Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da gotarên ji “Birca Qerewiliyê” yên vê salê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên van pirsa bidin:

Aqûb 5:11 dibêje ku Yehowa gelek “rem e”. Em ji vî hunurê wî çi karê distînin?

Yehowa rem e, ew şaşiyên me dibaxşîne. Usa jî, li gora Aqûb 5:11, Yehowa bi dil hazir e ku alî me bike. Wê baş be ku em jî çev bidine wî (w21.01, rûp. 21).

Yehowa çima hukum daye hine kesa?

Çimkî ew malbeta xwe hiz dike. Bi saya serîtiyê, malbeta Yehowa organîze ye û edilayêda ye. Usa jî, bi saya serîtiyê, malbeta Yehowada edilayî heye û her kes zane ku gerekê kê safîkirinên xilaziyê bike û van safîkirina bîne sêrî (w21.02, rûp. 3).

Gerekê em aplîkasiyên bona şandin û standina smsa çira bi bîlanî bidine xebatê?

Heger kesek aplîkasiyên bona şandin û standina smsa dide xebatê, gerekê ew haş ji xwe hebe ku ew tevî kê dikeve xeberdanê. Lê heger komên mezin saz dikin wekî hevra xeber din, ev yek diha çetin e (1 Tîmotêyo 5:13). Usa jî, bi saya van aplîkasiya dikarin înformasiya neîzbatkirî bela bin. Xêncî vê yekê, dibeke hine kes xûşk-bira bona nêtên xweye arş-vêrşiyê bidine xebatê (w21.03, rûp. 31).

Gelo Xwedê çira îzin da wekî Îsa Mesîh haqas êşê bikişîne û bimire?

Sebeba pêşin ev bû ku gerekê Îsa Mesîh ser stûnê bihata dardakirinê, seva ku Cihûya ji nifir xilaz bike (Galatî 3:10, 13). Ya duda, Yehowa Îsa hazir dikir wekî ew bibe Serekkahîn. Ya sisiya jî, ev yek ku Îsa Mesîh heta mirinê amin ma, îzbat kir wekî meriv dikare nava tengasiyên giranda jî amin bimîne (Îbo 1:9-11). (w21.04, rûp. 16-17).

Heger wedê xizmetiyê gelek meriv malda nînin, gelo tu dikarî çi bikî?

Tu dikarî van siheta herî bal wan, kengê ewana malda nin. Usa jî, tu dikarî cîkî din xizmet bikî. Yan jî, tu dikarî mêtodeke din bidî xebatê, mesele tu dikarî bi saya nema xizmet kî (w21.05, rûp. 15-16).

Ev gotina Pawlosê şandî çi tê hesabê: “Ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim”? (Galatî 2:19)

Qanûna Mûsa eşkere nîşan kir ku meriv gunekar in. Usa jî, Qanûnê cimeta Îsraêl berbi Mesîh dibir (Galatî 3:19, 24). Bi saya Qanûnê, Pawlosê şandî Îsa Mesîh qebûl kir. Bi vî cûreyî, ew “bona Qanûnê mir”, dêmek ew îda ne bin hukumê Qanûna Mûsada bû (w21.06, rûp. 31).

Yehowa aliyê sebrêda çira meseleke baş e?

Yehowa van tişta sebir dike: Bêhurmetkirina navê wî, miqabilîbûna himberî serwêrtiya wî, raberîbûna hine zarên wî, derewên Mîrê-cina, êş û kul-derdên xizmetkarên wî, hizreta saxkirina dostên wîye mirî, zêdebûna bênamûsiyê û xirabkirina tebiyetê (w21.07, rûp. 9-12).

Ûsiv aliyê sebrêda çi mesele hîşt?

Ûsiv aliyê birên xweda rastî neheqiyê hat. Paşê, Misrêda buxdan avîtine wî û ser gelek sala kirine kelê (w21.08, rûp. 12).

Hagay 2:6-9, 20-22 besa çi hejandina sîmbolîk dike?

Miletên dinyayê mizgîna derheqa Padşatiyê qebûl nakin, lê gelek meriv aliyê rastiyê digirin. Zûtirekê, miletên ku serwêrtiya Yehowa qebûl nakin, wê wedê hejandina xilaziyê bêne qirkirinê (w21.09, rûp. 15-19).

Gava em mizgînê bela dikin, gerekê em çira newestin?

Yehowa dîna xwe dide xîreta me, û xizmeta me li wî xweş tê. Heger em sist nebin û newestin, emê jîyîna heta-hetayê bistînin (w21.10, rûp. 25-26).

Kitêba Qanûna Kahîntiyê serê 19 çawa alî me dike ku em li gora vê şîretê bijîn: “Pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda”? (1 Petrûs 1:15)

Ça tê kifşê ev rêz gotinên Qanûna Kahîntiyê 19:2 diwekilîne. Qanûna Kahîntiyê serê 19-da gelek ders hene, yên ku dikarin alî me bikin wekî em li gora şîreta ji 1 Petrûs 1:15 bijîn (w21.12, rûp. 3-4).