Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 2

Ji Birê Îsa Mesîh yê Biçûk Hîn be

Ji Birê Îsa Mesîh yê Biçûk Hîn be

“Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh” (AQÛB 1:1).

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Malbeta Aqûb malbeteke çawa bû?

 MALBETA ku Aqûbê birê Îsa têda mezin bû, malbeteke ruhanî bû. * Diya wî Meryem û bavê wî Ûsiv Yehowa gelek hiz dikirin û bi dil û can wîra xizmet dikirin. Serda jî, birê Aqûb yê mezin, paşê bû Mesîhê sozdayî. Belê, bona Aqûb qedirekî gelek mezin bû malbeteke usada mezin be!

Aqûb û Îsa tevayî mezin dibûn, lema jî Aqûb birê xweyî mezin rind nas dikir (Abzasa 2 binihêre)

2. Çi menî hebûn ku Aqûb birê xweyî mezinra firnaq dibû?

2 Gelek menî hebûn ku Aqûb birê xweyî mezinra firnaq dibû (Metta 13:55). Mesele, gava Îsa 12 salî bû, ewî Nivîsarên Pîroz usa baş zanibû, ku rûspiyên Orşelîmê “ser zanebûn û cabên wî zendegirtî diman” (Lûqa 2:46, 47). Dibeke Aqûb tevî Îsa şixulê necariyê dikir û lema jî birê xwe rind nas dikir. Birê me Nêytan Nor gelek car digot: “Gava tu tevî kesekî dixebitî, tu wî rind nas dikî”. * Aqûb bê şik didît, wekî “Îsa bi serwaxtî û bejinê pêşda diçû û bi merîfetî li ber Xwedê û li ber meriva mezin dibû” (Lûqa 2:52). Dibeke kesek bifikire, wekî Aqûb derbêra bû şagirtê Îsa, lê ev yek usa nîbû.

3. Gava Îsa xizmeta xwe destpêkir, gelo nihêrandina Aqûb ser vê yekê çi cûreyî bû?

3 Çaxê Îsa ser erdê xizmet dikir, hingê Aqûb şagirtê wî nîbû (Yûhenna 7:3-5). Û dibeke Aqûb jî yek ji wan merivên Îsa bû, yên ku difikirîn wekî Îsa “hişê xwe unda kiriye” (Marqos 3:21). Usa jî, Kitêba Pîroz nabêje ku çaxê Îsa ser stûnê dardadikirin, Aqûb wêderê tevî diya xwe bû (Yûhenna 19:25-27).

4. Emê kîjan dersa şêwir kin?

4 Paşê, Aqûb baweriya xwe Îsa anî û civatêda bû rûspîkî xweyîqedir. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin du dersa, yên ku em dikarin ji Aqûb hîn bin: (1) Çima ferz e ku em milûk bin? (2) Em çawa dikarin bibin dersdarên baş?

MÎNA AQÛB MILÛK BE

Gava Îsa Aqûbra xuya bû, Aqûb ew ça Mesîh qebûl kir û hingêda ew bû şagirtê Îsayî amin (Abzasa 5 heta 7 binihêre)

5. Çaxê Îsa ji mirinê rabû û xwe nîşanî Aqûb kir, ev yek ça ser Aqûb hukum kir?

5 Gelo Aqûb kengê bû şagirtê Îsa? Çaxê Îsa ji mirinê rabû, ew “Aqûbva xuya bû, peyra hemû şandiyava” (1 Korintî 15:7). Paşî vê yekê, Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh. Gava şandiyên Îsa odeke jorinda li Orşelîmê hîviya ruhê pîroz bûn, Aqûb jî wêderê bû (Karên Şandiya 1:13, 14). Paşê, Aqûb bû endemê koma rêberiyê ya qirna yekê (Karên Şandiya 15:6, 13-22; Galatî 2:9). Çendek pêşiya sala 62 D.M., ewî ji bîna ber Xwedê şagirtên bi ruh kifşkirîra neme nivîsî. Hêviya me çi be jî, jîyîna li ezmana yan li ser erdê, ev neme bona me kêrhatî ye (Aqûb 1:1). Li gora terîxzan bi navê Ûsivê Flavîûs, Aqûb pê fermana Serekkahîn Hananiya Biçûk, hate kuştinê. Belê, Aqûb heta xilaziya jîyîna xwe Yehowara amin ma.

6. Aqûb çida ji serwêrên rêlîgî cude dibû?

6 Aqûb yekî milûk bû. Em vê yekê ji ku zanin? Aqûb ne mîna wan serwêrên rêlîgî bû, yên ku Îsa înkar dikirin. Gava Aqûb îzbatên zelal standin, ku Îsa bi rastî Kurê Xwedê ye, ewî bi milûktî vê yekê qebûl kir. Serekên kahîna milûk nîbûn. Mesele, wana rind zanibû wekî Îsa bi rastî jî Lazar ji mirinê rakiribû, lê wana ew ça şandiyê Yehowa qebûl nedikir. Serda jî, wana dixwest him Îsa him jî Lazar bikuştana (Yûhenna 11:53; 12:9-11). Paşê, çaxê Îsa ji mirinê rabû, wana her tiştî dikir, wekî vê yekê ji xelqê veşêrin (Metta 28:11-15). Ev serwêrên rêlîgî ji bo qurebûnê, Mesîh qebûl nekirin.

7. Gerekê em çira qure nîbin?

7 Ders: Qure nîbe, û hazir be ji Yehowa hîn bî. Çawa ku nexweşî dikare tamarên dil bixitimîne û nehêle wekî dil rind bikute, usa jî qurebûn dikare bibe sebeb, ku dilê meyî sîmbolîk rêberiya Yehowa qebûl neke. Dilê Fêrisiya haqas hişk bû ku wana îzbatên zelal, yên ku ruhê pîroz eşkere dikir wekî Îsa kurê Xwedê ye, înkar dikirin (Yûhenna 12:37-40). Seva kubar-babaxiya xwe, wana mecala jîyîna heta-hetayê ji destê xwe berda (Metta 23:13, 33). Lema jî gelek ferz e, wekî em bi milûktî îznê bidin, wekî Kitêba Pîroz û ruhê Xwedê xeyset-hunurên me biguhêzin, û ser fikir û safîkirinên me hukum kin (Aqûb 3:17). Aqûb yekî milûk bû, lema jî ew hazir bû ji Yehowa hîn be. Emê niha bivînin wekî Aqûb usa jî dersdarekî baş bû, çimkî milûk bû.

MÎNA AQÛB BIBE DERSDAREKÎ BAŞ

8. Çi dikare alî me bike ku em bibine dersdarên baş?

8 Aqûb xwendina bilind nestandibû. Mîna Petrûs û Yûhenna, bêşik Aqûb jî ber çevê serwêrên rêlîgî yekî “nexwendî û nezan” bû (Karên Şandiya 4:13). Dîsa jî, gava em nema Aqûb dixûnin, em divînin wekî ew dersdarekî baş bû. Mîna Aqûb, dibeke me jî xwendina bilind nestandiye, lê bi alîkariya ruhê Yehowa û hînkirina ku em ji teşkîleta wî distînin, em jî dikarin bibin dersdarên baş. Ka em bivînin Aqûb ça hîn dikir, û em dikarin ji wî çi dersa hîn bin.

9. Aqûb çawa hîn dikir?

9 Aqûb gotinên çetin nedida xebatê û giliya hêsa şirovedikir. Lema jî guhdarên wî fem dikirin ku gerekê çi bikin, û çawa. Mesele, Aqûb bi gotinên hêsa zelal kir, ku şagirtên Îsa gerekê himberî neheqiyê sebir kin û kînê nejon. Ewî usa nivîsî: “Em xweziya xwe li yên sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstiye û we dît, Xudan axiriya wî çawa xêr kir. Xudan çiqasî îsaf û rem e” (Aqûb 5:11). Aqûb ser hîmê Nivîsarên Pîroz hîn dikir. Bi alîkariya Xebera Xwedê, ewî nîşan kir wekî Yehowa kesên amin xelat dike, çawa ku ewî Îbo xelat kir. Aqûb ev ders bi gotinên hêsa û logîkî şirovekir. Bi vî cûreyî, ewî dîna meriva kişande ser Yehowa, ne ku ser xwe.

10. Mîna Aqûb, wê baş be ku em ça meriva hîn kin?

10 Ders: Bi gotinên hêsa xeber de û ji Xebera Xwedê hîn ke. Nêta me ne ev e ku nîşanî meriva bikin, wekî zanebûna me çiqas kûr e, lê ev e ku nîşanî wan bikin, wekî zanebûna Yehowa çiqas kûr e û ew çiqas bona wan xem dike (Romayî 11:33). Seva ku em bigihîjin vê nêtê, gelek ferz e wekî gotinên me hertim ser hîmê Nivîsarên Pîroz bin. Mesele, dewsa ku em xwendekarên xwera bêjin meyê çi bikira, gerekê em alî wan bikin, wekî ewana dîna xwe bidin meselên ji Kitêba Pîroz, û usa jî fikir û hestên Yehowa fem bikin. Bi vî cûreyî, ewana wê bixwazin ne ku dilê me, lê dilê Yehowa şa kin.

11. Qirna yekêda, hine şagirtên Îsa rastî çi çetinaya dihatin, û Aqûb çi şîret da wan? (Aqûb 5:13-15)

11 Aqûb bîr nedikir ku her kes gunekar e. Ji nema Aqûb eşkere tê kifşê ku ew haş ji problêm û kêmasiyên xûşk-bira hebû, û ewî şîretek da wan ku çi bikin. Mesele, gava hine şagirtên Îsa şîret distandin, ewana lez nediketin ku vê şîretê bînin sêrî (Aqûb 1:22). Hine xûşk-bira jî kesên dewletî ser kesên dinra digirtin (Aqûb 2:1-3). Hinekara jî zor bû ku zimanê xwe bikaribin (Aqûb 3:8-10). Belê, kêmasiyên van xûşk-bira hebûn, lê dîsa jî Aqûb hêviya xwe ji wan nedibirî. Ewî zelal û bi nermî şîret da wan, û wanra, yên ku aliyê ruhanîda sist bûn, digot wekî ewana ji rûspiya jî alîkariyê bixwazin (Aqûb 5:13-15 bixûne).

12. Gava em alî xwendekarên xwe dikin, em çawa dikarin nihêrandina pozîtîv xwey kin?

12 Ders: Bîr neke ku her kes gunekar e, lê hêviya xwe ji wana nebire. Hine xwendekarên mera dibeke çetin e, wekî li gora rêberiya Kitêba Pîroz bijîn (Aqûb 4:1-4). Dibeke wanra wext lazim be, ku xeysetên xweye xirab biterikînin û hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Mîna Aqûb, wê baş be wekî em xwendekarên xwera bêjin, ku gerekê ewana çida xwe rast kin. Usa jî, gerekê em hêviya xwe unda nekin, lê bawer bin ku Yehowa wê merivên milûk bikişîne bal xwe û qewatê bide wan, wekî jîyîna xwe biguhêzin (Aqûb 4:10).

13. Li gora Aqûb 3:2, Aqûb çi fem dikir?

13 Aqûb xwe ji kesên din bilindtir hesab nedikir. Rast e Aqûb birê Îsa bû û cabdariyên wîye mexsûs hebûn, lê dîsa jî ewî xwe ser bawermendên dinra nedigirt. Ewî wanra digot: “Xûşk-birayên mine delal!” (Aqûb 1:16, 19; 2:5). Ewî xwe ça merivê bêqisûr hesab nedikir, lê ewî got: “Em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2 bixûne).

14. Çira ferz e em bînin ser xwe ku em şaşiya dikin?

14 Ders: Bîr neke ku em gişk gunekar in. Gerekê em xwe ji xwendekarên xwe bilindtir hesab nekin. Gelo çira? Heger em xwe usa bidine kifşê ku tê bêjî em bêqisûr in û şaşiya nakin, ewê diqewime bifikirin ku ewana tu car nikaribin bibine mîna me û hemû aliyava bê şaşî gura Xwedê bikin. Wê baş be em bi helalî bînin ser xwe, wekî mera jî carna zor e li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Usa jî, em dikarin xwendekarên xwera gilî kin, ku Yehowa ça alî me kiriye wekî em pêşda herin. Bi vî cûreyî, ewê fem bikin ku ewana jî dikarin Yehowara xizmet kin.

Meselên Aqûb hêsa bûn û digihîştine dila (Abzasa 15 û 16 binihêre) *

15. Aqûb meselên ça dida xebatê? (Aqûb 3:2-6, 10-12)

15 Aqûb meselên usa dida xebatê, yên ku digihîştin dila. Ruhê pîroz bêşik alî wî dikir, lê xêncî vê yekê, ew diqewime ji meselên birê xwe Îsa jî gelek tişt hîn dibû. Meselên ku Aqûb nema xweda da xebatê, hêsa ne, û nêta wan zelal tê femkirinê (Aqûb 3:2-6, 10-12 bixûne).

16. Çira lazim e em meselên usa bidine xebatê, ku digihîjin dila?

16 Ders: Meselên usa bide xebatê, ku bigihîjin dila. Bi saya meselên baş, guhdarên te wê gotinên te diha baş fem bikin. Meselên te dikarin alî wan bikin, wekî ewana rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz bîr nekin. Îsa bi hostetî mesela dida xebatê, û birê wî Aqûb jî usa dikir. Ka em dîna xwe bidin meseleke Aqûb û bivînin, ku ev mesele çira digihîje dila.

17. Mesela ji Aqûb 1:22-25 çira kêrhatî ye?

17 Aqûb 1:22-25 bixûne. Mesela Aqûb derheqa neynikê bi rastî jî gelek kêrhatî ye. Aqûb dixwest nîşan kira ku heger em dixwazin ji Xebera Xwedê karê bistînin, bes nîne tenê bixûnin. Lazim e wekî em li gora van tişta bijîn, çi ku hîn dibin. Mesela Aqûb nîşan dike, ku heger em Xebera Xwedê bixûnin, lê xeysetên xweye nebaş rast nekin, emê mîna wî merivî bin, yê ku neynikêda “xwe dibîne, derbaz dibe diçe û zû bîr dike, ku ew yekî çawa bû”.

18. Gava em mesela didine xebatê, gerekê em dîna xwe bidin kîjan sê tişta?

18 Gava tu meselekê didî xebatê, wê baş be ku tu van sê aliyada çev bidî Aqûb: (1) Lazim e wekî mesele têmayêva girêdayî be. (2) Meselên hêsa bide xebatê, yên ku guhdarên te wê rind fem bikin. (3) Nêta meselê zelal bike. Heger tera çetin e meselên baş bînî, “Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyêda” bigere. Wêderê tuyê gelek meselên baş bivînî. Lê bîr neke, çawa ku mîkrofon dengê meriv bilind dike, meselên me jî dîna guhdara diha zêde dikişînin ser fikrên ku em şêwir dikin. Lema jî tenê bona fikrên sereke mesela bide xebatê. Gava em xîret dikin ku bibin dersdarên diha baş, femdarî ye nêta me ne ev e wekî dîna meriva bikişînin ser xwe, lê ev e ku alî wan bikin bibine para malbeta Yehowa.

19. Em ça dikarin nîşan kin, wekî em malbeta xweye ruhanî qîmet dikin?

19 Rast e birakî meyî bêqisûr mîna Îsa tune, lê em şa ne ku em para malbeteke ruhanî ne. Em dikarin tevî xûşk-bira hevaltiyê bikin, ji wana hîn bin û bi aminî mizgînê tevî wan bela kin. Bi vî cûreyî, em dikarin nîşan kin ku em wana hiz dikin. Belê, seva ku em rûmetê bidine Yehowa û alî merivên dilsax bikin, wekî ewana bibin dostên wî, wê baş be ku em çev bidine Aqûb û mêtodên wîye hînkirinê bidine xebatê.

KILAMA 114 Sebira Mezin

^ Aqûb û Îsa malekêda tevayî mezin bûn. Lema jî Aqûb gişka baştir wî nas dikir. Vê gotarêda, emê bivînin ku em dikarin ji jîyîn û hînkirinên birê Îsa yê biçûk çi hîn bin, yê ku qirna yekêda yek ji stûnên civatê bû.

^ Aqûb û Îsa ji dayikekê bûn. Lema jî vê gotarêda emê Aqûb ça birê Îsa nav kin. Ça tê kifşê, nivîskarê nema Aqûb, ew xwexa bû.

^ Nêytan Nor birakî bi ruh kifşkirî bû û endemê Koma Rêberiyê bû. Ew sala 1977-da mir.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Çawa ku agirekî biçûk dikare zirara mezin bide, ziman jî dikare zirareke mezin bide. Ev mesela Aqûb her kesîra femdarî ye.