Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51

Berdewam kin “Guhdariya Wî Bikin”

Berdewam kin “Guhdariya Wî Bikin”

“Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!” (METTA 17:5)

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

VÊ GOTARÊDA *

1-2. (a) Sê şandiyên Îsara çi hatibû gotinê, û wana çi kir? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

PAŞÎ Cejna Derbazbûnê ya sala 32 D.M., Petrûs, Aqûb û Yûhenna xewn-xeyala hewas dîtin. Li ser çiyakî bilind, rûyê Îsa ber çevê wan hate guhastinê: “Rûyê wî mîna tevê biriqî û kincên wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn” (Metta 17:1-4). Xilaziya vê xewn-xeyalê, wana dengê Xwedê bihîst: “Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!” (Metta 17:5) Ev yek ku wana paşê çi cûreyî dijîtin, nîşan dike wekî wana bi rastî jî guhdariya Îsa dikirin. Em jî dixwazin çev bidine wan.

2 Gotara pêşiya vêda, me dîtibû ku guh bidine dengê Îsa tê hesabê ku em gerekê hine tişta nekin. Lê vê gotarêda, emê dîna xwe bidine du tişta, kîjan ku bi gotina Îsa em gerekê bikin.

“DERÊ TENGRA BIKEVINE HINDUR”

3. Li gora Metta 7:13, 14, gerekê em çi bikin?

3 Metta 7:13, 14 bixûne. Îsa besa du deriya kir, yên ku ber du cûre rê vedibin, riya “fire” û riya “teng”. Riya sisiya tune! Gerekê em safî bikin ku emê kîjan rêra herin. Ev safîkirineke gelek ferz e, çimkî jîyîna meye heta-hetayê vê yekêva girêdayî ye.

4. Riya “fire” rêke çawa ye?

4 Gerekê em bîr nekin ku firqiya nav van du riyada çi ye. Sed heyf wekî heçî zef meriv riya “fire” dijbêrin, çimkî ev rêke hêsa ye. Ewana fem nakin ku ev rê, riya Mîrê-cina ye, ya ku “dibe berbi undabûnê” (1 Korintî 6:9, 10; 1 Yûhenna 5:19).

5. Hine meriva çi kirine wekî riya “teng” bivînin û bikevin vê rê?

5 Riya din riya “teng” e, û ça Îsa gotibû, “hindik in ewên ku wê rêyê dibînin”. Gelo çira? Rêza dinda, Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana xwe “ji pêxemberên derew” dûr bigirin (Metta 7:15). Li gora hine hesaba, bi hezara rêlîgiya û bawerî hene, û gelek ji wan dibêjin wekî dînê wan rast e. Bi mîlyona meriva seva vê tevliheviya rêlîgî haqas eciz dibin, wekî ew îda riya rast nagerin. Lê meriv dikare vê rê bivîne! Îsa got: “Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtên min bin. Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:31, 32). Çiqas baş e ku tu neketî ber bayê geleka, lê tu rastiyê geriyayî. Te Xebera Xwedê hûr û kûr lêkolîn kiriye, wekî xwestina Xwedê pêbihesî, û te guhdariya Îsa Mesîh kiriye. Mesele, tu hîn bûyî ku Yehowa dixwaze wekî em xwe ji dînê qelp û ji erf-edetên pûtparistiyê dûr bigirin. Usa jî, te fem kiriye wekî hêsa nîne meriv xwestina Yehowa bîne sêrî û xwe ji edetên ku ew qebûl nake, dûr bigire (Metta 10:34-36). Diqewime tera hêsa nîbû ku tu jîyîna xwe biguhêzî. Lê çimkî tu Yehowa hiz dikî û dixwazî ku ew ji te razî be, te xîreta xwe bernedaye. Xîreta te bêşik Yehowa gelek xweş tê! (Metelok 27:11)

SER RIYA TENG BIMÎNE

Şîret û qanûnên Xwedê alî me dikin li ser riya “teng” bimînin (Abzasa 6 heta 8 binihêre) *

6. Li gora Zebûr 119:9, 10, 45, 133, çi dikare alî me bike wekî ser riya teng bimînin?

6 Gelo çi dikare alî me bike wekî em ser riya teng bimînin? Vê meselê bîne ber çevê xwe: Qeraxên gelek rêyên teng yên ser çiya, sûrkirî ne, wekî erebe ji rê dernekevin. Gelo kîjan ajovan wê bêje wekî ev sûr wî eciz dike? Çawa ku sûr ajovana diparêze, qanûnên Yehowa jî me diparêzin û alî me dikin ku em ji riya teng dernekevin (Zebûr 119:9, 10, 45, 133 bixûne).

7. Gerekê kesên cahil ser riya teng ça binihêrin?

7 Cahilno, gelo hûn carna difikirin ku qanûnên Yehowa bi zêdeyî sert in? Mîrê-cina dixwaze wekî hûn usa bifikirin. Ew dixwaze ku hûn hiş-aqilê xwe bidin ser merivên ku ser riya fire ne û xweziya xwe wan bînin. Ew dixwaze wekî hûn dîna xwe bidinê ku ça hevaldersxanên we kêfê distînin, yan jî wekî Întêrnêtêda tiştên usa bivînin, ku bifikirin yançi hûn jîyîna baş destê xwe dikin û ji bo wan fikira xwe hêsîr texmîn kin. Mîrê-cina dixwaze we bide bawerkirinê ku qanûnên Yehowa riya we digirin ji jîyînê lezetê bistînin. * Lê bîr nekin, Mîrê-cina naxwaze wekî merivên ku riya fireda diçin, fem kin ku ev rê berbi kîderê dibe. Ji aliyê dinva, Yehowa zelal nîşanî we dike, wekî axiriya kesên ku ji riya jîyînê dernayên, wê çawa be (Zebûr 37:29; Îşaya 35:5, 6; 65:21-23).

8. Kesên cahil dikarin ji serhatiya Olaf çi hîn bin?

8 Dîna xwe bide serhatiya birakî cahil bi navê Olaf. * Hevaldersxanên wî hêlan didane wî ku ew bênamûsiyê bike. Gava ewî wanra got ku Şedên Yehowa li gora qanûnên namûsiyêye Kitêba Pîroz dijîn, hine keçikên ji dersxana wî hê zêde tişt dikirin, wekî ew serê xwe wanra dayne. Lê Olaf teglîfa wan qebûl nekir. Xêncî vê yekê, Olaf rastî tengasiyên din jî dihat. Ew dibêje: “Dersdarên min gelek tevî min xeber didan, wekî ez ese herim zanîngehê, seva meriv qedrê min bigirin. Wana got ku heger ez neçim zanîngehê, ezê nikaribim jîyîna xweda pêşdaçûyî bim”. Gelo çi alî Olaf dikir ku ew nekeve ber bayê wan? Ew dibêje: “Min tevî xûşk-birên ji civata xwe hevaltî dikir. Ewana bona min bûne ça malbeta min. Usa jî, min Kitêba Pîroz diha zêde lêkolîn dikir. Çiqas min diha kûr ew lêkolîn dikir, haqas ez diha bawer dibûm ku eva ye riya rast. Axiriyêda, min safî kir diha qewî xwe li Yehowa bigirim û wîra xizmet bikim”.

9. Seva ku em ser riya teng bimînin, gerekê em çi bikin?

9 Mîrê-cina dixwaze wekî tu ji riya ku dibe berbi jîyînê, derkevî. Ew dixwaze tu mîna gelek meriva bikevî ser riya fire, “ku dibe berbi undabûnê” (Metta 7:13). Lê heger em berdewam kin guhdariya Îsa bikin û bawer bin ku riya teng riya herî baş e, emê ser vê rê bimînin. Niha emê dîna xwe bidin tiştekî din, çi ku em gerekê bikin.

“BIRÊ XWERA LI HEV WERE”

10. Li gora Metta 5:23, 24, Îsa Mesîh gotibû ku gerekê em çi bikin?

10 Metta 5:23, 24 bixûne. Van rêzada Îsa dîna Cihûya kişande ser tiştekî ferz ku hebandina wanva girêdayî bû. Bîne ber çevê xwe ku paristgehêda, kesek îda hindik maye qurbana xwe bide destê kahîn. Lê nişkêva dikeve bîra wî wekî dilê birê wî li wî maye. Îsa gotibû ku heger tiştekî usa biqewime, gerekê ew qurbana xwe wêderê bihêle û “here”. Gelo çira? Gelo Yehowara ji qurbanê çi diha ferz e? Îsa usa got: “Pêşiyê here birê xwera li hev were”.

Gelo tuyê çev bidî Aqûb, yê ku bi milûktî birê xwera li hev hat? (Abzasa 11 û 12 binihêre) *

11. Aqûb çawa birê xwera li hev hat?

11 Serhatiya Aqûb pêxember nîşanî me dike, wekî em gerekê çi bikin seva tevî meriva li hev bên. Gava 20 sal derbaz bû ku Aqûb ji mala xwe çû û cîkî dûr dijît, Xwedê bi saya melekekî wîra got, wekî ew vegere mala xwe (Destpêbûn 31:11, 13, 38). Lê problêmek hebû. Birê wî Esaw dixwest wî bikuşta (Destpêbûn 27:41). Aqûb “gelekî tirsîya û tevîhev bû”, çimkî difikirî ku Esaw hê ser wî hêrs e (Destpêbûn 32:7). Gelo Aqûb çi kir wekî birê xwera li hev bê? Pêşiyê, ewî derheqa vê problêmê bi dil Yehowara dua kir. Paşê, ewî gelek pêşkêş Esawra şandin (Destpêbûn 32:9-15). Xilaziyêda, gava ewana rastî hev hatin, Aqûb ne carekê, ne jî du cara, lê heft cara li ber Esaw kete ser çoka! Belê, Aqûb bi qedir û milûktî birê xwera li hev hat (Destpêbûn 33:3, 4).

12. Em dikarin ji mesela Aqûb çi hîn bin?

12 Gelo em dikarin ji vê serhatiyê çi hîn bin? Pêşiya ku Aqûb çû bal Esaw, ewî bi milûktî ji Yehowa alîkarî xwest. Paşê, ewî li gora duayê xwe çi ji destê wî hat kir, wekî birê xwera li hev bê. Gava Aqûb û Esaw rastî hev hatin, Aqûb şer nekir ku kê rast e, kê neheq e. Nêta Aqûb tenê ev bû ku birê xwera li hev bê. Gelo em ça dikarin çev bidine Aqûb?

EM ÇA DIKARIN MERIVARA LI HEV BÊN?

13-14. Heger me dilê xûşk yan birakî êşandiye, gerekê em çi bikin?

13 Em ser riya jîyînê ne, û em dixwazin tevî xûşk-bira edilayêda bin (Romayî 12:18). Heger me dilê xûşk yan birakî êşandiye, gerekê em çi bikin? Mîna Aqûb, gerekê em bi dil Yehowara dua bikin, wekî ew xîreta me kerem ke, seva em xûşk yan birê xwera li hev bên.

14 Usa jî, wê baş be ku em xwe bicêribînin. Mesele, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo ez hazir im ku şaşiya xwe qebûl bikim, bi milûktî baxşandinê bixwazim û xûşk yan birê xwera li hev bêm? Heger ez gava pêşin bavêjim wekî xûşk yan birê xwera li hev bêm, Yehowa û Îsa wê ser min çawa binihêrin?” Cabên van pirsa dikarin xwestina me zêde bikin wekî em guh bidin Îsa û bi milûktî xûşk yan birê xwera li hev bên. Vê yekêda wê baş be em çev bidine Aqûb.

15. Seva ku em xûşk yan birakî xwera li hev bên, wê çima baş be ku guh bidine prînsîpa ji Efesî 4:2, 3?

15 Heger Aqûb tevî Esaw şer kira, wekî îzbat ke ku kê rast e û kê neheq e, gelo ewî wê bikaribûya edilayî çêkira? Dikarin bêjin, axiriya xeberdana usa wê xirab bûya. Lema jî gava em diçin bal kesekî wekî problêmekê safî bikin, lazim e ku em milûk bin (Efesî 4:2, 3 bixûne). Metelok 18:19 usa dibêje: “Birakî xeyîdî mîna bajarekî sûrkirî ye û şer-dew mîna zerza qesirê ye”. Seva ku em xûşk yan birê xwe qazanc bikin, wê baş be em bi milûktî baxşandinê bixwazin.

16. Wê baş be ku em pêşda ser çi bifikirin, û çira?

16 Usa jî, gerekê em pêşda rind bifikirin ku emê çi û ça bêjin. Paşê, gava em diçin bal kesê xeyîdî, gerekê nêta me ev be ku em dilê wî bikirin. Heger em hêrs kevin yan xwe rast derxin, gelo emê bikaribin edilayê çêkin? Na! Bîr neke ku tiştê herî ferz ne ev e ku kê rast e, kê neheq e, lê ev e ku nav meda edilayî hebe (1 Korintî 6:7).

17. Em dikarin ji mesela Gîlbêrt çi hîn bin?

17 Birakî bi navê Gîlbêrt gelek xîret dikir wekî edilayê çêke. Ew dibêje: “Orta min û qîza minda problêmeke mezin hebû. Du sala zêdetir, min xîret dikir wekî tevî wê derheqa vê problêmê bi nermî xeber dim, seva em li hev bên”. Gîlbêrt dîsa çi kir? Ew usa dibêje: “Pêşiya ku min tevî qîza xwe xeber da, min dua dikir û min xwe hazir dikir wekî heger ew tiştekî sert bêje, ez hêrs nekevim. Gerekê ez hazir bûma bibaxşînime wê. Ez hîn bûm ku gerekê ez bona rastiya xwe şer nekim, û min fem kir wekî tiştê herî ferz ev e ku ez edilayê xwey kim”. Axirî çi bû? Gîlbêrt dibêje: “Dilê min niha rihet e, çimkî ez tevî hemû neferên xwe edilayêda me”.

18-19. Heger me dilê kesekî êşandiye, gerekê em çi bikin û çira?

18 Heger te dilê xûşk yan birakî êşandiye, gerekê tu çi bikî? Guh bide şîretên Îsa. Dilê xwe Yehowara veke, û îtbariya xwe ruhê pîroz bîne, wekî edilayî çêbe. Heger tu usa bikî, tuyê şa bî û tuyê nîşan kî, wekî bi rastî jî guh didî Îsa (Metta 5:9).

19 Em gelek razî ne ku Yehowa bi saya Îsa Mesîh, yê ku serê civatê ye, bi hizkirin rêberiya me dike (Efesî 5:23). Were timê mîna Petrûs, Aqûb û Yûhenna “guhdariya wî bikin” (Metta 17:5). Em pêhesiyan ku heger me dilê kesekî êşandiye, em ça dikarin wîra li hev bên. Bi vî cûreyî, emê li ser riya ku diçe berbi jîyînê, bimînin û him niha him jî axiriyêda keremên mezin û şabûna heta-hetayê bistînin!

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

^ abz. 5 Îsa gotibû wekî em deriyê tengra derbaz bin, yê ku dibe berbi jîyînê. Usa jî, ewî gotibû wekî em tevî xûşk-bira hev bên. Gelo çira carna zor e van şîreta bidine xebatê, û em ça dikarin vê yekê bikin?

^ abz. 7 Ji broşûra “10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan”, pirsa 6 binihêre bi navê “Çawa Nekevim bin Bayê Hevalên Xirab”, û usa jî anîmasyona bi navê “Nakeve bin Bayê Hevaltiya Xirab!” ser www.pr418.com binihêre (Bikevine HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL).

^ abz. 8 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Heger em li ser riya “teng” bimînin û ji sûrê derbaz nebin, emê tiştên usa ça pornografiya, hevalên bênamûs û fikra ku xwendina bilind tiştê herî ferz e, qebûl nekin.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Aqûb çend cara ber birê xwe Esaw kete ser çoka, wekî wîra li hev bê.