, emê dîna xwe bidin hine gotinên Îsa Mesîh. Emê bivînin ku Îsa dixwaze, wekî em çi gerekê bikin û çi gerekê nekin. Pêşiyê emê du tişta şêwir kin, yên ku şivanê qenc gotibû wekî em gerekê nekin.

“BER XWE NEKEVIN”

4. Li gora Lûqa 12:29, çi dikare bibe sebeb ku em berxwe kevin?

4 Lûqa 12:29 bixûne. Îsa şagirtên xwera gotibû wekî ewana derheqa hewcên xwe “ber xwe nekevin”. Em zanin wekî şîreta Îsa hertim rast e û bîlanî ye. Lema em dixwazin li gora şîreta wî bijîn. Lê carna me zor tê vê yekê bikin. Gelo çira?

5. Hine kes çira berxwe dikevin?

 5 Hine kes derheqa hewcên xwe, dêmek derheqa cî-sitar yan kinc û xwarinê xema dikin. Welatên kesîbda carna zor e, wekî meriv ebûra mala xwe bike. Yan jî dibeke malxê malê miriye û kes tune ku malbetê xwey ke. Yan jî, hine kesa xebata xwe seva pandemiya COVID-19 unda kiriye (Waîz 9:11). Heger tiştên usa hatine serê me, gelo em çawa dikarin guh bidin rêberiya Îsa Mesîh û “ber xwe nekevin”?

Dewsa ku tu nav xemên xweda nuq bî, baweriya xwe Yehowa bîne (Abzasa 6 heta 8 binihêre) *

6. Carekê çi hatibû serê Petrûsê şandî?

6 Carekê, Petrûsê şandî û şandiyên din wedê firtonekê bi qeyikê diçûn. Nişkêva, wana dît Îsa ser avêra diçe. Hingê Petrûs got: “Xudan, heger tu yî, emir ke ku ez ser avêra bême cem te”. Gava Îsa wîra got “Were!”, Petrûs “ji qeyikê peya bû, ser avêra çû, ku here cem Îsa”. Lê paşê, gava Petrûs “bayê qayîm dît tirsiya û îdî wê nuq bûya, kire qîrîn: ‘Xudan, min xilaz ke!’” Îsa destê xwe dirêjî wî kir û ew xilaz kir. Hewas ew e ku heta Petrûs dîna xwe dida Îsa, ewî dikaribû li ser avêra here. Lê gava Petrûs dîna xwe da firtonê, tirs û şik ketine dilê wî, û ewî destpêkir nuq be (Metta 14:24-31).

7. Em dikarin ji serhatiya Petrûs çi hîn bin?

7 Em dikarin ji serhatiya Petrûs hine dersa hîn bin. Gava Petrûs ji qeyikê peya bû û li ser avêra çû, ew nedifikirî ku ewê ji bo firtonê bikeve panîkê û nuq be. Ew difikirî, wekî ew dikare li ser avêra here bal Axayê xwe. Lê ewî heta xilaziyê dîna xwe neda vê nêtê. Em hilbet nikarin li ser avêra herin, lê baweriya me bi cûrekî din tê cêribandinê. Heger em dîna xwe nedin Yehowa û sozên wî, em dikarin ji aliyê ruhanîva “nuq bin”. Jîyîna meda bager û firtone çiqas mezin bin jî, gerekê em hertim dîna xwe bidine Yehowa û bawer bin, wekî ew dikare alî me bike. Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin?

8. Çi dikare alî me bike ku em derheqa hewcên xwe xema nekin?

8 Dewsa ku em xema bikin, gerekê em baweriya xwe diha qewî kin. Bîr neke, Yehowa soz daye, wekî wê bona hewcên me xem bike, heger em “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin (Metta 6:32, 33). Ew vî sozê xwe hertim tîne sêrî! (Qanûna Ducarî 8:4, 15, 16; Zebûr 37:25) Heger Yehowa gul û çivîka xwey dike, îda ne lazim e em bona kinc û xwarinê xema bikin (Metta 6:26-30; Fîlîpî 4:6, 7). Çawa dê-bav bona hewcên zarên xwe xem dikin, çimkî wana hiz dikin, Bavê meyî ezmana jî bona hewcên fîzîkî yên zarên xwe xem dike, çimkî wana hiz dike. Belê, em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa wê me xwey bike!

9. Em dikarin ji serhatiya cotekê çi dersa hîn bin?

9 Were dîna xwe bidin serhatîke ku nîşan dike, wekî Yehowa çawa dikare bona hewcên me xem bike. Jin û mêrekî pêşeng bi ereba xweye kevin sihetekê zêdetir rê çûn, wekî xûşkên ku zoma reviyada dijîtin, bivin civatê. Ev bira usa dibêje: “Paşî civînê, me ew bona xwarinê gazî mala xwe kirin, lê paşê kete bîra me, wekî malda xwarin tune ye”. Gelo paşê çi qewimî? Bira dibêje: “Gava em gihîştin malê, li ber derî du torbe tije xwarin hebûn. Me nizanibû ku kê ew anîbû. Yehowa bona me xem kir!” Wede şûnda ereba wan xirab bû. Erebe bona xizmetê gelek lazim bû, lê perê wan tune bû seva çêkin. Gava wana ereba xwe birine ciyê çêkirinê, mêrek hat û pirsî: “Eva ereba kê ye?” Birê me got, wekî ev ereba wî ye û ew xirab bûye û lazim e çêkin. Ewî mêrikî got: “Tişt nabe! Jina min vê modêlê û vî rengî dixwaze. Tuyê vê çi biha bifiroşî?” Axiriyêda, birê me ereba xwe firote wî û perê ku ewî stand têra wî kir, wekî erebeke din bikire. Ew dibêje: “Hûn nikarin bidine ber çevê xwe, wekî wê rojê me xwe ça texmîn dikir. Me zanibû ku ev derece xwexa nişkêva çênebû. Ev yek sed selefî destê Yehowa bû!”

10. Li gora Zebûr 37:5, çira ne lazim e ku em bona hewcên xweye fîzîkî xem bikin?

10 Heger em guh bidin şivanê qenc û derheqa hewcên xwe zêde xema nekin, em dikarin bawer bin wekî Yehowa wê xwexa bona hewcên me xem bike (Zebûr 37:5 bixûne; 1 Petrûs 5:7). Bînin bîra xwe dereca ku me  abzasa 5-da besa vê kir. Dibeke Yehowa bona hewcên me bi saya malxê malê yan jî xebatekê xem kiriye. Lê heger serê malbetê îda nikare me xwey ke yan jî heger me xebata xwe unda kiriye, Yehowa dikare bona hewcên me bi cûrekî din xem bike. Em dikarin sed selefî bawer bin ku Yehowa wê tu car me nehêle. Niha emê dîna xwe bidin dîsa tiştekî din, yê ku şivanê qenc dixwaze ku em nekin.

“LOMA NEKIN”

Seva ku em meriva sûcdar nekin, wê baş be ku em ne tenê rûva meriva bivînin, lê diha kûr binihêrin (Abzasa 11 û 14 heta 16 binihêre) *

11. Li gora Metta 7:1, 2, gerekê em çi nekin û ev yek carna çima çetin e?

11 Metta 7:1, 2 bixûne. Îsa zanibû, wekî guhdarên wî gunekar in, lema carna ewana loma kesên din dikin. Lema jî, ewî got: “Loma nekin”. Diqewime em gelek ser xwe dixebitin, wekî xûşk-bira sûcdar nekin, lê em gunekar in, û dibeke carna em dîsa jî kesên din sûcdar kin. Wî çaxî gerekê em çi bikin? Gerekê em guh bidin Îsa û ser xwe bixebitin, wekî îda loma tu kesî nekin.

12-13. Nihêrandina Yehowa ser Dawid Padşa, ça dikare alî me bike meriva sûcdar nekin?

12 Wê baş be em çev bidine Yehowa, yê ku dîna xwe dide xeyset-hunurên merivaye baş. Ev yek zelal tê kifşê ji vê yekê ku ewî ça ser Dawid Padşa dinihêrî, kîjan ku çend cara gunên giran kirin. Mesele, Dawid tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir û serda jî ewî mêrê wê da kuştinê (2 Samûyêl 11:2-4, 14, 15, 24). Usa Dawid bela anî ser xwe û malbeta xwe (2 Samûyêl 12:10, 11). Careke din, Dawid xwe bi temamî nesparte Yehowa û ferman da, wekî ordiya Îsraêlê bê jimartin. Dibeke sebebê vê fermanê ev bû, ku quretî ketibû dilê Dawid ji bo wê yekê ku ordiya wî mezin bû û ewî xwe dispart qewata ordiya xwe. Evê yekê çi axirî anî? Weke 70 000 Îsraêlî ji bo nexweşîke giran mirin (2 Samûyêl 24:1-4, 10-15).

13 Heger te hingê Îsraêlêda bijîta, teyê ser Dawid ça binihêriya? Gelo tuyê bifikiriyayî ku ew hêjayî rema Yehowa nîne? Yehowa usa nedifikirî. Ewî dîna xwe da aminî û tobekirina Dawid. Axiriyêda Yehowa gunên Dawide giran, baxşand. Yehowa zanibû, wekî Dawid gelek wî hiz dike û dixwaze tiştên rast bike. Gelo tu şêkirdar nînî, wekî Xwedê dîna xwe dide xeyset-hunurên meye baş? (1 Padşatî 9:4; 1 Dîrok 29:10, 17)

14. Çi alî me dike ku em meriva sûcdar nekin?

14 Heger Yehowa dikare çevê xwe li ser şaşiyên merivên gunekar bigire, gelo ne lazim e em jî çevê xwe ser şaşiyên meriva bigirin û dîna xwe bidin xeyset-hunurên wane baş? Dibeke mera hêsa ye kêmasiyên meriva bivînin û wana sûcdar kin. Lê heger em çev bidine Yehowa, emê dîsa jî bikaribin tevî wan hêsa hevkariyê bikin. Dîna xwe bide vê meselê: Pêşiya ku almaz bibiriqe, qîmetê wê eşkere nayê kifşê, lê kesê bîlan zane ku qîmeta wê çiqas mezin dibe gava temiz dikin û dibiriqînin. Em jî gerekê mîna Yehowa û Îsa, dîna xwe nedin vê yekê ku meriv rûva ça têne kifşê, lê vê yekê ku çi hunurên wane baş hene.

15. Seva ku em meriva sert sûcdar nekin, çima wê baş be ku em derheqa halê wan bifikirin?

15 Xêncî ku em gerekê dîna xwe bidin hunurên merivaye baş, gelo dîsa çi dikare alî me bike wana sert sûcdar nekin? Bifikire hela ewana çi halîda nin. Vê meselê bide ber çevê xwe. Rojekê, gava Îsa paristgehêda rûniştî bû, ewî dît wekî jinebîke kesîb du polên biçûk avîte peredankê. Îsa negot: “Ewê çima haqas hindik avît?” Dewsa ku dîna xwe bide vê yekê ku jinebiyê çiqas avît, ewî dîna xwe da nêta dilê wê û halê wê. Serda jî, Îsa payê wê da, çimkî çiqas destê wêda hebû, ewê qurban kir (Lûqa 21:1-4).

16. Em ji serhatiya Vêronîkayê çi hîn dibin?

16 Serhatiya xûşkeke bi navê Vêronîka nîşanî me dike, wekî çima ferz e derecên emirê meriva hildin hesab. Civata wêda xûşkekê kurê xwe tenê mezin dikir. Vêronîka dibêje: “Minra usa dihate kifşê, wekî ewana şixulên ruhanîda xîret nînin. Lema jî nihêrandina min ser wan nebaş bû. Lê rojekê, ez tevî vê xûşkê çûme xizmetê. Ewê minra got, wekî nexweşiya kurê wêye psîxîkî heye û mezinkirina wî hêsa nîne. Ewê çi ji destê wê dihat, dikir wekî ebûra xwe û kurê xwe bike, û him jî xem bike, wekî ruhanîda sist nebin. Ji bo nexweşiya kurê wê carna jêra lazim dibû ku ew here civateke din. Vêronîka dibêje: “Min nizanibû ku halê wê çiqas zor e. Niha ez wê qîmet dikim û qedrê wê digirim, çimkî ew haqas cefa dikişîne, wekî Yehowara xizmet ke”.

17. Li gora Aqûb 2:8, gerekê em çi bikin, û em ça dikarin vê yekê bikin?

17 Heger em têderxin wekî me xûşk yan birak sûcdar kiriye, wê baş be ku em çi bikin? Bîr neke wekî em gerekê xûşk-bira hiz bikin (Aqûb 2:8 bixûne). Usa jî, gerekê em ji dil dua bikin, wekî Yehowa alî me bike, em loma meriva nekin. Wê baş be li gora duayên xwe her tiştî bikin û tevî kesên ku em sûcdar dikin, wext derbaz kin. Bi vî cûreyî em dikarin wana diha baş nas bikin. Em dibeke dikarin tevî wana herin xizmetê, yan jî wana teglîfî mala xwe bikin û tevayî nan bixwin. Çiqas diha nêzîk em wana nas kin, haqas emê bikaribin mîna Yehowa û Îsa dîna xwe bidin xeyset-hunurên wane qenc. Usa emê nîşan kin, wekî em guh didin temiya şivanê qenc û loma tu kesî nakin.

18. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em guh didin dengê şivanê xweyî qenc?

18 Çawa ku pez guh didin dengê şivanê xwe, şagirtên Îsa jî guh didin dengê wî. Heger em bona hewcên xwe bi zêdeyî xema nekin û loma meriva nekin, Yehowa û Îsa wê bona vê yekê me kerem kin. Hêviya me çi be jî – jîyîna li ser ezmana yan li ser erdê – were em berdewam kin guh bidin dengê şivanê xweyî qenc (Lûqa 12:32; Yûhenna 10:11, 14, 16). Gotara dinda, emê dîna xwe bidin hine şîretên Îsaye din.

KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin

^ abz. 5 Îsa got ku pezên wî wê dengê wî bibihên, dêmek şagirtên wî wê guh bidin gotinên wî û li gora wan bijîn. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine du hînkirinên Îsa. Emê bivînin ku em ça dikarin guh bidine şîreta Îsa, wekî derheqa tiştên matêrîalî xema nekin û meriva sûcdar nekin.

^ abz. 51 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî xebata xwe unda kiriye, û wîra zor e ebûra nefera bike û ew maleke din bona malbeta xwe digere. Ew bi zêdeyî berxwe dikeve û îda haqas dîna xwe nade xizmetiyê.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil dereng tê civînê, lê ew bi dil û can mizgînê bela dike, alî xûşkeke emirda mezin dike û Oda civatêda şixul dike.