Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 10

“Merivê Kevin” ji Xwe Bêxin

“Merivê Kevin” ji Xwe Bêxin

“We merivê kevin kirên wîva ji ser xwe êxistiye” (KOLOSÎ 3:9).

KILAMA 29 Em Bijîn Anegorî Wî Navî, ku li Ser Me ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Pêşiya ku te hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiribû, jîyîna te çi cûreyî bû?

 PÊŞIYA ku te tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiribû, jîyîna te çi cûreyî bû? Diqewime tu ne jî dixwazî jîyîna xweye berê bînî bîra xwe. Dibeke fikir û nihêrandina vê dinyayê ser xeyset-hunur û nihêrandina te hukum kirine. Halê me geleka usa bû. Em “vê dinêda . . . bê guman û bê Xwedê bûn” (Efesî 2:12). Lê bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, emirê me bi temamî hate guhastinê!

2. Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, te çi fem kir?

2 Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, te dît ku Bavê teyî ezmana te gelek hiz dike. Te fem kir wekî seva ku tu qebûlkirina Yehowa bistînî û bibî para malbeta wî, lazim e ku tu jîyîn, nihêrandin û fikrên xwe biguhêzî û li gora qanûnên wî bijî (Efesî 5:3-5).

3. Li gora Kolosî 3:9, 10, Yehowa dixwaze ku em çi bikin, û vê gotarêda emê çi hîn bin?

3 Yehowa Bavê meyî ezmana ye. Ewî em efirandine, lema jî îzna wî heye wekî bona me qeyd-qanûna dayne. Ew dixwaze wekî pêşiya nixumandinê em ser xwe bixebitin, wekî “merivê kevin” ji xwe bêxin * (Kolosî 3:9, 10 bixûne). Ev gotar wê alî wan bike, yên ku dixwazin bêne nixumandinê, wekî caba van sê pirsa bidin: (1) “Merivê kevin” çi tê hesabê? (2) Yehowa çira dixwaze wekî em “merivê kevin” ji xwe bêxin? (3) Em çawa dikarin vê yekê bikin? Heger em îda nixumandî ne, ev gotar wê alî me bike, wekî em xwe ji xeyset-hunurên “merivê kevin” dûr bigirin.

“MERIVÊ KEVIN” ÇI TÊ HESABÊ?

4. “Merivê kevin” çi cûreyî ye?

4 “Merivê kevin” tê hesabê ew meriv, yê ku li gora xwestinên bedenêye gunekar difikire û dijî. Ew meriv dikare xwehiz, hêrs, bêşêkir û qure be. Usa jî ew meriv dibeke pornografiya û fîlmên bi bênamûsî û zordarî, hiz dike. Bal wî bêşik hine xeysetên baş jî hene, û diqewime ew xwe seva gotin û kirên xweye xirab sûcdar dike. Lê xwestina wî haqas tune, wekî nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe biguhêze (Galatî 5:19-21; 2 Tîmotêyo 3:2-5).

Gava em “merivê kevin” ji xwe dêxin, nihêrandin û kirên nerast îda me kontrol nakin (Abzasa 5 binihêre) *

5. Gelo em dikarin “merivê kevin” bi temamî ji xwe bêxin? (Karên Şandiya 3:19)

5 Em gunekar in, lema jî em nikarin hemû fikir û xwestinên xirab ji hiş û dilê xwe derxin. Carna, em seva tiştekî ku me gotiye yan kiriye poşman dibin (Yêremiya 17:9; Aqûb 3:2). Lê gava em “merivê kevin” ji xwe dêxin, xwestinên bedenê îda me kontrol nakin. Hingê nihêrandin, rabûn-rûniştin û xeyset-hunurên me têne guhastinê (Îşaya 55:7; Karên Şandiya 3:19 bixûne).

6. Yehowa çira dixwaze wekî em terka fikir û xeysetên xirab bidin?

6 Yehowa me gelek hiz dike û dixwaze wekî em ji jîyînê lezetê bistînin, lema ew mera dibêje ku em terka fikir û xeysetên xirab bidin (Îşaya 48:17, 18). Ew zane wekî merivên ku dikevin ber bayê xwestinên xirab zirarê didin xwe û kesên din, û ev yek dilê Wî dêşîne.

7. Li gora Romayî 12:1, 2, gerekê em çi safî kin?

7 Çaxê em ser xwe dixebitin wekî xeysetê xwe biguhêzin, dibeke hine meriv û hevalên me qerfên xwe me bikin (1 Petrûs 4:3, 4). Dibeke ewana bêjin ku em dikarin li gora dilê xwe bikin û gerekê em îznê nedin, wekî kesên din ser safîkirinên me hukum kin. Lê kesên ku qanûnên Yehowa înkar dikin bi rastî aza nînin. Ewana haş ji serê xwe jî tune ne, wekî îznê didine dinya Mîrê-cina ser wan hukum ke (Romayî 12:1, 2 bixûne). Lema jî gerekê em safî kin: Gelo emê “merivê kevin”, yê ku bin hukumê gune û dinya Mîrê-cinada ye, xwey kin, yan emê îznê bidin ku Yehowa me biguherîne û alî me bike bibine merivne diha baş? (Îşaya 64:8).

EM ÇA DIKARIN “MERIVÊ KEVIN” JI XWE BÊXIN?

8. Çi dikare alî me bike wekî em xwe ji fikrên nerast û xeysetên xirab dûr bigirin?

8 Yehowa zane ku mera wext û cefa lazim e, wekî xwe ji fikrên nerast û xeysetên xirab dûr bigirin (Zebûr 103:13, 14). Lê bi saya Xebera xwe, ruhê xwe û teşkîleta xwe, Yehowa bîlanî, qewat û alîkariyê dide me, wekî em bêne guhastinê. Bêşik, te xwexa jî îda destê Yehowa jîyîna xweda dîtiye. Were em bivînin ku tu dikarî kîjan gava bavêjî, seva ku “merivê kevin” ji xwe bêxî û bona nixumandinê hazir bî.

9. Xebera Xwedê ça dikare alî te bike?

9 Xwe bi saya Kitêba Pîroz kûr bicêribîne. Xebera Xwedê mîna neynikê ye. Ew dikare alî te bike wekî tu fikir, xeberdan û kirên xwe bicêribînî (Aqûb 1:22-25). Vê yekêda dersdarê te û xûşk-birên cêribandî dikarin alî te bikin. Mesele, bi saya Nivîsarên Pîroz, ew dikarin alî te bikin ku tu fem bikî wekî tu çida qewî yî û çida sist î. Ewana dikarin te hîn kin, ku edebyetên Şedên Yehowada şîretên kêrhatî bivînî, yên ku wê alî te bikin terka xeysetên xirab bidî. Usa jî, Yehowa hertim hazir e bê hewara te. Ew rind zane ku ça alî te bike, çimkî haş pê heye dilê teda çi heye (Metelok 14:10; 15:11). Lema jî her roj dua ke û Xebera Xwedê lêkolîn ke.

10. Tu ji serhatiya Êlî çi hîn bûyî?

10 Bawer be ku qanûnên Yehowa, qanûnên herî baş in. Hemû qanûn û şîretên Yehowa bona kara me ne. Kesên ku li gora qanûnên wî dijîn, dibine xweyê qedir, nêta jîyînê û bextewariya rast distînin (Zebûr 19:7-11). Aliyê dinva jî, kesên ku guh nadin qanûnên Yehowa û li gora xwestinên bedenê dijîn, serê xwe dikine belayê. Were em binihêrin ku mêrekî bi navê Êlî, çi dibêje derheqa axiriya vê yekê, gava meriv qanûnên Yehowa pişt guhê xweva davêje. Dê-bavê wî Yehowa hiz dikirin û rastiyêda lê mezin dikirin. Lê gava Êlî bû xort, ew kete ber bayê hevalên xirab û destpêkir bi jîyîneke xirab bijî. Ewî narkotîk dida xebatê, bênamûsî û dizî dikir. Êlî çiqas diçû dibû yekî hêrs û zulm. Ew dibêje: “Min hemû tiştên ku gerekê Mesîhî nekin, dikirin”. Dîsa jî, Êlî bîr nedikir ku ew biçûktayêda çi hîn bibû. Wede şûnda, ewî dîsa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ew gelek ser xwe dixebitî û terka xeysetên xirab da, û sala 2000-da hate nixumandinê. Gelo ewî çi kar stand, çaxê destpêkir li gora qanûnên Yehowa bijî? Êlî dibêje: “Edilayî kete dilê min, û îsafa min temiz e”. * Çawa ku ev serhatî nîşan dike, kesên ku qanûnên Yehowa înkar dikin zirarê didine xwe. Dîsa jî, Yehowa hazir e alî wan bike, ku ewana bêne guhastinê.

11. Yehowa çi nefret dike?

11 Nefret ke wan tişta, çi ku Yehowa nefret dike (Zebûr 97:10). Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa “çevên kubar, zimanê derewîn, destên ku xûna bêsûc dirêjin” nefret dike (Metelok 6:16, 17). Usa jî, merivên “qetil û qelp” ber çevê wî reş in (Zebûr 5:6). Rojên Nuhda, Yehowa qira hemû merivên xirab anî, çimkî wana erd bi zulm û zordariyê tije kiribû (Destpêbûn 6:13). Usa jî, Yehowa bi saya Malaxî pêxember gotibû, wekî Ew wan kesa nefret dike, yên ku qesta nemamiya hevalzewacê xwe dikin, seva ku ji wana biqetin. Xwedê hebandina wan qebûl nake, û wê dîwana wan bike (Malaxî 2:13-16; Îbranî 13:4).

Van tişta bikin çi ku ber çevê Yehowa reş in, mîna vê yekê ye ku xwarina genî bixwin (Abzasa 11 û 12 binihêre)

12. Çi tê hesabê “ji xirabiyê zivêr bin”?

12 Yehowa dixwaze ku em “ji xirabiyê zivêr bin” (Romayî 12:9). Xebera “zivêr” tê hesabê gava tiştek ber çevê meriva reş e û heram e. Gava bîna xwarineke genî dikeve pozê me, medê me hev dikeve û em derbêra dixwazin vê xwarinê bavêjin, usa nîne? Mîna vê yekê, gerekê em van tişta nefret bikin çi ku ber çevê Yehowa reş in, û xwe ji wan tişta dûr bigirin.

13. Çira ferz e ku em hişê xwe biparêzin?

13 Hişê xwe biparêze. Fikrên me li ser kirên me hukum dikin. Lema jî Îsa gotibû ku gerekê em fikrên xirab, yên ku dikarin bibine sebeb ku em gunên giran bikin, ji hişê xwe derxin (Metta 5:21, 22, 28, 29). Heger em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmana şa kin, gelek ferz e wekî em hişê xwe ji fikrên xirab xwey kin.

14. Xeberdana me çi nîşan dike, û gerekê em ser kîjan pirsa bifikirin?

14 Xeberdana xwe kontrol ke. Îsa usa gotibû: “Tiştên ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên” (Metta 15:18). Belê, xeberdana me nîşan dike ku dilê meda çi heye. Ji xwe bipirse: “Çiqas zor be jî, gelo ez hertim rastiyê dibêjim? Heger ez zewicî yan mêrkirî me, gelo ez xwe ji flîrtê xwey dikim? Gelo min bi temamî terka xeberdana necayîz daye? Gava kesek dilê min dêşîne, gelo ez dîsa jî rihet caba wî didim?” Wê baş be ku tu ser van pirsa bifikirî. Çawa ku dirûn perçên kinca hevva didirû, xeberdana xirab jî nahêle wekî tu “merivê kevin” ji xwe bêxî. Heger tu xîret bikî ku derewa, xeberdana sert û bênamûs, biterikînî, tera wê diha hêsa be “merivê kevin” ji xwe bêxî.

15. Em çawa dikarin “merivê kevin” li ser stûnê mix kin?

15 Hazir be ku guhastina bikî. Pawlosê şandî bi saya meseleke baş nîşan kir, ku gerekê em jîyîna xwe çawa biguhêzin. Ewî got, ku gerekê em “merivê kevin” ‘li ser stûnê mix bikin’ (Romayî 6:6). Dêmek, em gerekê çev bidine Îsa. Gerekê em hemû fikir û kirên ku Yehowa nefret dike, ça bêjî bikujin, wekî îsafa me paqij be û riya jîyîna herheyî li ber me vebe (Yûhenna 17:3; 1 Petrûs 3:21). Yehowa wê tu car seva xatirê me qanûn û prînsîpên xwe neguhêze. Gerekê em xwe biguhêzin û li gora qanûnên wî bijîn (Îşaya 1:16-18; 55:9).

16. Çira ferz e ku em berdewam kin miqabilî xwestinên nerast şer bikin?

16 Berdewam kin miqabilî xwestinên bedenê şer bikin. Paşî nixumandinê jî, wê lazim be ku tu miqabilî xwestinên bedenê şer bikî. Were em dîna xwe bidine serhatiya mêrekî bi navê Maûrîsîo. Cahiltiyêda ew bû homosêksûal. Paşê, ew rastî Şedên Yehowa hat û hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ewî terka bênamûsiyê da û sala 2002-da hate nixumandinê. Îda gelek sal derbaz bûye, lê dîsa jî Maûrîsîo dibêje: “Rast bêjim, carna dîsa jî xwestinên nerast dikevin dilê min”. Lê dewsa ku Maûrîsîo dilteng be û sist be, ew dibêje: “Ez zanim ku gava ez nakevim ber bayê xwestinên xweye nerast, ez dilê Yehowa şa dikim, û ev yek qewatê dide min”. *

17. Serhatiya Nabîhayêda çi dîna te kişand?

17 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze û xwe nespêre qewata xwe, lê xwe bispêre ruhê wî (Galatî 5:22; Fîlîpî 4:6). Gerekê em xîret bikin ku “merivê kevin” ji xwe bêxin û dûrî vê yekê bin. Dîna xwe bide serhatiya jinikeke bi navê Nabîha. Gava ew 6 salî bû, bavê wê ew hîşt. Nabîha usa dibêje: “Dilê min gelek dêşiya”. Gava ew mezin dibû, ew çiqas diçû dibû yeke hêrs. Ewê narkotîka difrot û ser çend sala kete kelê. Şedên Yehowa, yên ku serlêdana girtiya dikirin, tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin. Nabîhayê jîyîna xwe hêdî-hêdî diguhast. Ew dibêje: “Minra hêsa bû hine xeysetên xirab biterikînim, lê gelek çetin bû wekî terka cixarê bidim”. Salek zêdetir derbaz bû, heta ku Nabîha terka cixarê da. Gelo çi alî wê kir? Nabîha dibêje: “Ji her tiştî zêdetir, min dua dikir wekî Yehowa alî min bike ku ez terka cixarê bidim”. Niha Nabîha usa dibêje: “Heger min karibû jîyîna xwe biguhêzim, wekî dilê Yehowa şa kim, her kes dikare vê yekê bike!” *

TU DIKARÎ XWE BONA NIXUMANDINÊ HAZIR KÎ

18. Li gora 1 Korintî 6:9-11, gelek xizmetkarên Xwedê çi kirine?

18 Qirna yekêda hine kesên ku tiştên xirab dikirin, hatine guhastinê û paşê ji aliyê Xwedêva hatine hilbijartinê, wekî tevî Îsa padşatiyê bikin. Kitêba Pîroz dibêje wekî hine ji wan, bênamûs, homosêksûal û diz bûn (1 Korintî 6:9-11 bixûne). Belê, bi alîkariya ruhê pîroz, wana xeyset-hunurên xwe guhast. Îro jî, Kitêba Pîroz alî gelek kesa kiriye ku jîyîna xwe biguhêzin. * Ev yek ku wana çawa terka xeysetên xirab daye, nîşan dike ku tu jî dikarî bêyî guhastinê û terka xeysetên xirab bidî, seva ku bikaribî bêyî nixumandinê.

19. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

19 Kesên ku dixwazin bêne nixumandinê, xêncî ku “merivê kevin” ji xwe bêxin, ewana gerekê usa jî “merivê nû” li xwe kin. Gotara din wê nîşan ke, ku ewana ça dikarin vê yekê bikin û kesên din ça dikarin alî wan bikin.

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

^ abz. 5 Çaxê em berbi nixumandinê diçin, gerekê em hazir bin hine xeyset-hunurên xwe biguhêzin. Ev gotar wê alî me bike ku bivînin wekî xeyset-hunurên “merivê kevin” kîjan in, çira lazim e ku em wana ji xwe “bêxin” û em ça dikarin vê yekê bikin. Gotara dinda emê pêbihesin, ku em çawa dikarin paşî nixumandinê jî berdewam kin “merivê nû” li xwe kin.

^ abz. 3 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: “Merivê kevin” ji xwe bêxin, tê hesabê ku terka wan xeyset-hunura, nihêrandin û xwestinên usa bidin, yên ku Yehowa xweş nayên. Gerekê em pêşiya nixumandinê vê yekê destpêkin (Efesî 4:22).

^ abz. 10 Bona hê zêde elametî, binihêre gotar “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze; ‘Min Fem kir ku Gerekê Vegerim bal Yehowa’”, “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Nîsanê, sala 2012.

^ abz. 16 Bona hê zêde elametî, binihêre gotar “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze; ‘Ewana Hindava Minda Gelek Heyf Bûn’”, “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Gulanê, sala 2012.

^ abz. 17 Bona hê zêde elametî, binihêre gotara “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze; ‘Ez Bûme Jineke Hêrs’”, “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê, sala 2012.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Terkdayîna nihêrandin û kirên xirab, mîna vê yekê ye gava merî kinca kevin ji xwe dêxe.