Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12

Ji Dîtiniya Zekerya Cesaretê Bistîne

Ji Dîtiniya Zekerya Cesaretê Bistîne

“‘Wê ... bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar” (ZEKERYA 4:6, Mizgînî).

KILAM 73 Me Cesûr Bike

PÊŞGOTIN *

1. Cihûyên sirgûnkirî seba çi xeberê dilxweş bûn?

 PIŞTÎ ku Îsraêlî bi dehan salan li Babîlê girtî mabûn, Yehowa Xwedê “ruhê Koreşê Padîşahê Faris hişyar kir” ku wan serbest bihêle. Padîşah emir da ku bila ew vegerin welatê xwe û mala Yehowa ji nû ve ava bikin (Esra 1:1, 3). Xizmetkarên Yehowa seba vê fermanê çi qas dilxweş bûn! Wanê êdî bikaribûya vegerin welatê ku Xwedê dabû wan û li wê derê ji wî re îbadetê bikin.

2. Di serî de, kesên ku vegeriyan welatê xwe çi kir?

2 Di sala 537an a B.M. de, hin kesên sirgûnkirî gihîştin bajarê Orşelîmê, ya ku berê serbajarê padîşahiya Cihûdayê bû. Pir wext derbas nebû ku wan dest bi avakirina perestgehê kir, û di sala 536an a B.M. de, bingeha perestgehê êdî hatibû danîn.

3. Cihû rastî çi muxalefetê hatin?

3 Lê belê, gava wan dest bi avakirina perestgehê kir, ew rastî muxalefeta qayim hatin. Miletên derdorê ew “tirsandin û hêviyên wan şikandin ku dev ji avakirinê berdin” (Esra 4:4, Mizgînî). Paşê, halê wan hê jî xerabtir bû. Di sala 522yan a B.M. de, Artahşasta bû Padîşahê Faris. * Muxalifan ev fersend bi kar anî ku “bi qanûnê neheqiyê” bikin û îşê avakirinê bi temamî bidin sekinandin (Zebûr 94:20). Wan ji padîşah re şîkayet kir ku Cihû dixwazin li hemberî wî serî hildin (Esra 4:11-16). Padîşah bi gotinên wan bawer kir û avakirina perestgehê qedexe kir (Esra 4:17-23). Loma, Cihûyan dev ji îşê avakirinê berda (Esra 4:24).

4. Gava li dijî avakirina perestgehê muxalefet rabû, Yehowa çi kir? (Îşaya 55:11)

4 Pûtperestên ku li welatê Îsraêlê dijiyan û hin memûrên dewleta Faris dixwest ji avakirina perestgehê re bibin asteng. Lê belê, Yehowa – yê ku armanca xwe her tim pêk tîne – dixwest ku ev îş dewam bike (Îşaya 55:11, Mizgînî, bixwîne). Loma, Yehowa bi destê heşt dîtiniyên ku wî nîşanî pêxemberekî mêrxas ê bi navê Zekerya dan, dilê xizmetkarên xwe xurt kir. Van dîtiniyan nîşanî wan da ku gerek ew ji dijminan netirsin û îşê Yehowa berdewam bikin. Li dîtiniya pêncan, Zekerya şamdankek û du darzeytûn dîtin.

5. Li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

5 Wek xizmetkarên Yehowa yên berê, carinan em jî cesareta xwe winda dikin. Wê demê, em dikarin ji dîtiniya pêncan a Zekerya feydeyê bistînin. Gava em rastî muxalefetê tên, gava şertên me diguherin yan gava em rêberiyeke ku li me bêmantiq xuya dike distînin, gelo ev dîtinî çawa dikare alî me bike ku em bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin? Li vê meqaleyê, emê li vê mijarê binêrin.

GAVA EM RASTÎ MUXALEFETÊ TÊN

Di dîtiniya Zekerya de, du darzeytûnan zeyt dida şamdankeke bi heft qendîlan (Li paragrafa 6an binêre)

6. Dîtiniya di heqê şamdank û du darzeytûnan de, ya ku li Zekerya 4:1-3 derbas dibe, çawa cesaret da Cihûyan? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

6 Zekerya 4:1-3, Mizgînî, bixwîne. Dîtiniya di heqê şamdank û du darzeytûnan de cesaret da Cihûyan, da ku ew li hemberî muxalefetê qewî bisekinin. Gelo çawa? Bala xwe bidê ku zeyta şamdankê xelas nedibû. Tasek bi dewamî bi zeyta ji du darzeytûnan ve tije dibû. Bi saya vê zeytê, heft qendîl qet neditemirîn. Zekerya pirsî: “Ev çi ne?” Melek bi van gotinên Yehowa cewab da: “‘Wê ne bi hêz û qewetê lê bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar” (Zekerya 4:4, 6, Mizgînî). Zeyta ji darzeytûnan ruhê pîroz temsîl dike, yê ku qet xelas nabe. Ordiyên împaratoriya Faris wê nikaribûya li hemberî qudreta ruhê Xwedê bi ser biketa. Vê dîtiniyê nîşanî xizmetkarên Xwedê dida ku bi saya alîkariya Yehowa, ewê bikaribin li hemberî muxalefetê qewî bisekinin û îşê avakirina perestgehê xelas bikin. Çi xebereke xweş! Bes lazim bû ku Cihûyan îtibara xwe bi Yehowa bianiya û vegeriyana îşê xwe. Îşê avakirinê her çi qas hê qedexe bû jî, Cihûyan guhdarî kir û dîsa dest bi vî îşî kir.

7. Problema avakerên perestgehê çawa safî bû?

7 Bi zeman re, problema wan safî bû. Di sala 520an a B.M. de, padîşahekî nû, Daryûs I, li ser Farsê hukim diajot. Di sala diduyan a hukimdariya wî de, wî fehm kir ku qedexekirina avakirina perestgehê bêqanûnî ye. Loma, Daryûs îzin da ku îşê avakirinê dewam bike (Esra 6:1-3). Bi ser de, padîşah emir da miletên derdorê ku ew ji îşê avakirinê re nebin asteng û ji bo vî îşî pere û malzemeyan tedarek bikin (Esra 6:7-12). Di netîceyê de, Cihûyan îşê avakirina perestgehê weke çar sal bi şûn de, di sala 515an a B.M. de, xelas kir (Esra 6:15).

Gava tu rastî muxalefetê têyî, xwe bispêre qudreta Yehowa (Li paragrafa 8an binêre)

8. Gava em rastî muxalefetê tên, em çima dikarin cesûr bin?

8 Îro jî, gelek xizmetkarên Yehowa rastî muxalefetê tên. Mesela, îşê Şahidên Yehowa li hin welatan hatiye qedexekirin. Li van welatan, xwişk û birayên me carinan tên girtin û birin “ber walî û padîşahan”, da ku ji wan re “şahidiyê bikin” (Metta 10:17, 18). Carinan, hukûmet diguhere û hukûmeta nû zêdetir azadiyê dide xwişk û birayên me. Yan jî, hakimekî adil îznê dide me ku em bi serbestî îbadetê bikin. Hin xwişk û birayên me ne ji aliyê dewletê ve, lê ji aliyê merivên xwe ve rastî muxalefetê tên, ên ku naxwazin ku ew ji Xwedê re xizmet bikin (Metta 10:32-36). Gelek caran, gava muxalif fehm dikin ku ew nikarin merivên xwe, yên ku Şahidên Yehowa ne, bidin sekinandin, ew dev ji muxalefetê berdidin. Bi ser de, hin kesên ku berê bi sertî muxalefet dikir êdî bûne xwişk û birayên me yên bixîret. Loma, gava tu rastî muxalefetê têyî, cesareta xwe winda neke! Madem ku Yehowa û ruhê wî piştgiriya te dikin, ne lazim e ku tu bitirsî!

GAVA ŞERTÊN ME DIGUHERIN

9. Piştî ku bingeha perestgeha nû hatibû danîn, hin Cihû çima xemgîn bûn?

9 Piştî ku bingeha perestgeha nû hatibû danîn, hin Cihûyên emirmezin giriyan (Esra 3:12). Wan perestgeha bedew, a ku ji aliyê Silêman Padîşah ve hatibû avakirin, bi çavê xwe dîtibû, û ew difikirîn ku perestgeha nû wê bi qasî ya berê bedew nebe (Hagay 2:2, 3). Ew pir xemgîn bûn ji ber ku wan perestgeha berê bi ya nû muqayese dikir. Lê belê, dîtiniya Zekerya alî wan kir ku ew dilxweşiya xwe dîsa qazanc bikin.

10. Gotinên melek, ên ku li Zekerya 4:8-10 derbas dibin, çawa alî Cihûyan kir ku ew dilşadiya xwe ji nû ve qazanc bikin?

10 Zekerya 4:8-10, Mizgînî, bixwîne. Melek got ku gava Cihû “di destê [waliyê Cihû] Zerûbbabîl de benikê pîvanê bibînin, wê şa bibin”. Bi alîkariya şaqul yan “benikê pîvanê”, mirov dikare hesab bike ka tiştek tîk e yan na. Yanî, melek digot ku perestgeh her çi qas ji hinekan re ew qas bedew xuya neke jî, ewê li gor standardên Yehowa bê qedandin. Madem ku Yehowa wê ji perestgehê razî bûya, ma ne lazim e ku ew jî jê razî bin? Ji bo Yehowa, tiştê herî muhîm ev bû ku îbadeta li perestgeha nû li gor qanûnên wî bê pêkanîn. Eger Cihûyan bala xwe bidaya îbadeta rast û razîkirina Yehowa, wanê dilşadiya xwe ji nû ve qazanc bikira.

Li şertên nû pozîtîf binêre (Li paragrafên 11 û 12an binêre) *

11. Hin xizmetkarên Yehowa rastî çi çetinahiyan tên?

11 Li me jî carinan zor tê ku em hînî şertên nû bibin. Mesela, hin kesên ku bi gelek salan wek mizgînvanên wezîfedar, di îşê avakirinê de, li Beytelê yan di îşên din de xizmet kiribû tayîneke nû standiye. Hin kesan jî dev ji îmtiyazeke xwe berdaye ji ber ku ew êdî kal û pîr bûne. Gava tiştekî wisa çêdibe, normal e ku em xemgîn bin. Di serî de, dibe ku em sebeba vê yekê rind fehm nekin yan jî pê qayîl nebin. Belkî em bêriya jiyana xwe ya berê dikin. Wekî din, dibe ku em cesareta xwe winda bikin ji ber ku em xwe êdî bêkêr hîs dikin (Methelokên Silêman 24:10). Gelo dîtiniya Zekerya çawa dikare alî me bike ku em dîsa jî bi dil û can ji Xwedê re xizmet bikin?

12. Gava şertên me diguherin, dîtiniya Zekerya çawa dikare alî me bike ku em dilşadiya xwe winda nekin?

12 Eger em bi çavê Yehowa li meseleyan binêrin, wê li me hêsantir bê ku em hînî şertên nû bibin. Îro, Yehowa îşên mezin dike, û em serbilind in ku em “hevparên Xwedê yên xebatê ne” (1. Korîntî 3:9). Mesûliyetên me dikarin biguherin, lê hezkirina Yehowa tu caran naguhere. Loma, eger guhertineke teşkîlatê li ser te tesîr bike, kûrekûr nefikire ku ev guhertin çima û çawa çêbûye. Li şûna ku tu bêriya “rojên berê” bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu feydeyên rewşa nû bibînî (Waiz 7:10, Mizgînî). Li ser tiştên ku tu êdî nikarî bikî nesekine, lê bala xwe bide tiştên ku tu dikarî bikî. Dîtiniya Zekerya nîşanî me dide ku çi qas muhîm e ku em pozîtîf bimînin. Eger em wisa bikin, emê li gel şertên nû dilsoz bimînin û dilşadiya xwe winda nekin.

GAVA ZOR E KU EM GUH BIDIN RÊBERIYÊ

13. Hin Îsraêlî belkî çima difikirîn ku ji nû ve dest bi avakirina perestgehê bikin, fikreke xerab e?

13 Îşê avakirina perestgehê her çi qas hatibû qedexekirin jî, kesên mesûl – yanî Yêşûyê Serokkahîn û Zerûbbabîlê Walî – “ji nû ve dest bi avakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê kir” (Esra 5:1, 2, Mizgînî). Hin Cihû belkî difikirîn ku qerara wan qerareke xerab e. Dijmin wê bidîta ku ew perestgehê çawa ava dikin, û wanê çi ji destê wan tê bikira ku ji wan re bibin asteng. Loma, ji Yêşû û Zerûbbabîl re nîşanek lazim bû ku Yehowa bi rastî pişta wan digire, û nîşaneke wisa bi rastî jî hat dayîn. Gelo çawa?

14. Li gor Zekerya 4:12, 14, ji Yêşû û Zerûbbabîl re çi hat gotin?

14 Zekerya 4:12, 14, Mizgînî, bixwîne. Li vî qismê dîtiniya Zekerya, melek ji wî re got ku du darzeytûn du kesên tayînkirî, yanî Yêşû û Zerûbbabîl, temsîl dikin. Ev du zilam bi awayekî mecazî “li hizûra Rebê hemû dinyayê”, yanî li hizûra Yehowa disekinîn. Çi îmtiyazeke mezin! Yehowa îtibara xwe bi wan dianî. Loma, Îsraêliyan jî dikaribû îtibara xwe bi hemû qerarên van du zilaman û bi rêberiya Xwedê bînin.

15. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em rêberiya ku Yehowa bi destê Peyva xwe dide me, qebûl dikin?

15 Îro, Yehowa bi destê Kitêba Pîroz rêberiya xizmetkarên xwe dike. Di Peyva xwe de, ew ji me re dibêje ku gerek em çawa îbadetê bikin. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em rêberiya ji Peyva Xwedê qebûl dikin? Gerek em rind guh bidin vê rêberiyê û xîret bikin ku wê fehm bikin. Ji xwe bipirse: “Gava ez Kitêba Pîroz yan weşaneke teşkîlatê dixwînim, gelo ez li ser nuqteyên muhîm disekinim û kûr difikirim? Gelo ez xîret dikim ku gotinên Kitêba Pîroz, ên ‘ku fêmkirina wan zehmet e’, fehm bikim? Yan jî, gelo ez tenê zû zû dixwînim?” (2. Petrûs 3:16). Eger em li ser tiştên ku Yehowa hîn dike, hûr û kûr bifikirin, emê karibin li gor rêberiya wî hereket bikin û îşê belavkirina mizgînê bibin serî (1. Tîmotêyos 4:15, 16).

Îtibara xwe bi rêberiya ku tu ji “xulamê dilsoz” distînî, bîne (Li paragrafa 16an binêre) *

16. Eger em sebebên rêberiya “xulamê dilsoz” rind fehm nekin jî, çi wê alî me bike ku em dîsa jî guh bidinê?

16 Wekî din, Yehowa bi destê “xulamê dilsoz û şehreza” rêberiyê dide me (Metta 24:45). Carinan, dibe ku em sebebên vê rêberiyê rind fehm nekin. Mesela, dibe ku ji me re bê gotin ku gerek em xwe ji bo felaketeke tebîetê hazir bikin, lê em belkî difikirin ku felaketeke wisa di herêma me de nikare biqewime. Yan jî, belkî em difikirin ku “xulamê dilsoz” li hemberî pandemiyekê bi zêdeyî ketiye telaşê. Eger em bifikirin ku rêberiya ku em distînin, ne hewce ye, wê baş be ku em çi bikin? Di halekî wisa de, wê baş be ku em bînin bîra xwe ku Îsraêliyan ji guhdayîna rêberiya Yêşû û Zerûbbabîl çawa feyde stand. Carinan, rêberiya ku xizmetkarên Xwedê distînin di serî de bêmantiq xuya dike, lê paşê eşkere dibe ku ew bi saya vê rêberiyê sax man (Serweran 7:7; 8:10).

JI DÎTINIYA ZEKERYA CESARETÊ BISTÎNE

17. Dîtiniya di heqê şamdank û du darzeytûnan de li ser Cihûyan çawa tesîr kir?

17 Dîtiniya pêncan a Zekerya her çi qas kin bû jî, ew ji bo Cihûyan pir bifeyde bû. Gava wan li gor vê dîtiniyê hereket kir, Yehowa bi dilovanî piştgiriya wan kir. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa qewet da wan, da ku ew îşê xwe berdewam bikin û ji nû ve dilşadiyê bistînin (Esra 6:16).

18. Dîtiniya Zekerya çawa dikare li ser te tesîr bike?

18 Dîtiniya Zekerya ya di heqê şamdank û du darzeytûnan de dikare li ser jiyana te jî tesîr bike. Wek em hîn bûne, ev dîtinî dikare alî te bike ku tu li hemberî muxalifan qewî bisekinî, ku tu li gel şertên nû dilxweş bimînî û ku tu îtibara xwe bi rêberiya teşkîlatê bînî – eger tu sebebên vê rêberiyê rind fehm nekî jî. Wexta ku tu rastî tengasiyan têyî, gerek tu çi bikî? Ji dîtiniya Zekerya cesaretê bistîne. Bala xwe bidê ku Yehowa çawa xema xizmetkarên xwe dixwe. Îtibara xwe bi Yehowa bîne û bi dil û can ji wî re îbadetê bike (Metta 22:37). Eger tu wisa bikî, Yehowa wê alî te bike ku tu heta bi hetayê bi dilşadî ji wî re xizmet bikî (Kolosî 1:10, 11).

KILAM 7 Yehowa Hêza Me ye

^ par. 5 Bi destê çend dîtiniyên ku Yehowa nîşanî Zekerya pêxember dabûn, Îsraêliyan qewet û cesaret stand ku li gel çetinahiyan îbadeta rast ji nû ve ava bikin. Dîtiniyên Zekerya dikarin alî me jî bikin ku em li gel zehmetan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend dersên muhîm, ên ku em dikarin ji dîtiniya Zekerya ya di heqê şamdank û darzeytûnan de bistînin.

^ par. 3 Kitêba Pîroz behsa du padîşahên bi navê Artahşasta dike. Artahşastayê ku gelek sal bi şûn de di rojên Nehemyayê Walî de hukim diajot pir xêr li Cihûyan kir.

^ par. 60 RESIM: Birayek fehm dike ku gerek ew hînî şertên nû bibe, çimkî ew êdî kal bûye û siheta wî ne baş e.

^ par. 62 RESIM: Xwişkek tîne bîra xwe ku Yehowa çawa ku piştgiriya Yêşû û Zerûbbabîl dikir, ew piştgiriya “xulamê dilsoz” jî dike.