Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 14

Rûspîno, Berdewam kin Çev Bidine Pawlosê Şandî

Rûspîno, Berdewam kin Çev Bidine Pawlosê Şandî

“Çev bidine min” (1 KORINTÎ 11:1).

KILAMA 99 Biratiya Me Bêhesab e

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Wê çima baş be ku rûspî çev bidine Pawlosê şandî?

 PAWLOSÊ şandî xûşk-bira gelek hiz dikir. Ewî bona halxweşiya wan gelek şixul dikir û bona wan xem dikir (Karên Şandiya 20:31). Wana jî Pawlos gelek hiz dikir. Carekê, gava rûspiyên ji Efesê pêhesiyan ku ewana wê Pawlosê şandî îda nevînin, “hemû jî gelekî digiriyan” (Karên Şandiya 20:37). Îro jî, rûspiyên xîret xûşk-bira gelek hiz dikin û bi dil û can bona wan şixul dikin û alî wan dikin (Fîlîpî 2:16, 17). Lê rûspî jî carna rastî çetinaya tên. Gelo çi dikare alî wan bike ku serî ji van çetinaya derxin?

2 Wê baş be ku rûspî dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî (1 Korintî 11:1). Pawlosê şandî merivekî mîna me bû, û carna wîra jî zor bû tiştên rast bike (Romayî 7:18-20). Lê nava çetinayada Pawlos mêrxasî û şabûna xwe unda nedikir. Îro jî rûspî rastî çetinaya tên. Seva ku ewana bikaribin van çetinaya safî kin û şabûna xwe unda nekin, wê baş be ku ewana çev bidine Pawlosê şandî. Gelo çawa? Were em pêbihesin.

3. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine çi?

3 Carna rûspiyara çetin e: (1) him şixulê belakirina mizgînê him jî cabdariyên xweye din bînin sêrî, (2) bona alîkariya xûşk-bira wede veqetînin, (3) himberî kêmasiyên xwe şer bikin (4) û kêmasiyên kesên din sebir kin. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidinê ku Pawlosê şandî çawa serî bi van çetinayara derdixist û rûspî çawa dikarin çev bidine wî.

ŞIXULÊ BELAKIRINA MIZGÎNÊ Û CABDARIYÊN DIN

4. Hine rûspiyara çira çetin e rêberiya şixulê belakirina mizgînê bikin?

4 Carna çira dikare çetin be? Cabdariyên rûspiya gelek in. Mesele, xêncî vê yekê ku ewana cabdar in bona şixulê belakirina mizgînê, gelek ji wana civîna “Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin” derbaz dikin û pê gotara derdikevin. Ewana berdestiyên civatê hîn dikin, û berdewam dikin xûşk-bira hêlan kin û bişidînin (1 Petrûs 5:2). Xêncî vê yekê, hine rûspî ser şixulê avakirin û xweykirina Odên Civata û ser avayên teşkîletê dixebitin. Dîsa jî, mîna hemû xûşk-birên din, cabdariya wane herî ferz ev e, wekî mizgînê bela kin (Metta 28:19, 20).

5. Ji aliyê belakirina mizgînêva, Pawlos meseleke çawa hîşt?

5 Mesela Pawlosê şandî. Gelo Pawlos çira pêşdaçûyî bû? Fîlîpî 1:10-da, ewî got: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin”. Pawlos xwexa jî li gora vê şîretê dijît. Wîra cabdarîk hatibû dayînê, û ewî ev cabdarî ça tiştekî herî ferz hesab dikir. Ewî mizgîn him li ciyên ku gelek meriv hebûn bela dikir, him jî “mal bi mal” (Karên Şandiya 20:20). Ewî ne tenê hine roja yan hine siheta xizmet dikir, lê ew hertim hazir bû ku mizgînê bela ke. Mesele, gava ew bajarê Atînayêda hîviya hevalên xwe bû, ewî hine kesên nav-dengra derheqa mizgînê gilî kir, û hine ji wan bûne şagirtên Îsa Mesîh (Karên Şandiya 17:16, 17, 34). Gava Pawlos girtî bû jî, ewî kesên der-dora xwera mizgîn bela dikir (Fîlîpî 1:13, 14; Karên Şandiya 28:16-24).

6. Pawlos birên din çi hîn dikir?

6 Pawlos wexta xwe bi cûrekî baş dida xebatê. Ewî gelek car gazî kesên din dikir ku ewana tevî wî xizmet bikin. Mesele, ewî carekê Yûhenna, ku jêra Marqos digotin, û careke din jî Tîmotêyo xwera bire xizmetiyê (Karên Şandiya 12:25; 16:1-4). Bêşik Pawlosê şandî nîşanî wan dikir, ku gerekê ew civatê çawa organîze bikin, çawa şivantiyê bikin û çawa bibin dersdarên baş (1 Korintî 4:17).

Mîna Pawlos her gav hazir be ku besa mizgînê bikî (Abzasa 7 binihêre) *

7. Rûspî çawa dikarin temiya ku Pawlos Efesî 6:14, 15-da dabû, biqedînin?

7 Ders. Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rûspî ne tenê mal bi mal xizmet bikin, lê hazir bin ku cûre-cûre derecada merivara besa mizgînê bikin (Efesî 6:14, 15 bixûne). Mesele, ewana dikarin dikanada yan ciyê xebata xwe merivara şedetiyê bidin. Yan jî, gava ewana ser proêktên avakirinê dixebitin, ew dikarin cînar û bazirganara şedetiyê bidin. Gava rûspî xizmetêda nin, wê baş be ku ew mîna Pawlos xîret bikin, wekî berdestiyên civatê û kesên din hîn kin.

8. Dibeke carna lazim be ku rûspî çi bikin?

8 Cabdariyên rûspiya, civatêda yan jî mihalêda çiqas zef bin jî, gerekê ewana bi van cabdariya haqas mijûl nebin, ku bona şixulê belakirina mizgînê wext nemîne. Bona vê yekê, dibeke carna lazim be ku ew hine cabdariyên din qebûl nekin. Pêşiya ku cabdarîkê qebûl kin, wê baş be ku ewana dua bikin û rind bifikirin. Dibeke ewana fem bikin ku heger ewana vê cabdariyê qebûl kin, wexta wan wê têra wan neke ku qulixkirina tevî malbetê derbaz kin, mizgînê bi xîret bela kin yan jî zarên xwe hîn kin ça xizmet kin. Diqewime wanra çetin e ku hine cabdariya qebûl nekin, lê ewana dikarin bawer bin ku Yehowa fem dike, wekî ewana dixwazin her tiştîda orta zêrîn bivînin.

BONA ALÎKARIYA XÛŞK-BIRA WEDE VEQETÎNIN

9. Rûspî carna rastî çi çetinayê tên?

9 Carna çira dikare çetin be? Xizmetkarên Yehowa rastî gelek tengasiya tên. Van rojên axiriyê, em gişk hewcê hêlanê, alîkariyê û berdiliyê ne. Carna jî mera alîkarî lazim e ku em nekevine rêke şaş (1 Têsalonîkî 5:14). Rûspî hemikî nikarin hemû çetinayên xûşk-bira safî kin. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku rûspî çi ji destê wan tê bikin, wekî xizmetkarên wî qewî kin û biparêzin. Heger şixulên rûspiya gelek in, ewana ça dikarin alîkariyê bidine xûşk-bira û dilbîniyê bidine wan?

Payê xûşk-bira bide û wana qewî ke (Abzasa 10 û 12 binihêre) *

10. Li gora 1 Têsalonîkî 2:7, Pawlos hindava xûşk-birada çawa bû?

10 Mesela Pawlosê şandî. Pawlos mecal digeriya ku payê xûşk-bira bide û wana bişidîne. Wê baş be ku rûspî çev bidine wî û bi dilovanî alî xûşk-bira bikin (1 Têsalonîkî 2:7 bixûne). Pawlos wanra digot wekî ew wana hiz dike û Yehowa jî wana hiz dike (2 Korintî 2:4; Efesî 2:4, 5). Pawlos xûşk-bira ça dostên xwe hesab dikir û tevî wana wede derbaz dikir. Ev yek ku ewî wanra aza derheqa tirs û kêmasiyên xwe gilî dikir, nîşan dike wekî ewî îtbariya xwe wana dianî (2 Korintî 7:5; 1 Tîmotêyo 1:15). Lê Pawlosê şandî herî zêde dîna xwe nedida derdên xwe, lê ewî dîna xwe dida ser vê yekê ku ça alî xûşk-bira bike.

11. Pawlos çima şîret dida xûşk-bira?

11 Carna lazim bû ku Pawlosê şandî şîretê bide xûşk-bira. Lê ewî tu car ji hêrsê şîret nedida wan, ewî wana hiz dikir û dixwest wana biparasta. Ewî dixwest ku şîretên wî femdarî bin û bigihîjin dilê wan. Mesele, Pawlos nema xweye Korintiyara şîretên raste-rast nivîsî. Paşî ku ewî ev neme wanra nivîsî, ewî dixwest bizanibûya hela wana ew şîret dane xebatê yan na, lema ewî Tîto şande bal wan. Gava ewî bihîst ku wana şîretên wî qebûl kirin û pêk anîn, ew gelek şa bû (2 Korintî 7:6, 7).

12. Rûspî çawa dikarin xûşk-bira qewî kin?

12 Ders. Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rûspî tevî xûşk-bira wede derbaz kin. Mesele, wê baş be ku ewana hinekî zû herin Oda Civatê, wekî bikaribin pêşiya civîna tevî xûşk-bira xeber din û wan hêlan kin. Carna, bona hêlandayînê bes e wekî rûspî tevî kesekî çend deqa xeber din (Romayî 1:12; Efesî 5:16). Mîna Pawlosê şandî, wê baş be ku rûspî bi saya Xebera Xwedê xûşk-bira qewî kin û wana bidin bawerkirinê ku Xwedê wana hiz dike. Usa jî, gerekê xûşk-bira texmîn kin, ku rûspî wana hiz dikin. Lema jî gerekê rûspî her gav tevî wan xeber din û mecala bigerin ku payê wan bidin. Heger lazim be ku rûspî şîretê bidin kesekî, gerekê ewana vê yekê ser hîmê Xebera Xwedê bikin. Seva ku şîretek bigihîje dilê xûşk-bira, lazim e ku ev şîret bi zelalî û bi dilovanî bê dayînê (Galatî 6:1).

HIMBERÎ KÊMASIYÊN XWE ŞER BIKIN

13. Kêmasiyên şexsî çawa dikarin ser rûspiya hukum kin?

13 Carna çira dikare çetin be? Rûspî bêqisûr nînin. Mîna her kesî, ewana jî şaşiya dikin (Romayî 3:23). Carna wana zor tê ku ser kêmasiyên xwe rast binihêrin. Hinek seva kêmasiyên xwe bi zêdeyî dilteng dibin. Hinek jî ser kêmasiyên xwe sera-bera dinihêrin û ser xwe naxebitin wekî guhastina bikin.

14. Li gora Fîlîpî 4:13, milûktî çawa alî Pawlos dikir wekî himberî kêmasiyên xwe şer bike?

14 Mesela Pawlosê şandî. Pawlos bi milûktî qebûl dikir ku ew tenê nikare himberî kêmasiyên xwe şer bike. Ewî zanibû wekî ew hewcê alîkariya Xwedê ye. Pêşiya ku Pawlos bû şagirtê Îsa Mesîh, ew yekî sert û serhişk bû, û ewî Mesîhî dizêrandin. Lê paşê, ewî şaşiyên xwe anî rûyê xwe, û hazir bû ku nihêrandin û xeyset-hunurên xwe biguhêze (1 Tîmotêyo 1:12-16). Bi saya alîkariya Yehowa, Pawlos bû şivanekî dilovan, dilrem û milûk. Rast e ew seva kêmasiyên xwe eciz dibû, lê ew timê derheqa vê yekê nedifikirî, û baweriya xwe rema Yehowa dianî (Romayî 7:21-25). Ewî zanibû ku ew bêqisûr nîne, lê ewî xîret dikir ku xeysetê xwe li gora xwestina Xwedê biguhêze, û ewî xwe bi milûktî dispart alîkariya Xwedê, wekî şixulê xwe bîne sêrî (1 Korintî 9:27; Fîlîpî 4:13 bixûne).

Ser kêmasiyên xwe bixebite (Abzasa 14 û 15 binihêre) *

15. Gerekê rûspî ser kêmasiyên xwe çawa binihêrin?

15 Ders. Gava kesek ça rûspî tê kifşkirinê, ev nayê hesabê wekî ew bêqisûr e. Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku ewana kêmasiyên xwe qebûl kin û “merivê nû” li xwe kin (Efesî 4:23, 24). Heger rûspî li gora Xebera Xwedê dilê xwe bicêribînin û xîret bikin ku xwe rast bikin, Yehowa wê alî wan bike, ku ew bextewar û pêşdaçûyî bin (Aqûb 1:25).

SEBIRKIRINA HIMBERÎ KÊMASIYÊN KESÊN DIN

16. Heger rûspî dîna xwe bidin kêmasiyên xûşk-bira, çi problêm dikare pêşda bê?

16 Carna çira dikare çetin be? Gava rûspî tevî xûşk-bira gelek wext derbaz dikin, dibeke hine kêmasiyên wan diha bikevine çeva. Lema jî, gerekê rûspî haş ji xwe hebin ku himberî xûşk-bira sert nebin û wana sûcdar nekin, wekî dilê Mîrê-cina şa nekin (2 Korintî 2:10, 11).

17. Pawlosê şandî ser xûşk-bira ça dinihêrî?

17 Mesela Pawlosê şandî. Pawlos hertim ser xûşk-bira pozîtîv dinihêrî. Ewî hemikî şaşiyên wan zanibû, çimkî kirên wan carna ser wî jî hukum dikirin. Lê ewî usa jî fem dikir, ku gava kesek şaşî dike, ev yek nayê hesabê ku ew merivekî xirab e. Ewî xûşk-bira hiz dikir û dîna xwe dida xeysetên wane baş. Gava xûşk-birara çetin bû ku tiştên rast bikin, Pawlos dîsa jî nedifikirî ku nêta wan xirab e, lê fem dikir ku ewana hewcê alîkariyê ne.

18. Gava nav du xûşkada problêm pêşda hat, Pawlos çi kir? (Fîlîpî 4:1-3)

18 Mesele, bîne bîra xwe ku gava nav du xûşkên civata Fîlîpyayêda problêm pêşda hat, Pawlos çi kir (Fîlîpî 4:1-3 bixûne). Pawlos ev du xûşk, Eyodiya û Sintîxa, rind nas dikirin. Ewî zanibû ku wana gelek sala bi milûktî xizmet kiribûn, û ew bawer bû ku Yehowa wana hiz dike. Lema jî Pawlos ew sert sûcdar nekirin, lê ewî dîna xwe da xeysetên wane baş, û dixwest alî wan bike wekî ewana li hev bên. Bi saya nihêrandina pozîtîv, ewî şabûna xwe unda nedikir, û dostiya wî tevî xûşk-bira xirab nedibû.

Kesên din sûcdar neke (Abzasa 19 binihêre) *

19. (a) Rûspî çawa dikarin nihêrandina rast ser xûşk-bira xwey kin? (b) Tu ji vî şiklê ku rûspî Oda Civatê temiz dike, çi hîn dibî?

19 Ders. Rûspîno, dîna xwe bidine xeysetên baş yên xûşk-bira! Rast e her kes gunekar e, lê xeyset-hunurên baş bal her kesî heye (Fîlîpî 2:3). Dibeke carna lazim be ku rûspî fikir û nihêrandinên xûşk-bira rast kin. Dîsa jî, mîna Pawlos, wê baş be ku hêrsa wan seva gotin û kirên xûşk-bira ranebe, lê dîna xwe bidin vê yekê ku xûşk-bira Yehowa çiqas hiz dikin, çawa bi sebir Xwedêra xizmet dikin û dikarin qenciyê bikin. Rûspî bi nihêrandina xweye pozîtîv, civat dikine mîna hêlûneke xweş û germ.

BERDEWAM KE ÇEV BIDE PAWLOSÊ ŞANDÎ

20. Rûspî çawa dikarin ji mesela Pawlosê şandî karê bistînin?

20 Rûspîno, berdewam kin mesela Pawlosê şandî lêkolîn bikin. Mesele, “Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyêda”, binihêrin binserî “Pawlos”, û “mesela bona rûspiya”. Çaxê hûn van gotara bixûnin, ji xwe bipirsin: “Gelo mesela Pawlos çawa dikare alî min bike, ku ez cabdariyên xwe bi şabûnê bînim sêrî?”

21. Rûspî dikarin çida bawer bin?

21 Rûspîno, bîr nekin ku Yehowa ji we hîviya bêqisûrtiyê nîne, ew hîviya aminiyê ye (1 Korintî 4:2). Yehowa xîret û aminiya Pawlosê şandî qîmet dikir, û hûn dikarin bawer bin, wekî Ew xizmeta we jî qîmetê dike. Yehowa wê tu car bîr neke “kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê . . . , ya ku we cimeta Xwedêra xizmetkarî kir û dikin jî”! (Îbranî 6:10).

KILAMA 87 Werên! Hêlana Bistînin

^ abz. 5 Em cefê rûspiyên dilovan gelek dişêkirînin! Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine çar çetinaya, ku rûspî gelek cara rastî wan tên. Usa jî, emê bivînin ku mesela Pawlosê şandî çawa dikare alî rûspiya bike, wekî ewana van çetinaya safî kin. Xêncî vê yekê, ev gotar wê alî me bike ku em rûspiya hê zêde qîmet kin, wana hiz bikin û piştgiriya wan bikin.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Paşî xebatê, birak mizgînê hevalkarekî xwera gilî dike.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspîk tevî birakî ku xwe ji kesên din dûr digire, xeber dide.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspîk şîretê dide birakî ku seva tiştekî eciz bûye.

^ abz. 67 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspîk birakî ku dîna xwe nade şixulê xwe, sûcdar nake.