Here Naverokê

Here naverokê

Tê Bîra Te?

Tê Bîra Te?

Îsal, tu ji Birca Çavdêriyê çi hîn bûyî? Ka tu dikarî cewabên van pirsan bidî?

Aqûb 5:11 dibêje ku Yehowa “gelek dilovan û tije rehm e”. Em ji van sifetên wî çawa feydeyê distînin?

Ji ber ku Yehowa dilrehm e, ew şaşiyên me efû dike. Wekî din, li gor Aqûb 5:11, Yehowa ji dil hazir e ku alî me bike. Wê baş be ku em jî mîna wî bikin (w21.01, rûp. 21).

Yehowa çima otorîte daye hin kesan?

Çimkî ew ji malbata xwe hez dike. Bi saya serîtiyê, malbata Yehowa rêk û pêk e û di nav aştiyê de ye. Wekî din, bi navgîniya serîtiyê, di malbata Yehowa de hizûr heye û her kes dizane ku gerek kî qerarên dawîn bide û van qeraran pêk bîne (w21.02, rûp. 3).

Gerek em sepanên ji bo şandin û standina mesajan çima bi dîqat bi kar bînin?

Eger kesek qerarê bide ku sepanên ji bo sohbetkirinê bi kar bîne, gerek ew hay ji xwe hebe ku ew bi kê re sohbet dike. Lê belê, eger komên sohbetê pir mezin bin, ev yek wê zor bibe (1. Tîmotêyos 5:13). Wekî din, bi navgîniya sepanên wisa xeberên neîsbatkirî dikarin belav bibin. Ji xeynî vê, dibe ku hin kes hewl bidin ku biratiyê ji bo armancên ticarî bi kar bînin (w21.03, rûp. 31).

Gelo Xwedê çima îzin da ku Îsa Mesîh ew qas êşê bikişîne û bimire?

Sebeba pêşîn ev bû ku gerek Îsa Mesîh li ser darekî bihata daleqandin ji bo ku Cihûyan ji lanetekê xelas bike (Galatî 3:10, 13). A diduyan, Yehowa Îsa Mesîh hazir dikir ku ew bibe Serokkahîn. A sisêyan jî, ev yek ku Îsa Mesîh heta mirinê dilsoz ma îsbat kir ku însan dikare li hemberî tengasiyên giran dilsoz bimîne (Eyûb 1:9-11) (w21.04, rûp. 16-17).

Eger li saheya te gelek mirov ne li malê ne, gelo tu dikarî çi bikî?

Tu dikarî li roj û saetên ku ew li malê ne herî ba wan. Wekî din, tu dikarî li cihekî din xizmet bikî. Yan jî, tu dikarî metodeke din bi kar bînî; mesela, tu dikarî bi destê nameyan xizmet bikî (w21.05, rûp. 15-16).

Gelo maneya van gotinên Pawlosê şandî çi ne: “Ez bi Şerîetê ji bo Şerîetê mirim”? (Galatî 2:19)

Qanûna Mûsa bi eşkereyî nîşan dida ku însan qisûrdar û gunehkar in. Wekî din, Qanûnê Îsraêlî dibirin ber bi Mesîh ve (Galatî 3:19, 24). Bi saya Qanûnê, Pawlosê şandî Îsa Mesîh qebûl kir. Bi vî awayî, ew “ji bo Şerîetê mir”, yanî ew êdî ne di bin hikmê Qanûna Mûsa de bû (w21.06, rûp. 31).

Yehowa ji aliyê sebrê ve çima emsaleke baş e?

Yehowa li hemberî van tiştan sebir dike: Reşkirina navê wî, dijminahiya li hemberî serweriya wî, serhildana hin zarokên wî, derewên Îblîs, êş û jana xizmetkarên wî, hesreta dostên wî yên mirî, zilm û zordarî û xerakirina tebîetê (w21.07, rûp. 9-12).

Ûsiv di warê sebrê de çi emsal hişt?

Ûsiv ji aliyê birayên xwe ve rastî neheqiyê hat. Paşê, li Misrê ew hat sûcdarkirin û bi gelek salan hat avêtin zindanê (w21.08, rûp. 12).

Hagay 2:6-9, 20-22 behsa çi hejandina sembolîk dike?

Miletên dinyayê mizgîna di heqê Padîşahiyê de red dikin, lê belê gelek însan aliyê rastiyê digirin. Di demeke nêzîk de, miletên ku serweriya Yehowa qebûl nakin wê li dema hejandina dawîn ji holê bên rakirin (w21.09, rûp. 15-19).

Gava em mizgînê belav dikin, gerek em çima newestin?

Yehowa bala xwe dide xîreta me, û xizmeta me li wî xweş tê. Eger em sist nebin û newestin, emê jiyana bêdawî bistînin (w21.10, rûp. 25-26).

Beşa 19an a kitêba 3. Mûsa çawa alî me dike ku em li gor vê şîretê bijîn: “Di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin”? (1. Petrûs 1:15)

Bi îhtimaleke mezin, ev ayet gotinên 3. Mûsa 19:2 îqtibas dike. Li beşa 19an a kitêba 3. Mûsa, gelek ders hene, yên ku dikarin alî me bikin ku em li gor şîreta ji 1. Petrûs bijîn (w21.12, rûp. 3-4).