Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

Rîspîno – bi Dewamî Çav Bidin Pawlosê Şandî

Rîspîno – bi Dewamî Çav Bidin Pawlosê Şandî

“Mîna min bikin” (1. KORÎNTΠ11:1).

KILAM 99 Xwişk û Birayên Biqîmet

PÊŞGOTIN *

1-2. Wê çima baş be ku rîspî Pawlosê şandî ji xwe re emsal bigirin?

 PAWLOSÊ şandî ji xwişk û birayan pir hez dikir. Wî bi şev û roj ji bo xêra wan kar dikir (Karên Şandiyan 20:31). Wan jî ji Pawlos pir hez dikir. Carekê, gava rîspiyên ji Efesê pêhesiyan ku ewê Pawlosê şandî êdî nebînin, “hemû gelek giriyan” (Karên Şandiyan 20:37). Îro jî, rîspiyên bixîret ji xwişk û birayan pir hez dikin û bi dil û can ji bo xêra wan dixebitin (Filîpî 2:16, 17). Lê belê, rîspî jî carinan rastî çetinahiyan tên. Gelo çi dikare alî wan bike ku ew di heqê wan de werin der?

2 Wê baş be ku rîspî bala xwe bidin emsala Pawlosê şandî (1. Korîntî 11:1). Pawlosê şandî însanekî mîna me bû, û carinan li wî jî zor dihat ku tiştên rast bike (Romayî 7:18-20). Lê li gel çetinahiyan, Pawlos cesaret û dilxweşiya xwe winda nedikir. Îro jî, rîspî rastî çetinahiyan tên. Ji bo ku ew di heqê wan çetinahiyan de werin der û dilxweşiya xwe winda nekin, wê baş be ku ew çav bidin Pawlosê şandî. Gelo çawa?

3. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çi?

3 Li rîspiyan carinan zor tê ku (1) hem îşê belavkirina mizgînê hem jî mesûliyetên xwe yên din bînin cih, (2) ji bo şivantiyê wextê veqetînin, (3) bi kêmasiyên şexsî re micadele bikin û (4) li hemberî kêmasiyên kesên din sebir bikin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidinê ku Pawlosê şandî çawa serî bi van çetinahiyan re derdixist û rîspî çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin.

BICIHANÎNA ÎŞÊ BELAVKIRINA MIZGÎNÊ Û MESÛLIYETÊN DIN

4. Li hin rîspiyan çima zor tê ku ji aliyê belavkirina mizgînê ve ji xwişk û birayan re bibin emsal?

4 Carinan çima zor e? Mesûliyetên rîspiyan pir in. Mesela, ji xeynî vê ku gerek ew ji aliyê belavkirina mizgînê ve ji xwişk û birayan re bibin emsal, gelek ji wan Civîna Jiyan û Xizmetê û Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê îdare dikin û gotaran pêşkêş dikin. Ew alîkarên xizmetê perwerde dikin û bi dewamî cesaretê didin xwişk û birayan (1. Petrûs 5:2). Ji xeynî vê, hin rîspî di îşê avakirin û xwedîkirina Salonên Îbadetê û avahiyên teşkîlatê de dixebitin. Dîsa jî, wek hemû xwişk û birayên din, mesûliyeta wan a herî muhîm ev e ku ew mizgînê belav bikin (Metta 28:19, 20).

5. Ji aliyê belavkirina mizgînê ve, Pawlos emsaleke çawa hişt?

5 Emsala Pawlosê şandî: Gelo Pawlos çima serkeftî bû? Li Filîpî 1:10 (NWT), wî got: “Bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir.” Pawlos bi xwe jî li gor şîreta xwe hereket dikir. Ji wî re wezîfeyek hatibû dayîn, û wî bi dehan salan herî zêde bala xwe dida vê wezîfeyê. Wî mizgîn hem li cihên umûmî hem jî mal bi mal belav dikir (Karên Şandiyan 20:20). Wî ne tenê li hin rojan yan li hin saetan xizmet dikir, lê ew her tim hazir bû ku mizgînê belav bike. Mesela, gava ew li bajarê Atînayê li benda hevalên xwe disekinî, wî ji hin kesên bi nav û deng re behsa mizgînê kir, û hin ji wan bûn şagirtên Îsa Mesîh (Karên Şandiyan 17:16, 17, 34). Gava Pawlos girtî bû jî, wî mizgîn dida kesên li derdora xwe (Filîpî 1:13, 14; Karên Şandiyan 28:16-24).

6. Pawlos birayên din di kîjan waran de perwerde dikir?

6 Pawlos wexta xwe bi awayekî baş bi kar dianî. Wî gelek caran gazî kesên din dikir ku ew bi wî re xizmet bikin. Mesela, wî carekê Yûhenna Marqos û careke din Tîmotêyos bi xwe re bir (Karên Şandiyan 12:25; 16:1-4). Pawlosê şandî bê şik nîşanî wan dida ku gerek ew civatê çawa organîze bikin, çawa şivantiyê bikin û çawa bibin mamosteyên baş (1. Korîntî 4:17).

Wek Pawlos her gav hazir be ku behsa mizgînê bikî (Li paragrafa 7an binêre) *

7. Rîspî çawa dikarin li gor tembîha ku Pawlos li Efesî 6:14, 15 dabû, hereket bikin?

7 Ders: Wek Pawlosê şandî, wê baş be ku rîspî hem mal bi mal xizmet bikin hem jî her gav hazir bin ku ji mirovan re behsa mizgînê bikin (Efesî 6:14, 15 bixwîne). Mesela, ew dikarin li sûkê yan li cihê îş behsa rastiyê bikin. Yan jî, gava ew di projeyên avakirinê de dixebitin, ew dikarin bi cîran û firoşeran re li ser mizgînê xeber bidin. Gava rîspî di xizmetê de ne, wê baş be ku ew wek Pawlos xîret bikin ku alîkarên xizmetê û kesên din perwerde bikin.

8. Dibe ku carinan lazim be ku rîspî çi bikin?

8 Mesûliyetên rîspiyên civatan û nazirên herêmê çi qas pir bin jî, gerek ew bi van mesûliyetan ew qas mijûl nebin ku ji bo îşê belavkirina mizgînê wext nemîne. Ji bo vê, belkî carinan lazim be ku ew hin mesûliyetên din qebûl nekin. Berî ku ew mesûliyetekê qebûl bikin, wê baş be ku ew dua bikin û rind bifikirin. Dibe ku ew fehm bikin ku eger ew vê mesûliyetê qebûl bikin, wexta wan wê têra wan neke ku ew îbadeta malbatê derbas bikin, mizgînê bi xîret belav bikin yan zarokên xwe di xizmetê de perwerde bikin. Belkî li wan zor tê ku ew hin îmtiyazan red bikin, lê ew dikarin emîn bin ku Yehowa dibîne ku ew dixwazin bala xwe bidin “tiştên hê muhîmtir”.

PÊKANÎNA ŞIVANTIYÊ

9. Rîspî carinan rastî çi çetinahiyê tên?

9 Carinan çima zor e? Xizmetkarên Yehowa rastî gelek tengasiyan tên. Li van rojên dawîn, em gişt hewceyî teşwîq, destek û teseliyê ne. Carinan jî, ji me re alîkarî lazim e ku em nekevin riyeke şaş (1. Selanîkî 5:14). Rîspî helbet nikarin hemû tengasiyên xwişk û birayan ji holê rakin. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku rîspî çi ji destê wan tê bikin ku cesaretê bidin miyên wî û wan biparêzin. Madem ku rîspî ew qas mijûl in, ew çawa dikarin ji bo îşê şivantiyê wextê veqetînin?

Pesnê xwişk û birayan bide û cesaretê bide wan (Li paragrafên 10 û 12an binêre) *

10. Li gor 1. Selanîkî 2:7, Pawlos li xwişk û birayan çawa dinêrî?

10 Emsala Pawlosê şandî: Pawlos li fersendan digeriya ku pesnê xwişk û birayan bide û cesaretê bide wan. Wê baş be ku rîspî çav bidin wî û bi dilovanî alî xwişk û birayan bikin (1. Selanîkî 2:7 bixwîne). Pawlos ji wan re digot ku ew ji wan hez dike û ku Yehowa jî ji wan hez dike (2. Korîntî 2:4; Efesî 2:4, 5). Pawlos xwişk û bira wek dostên xwe didîtin û bi wan re wext derbas dikir. Ev yek ku wî ji wan re bi rihetî behsa tirs û kêmasiyên xwe dikir nîşan dide ku wî îtibara xwe bi wan dianî (2. Korîntî 7:5; 1. Tîmotêyos 1:15). Lê belê, Pawlosê şandî herî zêde bala xwe nedida derdên xwe, lê wî hewl dida ku alî xwişk û birayan bike.

11. Pawlos çima şîret dida xwişk û birayan?

11 Carinan lazim dibû ku Pawlos şîretê bide xwişk û birayan – ne ji ber ku wan hêrsa wî dianî, lê ji ber ku wî ji wan hez dikir û dixwest wan biparêze. Wî dixwest ku şîretên wî fehmbar bin û bigihîjin dilê wan. Mesela, Pawlos di nameyeke ji Korîntiyan re şîretên cidî da wan. Piştî ku wî ev name ji wan re nivîsîbû, wî dixwest bizanibûya ka wan şîretên wî pêk anîn yan na, loma wî Tîtos şand ba wan. Gava wî bihîst ku wan şîretên wî qebûl kirin û pêk anîn, ew pir şa bû (2. Korîntî 7:6, 7).

12. Rîspî çawa dikarin cesaretê bidin xwişk û birayan?

12 Ders: Wek Pawlosê şandî, wê baş be ku rîspî bi xwişk û birayan re wext derbas bikin. Mesela, wê baş be ku ew hinek zû herin Salona Îbadetê, da ku ew karibin berî civînan bi xwişk û birayan re sohbetê bikin û wan teşwîq bikin. Carinan, ji bo teşwîqdayînê bes e ku rîspî bi kesekî re çend deqeyan sohbetê bikin (Romayî 1:12; Efesî 5:16). Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rîspî bi destê Peyva Xwedê cesaretê bidin xwişk û birayan û wan bidin bawerkirin ku Xwedê ji wan hez dike. Wekî din, gerek xwişk û bira hîs bikin ku rîspî ji wan hez dikin. Loma, gerek rîspî her gav bi wan re bipeyivin û li fersendan bigerin ku pesnê wan bidin. Eger lazim be ku rîspî şîretê bidin kesekî, gerek ew vêya li ser esasê Peyva Xwedê bikin. Ji bo ku şîretek bigihîje dilê xwişk û birayan, lazim e ku ev şîret bi zelalî û bi dilovanî bê dayîn (Galatî 6:1).

MICADELEKIRINA BI KÊMASIYÊN ŞEXSÎ RE

13. Kêmasiyên şexsî çawa dikarin li ser rîspiyan bandor bikin?

13 Carinan çima zor e? Rîspî kamil nînin. Mîna her kesî, ew jî şaşiyan dikin (Romayî 3:23). Carinan li wan zor tê ku ew qisûrên xwe bi awayekî rast bibînin. Hinek seba kêmasiyên xwe bi zêdeyî dilteng dibin. Hinek jî ji kêmasiyên xwe aciz nabin û têra xwe xîret nakin ku xwe serrast bikin.

14. Li gor Filîpî 4:13, dilnizmî çawa alî Pawlos dikir ku ew serî bi kêmasiyên xwe re derxîne?

14 Emsala Pawlosê şandî: Pawlos bi dilnizmî qebûl dikir ku ew nikare bi tena serê xwe bi kêmasiyên xwe re micadele bike. Wî dizanibû ku ew hewceyî alîkariya Xwedê ye. Berî ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ew yekî sert û serhişk bû, û wî zilm li civatê dikir. Lê paşê, wî qisûrên xwe qebûl kirin, û ew hazir bû ku nêrîn û şexsiyeta xwe biguherîne (1. Tîmotêyos 1:12-16). Bi saya desteka Yehowa, Pawlos bû şivanekî dilovan, dilrehm û dilnizm. Ew her çi qas seba kêmasiyên xwe aciz dibû jî, ew bi dewamî li ser wan nedifikirî, lê wî baweriya xwe bi rehma Yehowa dianî (Romayî 7:21-25). Wî dizanibû ku ew bêqisûr nîne, lê wî xîret dikir ku şexsiyeta xwe li gor daxwaza Xwedê biguherîne, û wî xwe bi dilnizmî dispart alîkariya Xwedê, da ku ew wezîfeya xwe bibe serî (1. Korîntî 9:27; Filîpî 4:13 bixwîne).

Bi xîret bi kêmasiyên şexsî re micadele bike (Li paragrafên 14 û 15an binêre) *

15. Gerek rîspî li kêmasiyên xwe çawa binêrin?

15 Ders: Gava bira wek rîspî tên tayînkirin, ev yek nayê maneya ku ew bêqisûr in. Yehowa dixwaze ku ew kêmasiyên xwe qebûl bikin û “şexsiyeta nû” li xwe bikin (Efesî 4:23, 24, NWT). Eger rîspî xwe li gor Peyva Xwedê analîz bikin û xîret bikin ku xwe serrast bikin, Yehowa wê alî wan bike ku ew dilşad û serkeftî bibin (Aqûb 1:25).

SEBIRKIRINA LI HEMBERÎ KÊMASIYÊN KESÊN DIN

16. Çima muhîm e ku rîspî bi zêdeyî bala xwe nedin kêmasiyên xwişk û birayan?

16 Carinan çima zor e? Gava rîspî bi civatê re pir wextê derbas dikin, dibe ku kêmasiyên xwişk û birayan zêdetir bikevin çavê wan. Eger rîspî hay ji xwe nebin, dibe ku ew li hemberî xwişk û birayan sert bin û wan rexne bikin û bi vî awayî dilê Îblîs şa bikin (2. Korîntî 2:10, 11).

17. Pawlosê şandî li xwişk û birayan çawa dinêrî?

17 Emsala Pawlosê şandî: Pawlos her tim li xwişk û birayan pozîtîf dinêrî. Wî şaşiyên wan helbet dizanîn, çimkî kirinên wan carinan li ser wî jî bandor dikir. Dîsa jî, Pawlos rind dizanibû ku gava kesek şaşiyekê dike, ev yek nayê maneya ku ew însanekî xerab e. Loma, wî ji xwişk û birayan hez dikir û bala xwe dida xisûsiyetên wan ên baş. Gava li xwişk û birayan zor dihat ku tiştên rast bikin, Pawlos nedifikirî ku niyeta wan xerab e. Ew tenê difikirî ku ew hewceyî alîkariyê ne.

18. Gava di nav du xwişkan de problem derket, Pawlos çi kir? (Filîpî 4:1-3)

18 Mesela, bîne bîra xwe ku gava di nav du xwişkên li civata Filîpyayê de problem derket, Pawlos çi kir (Filîpî 4:1-3 bixwîne). Pawlos ev du xwişk – Eyodiya û Sintîxa – rind nas dikirin. Wî dizanibû ku wan bi gelek salan bi dilnizmî xizmet kiribû, û ew emîn bû ku Yehowa ji wan hez dike. Ji ber vê yekê, Pawlos ew bi sertî rexne nekirin, lê wî bala xwe da xisûsiyetên wan ên baş, û wî xwest alî wan bike ku ew problema di nav xwe de safî bikin. Bi saya vê nêrîna pozîtîf, wî dilxweşiya xwe winda nedikir, û dostaniya wî ya bi xwişk û birayan re xera nedibû.

Kesên din rexne neke (Li paragrafa 19an binêre) *

19. (a) Wê baş be ku rîspî li xwişk û birayan çawa binêrin? (b) Resmê rîspiyê ku Salona Îbadetê paqij dike çi rêyî me dide?

19 Ders: Rîspîno, bala xwe bidin xisûsiyetên baş ên xwişk û birayan! Ew gişt qisûrdar in, lê xisûsiyetên wan ên baş jî hene (Filîpî 2:3). Dibe ku carinan lazim be ku rîspî fikir û nêrînên xwişk û birayan serrast bikin. Dîsa jî, wek Pawlos, wê baş be ku hêrsa wan seba gotin û kirinên wan ranebe, lê ku ew bala xwe bidin vê yekê ku ew ji Yehowa çi qas hez dikin, ku ew çawa bi sebat ji Xwedê re xizmet dikin û ku potansiyela wan heye ku qenciyê bikin. Nêrîna pozîtîf a rîspiyan civatê dike hêlîneke xweş û germ.

BI DEWAMÎ ÇAV BIDE PAWLOSÊ ŞANDÎ

20. Wê baş be ku rîspî çi bikin?

20 Rîspîno, emsala Pawlosê şandî bi dewamî lêkolîn bikin. Weşanên me bi zelalî nîşan didin ku hûn çawa dikarin ji emsala wî feydeyê bistînin. Ji xwe bipirsin: “Gelo emsala Pawlos çawa dikare alî min bike ku ez mesûliyetên xwe bi dilxweşî bînim cih?”

21. Rîspî dikarin ji çi emîn bin?

21 Rîspîno, ji bîr nekin ku Yehowa li benda bêqisûriyê nîne; ew li benda dilsoziyê ye (1. Korîntî 4:2). Yehowa qîmet dida xîret û dilsoziya Pawlosê şandî, û hûn dikarin emîn bin ku ew qîmetê dide xizmeta we jî. Yehowa ‘kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr nake’! (Îbranî 6:10).

KILAM 87 Civînên ku Dilê Me Xurt Dikin

^ par. 5 Em ji bo keda rîspiyên dilovan pir şikurdar in, ne wisa ye? Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çar çetinahiyên ku ew gelek caran rastî wan tên. Wekî din, emê bibînin ku emsala Pawlosê şandî çawa dikare alî rîspiyan bike ku ew di heqê çetinahiyên wisa de werin der. Ji xeynî vê, ev meqale wê alî me bike ku em zêdetir qîmetê bidin rîspiyan, ji wan hez bikin û piştgiriya wan bikin.

^ par. 61 RESIM: Piştî xebatê, birayek ji hevalkarekî xwe re behsa mizgînê dike.

^ par. 63 RESIM: Rîspiyek bi birayekî ku xwe ji kesên din dûr digire re sohbetê dike.

^ par. 65 RESIM: Rîspiyek şîretê dide birayekî ku seba tiştekî hêrs ketiye.

^ par. 67 RESIM: Rîspiyek birayekî ku bala xwe nade îşê xwe rexne nake.