Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8

Gelo Şîretên ku Tu Didî Dilê Meriva “Şa Dikin”?

Gelo Şîretên ku Tu Didî Dilê Meriva “Şa Dikin”?

“Rûn û bixûr dil şa dikin, şîrinaya hevaltîyê jî ji şîretên qenc” (METELOK 27:9).

KILAMA 102 “Komekê Bidine yên Sist”

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Birak derheqa şîretdayînêda çi hîn bûye?

GELEK sal pêşda, du rûspî çûbûn mala xûşkekê, ya ku wextekê nedihate civata. Yek ji wan bira çend rêzên Kitêba Pîroz, yên ku nîşan dikin wekî civînên me çiqas ferz in, jêra xwend. Ev rûspî difikirî ku serlêdan gelek baş derbaz bû, lê çaxê ewana rabûn ku herin, xûşkê got: “Birano, hûn halê min qet fem nakin”. Sed heyf ku sêrîda, wana lê nepirsîn ku çi çetinayên wê hene, lê derbêra şîret danê. Lema jî, bi nihêrandina xûşkê, ev şîret bêkêr bû.

2 Rûspiyê ku şîret dabû wê xûşkê, usa dibêje: “Pêşiyê, ez difikirîm ku xûşk şîreta me pişt guhê xweva avît. Lê hêdî-hêdî, min fem kir ku rast e min rêzên baş jêra xwendin, lê min pirsên lazim nedane wê. Dewsê, wê diha baş bûya ku min pêşiyê lê bipirsiya: ‘Halê te ça ne? Ez çida dikarim alî te bikim?’” Birê me vê rojê derseke ferz stand. Îro, ew îda şivanekî dilşewat e û kêrî xûşk-bira tê.

3. Civatêda kê gerekê şîreta bide?

 3 Rûspî ça şivanên civatê hatine kifşkirinê. Lema jî ewana cabdar in, wekî şîreta bidine xûşk-bira, gava hewcetî heye. Lê yeke carna lazim e, wekî kesên din jî şîreta bidin. Mesele, xûşk yan birak dikare ser hîmê Kitêba Pîroz şîretê bide hevalekî xwe (Zebûr 141:5; Metelok 25:12). Yan jî, xûşkeke emirda mezin dikare ser hîmê Tîto 2:3-5, şîretê bide xûşkeke cahil. Usa jî, dê-bav gerekê timê şîreta bidine zarên xwe û wana rast kin. Rast e ev gotar bona rûspiya hatiye hazirkirinê, lê yeke her kes ji me dikare ji vê gotarê karê bistîne, wekî şîretên usa bide, yên ku dilê meriva “şa dikin” (Metelok 27:9).

4. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çi?

4 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin van çar pirsên derheqa şîretdayînê: (1) Şîret gerekê bi çi nêtê bê dayînê? (2) Gelo ev şîret bi rastî lazim e? (3) Diha baş e kê vê şîretê bide? (4) Em ça dikarin şîretên kêrhatî bidin?

ŞÎRET GEREKÊ BI ÇI NÊTÊ BÊ DAYÎNÊ?

5. Gava em şîreta didin, gerekê nêta me çi be? (1 Korintî 13:4, 7)

5 Rûspî xûşk-bira hiz dikin. Lema jî gava ewana divînin, wekî kesek ketiye ser rêke şaş, ewana bi hizkirinê şîretê didin wî (Galatî 6:1). Lê pêşiya ku rûspî tevî wî xûşk yan birayî xeber din, wê baş be wekî ewana hunurên ku ji hizkirinê tên, eyan kin: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e . . . her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike” (1 Korintî 13:4, 7 bixûne). Wê baş be ku rûspî ser van rêza kûr bifikirin, wekî têderxin bi çi nêtê ewana dixwazin şîretê bidin û çi cûreyî. Çira ew yek ferz e? Gava kesê ku şîretê distîne divîne wekî rûspî bona wî xem dike û wî hiz dike, wîra wê diha hêsa be şîretê qebûl ke (Romayî 12:10).

6. Pawlos çida meseleke baş hîşt?

6 Pawlosê şandî rûspiyara meseleke baş hîşt. Mesele, gava xûşk-birên bajarê Têsalonîkê hewcê şîretê bûn, Pawlos xwe paş nexist, wekî bi hizkirinê şîretê bide wan. Nemên xweda, Pawlosê şandî pêşiyê besa aminî, sebir û cefê wan kir. Usa jî, ewî wanra got ku halê wan hêsa nîne û payê wan da, çimkî wana ber zêrandina sebir dikir (1 Têsalonîkî 1:3; 2 Têsalonîkî 1:4). Serda jî, ewî wanra got ku ewana bona xûşk-birên din meseleke baş in (1 Têsalonîkî 1:8, 9). Gotinên Pawlos bêşik dilê wan şa kir! Tê kifşê ku Pawlos xûşk û birên Têsalonîkê gelek hiz dikir. Lema jî, şîretên ku Pawlos nemên xweda dan wan, gelek kêrhatî bûn (1 Têsalonîkî 4:1, 3-5, 11; 2 Têsalonîkî 3:11, 12).

7. Carna çira zor e ku kesek şîreta qebûl ke?

7 Gelo çaxê şîret bi cûrekî nerast têne dayînê, axirî çi ye? Rûspîkî cêribandî usa got: “Hine kes şîretê qebûl nakin, ne ku çimkî şîret nerast e, lê çimkî şîret bi hizkirin nehatiye dayînê”. Em ji vê yekê çi hîn dibin? Heger şîret ne ku sert, lê bi hizkirinê bê dayînê, wî çaxî xûşk-bira wê diha hêsa şîretê qebûl kin.

GELO ŞÎRET BI RASTÎ LAZIM IN?

8. Pêşiya ku rûspî şîreta bidin, wê baş be ku ewana ji xwe çi bipirsin?

8 Gerekê rûspiyên civatê bi lez şîreta nedin xûşk-bira (Metelok 29:20). Pêşiya ku rûspîk şîretê bide kesekî, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo bi rastî lazim e wekî ez wîra tiştekî bêjim? Gelo bi rastî kirên wî şaş in? Gelo ewî qanûneke Kitêba Pîroz teribandiye? Yan problêm tenê ev e, ku ew tişta cûrekî din dike, ne ku çawa ez dikim?” Heger rûspîk sed selefî bawer nîne, ku şîretê bide kesekî yan na, wê diha baş be wekî ew ji rûspîkî din bipirse, hela bi rastî qanûneke Kitêba Pîroz hatiye teribandinê û bi rastî lazim e şîret bê dayînê, yan na (2 Tîmotêyo 3:16, 17).

9. Li gora 1 Tîmotêyo 2:9, 10, şîretên derheqa kincxwekirinê gerekê çawa bêne dayînê?

9 Vê meselê bîne ber çevê xwe. Besa xeberê, rûspîk seva kinc yan xemilandina xûşk yan birakî eciz dibe. Heta ku ew şîretê bide, wê baş be wekî ew ji xwe bipirse: “Gelo li gora Kitêba Pîroz bi rastî menî heye wekî ez tiştekî bêjim?”. Rûspî naxwaze li gora nihêrandina xwe şîretê bide, lema jî ew ji rûspîkî din, yan ji xûşk-birakî gihîştî dipirse, hela bi rastî lazim e vê derecêda şîretê bide. Ewana dikarin tevayî şêwir kin, ku Pawlosê şandî derheqa vê yekê çi gotibû (1 Tîmotêyo 2:9, 10 bixûne). Pawlosê şandî besa prînsîpên konkrêt nekiribû, lê ewî got wekî kincên Mesîhiya gerekê cayîz û maqûl bin, û bi zêdeyî nekevin çeva. Lê Pawlos raste-rast negotibû, ku gerekê ew kîjan kinca xwe kin û kîjan na. Ewî fem dikir, wekî heta xûşk-bira ji sînorên ku Kitêba Pîroz datîne, dernakevin, ewana dikarin li gora dilê xwe safîkirina bikin. Lema jî gava rûspî ji xwe dipirsin, hela lazim e ku şîret bê dayînê yan na, gerekê ewana têderxin hela kincên wî kesî bi rastî maqûl û cayîz in, yan na.

10. Gerekê em ser bijartinên şexsî ça binihêrin?

10 Gerekê em bîr nekin ku bijartinên şexsî yên du Mesîhiyên gihîştî, dikarin ji hev cude bin, lê herdu jî dikarin rast bin. Lema jî gerekê em zorê xûşk-bira nekin, wekî ewana li gora nihêrandina me bijartina bikin (Romayî 14:10).

KÊ GEREKÊ ŞÎRETÊ BIDE?

11-12. Heger şîret lazim be, wê baş be ku rûspî ji xwe çi bipirsin, û çira?

11 Heger lazim be ku şîret bê dayînê, gelo kê gerekê şîretê bide? Pêşiya ku rûspî şîreta bidin xûşkên mêrkirî yan jî zara, gerekê ewana tevî malxê malê xeber din. Dibeke malxê malê bixwaze xwexa şîretê bide neferên xwe. * Yan jî, dibeke ew bixwaze ku gava şîret bê dayînê, ew jî wêderê be. Usa jî, ça me  abzasa 3-da dît, carna diha baş e wekî xûşkên emirda mezin şîreta bidin xûşkên cahil.

12 Xêncî vê yekê, wê baş be wekî rûspî ji xwe bipirsin: “Gelo vê derecêda wê diha baş be ez şîretê bidim, yan kesekî din?” Mesele, merivê ku xwe bêqîmet hesab dike, wê dibeke diha hêsa şîreta vî rûspî qebûl ke, yê ku xwexa jî rastî vê problêmê hatibû û dikare halê wî hê baş fem bike. Hilbet lazim e ku hemû rûspî xûşk-bira hêlan kin û xwestina wan zêde kin, wekî ewana xwe li gora Nivîsarên Pîroz rast bikin. Lema jî heger şîret lazim be, tiştê herî ferz ne ev e, ku rûspî çiqas cêribandî ye, lê ev e, ku şîret gerekê bê dayînê.

TU ÇAWA DIKARÎ ŞÎRETÊN KÊRHATÎ BIDÎ?

Çira ferz e wekî rûspî “bihîstinêda serxwe be”? (Abzasa 13 û 14 binihêre)

13-14. Çira ferz e wekî rûspî rind guh bidin xûşk-bira?

13Rind guh bide. Gava rûspîk xwe hazir dike wekî şîretê bide, wê baş be ku ew ji xwe bipirse: “Gelo ez derheqa vî kesî çi zanim? Jîyîna wîda çi diqewime? Dibeke ez haş ji çetinayên wî tune me? Gelo ew niha hê zêde hewcê çi ye?”

14 Ev prînsîpa ji Aqûb 1:19, bêşik bona kesên ku şîretê didin, gelek kêrhatî ye: “Bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be”. Tu dibeke difikirî, wekî tu derheqa kesekî her tiştî zanî, lê gelo bi rastî usa ye? Metelok 18:13 usa dibêje: “Yê hê nebihîstî cabê dide, ew bêhiş û qara wî ye”. Lema jî wê baş be, wekî tu berî pêşin ji vî kesî bipirsî hela çi qewimiye. Pêşiya ku tu xeber dî, rind guh bidê. Rûspiyê ku me destpêka gotarêda besa wî kiribû, fem kir wekî pêşiya ku ewî şîret bida xûşkê, wê diha baş bûya wekî ewî pirsên usa bida wê: “Tu qe ça nî? Ez ça dikarim alî te bikim?” Heger rûspî xîret bikin ku halê xûşk-bira rind fem bikin, ewê bikaribin diha baş alî wan bikin û wana qewî kin.

15. Rûspî ça dikarin rêza ji Metelok 27:23 bidine xebatê?

15Kerî rind nas bike. Çawa ku destpêkêda hatibû gotinê, seva ku em şîretên kêrhatî bidin, bes nîne ku em tenê çend rêza bixûnin. Xûşk-birên me gerekê bivînin, wekî em wana fem dikin, bona wan xem dikin û ji dil dixwazin alî wan bikin (Metelok 27:23 bixûne). Bona vê yekê, wê baş be ku rûspî çi ji destê wan tê bikin, wekî tevî xûşk-bira hevaltiyê bikin.

Wê baş be wekî rûspî çi bikin, ku wanra diha hêsa be şîretê bidin? (Abzasa 16 binihêre)

16. Çi wê alî rûspiya bike wekî şîretên kêrhatî bidin?

16 Rûspî hemikî naxwazin ku xûşk-bira bifikirin, wekî ewana tenê hingê têne cem wan, gava lazim e şîretê bidine wan. Ewana gerekê her gav tevî xûşk-bira xeber din, derheqa halê wan bipirsin, û wedê çetinaya kêleka wan bin. Rûspîkî cêribandî usa dibêje: “Heger tu usa bikî, ewana wê te ça hevalê xwe hesab kin. Paşê, gava lazim be wekî tu şîretê bidî wan, ew yek wê tera diha hêsa be”. Xêncî vê yekê, heger rûspî usa bikin, xûşk-birara wê diha hêsa be şîretên wan qebûl kin.

Çira lazim e wekî rûspî bi sebir û bi nermî şîreta bidin? (Abzasa 17 binihêre)

17. Îlahî kengê lazim e wekî rûspî bi nermî û bi sebir bin?

17Heyf û bi sebir be. Heger kesek sêrîda şîreta ser hîmê Kitêba Pîroz qebûl neke jî, lazim e ku rûspî dîsa jî heyf û bi sebir bin. Heger şîreta wan derbêra qebûl nakin yan jî nadine xebatê, gerekê ewana hêrs nekevin. Derheqa Îsa usa hatibû gotinê: “Ew qamîşê perçiqî hûr nake, pilta diçirûse vênasîne” (Metta 12:20). Lema jî wê baş be, ku rûspî duayên xweye şexsîda ji Yehowa hîvî ke, wekî kesê ku hewcê şîretê ye kerem ke, alî wî bike nêta şîretê fem ke û vê şîretê bide xebatê. Dibeke wî kesîra, yê ku şîretê distîne, wext lazim e wekî ser vê şîretê bifikire. Heger şîret bi sebir û bi nermî bê dayînê, wê wîra diha hêsa bê şîretê qebûl ke. Hemikî ferz e wekî şîret timê ser hîmê Kitêba Pîroz bê dayînê.

18. (a) Derheqa şîretdayînê, gerekê em çi bîr nekin? (b) Wê baş be ku dê-bav çi şêwir kin?

18Ji şaşiyên xwe dersê hîn be. Heta ku em negihîjine bêqisûrtiyê, emê nikaribin bi temamî şîretên ji vê gotarê bînin sêrî (Aqûb 3:2). Hemikî emê şaşiya bikin, lê gerekê em ji van şaşiya dersa hîn bin. Heger xûşk-birên me texmîn kin, wekî em wana hiz dikin, wê wanra diha hêsa be şaşiyên me bibaxşînin (Binihêre çargoşe bi navê “ Şîret bona Dê-Bava”).

EM ÇI HÎN BÛN?

19. Em ça dikarin dilê xûşk-bira şa kin?

19 Ça me dît, carna hêsa nîne ku em şîretên kêrhatî bidin. Em gunekar in, û ev merivê ku em şîretê didinê jî, gunekar e. Prînsîpên ku me vê gotarêda şêwir kir, bîr neke. Bi hizkirin û bi nêta rast şîretê bide. Usa jî, çaxê tu dixwazî şîretek bidî, ji xwe bipirse hela bi rastî lazim e ku şîret bê dayînê, û wê diha baş be ku kê şîretê bide. Pêşiya ku tu şîretê bidî, pirsa bide vî merivî û rind guh bide wî, wekî halê wî rind fem bikî. Xîret bike wekî tu nihêrandina wî fem bikî. Heyf be û tevî xûşk-bira hevaltiyê bike. Usa jî, bîr neke wekî şîreta te gerekê ne tenê kêrhatî be, lê usa jî dilê xûşk-bira şa ke (Metelok 27:9).

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

^ abz. 5 Gava lazim dibe ku em şîretê bidin kesekî, gerekê em çi bikin wekî şîreta me kêrhatî be û wî merivî bişidîne? Ev gotar îlahî bona rûspiya hatiye hazirkirinê û wê alî wan bike, wekî ewana şîretên usa bidin, ku xûşk-bira bikaribin hêsa qebûl kin.

^ abz. 11 Binihêre gotara “Serê Civatê Mesîh e”, “Birca “Qerewiliyêda”, ya meha Sibatê, sala 2021.