Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9

Çev Bide Îsa û Qenciyê Bike

Çev Bide Îsa û Qenciyê Bike

“Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (KARÊN ŞANDIYA 20:35).

KILAMA 17 “Dixwazim”

VÊ GOTARÊDA *

1. Xizmetkarên Yehowa bi rezedilî çi dikin?

KITÊBA Pîroz berêda gotibû wekî xizmetkarên Xwedê wê bin rêberiya Îsada “bi rezedilî” Yehowara xizmet kin (Zebûr 110:3). Ev pêxembertî niha ber çevê me tê sêrî. Her sal, xizmetkarên Yehowa şixulê belakirina mizgînêda bi mîlyona siheta xerc dikin. Ewana vî şixulî bi rezedilî û bê pere tînin sêrî. Usa jî, ewana ji aliyê matêrîalî, êmosiyalî û ruhanîda piştgiriya xûşk-birên ser temamiya dinyayê dikin. Xêncî vê yekê, birên kifşkirî gelek wedê xwe xerc dikin, wekî civata derbaz kin û şivantiyê xûşk-bira bikin. Gelo çi wana hêlan dike, ku van tişta bikin? Ewana him Yehowa him jî meriva hiz dikin (Metta 22:37-39).

2. Li gora Romayî 15:1-3, Îsa meseleke ça mera hîşt?

2 Îsa herî zêde ne ku kara xwe, lê kara meriva digeriya, û em jî her tiştî dikin, wekî çev bidine wî (Romayî 15:1-3 bixûne). Merivên ku çev didine wî, wê kareke mezin bistînin. Îsa usa gotibû: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

3. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidinê ku Îsa çi dikir, wekî alî kesên din bike, û emê bivînin ku em ça dikarin çev bidine wî. Usa jî, emê pêbihesin ku em ça dikarin xwestina xwe zêde kin wekî alî merivên din bikin.

ÇEV BIDE ÎSA

Gava Îsa westiyayî bû û meriva dixwest ew bidîta, ewî ça xwe dida kifşê? (Abzasa 4 binihêre)

4. Îsa ça dikete heyra meriva?

4Çaxê Îsa westiyayî bû, ewî hingê jî alî meriva dikir. Carekê ber çiyakî, diqewime nêzîkî bajarê Kefernahûmê, gelek meriv hatin ku Îsa bivînin. Ewî temamiya şevê dua kiribû. Dibeke ew gelek westiyayî bû, lê gava ewî ev merivên nexweş û belengaz dîtin, dilê wî ser wan şewitî. Îsa ew him qenc kirin him jî bi saya gotara xweye mexsûs, ya ku em nav dikin Xizmeta ser Çiyê, gelek tişt ew hîn kirin (Lûqa 6:12-20).

Em çawa dikarin çev bidine Îsa, yê ku timê hazir bû alîkariyê bide? (Abzasa 5 binihêre)

5. Gava serên malbeta westiyayî ne, ewana çida çev didine Îsa?

5Serên malbetê çev didine Îsa. Bîne ber çevê xwe ku paşî rojeke dirêj, malxê malê vedigere malê. Ew gelek westiyayî ye, û wîra çetin e Qulixkirina tevî Malbetê derbaz ke. Dîsa jî, ew ji Yehowa qewatê dixwaze û Qulixkirina tevî Malbetê ça her gav derbaz dike. Vî çaxî zar divînin, wekî bona dê-bavê wan, qulixkirina Yehowara ji her tiştî ferztir e.

6. Îsa ça wedê xwe bona meriva xerc dikir? Meselê bîne.

6Îsa hazir bû ku wedê xwe bona kesên din xerc bike. Bîne ber çevê xwe, ku gava Yûhennayê Nixumdar hate kuştinê, Îsa çiqas xemgîn bû. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tenê çû cîkî xewle” (Metta 14:10-13). Gava kesek şînê dike, normal e ku ew dixwaze tenê bimîne. Lê cem Îsa ev yek ne nehate standinê. Pêşiya ku Îsa gihîşte cîkî xewle, elaleteke mezin pêşiya wî çû wêderê. Gelo Îsa ça xwe da kifşê? Ewî halê wan dît, û “gunê wî li wan hat”. Îsa dît ku ewana ruhanîda birçî bûn û hewcê berdiliyê bûn, lema jî ew hazir bû alî wan bike. Hingê, ewî “destpêkir [ne tenê çend tişt, lê] gelek tişt ew hîn kirin” (Marqos 6:31-34; Lûqa 9:10, 11).

7-8. Rûspiyên dilovan ça çev didine Îsa? Meselê bîne.

7Rûspiyên dilovan çev didine Îsa. Rûspî bona me gelek cefa dikişînin, û em vê yekê gelek dişêkirînin! Heçî zef xûşk-bira navînin, ku ewana çiqas şixul dikin. Mesele, gava xûşk yan birakî me dikeve qeziyê, endemên Komîtêya Hevkariya Nexweşxanê, derbêra têne hewara wî. Tiştên usa gelek car nîvê şevê diqewimin. Lê çimkî dilê van rûspiya ser xûşk-bira dişewite, ewana tevî neferên xwe diha zêde dikevine heyra wan, ne ku heyra xwe.

8 Xêncî vê yekê, rûspî piştgiriya şixulê avakirina Odên Civata û avayên din dikin, û usa jî wedê teşqelên tebiyetê alîkariyê didin. Him jî, ewana gelek wedê xwe xerc dikin wekî alî me bikin, me hîn kin û dilê me qewî kin. Ev bira û malbetên wan bi rastî jî hêjayî paya ne. Bira ewana xweyîkiriyê Yehowa bin! Hilbet lazim e ku rûspî derecên usada serwaxt û berbihêr bin, wekî şixulên ku ewana bona civatê dikin, haqas wede ji wan nestîne, ku malbeta wan zirarê keve.

EM ÇA DIKARIN BIKEVINE HEYRA MERIVA?

9. Li gora Fîlîpî 2:4, 5, gerekê nihêrandina me çi cûreyî be?

9 Fîlîpî 2:4, 5 bixûne. Hemikî em gişk rûspî nînin, lê dîsa jî em gişk dikarin çev bidine Îsa û bikevine heyra meriva. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa “kete binyata xulamekî” (Fîlîpî 2:7). Were em bifikirin, ku meniya van gotina çi ye. Xulamê baş mecala digeriya, wekî axayê xwe razî ke. Em xulamên Yehowa û komekdarên xûşk-bira ne, lema em bêşik dixwazin dilê Yehowa û dilê xûşk-bira hê zêde şa kin û kêrî wan bên. Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin? Ka em dîna xwe bidine çend dereca.

10. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

10Nihêrandina xwe bicêribîne. Ji xwe bipirse: “Gelo ez hazir im ku bona merivên din wede û qewata xwe xerc kim? Mesele, heger rûspî minra bêjin, wekî ez teseliya birakî bikim, yê ku mala kal-pîrada dijî, yan jî xûşkeke emirda mezin bivim civînê, gelo ez hazir im ku derbêra vê yekê bikim? Çaxê lazim e, wekî Oda civatê yan jî ciyê civata mezin bê temizkirinê yan tezekirinê, gelo ez hazir im van şixulada alîkariyê bidim?” Gava ku em wede û qewata xwe bona kara merivên din xerc dikin, Yehowa ji me razî ye. Çimkî wedê tesmîlkirina xwe, me ev yek Wîra soz daye. Lê heger em têderxin, wekî em ça lazim e vê yekê nakin, em ça dikarin ser xwe bixebitin?

11. Dua ça dikare alî me bike, wekî xwestina me pêşda bê ku alî meriva bikim?

11Ji dil dua bike. Heger em têderxin ku gerekê em xwe hine aliyava biguherînin, lê xwestina me hindik e, gerekê em ji dil dua bikin û derheqa problêma xwe Yehowara bêjin. Yehowa dikare xwestin û qewata me zêde ke, wekî em bixwazin vê yekê bikin (Fîlîpî 2:13).

12. Birên cahil dikarin çi bikin?

12 Wê baş be wekî birên cahil ji Yehowa reca bikin ku ew xwestina wan zêde ke, wekî ewana diha zêde alî xûşk-birên civatê bikin. Hine welatada, rûspiyên civatê gelek in, lê berdestiyên civatê hindik in, û gelek ji wan îda cahil nînin. Teşkîlet çiqas diçe diha mezin dibe, û rûspî hê zêde hewcê alîkariya birên cahil in, seva ku alîkariyê bidine xûşk-bira. Yehowa ji xortên ku hazir in her şixulî bikin, razî ye. Lema jî birên usa dibin xweyê navekî baş, û dilê wan şa dibe, çimkî ewana alî kesên din dikin.

Mesîhiyên ji Cihûstanê çemê Ûrdunêra derbaz bûn wekî birevin bajarê Pêllayê. Yên ku pêşiyê gihîştibûn wêderê, xwarinê didin kesên ku teze hatine (Abzasa 13 binihêre)

13-14. Em çawa dikarin alî xûşk-bira bikin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

13Haş ji hewcên kesên din hebe. Pawlosê şandî Îbraniyara usa gotibû: “Qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanên usa li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16). Ev şîret bi rastî jî wededa bû! Çaxê şagirtên Îsa Cihûstanêda ev neme standin, lazim bû wekî ewana mal, xebat û merivên xweyî nebawermend bihêlin û “birevine çiya” (Metta 24:16). Hingê hewcetî hebû wekî ewana alî hevdu bikin. Bona wan Mesîhiya, yên ku pêşda jî guh dabûne vê şîreta Pawlos, wekî çi cem wan hebû hevdura paravekirana, bêşik diha hêsa bû ku hînî derecên xweye teze bin.

14 Cara xûşk-bira raste-rast derheqa hewcên xwe navêjin. Mesele, bide ber çevê xwe ku xûşkek miriye û mêrê wê tenê maye. Gelo dibeke ew bona çêkirina xwarinê, çûyîn-hatinê yan jî bona şixulên malê hewcê alîkariya me ye? Dibeke ew mera tiştekî navêje, çimkî ew naxwaze zemetê bide me. Lê heger em xwexa wîra alîkariyê bidin, dibeke ew gelek razî be. Gerekê em nefikirin ku her tişt wê xwexa safî be yan ewên kê hewcê alîkariyê ne wê xwexa ji me alîkariyê bixwazin. Ji xwe bipirse: “Heger ez dewsa wî bûma, minê çi cûre alîkarî bixwesta?”

15. Em gerekê çi bikin heger dixwazin alî xûşk-bira bikin?

15Dilgerm be. Civata teda bêşik xûşk-birên usa hene, yên ku her gav hazir in, wekî alî kesên din bikin û tu car ji vê yekê eciz nabin. Em zanin, ku heger em hewcê alîkariyê bin, ewê bêne hewara me. Em jî dixwazin bibine mîna wan, usa nîne? Rûspîkî bi navê Alan, yê ku 45 salî ye, dixwaze bibe merivekî dilgerm, seva ku kesên din bikaribin hêsa alîkariyê ji wî bixwazin. Alan derheqa mesela Îsa usa dibêje: “Îsa tu car betal nedima, lê him cahil him kesên emirda mezin wî hiz dikirin û hêsa ji wî alîkarî dixwestin. Wana zanibû wekî ew bi rastî bona wan xem dike. Ez bi dil û can dixwazim mîna wî bim, û xwestina min ev e wekî merivên din min nas kin ça merivekî dilgerm, heyf û xemkêş”.

16. Gotinên Zebûr 119:59, 60 ça dikarin alî me bikin, wekî çev bidine Îsa?

16 Em hemikî nikarin bi temamî çev bidine Îsa, lê seva vê yekê em gerekê dilteng nebin (Aqûb 3:2). Şagirt nikare bi temamî bibe mîna dersdarê xwe. Lê dîsa jî ew dikare çev bide mesela dersdarê xwe û ji şaşiyên xwe dersa hîn be. Bi vî cûreyî, şagirt wê gav bi gav pêşda here. Mîna vê yekê, heger em çi ji Kitêba Pîroz hîn dibin, didine xebatê, û çi ji destê me tê dikin wekî kêmasiyên xwe rast kin, emê bikaribin diha baş çev bidine Îsa (Zebûr 119:59, 60 bixûne).

KARA QENCÎKIRINÊ

Rûspiyên ku mîna Îsa timê hazir in alîkariyê bidin, cahilara dibine mesela baş (Abzasa 17 binihêre) *

17-18. Heger em çev bidine Îsa û timê hazir bin ku alî meriva bikin, emê çi karê bistînin?

17 Gava em timê hazir in qenciyê bikin, yên din jî wê çev bidine me. Rûspîkî bi navê Tîm usa dibêje: “Hine xort û cahilên me pêşda çûne û ça berdestiyên civatê hatine kifş kirinê. Menîke pêşdaçûyîna wan ev bû, ku wana çev dida wan xûşk-bira, yên ku timê hazir in alîkariyê bidin. Cefa û şixulên wan, bona civatê û bona rûspiya, gelek qîmet e”.

18 Heçî zef merivên vê dinyayê xwehiz in. Lê xizmetkarên Yehowa mîna wan nînin. Îsa timê hazir bû alî meriva bike, û ew yek dilê me digire, lema jî em dixwazin çev bidine wî. Em hemikî bêqisûr nînin, lê dîsa jî em dikarin “pêgeha wîda herin” (1 Petrûs 2:21). Heger em çi ji destê me tê bikin wekî çev bidine Îsa, Yehowa wê ji me razî be, û dilê me wê şa be!

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

^ abz. 5 Îsa timê dikete heyra meriva ne ku heyra xwe. Vê gotarêda, emê bivînin ku em ça dikarin çev bidine wî. Usa jî, emê bivînin ku heger em vê yekêda çev bidine Îsa, emê çi karê bistînin.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahil bi navê Danîêl divîne ku du rûspî nexweşxanêda teseliya bavê wî dikin. Hizkirina wan dilê wî digire. Ew jî xwera safî dike, wekî dîna xwe bide hewcên xûşk-bira. Xortekî din bi navê Bênî xîreta Danîêl divîne. Mesela Danîêl xwestina Bênî zêde dike, wekî şixulê temizkirina Oda civatêda alîkariyê bide.