Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8

Gelo Şîreta ku Tu Didî “Dil Kêfxweş Dike”?

Gelo Şîreta ku Tu Didî “Dil Kêfxweş Dike”?

“Bêhna xweş û buxur dil kêfxweş dike û şîreta ku heval bide, ji mirov re şêrîn tê” (METHELOKÊN SILÊMAN 27:9).

KILAM 102 Alî Kesên Zeîf Bike

PÊŞGOTIN *

1-2. Birayek di heqê şîretdayînê de çi hîn bûye?

 GELEK sal berê, du rîspî çûbûn ba xwişkeke ku ji bo demekê nedihat civînan. Yekî ji wan çend ayetên Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku civînên me çi qas muhîm in, nîşanî wê dan. Ev rîspî difikirî ku ziyaret pir baş derbas bû, lê wexta ku ew rabûn ku herin, xwişkê got: “Birano, hûn halê min qet fehm nakin!” Çi heyf e ku di serî de, wan nepirsîbû ku hal û rewşa wê çi ye, lê rasterast şîret da. Loma, bi nêrîna xwişkê, şîret bêfeyde bû.

2 Rîspiyê ku wê demê şîret dabû, wisa dibêje: “Pêşî, ez difikirîm ku xwişk qîmetê nade şîreta me. Lê hêdî hêdî, min fehm kir ku min her çi qas ayetên minasib xwendibûn jî, min pirsên minasib nepirsîbûn. Wê baştir bûya ku min pêşî jê bipirsiya: ‘Jiyana te çawa derbas dibe? Ez çawa dikarim alî te bikim?’” Birayê me wê rojê derseke muhîm stand. Îro, ew êdî şivanekî dilgerm û xêrxwaz e.

3. Di civatê de, kî gerek şîretan bide?

 3 Ji ber ku rîspî wek şivanên civatê hatine tayînkirin, herî zêde ew mesûl in ku şîretê bidin xwişk û birayan. Dîsa jî, carinan lazim e ku kesên din jî şîretan bidin. Mesela, xwişk yan birayek dikare li ser esasê Kitêba Pîroz şîretê bide dostekî xwe (Zebûr 141:5; Methelokên Silêman 25:12). Yan jî, xwişkeke emirmezin dikare li ser mijarên ku Tîtos 2:3-5 behsa wan dike, şîretê bide xwişkeke ciwan. Wekî din, gelek caran lazim e ku dê û bav şîretan bidin zarokên xwe û wan serrast bikin. Loma, ev meqale her çi qas bi xisûsî ji bo rîspiyan hatiye hazirkirin jî, wê baş be ku em gişt hîn bibin ku em çawa dikarin şîretên bifeyde bidin, ên ku ‘dil kêfxweş dikin’ (Methelokên Silêman 27:9).

4. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi?

4 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin van çar pirsên di heqê şîretdayînê de: (1) Şîret gerek bi çi niyetê bê dayîn? (2) Gelo şîret bi rastî lazim e? (3) Kî gerek şîretê bide? (4) Em çawa dikarin şîretên tesîrdar bidin?

ŞÎRET GEREK BI ÇI NIYETÊ BÊ DAYÎN?

5. Gava em şîretan didin, gerek niyeta me çi be? (1. Korîntî 13:4, 7)

5 Rîspî ji xwişk û birayan hez dikin. Carinan, gava ew dibînin ku kesek ketiye riyeke şaş, ew bi dilovanî şîretê didin wî (Galatî 6:1). Lê belê, berî ku rîspî bi vî kesî re bipeyivin, wê baş be ku ew van xisûsiyetên hezkirinê bînin bîra xwe: “Hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike. Hezkirin çavnebariyê nake, xwe mezin nake, pozbilindiyê nake, ... bîhna xwe di her tiştî de fireh dike, ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye, li her tiştî sebir dike” (1. Korîntî 13:4, 7). Wê baş be ku rîspî li ser gotinên van ayetan kûr bifikirin, da ku ew karibin bi dilovanî şîretê bidin. Gava kesê ku şîretê distîne dibîne ku rîspî xema wî dixwin, wê li wî hêsantir bê ku şîretê qebûl bike (Romayî 12:10).

6. Pawlos ji çi aliyî ve emsaleke baş hişt?

6 Pawlosê şandî ji rîspiyan re emsaleke baş hişt. Mesela, gava xwişk û birayên li bajarê Selanîkê hewceyî şîretê bûn, Pawlos bi dilovanî şîret da wan. Di nameyên xwe de, Pawlosê şandî serê pêşîn behsa dilsozî, sebir û keda wan kir. Wekî din, wî ji wan re got ku halê wan hêsan nîne, û wî pesnê wan da ji ber ku wan li hemberî zilmê sebir dikir (1. Selanîkî 1:3; 2. Selanîkî 1:4). Bi ser de, wî ji wan re got ku ew ji xwişk û birayên din re emsaleke baş in (1. Selanîkî 1:8, 9). Gotinên Pawlos bê şik dilê wan xweş kir! Xuya ye ku Pawlos ji xwişk û birayên li Selanîkê pir hez dikir. Loma, şîretên ku Pawlos di nameyên xwe de dan wan, bitesîr bûn (1. Selanîkî 4:1, 3-5, 11; 2. Selanîkî 3:11, 12).

7. Carinan çima zor e ku kesek şîretan qebûl bike?

7 Gelo netîceyên şîretên ku bi awayekî nebaş tên dayîn, çi ne? Rîspiyekî bitecrûbe wisa got: “Hin kes şîretê qebûl nakin, ne ji ber ku şîret şaş e, lê ji ber ku şîret bi dilovanî nehatiye dayîn.” Em ji vê çi hîn dibin? Eger şîret ne bi hêrsê, lê bi hezkirinê bê dayîn, wê li xwişk û birayan hêsantir bê ku wê qebûl bikin.

GELO ŞÎRET BI RASTÎ LAZIM E?

8. Berî ku rîspî şîretan bidin, wê baş be ku ew ji xwe çi bipirsin?

8 Gerek rîspiyên civatê bi lez şîretan nedin xwişk û birayan (Methelokên Silêman 29:20). Berî ku rîspiyek şîretê bide kesekî, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo bi rastî lazim e ku ez ji wî re tiştekî bibêjim? Gelo ez emîn im ku kirinên wî şaş in? Gelo wî qanûneke Kitêba Pîroz binpê kiriye? Yan jî gelo mesele tenê ev e ku tercîhên wî ji tercîhên min cuda ne?” Eger rîspiyek ji sedî sed emîn nîne ku gerek ew şîretê bide kesekî, wê belkî baş be ku ew ji rîspiyekî din bipirse ka bi dîtina wî qanûneke Kitêba Pîroz hatiye binpê kirin û lazim e ku şîret bê dayîn yan na (2. Tîmotêyos 3:16, 17).

9. Li gor 1. Tîmotêyos 2:9, 10, şîretên di heqê kincan de gerek çawa bên dayîn?

9 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe. Ferz bike ku rîspiyek seba stîla kincên xwişk yan birayekî aciz dibe. Berî ku ew şîretê bide, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo li gor Kitêba Pîroz bi rastî sebeb heye ku ez tiştekî bibêjim?” Madem ku gerek ew li gor tercîhên xwe şîretê nede, wê belkî baş be ku ew fikra rîspiyekî din yan jî fikra xwişk yan birayekî gihîştî bipirse. Ew belkî dikarin bi hev re di ber çavan re derbas bikin ku Pawlosê şandî li ser vê mijarê çi gotibû (1. Tîmotêyos 2:9, 10 bixwîne). Pawlosê şandî behsa hin prensîpên berfireh kiribû û gotibû ku gerek kincên şagirtên Îsa Mesîh minasib û maqûl bin û bi zêdeyî nekevin çavan. Lê belê, Pawlos rasterast negotibû ku gerek ew kîjan kincan li xwe bikin û kîjan na. Wî qebûl dikir ku heta ku xwişk û bira ji sînorên ku Kitêba Pîroz datîne dernekevin, ew dikarin li gor dilê xwe qerarê bidin. Loma, gava rîspî ji xwe dipirsin ka lazim e ku şîret bê dayîn yan na, gerek ew têderxin ka tercîhên vî kesî maqûl û minasib in yan na.

10. Gerek em li tercîhên şexsî çawa binêrin?

10 Gerek em ji bîr nekin ku tercîhên şexsî yên du xwişk yan birayên gihîştî dikarin ji hev cuda bin, lê her du jî dikarin meqbûl bin. Ji ber vê yekê, gerek em zorê li xwişk û birayan nedin ku ew li gor tercîhên me hereket bikin (Romayî 14:10).

KÎ GEREK ŞÎRETÊ BIDE?

11-12. Eger şîret lazim be, wê baş be ku rîspî ji xwe çi bipirsin, û çima?

11 Eger lazim be ku şîret bê dayîn, gelo kî gerek şîretê bide? Berî ku rîspî şîretan bidin xwişkên zewicî yan zarokan, gerek ew bi serê malbatê re bipeyivin. Dibe ku serê malbatê bixwaze xwe bi xwe şîretê bide. * Yan jî, dibe ku ew bixwaze ku gava şîret bê dayîn, ew jî li wir be. Wekî din, wek me li  paragrafa 3yan dîtibû, carinan baştir e ku xwişkên emirmezin şîretan bidin xwişkên ciwan.

12 Ji xeynî vê, wê baş be ku rîspî ji xwe bipirsin: “Ji bo dayîna vê şîretê, gelo kesê herî minasib ez im yan jî kesekî din e?” Mesela, kesekî ku xwe bêqîmet hîs dike wê belkî şîreta rîspiyekî ku bi xwe jî rastî vê problemê hatibû û halê wî baştir fehm dike, zûtir qebûl bike. Helbet lazim e ku hemû rîspî xwişk û birayan teşwîq bikin û xwestina wan zêde bikin ku ew xwe li gor Nivîsarên Pîroz serrast bikin. Ji ber vê yekê, eger şîret lazim be, tiştê herî muhîm ne ev e ku rîspî çi qas bitecrûbe ye, lê ev e ku şîret bi rastî bê dayîn.

TU ÇAWA DIKARÎ ŞÎRETÊN BITESÎR BIDÎ?

Çima muhîm e ku rîspî ‘di bihîstinê de bi lez bin’? (Li paragrafên 13 û 14an binêre)

13-14. Çima muhîm e ku rîspî rind guh bidin?

13 Rind guh bide. Wexta ku rîspiyek xwe hazir dike ku şîretê bide, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo ez di heqê vî kesî de çi dizanim? Di jiyana wî de çi diqewime? Dibe ku ez hin tengasiyên wî nizanim? Niha ew herî zêde hewceyî çi ye?”

14 Ev prensîpa li Aqûb 1:19 bê şik ji bo kesên ku şîretê didin pir bifeyde ye: “Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.” Tu belkî difikirî ku tu di heqê kesekî de her tiştî dizanî, lê gelo bi rastî wisa ye? Methelokên Silêman 18:13 wisa dibêje: “Bersiv dayîna bêguhdarî kirin, ehmeqî û şermezarî ye.” Loma, wê baş be ku tu rasterast ji vî kesî bipirsî ka çi qewimiye. Rind guh bide berî ku tu xeber bidî. Rîspiyê ku destpêka meqaleyê behsa wî kiribû, fehm kir ku berî ku wî şîret bidaya, wê baştir bûya ku wî pirsên wisa bipirsiyana: “Jiyana te çawa derbas dibe? Ez çawa dikarim alî te bikim?” Eger rîspî xîret bikin ku rewşa xwişk û birayan rind fehm bikin, ewê bi îhtimaleke mezin karibin alî wan bikin û dilê wan xurt bikin.

15. Rîspî çawa dikarin li gor Methelokên Silêman 27:23 hereket bikin?

15 Kerî rind nas bike. Çawa ku li destpêkê hatibû gotin, ji bo ku em şîretên bitesîr bidin, ne bes e ku em tenê çend ayetan bixwînin û yek-du tewsiyeyan bidin. Xwişk û birayên me gerek bibînin ku em xema wan dixwin, ku em wan fehm dikin û ku em ji dil dixwazin alî wan bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Pezên xwe yek bi yek nas bike û bala xwe bide keriyê xwe” (Methelokên Silêman 27:23, Methelokên Hezretê Silêman). Ji bo vê, wê baş be ku rîspî çi ji destê wan tê bikin ku bi xwişk û birayan re dostiyê bikin.

Wê baş be ku rîspî çi bikin, da ku li wan hêsantir bê ku şîretê bidin? (Li paragrafa 16an binêre)

16. Çi wê alî rîspiyan bike ku ew şîretên bitesîr bidin?

16 Rîspî helbet naxwazin ku xwişk û bira bifikirin ku ew tenê ji bo ku şîretê bidin wan yan piştî ku wan şaşî kiriye, tên ba wan. Gerek rîspî her gav bi xwişk û birayan re sohbetê bikin û bi hal û rewşa wan eleqedar bin. Rîspiyekî bitecrûbe wisa dibêje: “Eger tu wisa bikî, ewê te wek hevalên xwe bibînin. Paşê, gava hewce dibe ku tu şîretê bidî wan, ev yek wê li te hêsantir bê.” Bi ser de, eger rîspî wisa bikin, wê li xwişk û birayan hêsantir bê ku şîreta wan qebûl bikin.

Çima lazim e ku rîspî bi sebir û bi nezaket şîretê bidin? (Li paragrafa 17an binêre)

17. Bi xisûsî kengê lazim e ku rîspî nazik û bisebir bin?

17 Nazik û bisebir be. Bi xisûsî eger kesek di serî de şîreta li ser esasê Kitêba Pîroz qebûl neke, lazim e ku rîspî dîsa jî nazik û bisebir bin. Eger şîreta wan zû neyê qebûlkirin û pêkanîn jî, gerek ew hêrs nekevin. Li ser Îsa Mesîh ji berê ve wisa hatibû gotin: “Çîtikê perçiqandî naşkêne, û fitîla ku dû dike natemirîne” (Metta 12:20). Loma, wê baş be ku rîspî di duayên xwe yên şexsî de ji Yehowa rica bikin ku bila ew kesê ku hewceyî şîretê ye, bibereket bike û alî wî bike ku ew sebeba şîretê fehm bike û li gor vê şîretê hereket bike. Belkî ji kesê ku şîretê distîne re wext lazim e ku ew li ser şîretê bifikire, lê eger şîret bi sebir û bi nezaket hatibe dayîn, wê li wî hêsantir bê ku şîretê qebûl bike. Helbet muhîm e ku şîret li ser esasê Kitêba Pîroz bê dayîn.

18. (a) Di heqê şîretdayînê de, gerek em çi ji bîr nekin? (b) Wê baş be ku dê û bav çi şêwir bikin?

18 Ji şaşiyên xwe dersê bigire. Heta ku em negihîjin bêqisûriyê, emê nikaribin ji sedî sed li gor tewsiyeyên li vê meqaleyê hereket bikin (Aqûb 3:2). Emê helbet şaşiyan bikin, lê gerek em ji van şaşiyan dersan bigirin. Eger xwişk û birayên me hîs bikin ku em ji wan hez dikin, wê li wan hêsantir bê ku şaşiyên me efû bikin (li çarçoveya bi navê “ Tewsiyeyeke ji bo Dê û Bavan” jî binêre).

EM ÇI HÎN BÛNE?

19. Em çawa dikarin dilê xwişk û birayan xweş bikin?

19 Wek me dîtiye, carinan hêsan nîne ku em şîretên bitesîr bidin. Em qisûrdar in, û kesê ku em şîretê didinê jî qisûrdar e. Prensîpên ku me li vê meqaleyê dîtine, ji bîr neke. Bi dilovanî şîretê bide. Wekî din, ji xwe bipirse ka bi rastî lazim e ku şîret bê dayîn, û wê baş be ku kî şîretê bide. Berî ku tu şîretê bidî, pirsan bipirse û rind guh bide, da ku tu hal û rewşa kesê ku tu pê re sohbet dikî rind fehm bikî. Xîret bike ku tu nêrîna wî fehm bikî. Nazik be û bi xwişk û birayan re hevaltiyê bike. Wekî din, ji bîr neke ku gerek şîreta te hem bitesîr be hem jî dilê xwişk û birayan xweş bike (Methelokên Silêman 27:9).

KILAM 103 Şivanên Me Hediyeyên ji Xwedê ne

^ par. 5 Gava lazim dibe ku em şîretê bidin kesekî, gerek em çi bikin ku şîreta me bifeyde û tesîrdar be? Ev meqale bi xisûsî ji bo rîspiyan hatiye hazirkirin û wê alî wan bike ku ew şîretên baş bidin.

^ par. 11 Li meqaleya “Serê Civatê Mesîh e” binêre (Birca Çavdêriyê, Sibat 2021)