Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

Paşî Nixumandinê Berdewam ke “Merivê Nû” li Xwe ke

Paşî Nixumandinê Berdewam ke “Merivê Nû” li Xwe ke

“[We merivê] nû li xwe kiriye” (KOLOSÎ 3:10).

KILAMA 49 Şa ke Dilê Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Herî zêde ser xeysetê me çi hukum dike?

 FIRQÎ tune em zûdava hatine nixumandinê yan jî teze, em gişk dixwazin bibine merivne usa, ku dilê Yehowa xweş bên. Seva vê yekê, lazim e em fikrên xwe kontrol bikin. Gelo çira? Çimkî cûrê fikirandina me ser kirên me hukum dikin. Heger em berdewam kin li ser xwestinên bedenê bifikirin, emê tiştên xirab bêjin û bikin (Efesî 4:17-19). Lê aliyê dinva jî, heger em hişê xwe pê fikrên baş tije kin, xeberdan û kirên me wê diha baş bin, û Yehowa jî wê ji me razî be (Galatî 5:16).

2. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

2 Çawa me gotara pêşiya vêda dîtibû, fikrên xirab carna dikarin bikevine hişê me. Dîsa jî, meva girêdayî hela emê bikevine ber bayê wan fikra yan na. Pêşiya ku em bêne nixumandinê, gerekê em terka xeberdan û kirên usa bidin, kîjan ku Yehowa nefret dike. Ew heye gava pêşin û lape ferz, kîjan ku wê alî me bike “merivê kevin” ji xwe bêxin. Usa jî, seva ku Yehowa ji me razî be, gerekê em guh bidine vê temiya ji Kitêba Pîroz, ku dibêje wekî em gerekê “merivê nû” li xwe kin (Kolosî 3:10). Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin: Gelo “merivê nû” çi tê hesabê? Em ça dikarin “merivê nû” li xwe kin û xwey kin?

“MERIVÊ NÛ” ÇI TÊ HESABÊ?

3. Li gora Galatî 5:22, 23, “merivê nû” çi tê hesabê, û em ça dikarin merivê nû li xwe kin?

3 Kesê ku “merivê nû” li xwe kiriye, bi xeberdan û kirên xwe çev dide Yehowa. Seva ku em “merivê nû” li xwe kin, gerekê em hunurên “berê ruh” nav xweda pêşda bînin û îznê bidin wekî ruhê pîroz ser fikir, hest û kirên me hukum ke (Galatî 5:22, 23 bixûne). Heger em usa bikin, emê Yehowa û xizmetkarên wî hiz bikin (Metta 22:36-39). Emê nava tengasiyada jî şabûna xwe unda nekin (Aqûb 1:2-4). Emê edilayê pêşda bînin (Metta 5:9). Emê hindava meriva nerm û bi sebir bin (Kolosî 3:13). Emê qenciyê hiz bikin û xwexa jî qenciyê bikin (Lûqa 6:35). Emê pê kirên xwe nîşan kin wekî em baweriya xwe Bavê xweyî ezmana tînin (Aqûb 2:18). Emê zû hêrs nekevin û wedê cêribandina xwegirtî bin (1 Korintî 9:25, 27; Tîto 3:2).

4. Seva ku em “merivê nû” li xwe kin, gelo em dikarin hemû hunurên ku Galatî 5:22, 23-da em dixûnin, nav xweda pêşda bînin?

4 Seva ku em “merivê nû” li xwe kin, gerekê em hemû hunurên ku Galatî 5:22, 23-da û rêzên dinda hene, nav xweda pêşda bînin. * Ev hunur gişk hevva girêdayî ne, û gerekê em wan hemû hunura “li xwe kin”. Mesele, heger tu bi rastî meriva hiz dikî, tuyê hindava wanda heyf û bi sebir bî. Usa jî, seva ku tu bibî yekî qenc, lazim e wekî tu yekî nerm û xwegirtî bî.

EM ÇA DIKARIN “MERIVÊ NÛ” LI XWE KIN?

Çiqas ku em mîna Îsa bifikirin, haqas wê mera hêsa bê çev bidine xeyset-hunurên wî (Abzasa 5, 8, 10, 12 û 14 binihêre)

5. “Nêt-fikira Mesîh” çi ye, û çima ferz e ku em jîyîna Îsa lêkolîn bikin? (1 Korintî 2:16)

5 1 Korintî 2:16 bixûne. Seva ku em “merivê nû” li xwe kin, gerekê em ser “nêt-fikira Mesîh” bin, dêmek gerekê em bizanibin ku Îsa ça difikire û paşê çev bidine wî. Îsa hunurên “berê ruh” bi cûrekî bêqisûr eyan dike. Çawa ku neynikeke bêqisûr, ew bi temamî hunurên Yehowa eyan dike (Îbranî 1:3). Çiqas hê zêde em mîna Îsa bifikirin, haqas hê zêde emê kirên xweda çev bidine wî, û xeysetê me wê diha zêde bibe mîna xeysetê wî (Fîlîpî 2:5).

6. Gava em “merivê nû” li xwe dikin, gerekê em çi bîr nekin?

6 Gelo em bi rastî dikarin mîna Îsa bin? Diqewime tu bêjî: “Îsa yekî bêqisûr bû. Ez tu car nikarim bi temamî bibime mîna wî!” Lê van tişta bîr neke: Ya yekê, em sûretê Yehowa û Îsada hatine efirandinê, lema jî em xeyset-hunurên xweda dikarin bibine mîna wan. Ew tê hesabê ku tu dikarî çev bidî wan û vê yekêda pêşda herî (Destpêbûn 1:26). Ya duda, ruhê pîroz temamiya gerdûnêda qewata herî mezin e. Ruhê pîroz dikare alî te bike, tiştên usa bikî, kîjan ku teyê tu car pê qewata xwe nikaribûya bikira. Ya sisiya, Yehowa nabêje ku gerekê tu “berê ruh” bi cûrekî bêqisûr eyan kî. Dinya tezeda, Bavê meyî delal, 1 000 salî wê hîviyê be heta meriv bigihîjine bêqisûrtiyê (Eyantî 20:1-3). Lê niha Yehowa tenê dixwaze ku em çi ji destê me tê bikin û îtbariya xwe qewata wî bînin.

7. Niha emê çi şêwir kin?

7 Gelo em ça dikarin çev bidine Îsa? Niha emê kin çar hunurên “berê ruh” şêwir kin. Emê bivînin ku Îsa ça van her çar hunura eyan dikir û em ça dikarin çev bidine wî. Usa jî, emê bivînin ku gerekê em ji xwe çi bipirsin, wekî têderxin hela me “merivê nû” li xwe kiriye yan na.

8. Îsa çawa nîşan dikir ku ew Yehowa û însana hiz dike?

8 Îsa gelek Yehowa hiz dike, lema jî ewî him bona xatirê Bavê xwe him jî bona me emirê xwe qurban kir (Yûhenna 14:31; 15:13). Jîyîna Îsaye ser erdê eşkere dikir, ku ew meriva çiqas hiz dike. Roj bi roj, ew hindava meriva, hela hê hindava dijminên xwe jî, bi hizkirin û dilşewat bû. Hizkirina xwe hindava meriva Îsa vê yekêda dida kifşê, ku derheqa Padşatiya Xwedê wana hîn dikir (Lûqa 4:43, 44). Serda jî Îsa hazir bû ku bikeve destê gunekara, biçerçire û bê kuştinê. Ev yek nîşan dike ku Îsa çiqas Xwedê û meriva hiz dike. Bi saya vê qurbanê, ewî riya jîyîna herheyî bona me hemûya vekiriye.

9. Em ça dikarin mîna Îsa hizkirinê eyan kin?

9 Me jîyîna xwe daye destê Yehowa û em hatine nixumandinê, çimkî em Bavê xweyî ezmana hiz dikin. Lema jî mîna Îsa, gerekê em hindava meriva baş bin û bi vî cûreyî nîşan kin ku em Yehowa hiz dikin. Yûhennayê şandî nivîsîbû: “Heger ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhenna 4:20). Wê baş be em ji xwe bipirsin: “Gelo ez bi dil însana hiz dikim? Gelo ez hindava meriva dilşewat im, hela hê hindava merivên sert jî? Gelo ez hazir im wekî wext xerc kim û tiştên ku cem min hene bidime xebatê, wekî alî meriva bikim derheqa Yehowa pêbihesin? Heger heçî zef meriv guh nadin min, yan jî miqabilî min dertên, gelo ez dîsa jî hazir im vê yekê bikim? Gelo ez dikarim bona xizmetê hê zêde wede xerc kim?” (Efesî 5:15, 16).

10. Îsa çawa edilayî dikire nav meriva?

10 Îsa merivekî edilayîhiz bû. Gava meriva xirabî lê dikir, ewî tu car xirabî li wan nedikir. Serda jî, ewî xîret dikir ku edilayê bike nav meriva, û ewî kesên dinra digot wekî ewana problêmên nav hevda safî kin. Mesele, ewî got wekî seva ku Yehowa hebandina kesekî qebûl bike, gerekê ew pêşiyê “birê xwera li hev were” (Metta 5:9, 23, 24). Usa jî, gava şandiyên wî ser pirsa ku nav wanda yê herî mezin kî ye, hevra diketine dewê, ewî alî wan dikir wekî hevdura nekevine lecê (Lûqa 9:46-48; 22:24-27).

11. Em ça dikarin edilayîhiz bin?

11 Seva ku em edilayîhiz bin, bes nîne wekî em tenê nebine sebebê şer-dewa. Em gerekê gava pêşin bavêjin, seva tevî kesên din li hev bên û xûşk-bira hêlan kin, wekî ewana problêmên nav hevda safî kin (Fîlîpî 4:2, 3; Aqûb 3:17, 18). Ji xwe bipirse: “Ji aliyê xweva ez hazir im çi bikim, wekî tevî meriva li hev bêm? Gava xûşk yan birak dilê min dêşîne, gelo dilê min lê dimîne? Gelo ez hîviyê me, wekî merivê din gava pêşin bavêje, seva tevî min li hev bê, yan ez hazir im gava pêşin bavêjim? Heger ew bi texmîna min neheq be jî, gelo ez dîsa jî hazir im wekî tevî wî li hev bêm? Heger dibe, gelo ez kesên din hêlan dikim ku ewana li hev bên?”

12. Îsa çawa qencî dida kifşê?

12 Îsa yekî heyf û qenc bû (Metta 11:28-30). Gava zor bû jî, ew hindava merivada nerm bû û dikete halê wan. Mesele, çaxê jinikeke Kenanî ji wî xwest, wekî ew qîza wê qenc ke, ewî sêrîda xwestina wê înkar kir, lê gava ewî dît ku baweriya wê çiqas qewî ye, ewî qîza wê qenc kir (Metta 15:22-28). Îsa çiqas yekî dilşewat bû jî, gava lazim dibû ku kesekîra şîret bida, ewî xwe paş nedixist. Mesele, çaxê Petrûsê şandî dixwest Îsa hêlan kira, ku ew xwestina Yehowa neyne sêrî, Îsa ew li ber şagirtên din rast kir (Marqos 8:32, 33). Îsa hemikî nedixwest Petrûs ber gişka bide şermê û nimiz ke, lê ewî dixwest Petrûs hîn ke û dersê bide şagirtên din, wekî ewana gelek xweda bawer nîbin. Petrûs bêşik şerm kir, lê çi jî hebû ev şîret gelek kêrî wî hat.

13. Em çawa dikarin hindava meriva heyf û nerm bin?

13 Carna lazim e wekî tu raste-rast şîretê bidî kesên ku tu wana hiz dikî. Mîna Îsa, hertim li gora prînsîpên Kitêba Pîroz, bi nermî şîretê bide wan. Îtbariya xwe wan bîne û bawer be, wekî yên ku Yehowa û te hiz dikin, wê şîreta teye dilovan qebûl bikin. Ji xwe bipirse: “Gava ez divînim ku hevalekî min tiştekî nerast dike, gelo mêrxasiya min heye ku jêra xeber dim? Gava lazim dibe ku ez şîretê bidim, gelo ez bi nermî xeber didim yan sert? Gelo ez çira şîretê didim, çimkî ewî hêrsa min anî, yan ez qenciya wî dixwazim?”

14. Îsa ça qencî dikir?

14 Îsa ne ku tenê zane qencî çi ye, lê ew xwexa jî qenciyê dike. Îsa Bavê xwe hiz dike, lema jî ew hertim bi nêta rast qenciyê dike. Merivê qenc hazir e ku alî kesên din bike û qenciyê li wan bike. Bes nîne tenê bizanibin, wekî çi rast e, lê ferz e tiştên rast bi nêta rast bikin. Lê gelo dibe usa ku meriv bi nêta nerast qenciyê bike? Belê. Mesele, Îsa besa hine kesa dikir, yên ku kesîbara qencî dikirin, çimkî dixwestin biketana çeva û payî bistandana. Kirên van kesa çiqas jî ça qencî dihate kifşê, yeke qenciya wan ber çevê Yehowa bêqîmet bû (Metta 6:1-4).

15. Em ça dikarin bi rastî bibine merivne qenc?

15 Heger em bi nêta rast qenciyê dikin, vî çaxî em bi rastî merivne qenc in. Ji xwe bipirse: “Xêncî ku ez zanim wekî tiştên rast çi ye, gelo ez xwexa jî van tişta dikim? Gava ez qenciyê dikim, ez vê yekê bi çi nêtê dikim?”

EM ÇAWA DIKARIN “MERIVÊ NÛ” LI XWE KIN?

16. Gerekê em her roj çi bikin, û çira?

16 Gerekê em nefikirin wekî paşî nixumandinê, îda ne lazim e em xîret bikin ku “merivê nû” li xwe kin. Lazim e em van “kincên xweye bedew” xwey kin. Bona vê yekê, wê baş be em her roj bifikirin ku em çawa dikarin hunurên “berê ruh” nav xweda pêşda bînin. Gelo çira? Çimkî ruhê Xwedê qewateke usa ye, ku me hêlan dike tiştên rast bikin (Destpêbûn 1:2). Lema jî, lazim e ku her xeysetekî “berê ruh” li ser me hukum ke û qewatê bide me tiştên rast bikin. Mesele, Aqûb usa nivîsîbû: “Bawerî bêyî kira mirî ye” (Aqûb 2:26). Vê yekê em dikarin bêjin derheqa hemû xeyset-hunurên ku dikevin nava “berê ruh”. Çiqas em wan hunura didine kifşê, haqas em nîşan dikin ku ruhê Xwedê ser me hukum dike.

17. Heger me derecekêda “berê ruh” neda kifşê, em gerekê çi bikin?

17 Heger em îda gelek sal xizmetkarên Yehowa ne jî, dibeke carna me zor bê wekî hunurên “berê ruh” eyan bikin. Dîsa jî, gerekê em newestin û van hunura nav xweda pêşda bînin. Hela bifikire: Heger leke kincekî me keta, kîjanî ku em gelek hiz dikin, qe meyê ev kinc derbêra bavîta gemarê? Hemikî na! Meyê her tişt bikira ku vê leke derxin, û paşê jî emê diha fesal bûna wekî îda leke lê neketa. Mîna vê yekê, heger tu carekê hindava kesekî sert bûyî yan bê sebir bûyî, dilteng nebe. Heger tu ji dil baxşandinê bixwazî, tu dikarî ça bêjî vê “lekeyê” temiz kî û tevî wî kesî li hev bêyî. Paşê vê yekê xwera nêtê dayne, wekî dîsa vê şaşiyê nekî.

18. Em dikarin çida bawer bin?

18 Em gelek razî ne wekî Îsa mera meseleke baş hîştiye. Çiqas hê zêde em çev didine fikir û nihêrandinên wî, haqas hê zêde emê rabûn-rûniştina xweda mîna wî bin. Hingê wê mera diha hêsa be “merivê nû” li xwe kin. Vê gotarêda, me tenê dîna xwe da çar hunurên “berê ruh”. Wê baş be ku em hunurên din jî yên “berê ruh” lêkolîn bikin û bifikirin hela em van hunura ça lazim e didine kifşê, yan na. Derheqa van hunura hûn dikarin binihêrin “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”, têma “Jîyîna Mesîhîtî” û binserî “Berê Ruhê Pîroz”. Bawer be, heger çi ji destê te tê tu bikî, Yehowa wê alî te bike wekî tu “merivê nû” li xwe kî û tu car ji xwe neêxî.

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

^ abz. 5 Firqî tune xeysetê me berê ça bû, yeke em dikarin bêne guhastinê, û “merivê nû” li xwe kin. Bona vê yekê em gerekê berdewam kin fikrên xwe rast kin û çiqas dikarin çev bidine Îsa. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine nihêrandin û kirên Îsa, û emê bivînin ku em ça dikarin paşî nixumandinê jî berdewam kin çev bidine wî.

^ abz. 4 “Berê ruh” tenê ew hunur nînin, ku Galatî 5:22, 23-da hene. Bona hê zêde elametî, binihêre jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya meha Hezîranê, sala 2020, “Pirsên Xwendevana”.