Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

Mîna Îsa Mesîh Fedakar Be

Mîna Îsa Mesîh Fedakar Be

“Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (KARÊN ŞANDIYAN 20:35).

KILAM 17 “Dixwazim”

PÊŞGOTIN *

1. Xizmetkarên Yehowa bi dilxwazî çi dikin?

 KITÊBA PÎROZ ji berê ve gotibû ku xizmetkarên Xwedê wê “bi dilxwazî” di bin rêberiya Îsa Mesîh de xizmet bikin (Zebûr 110:3). Ev gotin niha li ber çavê me tê cih. Her sal, xizmetkarên Yehowa di îşê belavkirina mizgînê de bi milyonan saetan xerc dikin. Ew vî îşî bi dilxwazî û bê pere pêk tînin. Wekî din, ew ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya xwişk û birayên li seranserê dinyayê dikin. Ji xeynî vê, birayên tayînkirî bi saetan ji bo civînan haziriyê dikin û şivantiya xwişk û birayan dikin. Gelo ew van tiştan çima dikin? Ji ber ku ew hem ji Yehowa hem ji însanan hez dikin (Metta 22:37-39).

2. Li gor Romayî 15:1-3, Îsa Mesîh emsaleke çawa hişt?

2 Îsa Mesîh herî zêde ne li xêra xwe, lê li xêra kesên din digeriya, û em jî xîret dikin ku mîna wî bikin (Romayî 15:1-3 bixwîne). Gelo netîceya vê çi ye? Îsa Mesîh wisa gotibû: “Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35).

3. Li vê meqaleyê, emê çi bibînin?

3 Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidinê ku Îsa Mesîh çawa fedakarî dikir ku alî kesên din bike, û emê bibînin ku em çawa dikarin çav bidin wî. Wekî din, emê hîn bibin ku em çawa dikarin xwestina xwe zêde bikin ku alî kesên din bikin.

ÇAV BIDE ÎSA MESÎH

Gava Îsa Mesîh westiyayî bû, lê mirovan dixwest ew bidîta, reaksiyona wî çi bû? (Li paragrafa 4an binêre)

4. Îsa Mesîh çawa fedakarî dikir?

4 Gava Îsa Mesîh westiyayî bû, wî dîsa jî alî mirovan dikir. Carekê, li kêleka çiyayekî – bi îhtimaleke mezin li cihekî nêzîkî bajarê Kefernahûmê – gelek mirov hatin ku wî bibînin. Îsa Mesîh temamiya şevê dua kiribû. Dibe ku ew pir westiyayî bû, lê gava wî ev mirovên nexweş û belengaz dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Îsa Mesîh ew hem qenc kirin hem jî yek ji gotarên xwe yên herî bi nav û deng – yanî Weaza li ser Çiyê – pêşkêş kir (Lûqa 6:12-20).

Em çawa dikarin fedakariya Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin? (Li paragrafa 5an binêre)

5. Gava serên malbatan westiyayî ne, ew fedakariya Îsa Mesîh çawa ji xwe re emsal digirin?

5 Serên malbatê mîna Îsa Mesîh dikin. Bîne ber çavê xwe ku piştî rojeke dirêj, serê malê vedigere malê. Ew pir westiyayî ye, û li wî zor tê ku Îbadeta Malbatê îdare bike. Dîsa jî, ew ji Yehowa qewetê dixwaze û Îbadeta Malbatê wek her gav derbas dike. Zarok dibînin ku ji bo dê û bavê wan, îbadeta Yehowa ji her tiştî muhîmtir e.

6. Îsa Mesîh çawa wexta xwe ji bo mirovan xerc dikir? Mîsalekê bide.

6 Îsa Mesîh hazir bû ku wexta xwe ji bo kesên din xerc bike. Bîne ber çavê xwe ku gava Yehya hat kuştin, Îsa Mesîh çi qas xemgîn bû. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi serê xwe ket qeyikekê û xwe da cihekî bêpêjin” (Metta 14:10-13). Gava kesek di şînê de ye, normal e ku ew dixwaze tenê bimîne. Lê ji bo Îsa Mesîh, ev yek ne mumkin bû. Berî ku Îsa gihîşt cihê tenha, qelebelixeke mezin berî wî çû wê derê. Gelo reaksiyona Îsa çi bû? Wî hewcedariyên wan anî ber çavê xwe, û “dilê wî bi wan şewitî”. Îsa Mesîh dît ku ew hewceyî teseliya ji Xwedê bûn, loma ew hazir bû ku alî wan bike. Hingê, wî “dest pê kir, [ne tenê çend tişt, lê] gelek tişt hînî wan kir” (Marqos 6:31-34; Lûqa 9:10, 11).

7-8. Rîspiyên dilovan çawa Îsa Mesîh ji xwe re emsal digirin? Mîsalekê bide.

7 Rîspiyên dilovan mîna Îsa Mesîh dikin. Em pir qîmetê didin keda rîspiyên fedakar! Piraniya xwişk û birayan nabînin ku ew çi qas îş dikin. Mesela, gava ku halekî acîl tê meydanê, endamên Komîteya Îrtibata bi Nexweşxaneyan re zû tên hawara xwişk û birayan. Tiştên wisa gelek caran nîvê şevê diqewimin. Lê ji ber ku dilê van rîspiyên hêja bi xwişk û birayan dişewite, ew hazir in ku menfaetên wan di ser menfaetên xwe re bigirin.

8 Ji xeynî vê, rîspî piştgiriya îşê avakirina Salonên Îbadetê û avahiyên din û alîkariya piştî felaketan dikin. Wekî din, ew pir wexta xwe xerc dikin ku alî me bikin, me hîn bikin û dilê me xurt bikin. Ev bira û malbatên wan bi rastî jî hêjayî pesnên me ne. Bila Yehowa dilxwaziya wan bibereket bike! Helbet lazim e ku rîspî maqûl û terazdar bin, da ku îşê ku ew ji bo civatê dikin ew qas wexta wan nexwe ku ji bo malbatê wext nemîne.

EM ÇAWA DIKARIN FEDAKARIYÊ BI PÊŞ BIXIN?

9. Li gor Filîpî 2:4, 5, gerek nêrîna me çi be?

9 Filîpî 2:4, 5 bixwîne. Helbet em gişt rîspî nînin; dîsa jî, em gişt dikarin fedakariya Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa “xasîtiya xulam stand” (Filîpî 2:7). Ka bifikire ku maneya van gotinan çi ye. Xulam yan xizmetkarekî jîr û jêhatî li fersendan digere ku efendiyê xwe razî bike. Madem ku em xulamên Yehowa û xizmetkarên xwişk û birayan in, em bê şik dixwazin dilê Yehowa û dilê xwişk û birayan hê jî zêdetir şa bikin. Gelo em çawa dikarin vêya bikin? Ka bala xwe bide çend tewsiyeyan.

10. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

10 Nêrîna xwe analîz bike. Ji xwe bipirse: “Gelo ez hazir im ku ji bo kesên din fedakariyê bikim? Mesela, eger rîspî ji min bixwazin ku ez birayekî ku li mala extiyaran dimîne ziyaret bikim yan xwişkeke emirmezin bibim civînê, gelo ez hazir im ku vêya bikim? Wexta ku lazim dibe ku Salona Îbadetê yan cihê civîna mezin bê paqijkirin yan tamîrkirin, gelo ez hazir im ku vî îşî bikim?” Gava ku em wext û qeweta xwe bi fedakarî ji bo xêra kesên din bi kar tînin, Yehowa ji me razî dibe. Jixwe, li dema xwedayîn û binavbûnê, me soz dabû ku emê vêya bikin. Lê eger em têderxin ku di vî warî de kêmasiyên me hene, em çawa dikarin li ser xwe bixebitin?

11. Dua çawa dikare alî me bike ku fedakariya me zêde bibe?

11 Ji dil dua bike. Eger em têderxin ku gerek em xwe ji hin aliyan ve biguherînin, lê xwestina me hindik e ku em vêya bikin, gerek em ji dil dua bikin û ji Yehowa re behsa problema xwe bikin. Yehowa dikare xwestin û qeweta me zêde bike ku em bikevin hereketê (Filîpî 2:13).

12. Birayên ciwan dikarin çi bikin?

12 Wê baş be ku birayên ciwan ji Yehowa rica bikin ku bila ew daxwaza wan zêde bike ku ew di civatê de xizmeta xwe berfirehtir bikin. Li hin welatan, rîspiyên civatan pir in, lê alîkarên xizmetê hindik in, û gelek ji wan êdî ciwan nînin. Teşkîlat her ku diçe mezintir dibe, û rîspî hewceyî alîkariya zêdetir birayên ciwan in. Yehowa ji xortên ku hazir in ku her îşî bikin razî ye. Birayên wisa dibin xwediyê navekî baş, û dilê wan şa dibe ji ber ku ew alî kesên din dikin.

Mesîhiyên ji Cihûstanê di Çemê Urdunê re derbas dibin ku birevin bajarê Pellayê. Yên ku berê gihîştibûn wê derê xwarinê didin kesên ku nû hatine (Li paragrafa 13an binêre)

13-14. Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

13 Hay ji hewcedariyên kesên din hebe. Pawlosê şandî ji Îbraniyan re wisa gotibû: “Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva bikin. Çimkî goriyên weha li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16). Ev şîret bi rastî jî di cih de bû! Demeke kin piştî ku şagirtên Îsa Mesîh ên li Cihûstanê ev name standibû, lazim bû ku ew dev ji xanî, kar û merivên xwe yên nebawermend berdin û “birevin çiyan” (Metta 24:16). Wê demê, hewcedariyeke mezin hebû ku ew alî hevdû bikin. Ji bo kesên ku berê jî guh dabû şîreta Pawlos ku derfetên xwe bi hev re parve bikin bê şik hêsantir bû ku hînî şertên xwe yên nû bibin.

14 Carinan, xwişk û bira rasterast behsa hewcedariyên xwe nakin. Mesela, ferz bike ku xwişkek miriye û zilamê wê tenê maye. Gelo dibe ku ew ji bo hazirkirina xwarinan, ji bo çûyîn û hatinê yan ji bo îşên malê hewceyî alîkariya me ye? Belkî ew rasterast ji me re tiştekî nabêje ji ber ku ew naxwaze zehmetê bide me. Lê belê, eger em ji wî re alîkariyê teklîf bikin, dibe ku ew pir şikurdar be. Gerek em nefikirin ku her tişt wê xwe bi xwe safî bibe yan ku kesên hewcedar wê rasterast ji me alîkariyê bixwazin. Ji xwe bipirse: “Eger ez li şûna wî bûma, minê çi cure alîkarî bixwesta?”

15. Em çawa dikarin fedakariya xwe nîşan bidin?

15 Dilgerm be. Di civata te de bê şik hin xwişk û birayên dilgerm hene, yên ku her gav hazir in ku alî kesên din bikin û tu caran ji ricayên wan aciz nabin. Em dizanin ku eger hewcedarî çêbe, ewê alî me bikin. Ma em naxwazin mîna wan bin? Rîspiyekî bi navê Alan, ê ku 45 salî ye, dixwaze wek yekî dilgerm bê dîtin. Alan di heqê emsala Îsa Mesîh de wisa dibêje: “Îsa yekî mijûl bû, lê hem ciwan hem kesên emirmezin ji wî hez dikir û bi rihetî ji wî alîkarî dixwest. Wan dizanibû ku ew bi rastî xema wan dixwe. Ez bi dil û can dixwazim mîna wî bim, û xwestina min ev e ku kesên din min wek yekî dilgerm û dilovan bibînin.”

16. Gotinên Zebûr 119:59, 60 çawa dikarin alî me bikin ku em li ser şopa Îsa Mesîh herin?

16 Çawa ku xwendekarekî nû bi qasî mamosteyê xwe hunermend nîne, em jî helbet nikarin bi awayekî bêqisûr mîna Îsa Mesîh bin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, xwendekar dikare ji şaşiyên xwe dersan bigire û mamoste ji xwe re emsal bigire. Bi vî awayî, xwendekar wê gav bi gav bi pêş ve here. Mîna vê, eger em li gor dersên ku em ji Kitêba Pîroz distînin, hereket bikin û çi ji destê me tê bikin ku kêmasiyên xwe serrast bikin, emê karibin bi serfirazî li ser şopa Îsa Mesîh herin (Zebûr 119:59, 60 bixwîne).

FEYDEYÊN FEDAKARIYÊ

Rîspiyên ku mîna Îsa Mesîh fedakariyê dikin ji ciwanan re emsal in (Li paragrafa 17an binêre) *

17-18. Eger em fedakariya Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin, emê çi feydeyan bistînin?

17 Fedakariya me dikare ser kesên din jî tesîr bike. Rîspiyekî bi navê Tim wisa dibêje: “Hin xort û ciwanên me bi pêş ve çûne û wek alîkarên xizmetê hatine tayîn kirin. Yek ji sebebên pêşveçûyîna wan ev bû ku wan çav dida fedakariya kesên din. Keda wan ji bo civatê û ji bo rîspiyan pir biqîmet e.”

18 Piraniya mirovên li vê dinyayê xwehez in. Lê belê, xizmetkarên Yehowa ne wisa ne. Fedakariya Îsa Mesîh dilê me digire, û em dixwazin çav bidin wî. Em helbet kamil nînin, lê dîsa jî, em dikarin “li ser şopa wî herin” (1. Petrûs 2:21). Eger em çi ji destê me tê bikin ku fedakariya Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin, Yehowa wê ji me razî bibe, û dilê me wê şa bibe!

KILAM 13 Îsa Mesîh ji Me re Mînak e

^ par. 5 Îsa Mesîh her tim herî zêde li xêra kesên din digeriya. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin çav bidin wî. Wekî din, emê bibînin ku eger em fedakariya Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirin, emê çi feydeyan bistînin.

^ par. 57 RESIM: Birayekî ciwan ê bi navê Daniel dibîne ku du rîspî bavê wî li nexweşxaneyê ziyaret dikin. Hezkirina wan dilê wî digire. Ew jî qerarê dide ku bala xwe bide hewcedariyên xwişk û birayan. Xortekî din ê bi navê Benny xîreta Daniel dibîne. Emsala Daniel xwestina Benny zêde dike ku di îşê paqijkirina Salona Îbadetê de alîkariyê bike.