Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Tiştekî ku ji Hekîmtiyê Baştir e

Tiştekî ku ji Hekîmtiyê Baştir e

“NIHA hûn besa çi jî dikin, min ji biçûktayê vê yekê dixwest!” Min ev yek jin û mêrekîra got, yên ku sala 1971 hatin klînîka mine teze. Lê ew kê bûn û min wanra besa çi xwestinê kir? Ya pêşin, ez dixwazim wera gilî kim ku xeberdana tevî wan ça nêtên jîyîna min guhast û çira ez bawer im, wekî xwestina mine zarotiyê wê wexteke nêzîkda bê sêrî.

Sala 1941-da, ez Parîsêda (Fransa) malbeteke nedewlemendda hatim bûyînê. Min hînbûn gelek hiz dikir, lema gava ez 10 salî bûm û bi tuberkulozê nexweş ketim, ez gelek xemgîn bûm, çimkî îzna min tune bû herim mektebê. Doktor digotin ku pişkên min sist in, û lema jî ez gerekê ji nav-ciyê xwe ranebim. Çend meha min ferhengek dixwend û guh dida bernama Radyoya Sorbonê ya Zanîngeha Parîsê. Gava doktorê min got, wekî ez îda qenc bûme û dikarim vegerim mektebê, ji şabûna nigê min erd nedigirt. Min xwera got: “Xebata doktora çiqas xweş e!” Hingêva, xwestina min ev bû, wekî merivên nexweş qenc kim. Gava bavê min ji min dipirsî, ku çaxê ez mezin bim ezê çi bikim, min her gav usa cab dida: “Ez dixwazim bibim doktor!” Ev xwestin bû nêta jîyîna min.

BI SAYA ZANDARIYÊ NÊZÎKÎ XWEDÊ DIBIM

Malbeta min Katolîk bû, lê dîsa jî min derheqa Xwedê gelek tişt nizanibû. Usa jî gelek pirsên min hebûn, ser kîjana cab tune bûn. Lê paşî vê yekê çaxê min destpêkir zanîngehêda hekîmtiyê hîn bim, ez bawer bûm ku jîyîn hatiye efirandinê.

Heta niha tê bîra min, ku min çawa cara pêşin şaneyên gulekî bin mîkroskopêda lêkolîn dikir. Ez ecêbmayî mam ku şaneyên wê çawa xwe ji sur û germê diparastin. Usa jî, min dîna xwe dida ku sîtoplazma (dêmek ava hindurê şaneyêda) çawa kêm dibe gava xwê lê dikeve, û çawa zêde dibe gava ava paqij lê dikeve. Bi saya rêaksiyên usa, organîzmên biçûk dikarin hînî halê teze bin. Sîstêma ku her şaneyêda heye, min da bawer kirinê, ku jîyîn xwexa nehatiye çêkirinê.

Sala duda ya zanîngehêda, ez diha zêde îzbat bûm ku Xwedê bi rastî heye. Ser dersên anatomiyê, me lêkolîn dikir ku destê meriva ça dikare bi alîkariya masûlke, betan û hestiya bilive. Mesele, min dît ku betaneke ji masûlkên mil hestiya duda ya tilîva girêdaye, û dibin du par. Bin wanda, betanên tilî hêsa dilivin û hestiya tilî ya pêşin ya dudava girêdidin. Usa jî, çîl betana nêzîkî hestûyên tiliya qewî digirin. Heger ev mêxanîzm tune bûya, meyê nikaribûya destê xwe hêsa bivira-bianiya. Min zelal dît ku bedena meriva ji aliyê kesekî gelek serwaxt hatiye efirandinê.

Gava min lêkolîn dikir ku zar çawa têne bûyînê, ez ji Efirandarê jîyînêra heyran-hujmekar dimam. Ez pêhesiyam wekî pêşiya ku zar tê bûyînê, ew bi saya bena navika dê, oksîjenê distîne. Lema alveolên pişikê bi oksîjenê hê tije nabin. Lê gava wext nêzîk dibe, wekî zar bê bûyînê, hindurê alveola bi avekî têne dadanê. Gava zar tê bûyînê û cara pêşin bîna xwe dikişîne, hingê çend tiştên ecêbmayî diqewimin. Quleke dilkê zarêda tê girtinê, û xûn diçe pişika. Gava hewa dikeve alveola, ava hindurê wanda alîkariyê dide ku dîwarên alveola li hev nezeliqin. Wî çaxî zar derbêra îda xwexa dikare bîna xwe bikişîne.

Min dixwest Efirandarê van tişta hê zêde nas kim, lema jî min Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kir. Mesele, qanûnên temizayêva girêdayî, yên ku Xwedê 3 000 sal zêdetir pêşda dabû miletê Îsraêlê, gelek dîna min dikişandin. Xwedê wanra gotibû ku ewana edebê xwe xaliyêda çel kin, timê serê xwe bişon û kesên ku giran nexweş in, bişînin karantînê (Qanûna Kahîntiyê 13:50; 15:11; Qanûna Ducarî 23:13). Zandara ancax weke sed pêncî sal pêşda fem kirin, ku nexweşî çawa bela dibin, lê ev elametî bi hezara sal pêşda Kitêba Pîrozda hebû. Usa jî, min dît ku qanûnên derheqa temizaya cinsî çawa sihet-qewata milet diparast (Qanûna Kahîntiyê 12:1-6; 15:16-24). Min fem kir ku Efirandarê ev qanûn bona kara meriva dabû, û ewî kesên ku guh dida van qanûna, kerem dikir. Ez bawer bûm ku Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê, lê min navê Xwedê nizanibû.

DIZEWICIM Û YEHOWA NAS DIKIM

3 Nîsanê 1965: Roja dewata me

Gava ez zanîngeha hekîmtiyêda hîn dibûm, ez rastî keçikeke bi navê Lîdîa hatim û dilê min kete wê. Sala 1965-da, gava ez hê nîvê xwendina xweda bûm, ez pêra zewicîm. Sala 1971-da, ji 6 zarên me, îda 3 hatibûn bûyînê. Lîdîa bona min piştovaneke mezin bû, him xebata minda, him jî malbetêda.

Paşî ku ez 3 sal nexweşxanêda xebitîm, min klînîka xwe vekir. Wede şûnda, ev jin û mêrê ku min destpêkêda besa wan kiribû, bona qenckirinê hatine klînîka min. Gava ku min xwest mêrikra dermana binivîsim, jina wî ji min hîvî kir: “Doktor, ji kerema xwe, bira her tişt bê xûn be”. Ez ecêbmayî mam û min lê pirsî: “Rastî? Lê çira?” Ewê got: “Em Şedên Yehowa ne”. Min derheqa Şedên Yehowa û nihêrandina wan derheqa xûnê qet nebihîstibû. Ewê Kitêba Pîroz derxist û bi saya wê nîşanî min kir, wekî ew û mêrê wê çima xûnê berî xwe nadin (Karên Şandiya 15:28, 29). Paşê, wana minra got ku Padşatiya Xwedê wê çi bike. Ew wê kul û derd, nexweşî û mirinê kuta ke (Eyantî 21:3, 4). Ez şa bûm û min got: “Niha hûn besa çi jî dikin, min ji biçûktayê vê yekê dixwest! Ez bûm doktor wekî êş û derdên meriva hinekî sivik kim”. Gotinên wan haqas xweş bûn ku me sihet-nîvek derheqa vê yekê xeber da. Çaxê ewana çûn, min du tişt fem kir: Min îda nedixwest Katolîk bûma û ez pêhesiyam wekî navê Efirandarê ku min dixwest gelek nas kira, Yehowa ye!

Ev jin û mêr 3 cara hatine klînîka min û her car, xeberdana me weke sihetek dikişand. Min ewana teglîfî mala xwe kirin, wekî em bikaribin derheqa Kitêba Pîroz hê zêde xeber din. Jina min Lîdîa her çiqas dihate ser hînbûnê jî, ewê qebûl nedikir wekî hine hînkirinên dêra Katolîkî nerast in. Lema min safî kir, wekî keşîşekî gazî mala xwe kim. Me heta nîvê şevê hînkirinên dêrê bi saya Kitêba Pîroz beramber dikir. Paşî vê xeberdanê, Lîdîayê qebûl kir wekî Şedên Yehowa rastiyê hîn dikin. Çiqas diçû me Yehowa Xwedê diha zêde hiz kir û sala 1974-da, em hatine nixumandinê.

YEHOWA DATÎNIM SER CIYÊ PÊŞIN

Gava ez pêhesiyam ku qirara Xwedê bona meriva çi ye, nêtên jîyîna min bi temamî hatine guhastinê. Min û Lîdîa, me jîyîna xweda îda herî zêde dîna xwe dida xizmeta Yehowa. Me xîret dikir ku zarên xwe li gora prînsîpên Kitêba Pîroz mezin kin. Me zarên xwe hîn dikir ku gerekê ewana Xwedê û meriva hiz bikin. Bi saya vê yekê, yektiya malbeta me qewî bû (Metta 22:37-39).

Gava em tînin bîra xwe ku zarên me yektiya nav meda çawa didîtin, em gelek car dikenin. Wana zanibû ku qanûna mala me, ev temiya Îsa bû: “Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’” (Metta 5:37). Mesele, carekê Lîdîa qîzeke mera, ya ku wê demê 17 salî bû, îzin neda ku ew tevî komeke cahila here hêsa be. Yek ji wan cahila qîza mera got: “Heger diya te îznê nade, ji bavê xwe îznê bixwaze!” Û qîza me usa cab da: “Cab dîsa jî wê ew be. Dê û bavê min hertim li ser fikrekê ne”. Belê, hemû zarên me didîtin wekî ez û Lîdîa, em bi yektî prînsîpên Kitêba Pîroz tînin sêrî. Em Yehowara şikirdar in, ku îro gelek ji neferên me Yehowara xizmet dikin.

Rastiya ji Xebera Xwedê nêta jîyîna min guhast, lema jî min xwest zanebûna xweye hekîmtiyê bona kara xizmetkarên Xwedê bidime xebatê. Û min bi rezedilî Beytela Parîsêda û paşê Beytela teza ya Lûvêrêda ça doktor xizmet dikir. Îda weke 50 sal e ku ez alîkariyê didim Beytelê. Nav van salada, min xwera gelek hevalên baş Beytelêda dîtin û hine ji wan 90 salî zêdetir in. Rojekê, gava min Beytelvanekî teze nas kir, ez gelek şa bûm gava ez pêhesiyam, wekî weke 20 sal pêşda, doktorê ku alî bûyîna wî kiribû, ez bûm.

YEHOWA BONA XIZMETKARÊN XWE XEM DIKE

Bi sala, gava ku min didît ku Yehowa çawa bi saya teşkîleta xwe rêberiyê dide xizmetkarên xwe û wana diparêze, hizkirina min hindava wî diha qewî bû. Destpêka salên 1980, Koma Rêberiyê bernamek çêkir ku hevkariya orta Şedên Yehowa û hekîmada diha baş be.

Sala 1988-da, Koma Rêberiyê îdara teze saz kir. Navê vê îdarê, Îdara Înformasiya Nexweşxana bû. Serîda, ev îdar rêberiya Komîtêyên Hevkariya Nexweşxana dikir, ya ku Amêrîkayêda hatibû saz kirin, wekî Şedên Yehowa bikaribin xwera cûrên qenckirina baş bivînin. Paşê, ev îdar cûre-cûre welatada saz dibû, û Fransayêda jî Komîtêyên Hevkariya Nexweşxana hatine sazkirinê. Ez gelek şa me ku teşkîleta Yehowa bi dilovanî piştgiriya xûşk û birên nexweş dike!

XWESTINA MIN TÊ SÊRÎ

Em ji belakirina mizgînê şabûnê distînin

Min hekîmtiyê bi rastî jî gelek hiz dikir. Lê ez îda fem dikim ku hê ferz e, wekî ez alî meriva bikim seva ku ewana Kaniya jîyînê, dêmek Yehowa nas bikin. Paşî ku ez bûme pênsyonêr, ez û Lîdîa, em bûn pêşengên hertim, û me her meh bi gelek siheta mizgîna Padşatiyê bela dikir. Heta niha jî em çi ji destê me tê dikin, wekî jîyîna meriva bi saya vî şixulî xilaz kin.

2021: Tevî Lîdîayê

Ez îro jî carna alî merivên nexweş dikim û wana qenc dikim. Dîsa jî, ez zanim ku doktorê herî baş jî nikare hemû nexweşiya qenc bike yan ji mirinê xilaz bike. Lema ez hîviya wê rojê me gava êş, nexweşî û mirin wê tune bin. Dinya tezeda, ezê bikaribim heta-hetayê derheqa efrînên Xwedê û derheqa bedena meriva hîn bim. Lê vê rojê, tenê pareke xwestina mine zarotiyê hate sêrî, lê ez bawer im ku rojekê, xwestina min wê bi temamî bê sêrî!