Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12

Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne

Ji Xewn-Xeyala Zekerya Mêrxasiyê Bistîne

“‘Wê . . . bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar” (ZEKERYA 4:6, ÎM).

KILAMA 73 Mêrxasiyê Bide Me

VÊ GOTARÊDA *

1. Cihûyên ku dîltiyêda bûn, seva kîjan xeberê şa bûn?

 PAŞÎ ku Îsraêlî bi deha sala Babîlonêda girtî bûn, Yehowa Xwedê “ruhê Koreşê Padşê Faris hişyar kir”, ku wana aza ke. Padşa ferman da wekî ewana vegerin welatê xwe û mala Yehowa tezeda ava bikin (Ezra 1:1, 3, ÎM). Xizmetkarên Yehowa seva vê fermanê çiqas şa bûn! Wana wê îda bikaribûya vegerin welatê ku Xwedê dabû wan û dîsa wêderê wî bihebînin.

2. Sêrîda, Cihûyên ku vegeriyan welatê xwe, çi kirin?

2 Sala 537 B.D.M., pêşiyê hine Cihû gihîştine Orşelîmê, ya ku berê paytextê padşatiya Cihûdaye başûrê bû. Gelek wext derbaz nebû, ku wana avakirina paristgehê destpêkir, û sala 536-da B.D.M., hîmê paristgehê îda hatibû danîn.

3. Cihû rastî çi miqabilîbûnê hatin?

3 Lê gava wana avakirina paristgehê destpêkir, ewana rastî miqabilîbûna qayîm hatin. Miletên der-dora wan ew “tirsandin û hêviyên wan şikênandin”, wekî ewana avakirinê bidine sekinandinê (Ezra 4:4, ÎM). Paşê, halê wan diha xirab bû. Sala 522-da B.D.M., Artahşaşt bû Padşê Farisê. * Ewên ku miqabilî Cihûya derdiketin, ev mecal dane xebatê wekî bi saya qanûnê “neheqîyê [bikine] heqî” û şixulê avakirinê bi temamî bidin sekinandin (Zebûr 94:20). Wana padşara got ku Cihû dixwazin miqabilî wî derên (Ezra 4:11-16). Padşa gotinên wana bawer kir û avakirina paristgehê qedexe kir (Ezra 4:17-23). Lema jî Cihûya ev şixulê avakirinê dane sekinandinê (Ezra 4:24).

4. Gava dijmin miqabilî avakirina paristgehê rabûn, Yehowa çi kir? (Îşaya 55:11)

4 Pûtparistên ku welatê Îsraêlêda dijîtin û hine merivên dewletê yên Farisê, dixwestin riya avakirina paristgehê bigirin. Lê Yehowa, yê ku nêta xwe hertim tîne sêrî, dixwest wekî ev şixul berdewam be (Îşaya 55:11, ÎM, bixûne). Lema jî Yehowa bi saya heyşt xewn-xeyala, ku ewî nîşanî pêxemberekî mêrxas bi navê Zekerya kir, dilê xizmetkarên xwe qewî kir. Van xewn-xeyala nîşanî wan kir, ku gerekê ewana dijmina netirsin û şixulê Yehowa berdewam kin. Xewn-xeyala pêncada, Zekerya şemdanek û du darên zeytûnê dîtin.

5. Vê gotarêda, emê çi hîn bin?

5 Mîna xizmetkarên Yehowaye berê, gava em dilteng û sist dibin, em dikarin ji xewn-xeyala pênca ya Zekerya karê bistînin. Gava em rastî miqabilîbûnê tên, halê me tê guhastinê, yan jî çaxê em rêberîke ku mera nefemdarî ye distînin, gelo ev xewn-xeyal ça dikare alî me bike, wekî em bi aminî Yehowara xizmet bikin? Vê gotarêda, emê derheqa vê yekê şêwir kin.

GAVA EM RASTÎ MIQABILÎBÛNÊ TÊN

Xewn-xeyala Zekeryada, du darên zeytûnê bizir didin şemdaneke bi heft qendîla (Abzasa 6 binihêre)

6. Gelo xewn-xeyala ji Zekerya 4:1-3 derheqa şemdanekê û du darên zeytûnê, ça mêrxasî da Cihûya? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

6 Zekerya 4:1-3, ÎM, bixûne. Xewn-xeyala derheqa şemdanek û du darên zeytûnê mêrxasî da Cihûya, wekî ew himberî dijmina qewî bisekinin. Gelo ça? Dîna xwe bidê ku bizirê zeytûnê şemdankêda xilaz nedibû. Tasek timê pê bizirê du darên zeytûnê tije dibû. Bi saya vî bizirî, heft qendîl, dêmek çira qet neditemirîn. Zekerya pirsî: “Ev çi ne?” Melek bi van gotinên Yehowa cab da: “‘Wê ne bi hêz û qewatê lê bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar” (Zekerya 4:4, 6, ÎM). Bizirê zeytûnê ji van dara, bi sîmbolîk tê hesabê ruhê Yehowayî pîroz, yê ku qewat e û qet xilaz nabe. Ordiyên împêriya Faris, wê nikaribûna himberî qewata ruhê Xwedê serketana. Vê xewn-xeyalê nîşanî xizmetkarên Xwedê dikir, ku bi saya alîkariya Yehowa, ewê bikaribin himberî dijmina qewî bisekinin û şixulê avakirina paristgehê xilaz kin. Bona Cihûya ew xebereke pir xweş bû! Tenê lazim bû wekî Cihûya îtbariya xwe Yehowa bianiya û vegeriyana şixulê xwe. Rast e şixulê avakirinê qedexekirî bû, lê Cihûya gura Xwedê kir û şixulê avakirinê dîsa berdewam kir.

7. Problêma kesên ku paristgeh ava dikirin, çawa safî bû?

7 Wede şûnda problêma wan safî bû. Sala 520 B.D.M., padşakî teze, Daryûs I, ser Farisê hukum dikir. Sala duda ya hukumdariya xweda, ewî dît ku qedexekirina avakirina paristgehê bêqanûnî ye. Lema jî, Daryûs îzin da wekî şixulê avakirinê berdewam be (Ezra 6:1-3). Serda jî, padşa temî da miletên der-dor, wekî riya şixulê avakirinê negirin û pê pera û tiştên bona avakirinê komekê bidine wan (Ezra 6:7-12). Û Cihûya şixulê avakirina paristgehê weke çar salada xilaz kirin, dêmek sala 515 B.D.M.-da (Ezra 6:15).

Gava tu rastî miqabilîbûnê têyî, xwe bispêre qewata Yehowa (Abzasa 8 binihêre)

8. Gava em rastî miqabilîbûnê tên, em çira dikarin mêrxas bin?

8 Îro jî, gelek xizmetkarên Yehowa rastî peyketina tên. Mesele, şixulê Şedên Yehowa hine welatada hatiye qedexekirin. Van welatada, xûşk-birên me carna dikine kelê, dibine “ber weliya û padşa”, wekî wanra şedetiyê bidin (Metta 10:17, 18). Carna serwêrtî tê guhastinê û dewsê serwêrtiya teze tê û diha zêde azayî dide xûşk-birên me. Yan jî, hakimekî heq îznê dide me ku em bi azayî Xwedêra xizmet kin. Hine xûşk-birên me jî ne ku ji aliyê dewletêva, lê ji aliyê merivên xweva rastî miqabilîbûnê tên (Metta 10:32-36). Gelek car, gava yên miqabil fem dikin ku ewana nikarin merivên xwe, yên ku Şedên Yehowa ne, bidin sekinandinê, ewana îda pey wan nakevin. Serda jî, hine kesên ku berê gelek miqabilî xûşk-birên me derdiketin, bûne Şedên Yehowa. Lema jî, gava tu rastî miqabilîbûnê têyî, mêrxasiya xwe unda neke! Çimkî Yehowa û ruhê wîyî pîroz piştgiriya te dikin, û ne lazim e ku tu bitirsî!

GAVA DERECÊN ME TÊNE GUHASTINÊ

9. Paşî ku hîmê paristgeha teze hatibû danîn, hine Cihû çira xemgîn bûn?

9 Paşî ku hîmê paristgeha teze hatibû danîn, hine Cihûyên emirda mezin giriyan (Ezra 3:12). Wana paristgeha bedew, ya ku Silêman Padşa ava kiribû, bi çevê xwe dîtibûn, û ewana difikirîn ku paristgeha teze wê mîna ya berê bedew nîbe (Hagay 2:2, 3). Ewana gelek xemgîn bûn, çimkî wana paristgeha teze beramberî ya berê dikirin. Lê xewn-xeyala Zekerya alî wan kir ku ewana dîsa şa bin.

10. Gotinên melek, yên ku Zekerya 4:8-10-da nivîsar in, çawa alî Cihûya kir şabûna xwe vegerînin?

10 Zekerya 4:8-10, ÎM, bixûne. Melek got ku gava Cihû “destê [weliyê Cihû] Zerûbabel benikê pîvanê bivînin, wê şa bin”. Bi alîkariya “benikê pîvanê”, meriv dikare hesab ke ka tiştek tîk e yan na. Dêmek, melek digot ku heger paristgeh hinekara bedew neyê kifşê jî, ew wê li gora qirara Yehowa bê avakirinê. Heger Yehowa ji paristgehê razî bûya, gelo ne lazim bû wekî ewana jî razî bûna? Bona Yehowa, tiştê herî ferz ev bû, ku hebandina paristgeha tezeda li gora qanûnên wî bûya. Heger Cihûya dîna xwe bida hebandina rast û qebûlkirina Yehowa, şabûna wan wê vegeriya.

Ser derecên teze pozîtîv binihêre (Abzasa 11 û 12 binihêre) *

11. Hine xizmetkarên Yehowa rastî çi çetinaya tên?

11 Carna me jî zor tê wekî hînî derecên teze bin. Hine kesên ku gelek sala xizmetkarên hertim bûn, kifşkirineke teze standine. Hinek jî xwexa ji bo emirê xweyî mezin mecbûr bûn kifşkirinekê ku hiz dikirin, bihêlin. Gava tiştekî usa tê serê me, normal e ku em xemgîn bin. Sêrîda, em meniya safîkirinekê dibeke rind fem nakin, yan jî bi vê safîkirinê qayîl nînin. Dibeke em bîra jîyîna xweye berê bikin. Usa jî, dibeke em mêrxasiya xwe unda kin, çimkî em difikirin ku em bona Yehowa bêkêr in (Metelok 24:10). Gelo xewn-xeyala Zekerya çawa dikare alî me bike, ku em dîsa jî bi dil û can Xwedêra xizmet bikin?

12. Gava derecên me têne guhastinê, xewn-xeyala Zekerya çawa dikare alî me bike, ku em şabûna xwe unda nekin?

12 Heger em ser guhastina bi çevê Yehowa binihêrin, wê mera diha hêsa be hînî derecên teze bin. Îro, Yehowa şixulên mezin dike, û em firnaq dibin ku em hevalkarên Wî ne (1 Korintî 3:9). Cabdariyên me dikarin bêne guhastinê, lê hizkirina Yehowa tu cara nayê guhastinê. Lema jî heger guhastineke teşkîletê ser te hukum bike, tevlihev nebe û nekeve mitala ku ev guhastin çira û ça qewimî. Dewsa ku bîra “rojên berê” bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu kara dereca teze bivînî (Waîz 7:10, ÎM). Ser tiştên ku tu îda nikarî bikî, nefikire, lê dîna xwe bide tiştên ku tu dikarî bikî. Xewn-xeyala Zekerya nîşanî me dike, ku çiqas ferz e em pozîtîv bimînin. Heger em usa bikin, emê wedê guhastina amin bimînin û şabûna xwe unda nekin.

ÇAXÊ ZOR E KU EM GUH BIDIN RÊBERIYÊ

13. Hine Îsraêlî çira diqewime difikirîn, wekî temiya ku avakirina paristgehê tezeda destpêkin, safîkirineke nebaş e?

13 Şixulê avakirina paristgehê çiqas hatibû qedexekirinê jî, kesên cabdar, dêmek Yêşûyê Serekkahîn û Zerûbabel Welî, “ji nûva dest bi avakirina Mala Xwedê ya li Orşelîmê kir” (Ezra 5:1, 2, ÎM). Hine Cihû diqewime difikirîn ku safîkirina wan safîkirina xirab e. Dijmina wê bidîtana ku ewana çawa paristgehê ava dikin, û wê çi ji destê wana bihata bikirana, wekî riya wan bigirin. Lema jî Yêşû û Zerûbabelra nîşanek lazim bû ku Yehowa bi rastî pişta wan digire, û nîşaneke usa bi rastî jî hate dayînê. Gelo çawa?

14. Li gora Zekerya 4:12, 14, Yêşû û Zerûbabelra çi hate gotinê?

14 Zekerya 4:12, 14, ÎM, bixûne. Vê para xewn-xeyala Zekeryada, melek wîra got ku du darên zeytûnê bi sîmbolîk du kesên kifşkirî ne, dêmek Yêşû û Zerûbabel. Ev du mêr bi sîmbolîk ‘kêleka Xudan sekinîne’, dêmek kêleka Yehowa. Ew qedirekî çiqas mezin e! Yehowa îtbariya xwe wana dianî. Lema Îsraêliya jî dikaribûn îtbariya xwe hemû safîkirinên wan û rêberiya Xwedê bînin.

15. Em çawa dikarin nîşan bikin ku em qedrê rêberiya Yehowa digirin?

15 Îro, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz rêberiya xizmetkarên xwe dike. Xebera xweda, ew mera dibêje ku gerekê em çawa wî bihebînin. Gelo em ça dikarin nîşan kin, ku em rêberiya ji Xebera Xwedê qebûl dikin? Gerekê em rind guh bidine vê rêberiyê û wede bivînin wekî fem bikin. Ji xwe bipirse: “Gava ez Kitêba Pîroz yan edebyeteke teşkîletê dixûnim, gelo ez ser fikrên ferz disekinim û kûr difikirim? Gelo ez gotinên Kitêba Pîroz, yên ku “zemet têne femkirinê”, lêkolîn dikim wekî fem kim? Yan, ez tenê zû-zû û sera-bera dixûnim?” (2 Petrûs 3:16). Heger em ser tiştên ku Yehowa me hîn dike, kûr bifikirin, emê bikaribin li gora rêberiya wî bikin û şixulê belakirina mizgînê bînin sêrî (1 Tîmotêyo 4:15, 16).

Îtbariya xwe van rêberiya bîne, yên ku tu ji “xulamê amin û serwaxt” distînî (Abzasa 16 binihêre) *

16. Heger em meniyên rêberiya “xulamê amin” rind fem nekin jî, çi wê alî me bike ku em dîsa jî guh bidinê?

16 Usa jî, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt” rêberiyê dide me (Metta 24:45). Carna dibeke em rind fem nekin ku çira “xulamê amin” filan rêberî daye. Mesele, dibeke mera bê gotinê ku gerekê em xwe bona teşqeleke tebiyetê hazir kin, lê em dibeke difikirin ku tiştekî usa welatê meda nikare biqewime. Yan jî diqewime em difikirin ku “xulamê amin” derheqa pandemîyekê bi zêdeyî fesal e û xemgîn dibe. Heger em bifikirin wekî rêberiya ku em distînin, badîhewa ye, wê baş be em çi bikin? Halekî usada, wê baş be ku em bînin bîra xwe wekî Îsraêliya ji guhdayîna rêberiya Yêşû û Zerûbabel çawa kar stand. Carna, rêberiya ku xizmetkarên Xwedê distandin sêrîda bêkêr dihate kifşê, lê paşê eşkere dibû ku bi saya vê rêberiyê emirê meriva xilaz dibû (Hakimtî 7:7; 8:10).

JI XEWN-XEYALA ZEKERYA MÊRXASIYÊ BISTÎNE

17. Xewn-xeyala derheqa şemdankê û du darên zeytûnê ser Cihûya çawa hukum kir?

17 Xewn-xeyala pênca ya Zekerya çiqas kin bû jî, evê bona Cihûya gelek kar anî. Çaxê wana her tişt li gora vê xewn-xeyalê dikir, Yehowa bi hizkirin piştgiriya wan dikir. Bi destê ruhê pîroz, Yehowa qewat da wan, wekî ewana şixulê xwe berdewam bikin û tezeda şabûnê bistînin (Ezra 6:16).

18. Xewn-xeyala Zekerya çawa dikare ser te hukum ke?

18 Xewn-xeyala Zekerya derheqa şemdankê û du darên zeytûnê, dikare ser jîyîna te jî hukum ke. Çawa em pêhesiyan, ev xewn-xeyal dikare alî te bike, wekî tu wedê miqabilîbûnê qewî bisekinî, nava derecên tezeda şabûna xwe unda nekî û îtbariya xwe rêberiya teşkîletê bînî wî çaxî jî, gava tu meniyên vê rêberiyê fem nakî. Çaxê tu rastî tengasiya têyî, gerekê tu çi bikî? Ji xewn-xeyala Zekerya mêrxasiyê bistîne. Dîna xwe bidê, ku Yehowa bona xizmetkarên xwe çawa xem dike. Îtbariya xwe Yehowa bîne û bi dil û can wî bihebîne (Metta 22:37). Heger tu usa bikî, Yehowa wê alî te bike wekî tu heta-hetayê bi şabûnê wîra xizmet bikî (Kolosî 1:10, 11).

KILAMA 7 Yehowa Qewata Me ye

^ abz. 5 Bi saya çend xewn-xeyalên ku Yehowa nîşanî Zekerya pêxember kiribû, xizmetkarên Yehowa qewat û mêrxasî standin, wekî nava çetinayada hebandina rast tezeda ava kin. Xewn-xeyalên Zekerya dikarin alî me jî bikin, ku em nava tengasiyada bi aminî Yehowara xizmet bikin. Vê gotarêda, emê çend dersên ferz hîn bin ji xewn-xeyaleke Zekerya derheqa şemdanek û darên zeytûnê.

^ abz. 3 Kitêba Pîroz besa du padşên bi navê Artahşaşt dike. Artahşaşt ku gelek sal şûnda rojên Nehemiyê Welîda hukum dikir, gelek qencî bona Cihûya kir.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak fem dike ku gerekê ew hînî derecên teze be, çimkî ew îda kal bûye û sihet-qewata wî ne baş e.

^ abz. 62 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkek difikire ku Yehowa çawa piştgiriya Yêşû û Zerûbabel dikir, ew usa jî piştgiriya “xulamê amin û serwaxt” dike.