Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

Ji Birayê Îsa Mesîh ê Biçûk Hîn Bibe

Ji Birayê Îsa Mesîh ê Biçûk Hîn Bibe

“Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh” (AQÛB 1:1).

KILAM 88 Rêyên Xwe Nîşanî Me Bide

PÊŞGOTIN *

1. Malbata Aqûb malbateke çawa bû?

 MALBATA ku birayê Îsa Mesîh Aqûb tê de mezin bû, malbateke bawermend bû. Diya wî Meryem û bavê wî Ûsiv ji Yehowa pir hez dikir û bi dil û can ji wî re xizmet dikir. Bi ser de, birayê Aqûb ê mezin paşê bû Mesîhê sozdayî. Belê, malbata Aqûb bi rastî jî malbateke xisûsî bû!

Aqûb û Îsa bi hev re mezin dibûn, loma fersenda Aqûb hebû ku birayê xwe rind nas bike (Li paragrafa 2yan binêre)

2. Çi sebeb hebûn ku Aqûb ji birayê xweyî mezin re heyran bûya?

2 Gelek sebeb hebûn ku Aqûb ji birayê xweyî mezin re heyran bûya (Metta 13:55). Mesela, gava Îsa Mesîh 12 salî bû, wî Nivîsarên Pîroz ew qas baş dizanibû ku rîspiyên li Orşelîmê “li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman” (Lûqa 2:46, 47). Dibe ku Aqûb bi Îsa re di îşê xeratiyê de dixebitî û fersenda wî hebû ku birayê xwe rind nas bike. Birayê me Nathan Knorr gelek caran digot: “Gava tu bi kesekî re dixebitî, tu wî rind nas dikî.” * Aqûb bê şik didît ku “Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû” (Lûqa 2:52). Dîsa jî, Aqûb di serî de nebû şagirtê Îsa Mesîh.

3. Gava Îsa Mesîh dest bi xizmeta xwe kir, gelo nêrîna Aqûb çi bû?

3 Li dema xizmeta Îsa Mesîh a li rûyê erdê, Aqûb baweriya xwe pê nedianî (Yûhenna 7:3-5). Bi ser de, dibe ku Aqûb jî yek ji wan merivên Îsa bû, yên ku difikirîn ku Îsa “hişê xwe winda kiriye” (Marqos 3:21). Wekî din, Kitêba Pîroz nabêje ku gava Îsa Mesîh hat kuştin, Aqûb tevî diya xwe li wê derê bû (Yûhenna 19:25-27).

4. Emê li kîjan dersan binêrin?

4 Paşê, Aqûb baweriya xwe bi Îsa Mesîh anî û li civata şagirtên Îsa Mesîh bû rîspiyekî qedirgiran. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin du dersên ku em dikarin ji Aqûb bistînin: (1) Çima muhîm e ku em dilnizm bin? (2) Em çawa dikarin bibin mamosteyên baş?

WEK AQÛB DILNIZM BE

Gava Îsa ji Aqûb re xuya bû, Aqûb ew wek Mesîh qebûl kir û ji wê wextê û pê ve bû şagirtê wî (Li paragrafên 5 heta 7an binêre)

5. Vê yekê ku Îsa Mesîh piştî rabûna ji mirinê ji Aqûb re xuya bû li ser Aqûb çawa tesîr kir?

5 Gelo Aqûb kengê bû şagirtê Îsa Mesîh? Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, ew “ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re” (1. Korîntî 15:7). Ji wê rojê û pê ve, Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh. Gava şandiyên Îsa Mesîh li odeyeke jorîn li Orşelîmê li benda ruhê pîroz bûn, Aqûb jî li wê derê bû (Karên Şandiyan 1:13, 14). Paşê, Aqûb bû endamê koma rêberiyê ya sedsala yekê (Karên Şandiyan 15:6, 13-22; Galatî 2:9). Çendek berî sala 62yan a P.M., wî bi îlhama Xwedê ji şagirtên meshkirî re nameyek nivîsî. Hêviya me her çi be jî – jiyana li ezmanan yan li rûyê erdê – ev name ji bo me bifeyde ye (Aqûb 1:1). Li gor dîrokzan Josephus, Aqûb bi emrê Serokkahîn Hananyayê Biçûk hat îdamkirin. Belê, Aqûb heta dawiya jiyana xwe ji Yehowa re dilsoz ma.

6. Aqûb çawa ji alimên dînî cuda bû?

6 Aqûb yekî dilnizm bû. Em vêya ji ku dizanin? Aqûb ne mîna gelek alimên dînî bû, yên ku Îsa Mesîh red dikir. Gava Aqûb îsbatên saxlem dîtin ku Îsa bi rastî Kurê Xwedê ye, wî ew bi dilnizmî qebûl kir. Serekên kahînan ne wisa bûn. Mesela, wan rind dizanibû ku Îsa bi rastî jî Lazar ji mirinê rakiribû, lê wan ew wek Mesîh qebûl nedikir. Bi ser de, wan dixwest hem Îsa hem Lazar bikuştana (Yûhenna 11:53; 12:9-11). Paşê, wexta ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, wan hewl da ku vê rastiyê ji xelkê veşêrin (Metta 28:11-15). Alimên dînî ew qas pozbilind bûn ku wan Mesîh red kir.

7. Gerek em çima pozbilind nebin?

7 Ders: Pozbilindiyê neke, û hazir be ku ji Yehowa hîn bibî. Çawa ku nexweşî dikare demarên dil hişk bike, pozbilindî jî dikare dilê meyî mecazî hişk bike û bibe sebeb ku em rêberiya Yehowa qebûl nekin. Îsbatên zelal hebûn ku ruhê pîroz li ser Îsa bû, lê ji ber ku dilê Fêrisiyan hişk bû, wan ew wek Kurê Xwedê qebûl nekir (Yûhenna 12:37-40). Seba pozbilindiya wan, padîşahiya ezmanan ji wan re girtî bû (Metta 23:13, 33). Loma, pir muhîm e ku em bi dilnizmî îznê bidin ku Kitêba Pîroz û ruhê Xwedê şexsiyeta me biguherînin û li ser fikir û qerarên me tesîr bikin (Aqûb 3:17). Ji ber ku Aqûb yekî dilnizm bû, ew hazir bû ku ji Yehowa hîn bibe. Wekî din, ka em bibînin ku dilnizmî çawa alî wî kir ku ew bibe mamosteyekî baş.

MÎNA AQÛB BIBE MAMOSTEYEKÎ BAŞ

8. Çi dikare alî me bike ku em bibin mamosteyên baş?

8 Xwendina bilind a Aqûb tune bû. Mîna Petrûs û Yûhenna, Aqûb jî bê şik di çavê alimên dînî de yekî “nexwenda û di halê xwe de” bû (Karên Şandiyan 4:13). Dîsa jî, gava em nameya Aqûb dixwînin, em dibînin ku ew mamosteyekî baş bû. Mîna Aqûb, dibe ku xwendina me jî hindik be, lê bi alîkariya ruhê Yehowa û perwerdeya ku em ji teşkîlata wî distînin, em jî dikarin bibin mamosteyên baş. Ka em bibînin ku Aqûb çawa hîn dikir û em dikarin ji wî çi dersan bistînin.

9. Aqûb çawa hîn dikir?

9 Aqûb gotinên zor û dirêj bi kar nedianîn. Ji ber vê yekê, guhdarên wî rind fehm dikir ku gerek ew çi bikin, û çawa. Mesela, Aqûb bi gotinên hêsan zelal kir ku şagirtên Îsa Mesîh gerek li hemberî neheqiyê sebir bikin û kînê neajon. Wî wisa nivîsî: “Em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11). Aqûb li ser esasê Nivîsarên Pîroz hîn dikir. Bi alîkariya Peyva Xwedê, wî nîşan da ku Yehowa kesên dilsoz mîna Eyûb xelat dike. Aqûb ev ders bi gotinên hêsan û bimantiq anî zimên. Bi vî awayî, wî bala mirovan kişand ser Yehowa, ne ser xwe.

10. Wek Aqûb, wê baş be ku em çawa hîn bikin?

10 Ders: Bi gotinên hêsan xeber bide û ji Peyva Xwedê hîn bike. Hedefa me ne ev e ku em nîşanî mirovan bidin ku zanîna me çi qas kûr e, lê ev e ku em nîşanî wan bidin ku zanîna Yehowa çi qas kûr e û ew çi qas xema wan dixwe (Romayî 11:33). Ji bo ku em bigihîjin vê hedefê, pir muhîm e ku gotinên me her tim bi Nivîsarên Pîroz ve girêdayî bin. Mesela, li şûna ku em ji xwendekarên xwe re bibêjin ku meyê çi bikira, gerek em alî wan bikin ku ew bala xwe bidin mîsalên ji Kitêba Pîroz û fikir û hîsên Yehowa fehm bikin. Bi vî awayî, ewê bixwazin ne dilê me, lê dilê Yehowa şa bikin.

11. Li sedsala yekê, hin şagirtên Îsa Mesîh rastî çi tengasiyan dihatin, û Aqûb çi şîret da wan? (Aqûb 5:13-15)

11 Aqûb ji bîr nedikir ku her kes qisûrdar e. Ji nameya Aqûb tê fehmkirin ku wî dizanibû ku xwişk û bira rastî çi tengasiyan tên, û wî rêberî da wan, da ku ew serî bi van tengasiyan re derxînin. Mesela, gava hin şagirtên Îsa Mesîh şîret distand, wan ev şîret zû pêk nedianî (Aqûb 1:22). Problema hin xwişk û birayan jî ev bû ku wan kesên zengîn di ser kesên din re digirtin (Aqûb 2:1-3). Ji hinekan re jî zor dihat ku zimanê xwe kontrol bikin (Aqûb 3:8-10). Belê, kêmasiyên van xwişk û birayan hebûn, lê dîsa jî, Aqûb hêviya xwe ji wan nedibirî. Wî bi zelalî û bi nezaket şîret da wan û ji kesên ku ji aliyê ruhî ve sist bûn re got ku bila ew ji rîspiyan alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:13-15 bixwîne).

12. Gava em alî xwendekarên xwe dikin, em çawa dikarin nêrîneke pozîtîf xwedî bikin?

12 Ders: Ji bîr neke ku her kes qisûrdar e, û hêviya xwe ji wan nebire. Li hin xwendekarên me belkî zor tê ku li gor rêberiya Kitêba Pîroz bijîn (Aqûb 4:1-4). Dibe ku ji wan re wext lazim e ku ew ji xisûsiyetên xwe yên xerab bifilitin û sifetên baş bi pêş bixin. Wek Aqûb, wê baş be ku em ji xwendekarên xwe re bibêjin ku gerek ew xwe di kîjan waran de serrast bikin. Wekî din, gerek em hêviya xwe winda nekin, lê bawer bin ku Yehowa wê mirovên dilnizm bikişîne ba xwe û qewetê bide wan, da ku ew jiyana xwe biguherînin (Aqûb 4:10).

13. Li gor Aqûb 3:2 (KP), Aqûb çi fehm dikir?

13 Aqûb xwe ji kesên din mezintir hesab nedikir. Aqûb xwe di ser bawermendên din re bilind nedigirt ji ber ku ew birayê Îsa Mesîh bû û îmtiyazên wî yên xisûsî hebûn, lê wî ji wan re got: “Birayên min ên hezkirî” (Aqûb 1:16, 19; 2:5). Aqûb xwe wek kesekî bêqisûr nîşan nedida. Wî got: “Em hemû gellek xeta dikin” (Aqûb 3:2 (KP) bixwîne).

14. Çima muhîm e ku em qisûrên xwe qebûl bikin?

14 Ders: Ji bîr neke ku em gişt gunehkar in. Gerek em xwe ji xwendekarên xwe mezintir hesab nekin. Gelo çima? Eger em xwe ji wan re wisa nîşan bidin qey em bêqisûr in, ewê belkî bifikirin ku ewê tu caran nikaribin bigihîjin vê dereceyê. Wê baş be ku em bi duristî qebûl bikin ku li me jî carinan zor dihat ku em li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn. Wekî din, em dikarin ji xwendekarên xwe re zelal bikin ku Yehowa çawa alî me kiriye ku em bi pêş ve herin. Bi vî awayî, ewê fehm bikin ku ew jî dikarin ji Yehowa re xizmet bikin.

Mîsalên Aqûb hêsan û tesîrdar bûn (Li paragrafên 15 û 16an binêre) *

15. Aqûb mîsalên çawa bi kar dianîn? (Aqûb 3:2-6, 10-12)

15 Aqûb mîsalên tesîrdar bi kar dianîn. Ji xeynî vê ku ruhê pîroz alî wî dikir ku ew mîsalên baş bi kar bîne, Aqûb bi îhtimaleke mezin ji mîsalên birayê xwe Îsa jî gelek tiştan hîn dibû. Mîsalên ku Aqûb di nameya xwe de bi kar anîn hêsan in, û armanca wan bi zelalî tê fehmkirin (Aqûb 3:2-6, 10-12 bixwîne).

16. Wê çima baş be ku em mîsalên tesîrdar bi kar bînin?

16 Ders: Mîsalên tesîrdar bi kar bîne. Bi saya mîsalên minasib, guhdarên te wê gotinên te baştir fehm bikin. Mîsalên te dikarin alî wan bikin ku ew hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz ji bîr nekin. Îsa Mesîh mîsalên pir tesîrdar bi kar dianîn, û birayê wî Aqûb jî wisa dikir. Ka em bala xwe bidin mîsaleke Aqûb û bibînin ku ev mîsal çima ew qas tesîrdar e.

17. Mîsala li Aqûb 1:22-25 çima pir tesîrdar e?

17 Aqûb 1:22-25 bixwîne. Mîsala Aqûb a di heqê neynikê de bi rastî jî pir tesîrdar e. Aqûb dixwest nîşan bidaya ku ji bo ku em ji Peyva Xwedê feydeyê bistînin, ne bes e ku em wê tenê bixwînin. Lazim e ku em li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn. Li gor mîsala Aqûb, eger em Peyva Xwedê bixwînin, lê xisûsiyetên xwe yên nebaş serrast nekin, emê bişibin kesê ku li neynikê “li xwe dinêre, piştre diçe û di cih de ji bîr dike ka ew çawa ye”. Çi feyde?

18. Gava em mîsalan bi kar tînin, gerek em bala xwe bidin kîjan sê tiştan?

18 Gava tu mîsalekê bi kar tînî, wê baş be ku tu Aqûb di van sê waran de ji xwe re emsal bigirî: (1) Lazim e ku mîsal bi mijarê ve girêdayî be. (2) Mîsaleke hêsan bi kar bîne, ya ku guhdarên te wê rind fehm bikin. (3) Armanca mîsalê zelal bike. Eger mîsaleke baş neyê bîra te, li weşanên teşkîlatê * binêre. Li wê derê, tuyê gelek mîsalên minasib bibînî. Lê belê, ji bîr neke ku çawa ku mîkrofon dengê me bilind dike, mîsalên me jî bala guhdaran zêdetir dikişînin ser fikrên ku em tînin zimên. Loma, tenê ji bo nuqteyên sereke mîsalan bi kar bîne. Gava em xîret dikin ku em bibin mamosteyên baş, armanca me helbet ne ev e ku mirov ji me re heyran bimînin, lê ev e ku em alî mirovan bikin ku ew bibin para malbata Yehowa.

19. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin malbata xwe ya ruhî?

19 Rast e, birayekî me wek Îsa tune, lê em şa ne ku em para malbateke ruhî ne. Em dikarin bi xwişk û birayan re hevaltiyê bikin, ji wan hîn bibin û bi dilsozî mizgînê bi wan re belav bikin. Bi vî awayî, em dikarin nîşan bidin ku em ji wan hez dikin. Belê, ji bo ku em rûmetê bidin Yehowa û alî kesên dilpak bikin ku ew bibin dostên wî, wê baş be ku em hal û hereketên Aqûb û metodên ku wî ji bo hînkirinê bi kar dianîn, ji xwe re emsal bigirin.

KILAM 114 “Sebir Bikin”

^ Aqûb û Îsa Mesîh di malekê de bi hev re mezin bûn. Ji ber vê yekê, Aqûb ew ji piraniya mirovan baştir nas dikir. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin ji jiyan û hîndariyên birayê Îsa Mesîh ê biçûk, ê ku li sedsala yekê yek ji stûnên civatê bû, çi hîn bibin.

^ Nathan Knorr birayekî meshkirî û endamekî Koma Rêberiyê bû. Ew di sala 1977an de mir.

^ Mesela, li Watch Tower Publications Index (bi zimanê Îngilîzî) li sernivîsa “Illustrations” binêre.

^ RESIM: Çawa ku agirekî biçûk dikare zerara mezin bide, ziman jî dikare zerara mezin bide. Her kes vê mîsala Aqûb bi hêsanî fehm dike.