Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 6

Gelo Tu Bawer î ku Qerarên Yehowa Her Tim Rast in?

Gelo Tu Bawer î ku Qerarên Yehowa Her Tim Rast in?

“Ew zinar e, karê wî bitûmî ye; ji ber ku hemû rêyên wî heq in; xwedayê dilsoziyê ye û neheqiyê nake; yê ku dilsoz û rast e ew e” (5. MÛSA 32:4).

KILAM 3 Stara Me, Hêza Me Tu yî

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Li hinekan çima zor tê ku ew îtibara xwe bi kesên biotorîte bînin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

 ÎRO, gelek kes îtibara xwe bi kesên biotorîte naynin. Wan dîtiye ku sîstemên hiqûqî û siyasî herî zêde aliyê kesên dewlemend û kesên bi nav û deng digirin, lê ew heqê feqîr û fiqareyan nadin. Belê, wek Kitêba Pîroz gotibû, hukimdariya însanan bi rastî jî zerarê dide her kesî (Waiz 8:9). Bi ser de, hal û hereketên hin alimên dînî jî ne baş in. Loma, hin kesan baweriya xwe ya bi Xwedê winda kiriye. Ji ber vê yekê, gava em bi kesekî re dest bi kursa Kitêba Pîroz dikin, gerek em alî wî bikin ku ew îtibara xwe bi Yehowa û bi temsîlkarên wî bîne.

2 Helbet ne tenê ji bo xwendekarên Kitêba Pîroz muhîm e ku ew îtibara xwe bi Yehowa û bi teşkîlata wî bînin. Kesên ku bi gelek salan ji Yehowa re xizmet dikin jî gerek tu caran ji bîr nekin ku qerarên Yehowa her tim rast in. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidinê ku baweriya me dikare di van sê waran de bê ceribandin: (1) Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, (2) gava em ji teşkîlata Yehowa rêberiyê distînin û (3) gava emê li pêşerojê rastî tengasiyan bên.

GAVA TU KITÊBA PÎROZ DIXWÎNÎ, ÎTIBARA XWE BI YEHOWA BÎNE

3. Hin qeydên Kitêba Pîroz çima dikarin îtibara ku em bi Yehowa tînin, biceribînin?

 3 Wexta ku em Peyva Xwedê dixwînin, dibe ku carinan li me zor bê ku em sebebên hin qerarên Yehowa fehm bikin. Mesela, li kitêba 4. Mûsa tê gotin ku Yehowa fermana mirinê da zilamekî ku li roja Sebtê êzing ber hev kiribûn. Lê belê, li kitêba 2. Samûyêl, em dibînin ku çend sedsal piştî vê, Yehowa zîna û mêrkujiya Dawid Padîşah efû kirin (4. Mûsa 15:32, 35; 2. Samûyêl 12:9, 13). Em belkî meraq dikin: “Yehowa çima sûcên giran ên Dawid bexşandin, lê wî fermana mirinê da zilamê ku sûcê wî biçûktir xuya dike?” Ji bo cewaba vê pirsê, wê baş be ku em li dema xwendina Kitêba Pîroz sê tiştan bînin bîra xwe.

4. Gotinên 1. Mûsa 18:20, 21 û 5. Mûsa 10:17 çawa baweriya me xurttir dikin ku qerarên Yehowa rast in?

4 Kitêba Pîroz carinan her tiştî zelal nake. Mesela, em dizanin ku Dawid seba sûcên xwe ji dil tobe kir (Zebûr 51:2-4). Lê gelo zilamê ku qanûna Sebtê binpê kiribû, yekî çawa bû? Gelo ew seba sûcê xwe poşman bû? Gelo wî berê jî qanûnên Yehowa binpê dikirin û guh nedida şîretan? Kitêba Pîroz cewaba van pirsan nade. Lê belê, em dikarin emîn bin ku Yehowa tu caran “neheqiyê nake” (5. Mûsa 32:4). Paşgotinî, pêşhukim û faktorên din carinan li ser nêrîna însanan bandor dikin, lê Yehowa ne wisa ye. Xwedê dizane ku bi rastî çi qewimiye, û ew qerarên xwe li gor vê dide (1. Mûsa 18:20, 21; 5. Mûsa 10:17 bixwîne). Her ku em Yehowa nas dikin û hîn dibin ku standardên wî çi ne, em emîntir dibin ku qerarên wî rast in. Loma, eger em rastî hin ayetan bên, ên ku em bi temamî fehm nakin, wê baş be ku em bînin bîra xwe ku Xwedê “di hemû riyên xwe de dadperwer [adil] e” (Zebûr 145:17).

5. Qisûrdarî çawa dikare li ser teraziya edaleta me tesîr bike? (Li çarçoveya “ Qisûrdarî Teraziya Edaleta Me Şaş Dike” jî binêre.)

5 Ji ber ku em qisûrdar in, teraziya edaleta me carinan şaş e. Xwedê em di sûretê xwe de xuliqandine, loma em ji bêedaletiyê aciz dibin (1. Mûsa 1:26). Dîsa jî, ji ber ku em qisûrdar in û her tiştî nizanin, nêrîna me dikare şaş be. Mesela, bîne bîra xwe ku gava Yehowa qerar da ku rehmê li xelkê Nînewayê bike, Ûnis çi qas aciz bû (Yûnis 3:10–4:1). Lê belê, bala xwe bidê ku netîceya qerara Yehowa çi qas baş bû! Zêdetirî 120.000 kesên tobedar sax man. Xuya ye ku nêrîna Ûnis şaş bû, lê nêrîna Yehowa rast bû.

6. Yehowa çima ne mecbûr e ku ji bo qerarên xwe hesab bide me?

6 Yehowa ne mecbûr e ku ji bo qerarên xwe hesab bide me. Rast e, Yehowa carinan îzin dida xizmetkarên xwe ku ew nêrîna xwe ya li ser qerarên wî bînin zimên (1. Mûsa 18:25; Yûnis 4:2, 3). Car caran jî, Yehowa sebebên qerarên xwe ji wan re zelal dikirin (Yûnis 4:10, 11). Lê belê, Yehowa ne mecbûr e ku her tiştî ji me re zelal bike. Ji ber ku ew Xaliqê me ye, ew hewceyî îzna me nîne – ne berî ku ew tiştekî bike ne jî piştî ku wî tiştek kiriye (Îşaya 40:13, 14; 55:9).

GAVA TU RÊBERIYÊ DISTÎNÎ, ÎTIBARA XWE BI YEHOWA BÎNE

7. Dibe ku çi li me zor bê, û çima?

7 Em bê şik emîn in ku hemû qerar û kirinên Yehowa rast in. Lê belê, dibe ku li me zor bê ku em îtibara xwe bi birayên tayînkirî bînin. Em belkî meraq dikin ka ew li gor rêberiya Yehowa yan li gor dilê xwe hereket dikin. Dibe ku kesên ku li demên berê dijiyan jî wisa difikirîn. Mesela, serpêhatiyên ji  paragrafa 3yan bîne ber çavê xwe. Belkî hin merivên zilamê ku qanûna Sebtê binpê kiribû meraq dikir ka Mûsa bi rastî ji Yehowa rêberî xwest berî ku fermana mirinê bihata dayîn. Yan jî, dibe ku hin hevalên Ûriyayê Hîttî difikirîn ku Dawid serê xwe xelas kir ji ber ku ew padîşah e. Yehowa îtibara xwe bi kesên ku wî di civatê de û di teşkîlatê de tayîn kirine, tîne. Loma, eger em îtibara xwe bi wan neynin, em nikarin bibêjin ku em îtibara xwe bi Yehowa tînin.

8. Li gor Karên Şandiyan 16:4, 5, civatên li sedsala yekê çawa rêberî distand, û îro, em çawa rêberiyê distînin?

8 Îro, Yehowa bi destê “xulamê dilsoz û şehreza” rêberiya teşkîlata xwe dike (Metta 24:45). Mîna koma rêberiyê ya li sedsala yekê, “xulamê dilsoz” xema xizmetkarên Xwedê yên li seranserê dinyayê dixwe û rêberiyê dide rîspiyên di civatan de (Karên Şandiyan 16:4, 5 bixwîne). Paşê, rîspî vê rêberiyê li civatên xwe pêk tînin. Wexta ku em guh didin rêberiya ku em ji teşkîlatê û ji rîspiyan distînin, em nîşan didin ku em îtibara xwe bi qerarên Yehowa tînin.

9. Belkî li me zor tê ku em kîjan qerarên rîspiyan qebûl bikin, û çima?

9 Dibe ku li me carinan zor bê ku em qerarên rîspiyan qebûl bikin. Mesela, di van salan de, gelek civat û herêm ji nû ve hatine organîzekirin. Li hin deran, rîspiyan ji mizgînvanan re gotiye ku bila ew herin civateke din, a ku hejmara mizgînvanên wê hindik e. Gava ji me re tê gotin ku bila em derbasî civateke din bibin, belkî li me zor tê ku em heval û merivên xwe bihêlin. Gelo rîspî rasterast ji Xwedê rêberiyê distînin ku gerek kîjan mizgînvan here kîjan civatê? Helbet na. Loma belkî li me zor tê ku em vê rêberiyê qebûl bikin. Lê belê, madem ku Yehowa îtibara xwe bi rîspiyan tîne û îznê dide ku ew qerarên wisa bidin, lazim e ku em jî îtibara xwe bi wan bînin. *

10. Li gor Îbranî 13:17, çima muhîm e ku em bi rîspiyan re hevkariyê bikin?

10 Eger qerarên rîspiyan ne li gor dilê me bin jî, wê baş be ku em bi wan re hevkariyê bikin û piştgiriya qerarên wan bikin, da ku yekîtiya di nav xizmetkarên Xwedê de xera nebe (Efesî 4:2, 3). Wexta ku her kes bi dilnizmî li gor qerarên koma rîspiyan hereket dike, civat ji aliyê ruhî ve zêdetir bi pêş ve diçe (Îbranî 13:17 bixwîne). Bi ser de, gava ku em îtibara xwe bi birayên tayînkirî tînin, em nîşan didin ku em îtibara xwe bi Yehowa tînin (Karên Şandiyan 20:28).

11. Çi dikare alî me bike ku em îtibara xwe bi rêberiya rîspiyan bînin?

11 Berî ku rîspî qeraran bidin, ew dua dikin ku bila Yehowa ruhê pîroz bide wan. Wekî din, ew li prensîpên Kitêba Pîroz û li rêberiya teşkîlata Yehowa dinêrin. Ew dixwazin dilê Yehowa şa bikin û xizmetkarên wî bi awayekî baş xwedî bikin. Ev birayên dilsoz dizanin ku gerek ew ji bo qerar û kirinên xwe hesab bidin Xwedê (1. Petrûs 5:2, 3). Ka bifikire: Însanên vê dinyayê seba kok û milet, dîn û siyasetê ji hev nefret dikin, lê xizmetkarên Yehowa li seranserê dinyayê di yekîtiyê de îbadetê dikin. Ma ev yek ku Yehowa teşkîlata xwe ew qas bibereket dike alî me nake ku em îtibara xwe bi rêberiya rîspiyan bînin?

12. Gava rîspî lêkolîn dikin ka kesek bi rastî tobedar e yan na, gerek ew bala xwe bidin kîjan faktoran?

12 Yehowa dixwaze ku rîspî paqijiya civatê xwedî bikin, û ev yek mesûliyeteke cidî ye. Wexta ku şagirtekî Îsa Mesîh gunehekî giran dike, Yehowa dixwaze ku rîspî qerarê bidin ka ev kes dikare li civatê bimîne yan na. Ji bo vê, gerek ew têderxin ka kesê gunehkar seba kirinên xwe bi rastî poşman e yan na. Ew her çi qas dibêje ku ew tobe dike jî, gelo ew ji kirinên xwe bi rastî nefret dike? Gelo ew biqerar e ku gunehê xwe careke din neke? Eger sebeba sûcê wî ev bû ku ew ketibû ber bayê hevalên nebaş, gelo ew hazir e ku hevaltiya xwe ya bi wan re bibire? Rîspî gerek bi alîkariya Nivîsarên Pîroz bala xwe bidin hemû faktoran û vêya ku kesê gunehkar li kirinên xwe çawa dinêre. Paşê, gerek ew qerarê bidin ka kesê sûcdar dikare li civatê bimîne yan jî lazim e ku ew ji civatê bê derxistin (1. Korîntî 5:11-13).

13. Gava dost yan merivekî me ji civatê tê derxistin, dibe ku em çi meraq bikin?

13 Gelo baweriya me ya bi rîspiyan çawa dikare bê ceribandin? Eger kesê ku ji civatê hatiye derxistin dost yan merivê me nîne, dibe ku li me hêsan bê ku em qerara rîspiyan qebûl bikin. Lê eger ew dostê me ye, ev yek dikare li me zor bê. Dibe ku em meraq bikin ka rîspiyan bi rastî bala xwe daye hemû faktoran yan na. Wekî din, dibe ku em şik bikin ka wan bi rastî li gor daxwaza Yehowa qerar daye yan na. Gelo çi dikare alî me bike ku em qerara wan qebûl bikin?

14. Eger dost yan merivekî me ji civatê bê derxistin, gerek em çi ji bîr nekin?

14 Gava kesek ji civatê tê derxistin, gerek em ji bîr nekin ku ev yek ji bo civatê bifeyde ye û dikare ji bo kesê gunehkar jî bifeyde be. Eger kesekî ku tobe nake li civatê bimîne, ew dikare bibe sebeb ku kesên din jî guneh bikin (Galatî 5:9). Wekî din, dibe ku ewê fehm neke ku gunehê wî çi qas giran e, û xîret neke ku hal û hereketên xwe serrast bike, da ku dostaniya Yehowa dîsa qazanc bike (Waiz 8:11). Gava ku rîspî qerarê didin ku kesek gerek ji civatê bê derxistin, em dikarin emîn bin ku ew pir dîqat dikin. Rîspî rind dizanin ku wek hakimên li demên berê, ew “ne ji bo însanan, lê ji bo Yehowa hukim didin” (2. Dîrokan 19:6, 7, NWT).

ÇIMA MUHÎM E KU EM JI NIHA VE ÎTIBARA XWE BI YEHOWA BÎNIN?

Çi wê alî me bike ku em li dema tengahiya mezin îtibara xwe bi rêberiya teşkîlatê bînin? (Li paragrafa 15an binêre)

15. Çima muhîm e ku em ji niha ve îtibara xwe bi rêberiya Yehowa bînin?

15 Her ku em nêzîktirî dawiya vê sîstemê dibin, gerek em hê jî zêdetir îtibara xwe bi qerarên Yehowa bînin. Gelo çima? Li dema tengahiya mezin, dibe ku rêberiya ku emê bistînin li me carinan ecêb bê yan bêmantiq xuya bike. Yehowa wê helbet rasterast bi me re xeber nede. Bi îhtimaleke mezin, ewê bi navgîniya birayên tayînkirî rêberiya me bike. Li dema tengahiya mezin, gelo emê şikê bibin ka rêberiya ku me ji birayên mesûl standiye bi rastî ji Yehowa ye yan na? Li wê demê, wê pir muhîm be ku em îtibara xwe bi Yehowa û bi teşkîlata wî bînin. Loma, gerek em ji niha ve guh bidin rêberiya teşkîlatê. Eger em îtibara xwe bi rêberiya ku em îro distînin bînin û guh bidinê, îhtimal heye ku emê li dema tengahiya mezin jî wisa bikin (Lûqa 16:10).

16. Li pêşerojê, baweriya me çawa dikare bê ceribandin?

16 Wekî din, wexta ku Yehowa Xwedê wê li dawiya vê sîstemê hukim bide, gelo reaksiyona me wê çawa be? Niha, em hêviyeke xweş pêşkêşî merivên xwe yên nebawermend û kesên din dikin. Lê li dema Harmegedonê, Yehowa wê bi destê Îsa Mesîh di heqê wan de qerara dawîn bide (Metta 25:31-33; 2. Selanîkî 1:7-9). Li me nakeve ku qerarê bidin ku kî hêjayî rehma Yehowa ye û kî na (Metta 25:34, 41, 46). Gelo emê qebûl bikin ku hukmên Yehowa rast in? Pir muhîm e ku em ji niha ve baweriya xwe bi Yehowa xurttir bikin, da ku em li pêşerojê jî bi dil û can îtibara xwe bi wî bînin.

17. Li dawiya vê sîstema xerab, emê ji hukmên Yehowa çawa feydeyê bistînin?

17 Bîne ber çavê xwe ku li dinyaya nû, gava emê netîceyên hukmên Yehowa bibînin, emê çi qas şa bin. Dîn û baweriyên sexte, çavbirçîtiya sîstemên ticarî û siyasî, yên ku bi hezaran salan însan bin dest kirine û zilm û zordarî kirine, wê êdî tune bin. Tu kes wê êdî kal û pîr nebe û nexweş nekeve, û tu kes wê êdî hezkiriyên xwe winda neke. Îblîs û cinên wî wê hezar sal girtî bimînin. Netîceyên serhildana wan wê ji holê rabin (Peyxam 20:2, 3). Li wê demê, emê çi qas şikurdar bin ku me îtibara xwe bi qerarên Yehowa aniye!

18. Ji vê ku Îsraêliyan li gor 4. Mûsa 11:4-6 û 21:5 çi kiribû, em dikarin çi dersan bistînin?

18 Gelo îtibara ku em bi qerarên Yehowa tînin dikare li dinyaya nû jî bê ceribandin? Bîne bîra xwe ku piştî ku Îsraêlî ji koletiya Misrê azad bûbûn, çi qewimî. Hin ji wan gilî û gazinên xwe dikirin ji ber ku wan bêriya xwarinên Misrê dikir, û ew bi mannaya ku Yehowa dida wan, razî nebûn (4. Mûsa 11:4-6; 21:5 bixwîne). Piştî tengahiya mezin, gelo emê jî seba hin tiştan aciz bibin? Mesela, em nizanin ku çi qas îş wê hebe heta ku em dinyayê paqij bikin û hêdî hêdî bikin cenet. Bi îhtimaleke mezin, pir îş wê hebe, û jiyana me wê hebekî bi zehmet be. Gelo emê li wê demê seba tiştên ku Yehowa tedarek dike, gilî û gazinên xwe bikin? Eger em ji niha ve ji bo tiştên ku Yehowa dide me şikurdar bin, emê li wê demê hê jî şikurdartir bibin.

19. Dersên sereke yên vê meqaleyê çi ne?

19 Qerarên Yehowa her gav rast in. Gerek em îtibara xwe bi wan bînin. Wekî din, gerek em îtibara xwe bi kesên ku ji aliyê Yehowa ve hatine tayînkirin, bînin. Van gotinan ji bîr neke: “Eger hûn sakîn bimînin û [bi Yehowa] bawer bin, hûnê biqewet bin” (Îşaya 30:15, NWT).

KILAM 98 Nivîsarên Pîroz ji Îlhama Xwedê ne

^ par. 5 Ev meqale wê nîşanî me bide ku çima muhîm e ku em îtibara xwe bi Yehowa û bi temsîlkarên wî bînin. Wekî din, emê bibînin ku em ji vê çawa feydeyê distînin û ev yek me çawa ji bo tengasiyên pêşerojê hazir dike.

^ par. 9 Carinan, dibe ku sebebên muhîm hebin ku kesek yan malbatek li civata xwe bimîne. Li Our Kingdom Ministry ya Mijdara 2002yan (bi zimanê Îngilîzî), li “Qutiya Pirsan” binêre.