Here Naverokê

Here naverokê

Tu Çawa Dikarî li Gel Xemên Xwe Sebat Bikî?

Tu Çawa Dikarî li Gel Xemên Xwe Sebat Bikî?

XEM dikare wek kevirekî giran li ser dilê mirovan be (Methelokên Silêman 12:25). Gelo tu jî carinan dikevî vî halî? Gelo tu di bin vî barî de difetisî? Eger wisa ye, bawer be ku tu tenê nînî. Gelek kes dikevin stres yan depresyonê ji ber ku lazim e ku ew li merivên xwe binêrin, ji ber ku hezkiriyekî wan miriye yan ji ber ku ew rastî felaketeke tebîetê yan tengasiyeke din hatine. Gelo em çawa dikarin li gel xemên wisa sebat bikin? a

Serpêhatiya Dawid Padîşah dikare alî me bike. Ew di jiyana xwe de rastî gelek tengasiyan dihat, heta ew çend caran li ber mirinê bû jî (1. Samûyêl 17:34, 35; 18:10, 11). Gelo Dawid çawa li gel xemên xwe sebat dikir? Gelo em çawa dikarin wî ji xwe re bikin emsal?

DAWID ÇAWA LI GEL XEMÊN XWE SEBAT DIKIR?

Dawid di carekê de rastî gelek probleman dihat. Mesela, bîne bîra xwe ku gava ew ji Saûl Padîşah, ê ku dixwest ew bikuşta, direviya, çi qewimî. Wexta ku Dawid û leşkerên wî ji şer vegeriyan, wan dît ku dijminan her tiştê wan dizîbû, xaniyên wan şewitandibûn û malbatên wan revandibûn. Hingê ew gişt “bi dengekî bilind giriyan”. Bi ser de, hin leşkeran Dawid sûcdar dikir û dixwest wî “bidin ber keviran” (1. Samûyêl 30:1-6, Mizgînî). Êdî li ber Dawid sê problemên mezin hebûn: Malbata wî di talûkeyê de bû, leşkerên wî dixwest ew bikuşta û Saûl Padîşah hê li pey wî bû. Ka bîne ber çavê xwe ku derdê Dawid çi qas giran bû!

Di vî halê zor de, Dawid xwe spart Yehowa û ji wî qewet stand. Gelo çawa? Em dizanin ku Dawid her tim ji Yehowa re dua dikir, ji wî alîkarî dixwest û dianî bîra xwe ku li demên berê, Yehowa çawa alî wî kiribû (1. Samûyêl 17:37; Zebûr 18:2, 6). Îcar jî, Dawid dizanibû ku ew hewceyî rêberiya Yehowa ye, loma wî ji Yehowa pirsî ka gerek ew çi bike. Piştî ku Dawid rêberiya Yehowa stand, ew hemen ket hereketê. Di netîceyê de, Yehowa alî Dawid û hevalên wî kir, û wan malbatên xwe û eşyayên xwe ji destê dijminan xelas kirin (1. Samûyêl 30:7-9, 18, 19). Belê, Dawid sê tiştên muhîm kirin: Wî dua kir ku Yehowa alî wî bike, wî anî bîra xwe ku Yehowa berê çawa alî wî kiribû, û ew li gor rêberiya Yehowa ket hereketê. Gelo em çawa dikarin çav bidin Dawid? Bala xwe bide van sê nuqteyan.

ÇAV BIDE DAWID PADÎŞAH

1. Dua bike: Gava em rastî tengasiyan tên, em dikarin ji Yehowa re dua bikin, da ku ew alî me bike û hîkmetê bide me. Em dikarin dirêj dirêj dua bikin û hemû xem û derdên xwe ji wî re bibêjin. Yan jî, eger ev yek ne mumkin e, em dikarin bi kurtasî bêdeng dua bikin. Wek Dawid, bila em jî her tim wisa bibêjin: “Xudan e zinarê min, kanî û rizgarkarê min” (Zebûr 18:2). Gelo tesîra duayê çi ye? Pêşengeke bi navê Kahlia wisa dibêje: “Piştî duakirinê, hizûr dikeve dilê min. Dua alî min dike ku ez wek Yehowa bifikirim û xwe zêdetir bispêrim wî.” Belê, dua hediyeyeke pir biqîmet e, ya ku alî me dike ku em li gel xemên xwe sebat bikin.

2. Bîne bîra xwe: Tê bîra te ku bi alîkariya Yehowa, te çawa li gel hin tengasiyan sebat kiribû? Gava em tînin bîra xwe ku Yehowa çawa piştgiriya me û xizmetkarên xwe yên berê kiribû, qeweta me zêde dibe û baweriya me xurttir dibe (Zebûr 18:17-19). Rîspiyekî bi navê Joshua wisa dibêje: “Di destê min de lîsteya duayên bersivandî heye. Ev lîste alî min dike ku ez bînim bîra xwe ku min çawa tiştek ji Yehowa xwestibû û wî ev tişt dabû min.” Belê, eger em li ser tiştên ku Yehowa jixwe ji bo me kirine, kûr bifikirin, emê ji nû ve qewetê bistînin ku li hemberî xeman micadele bikin.

3. Bikeve hereketê: Berî ku em qerarê bidin ku çi bikin, wê baş be ku em di Peyva Xwedê de li rêberiya saxlem bigerin (Zebûr 19:7, 11). Ji bo ku em rind fehm bikin ku ayetek çawa bi halê me ve girêdayî ye, lazim e ku em vê ayetê rind lêkolîn bikin. Rîspiyekî bi navê Jarrod dibêje: “Bi saya lêkolînê, ez baştir fehm dikim ku ayetek tê çi maneyê û ku Yehowa ji min re çi dibêje. Ev yek dilê min digire, da ku ez li gor rêberiya wî hereket bikim.” Eger em di Nivîsarên Pîroz de li rêberiya Yehowa bigerin û li gor vê rêberiyê hereket bikin, wê li me hêsantir bê ku em li gel xemên xwe sebat bikin.

YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE

Dawid fehm dikir ku ji bo ku ew karibe li gel xemên xwe sebat bike, ew hewceyî alîkariya Yehowa ye. Ji van gotinên wî eşkere ye ku wî çi qas qîmet dida desteka Yehowa: “Bi Xwedayê xwe derbas dibim dîwar û çeper. Ew Xwedê, ku hêz dide min” (Zebûr 18:29, 32). Em belkî difikirin ku tengasiyên me wek “dîwar” in, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin ji dîwarên wisa derbas bibin. Belê, eger em dua bikin ku Yehowa alî me bike, bînin bîra xwe ku wî heta niha çawa alî me kiriye û li gor rêberiya wî bikevin hereketê, em dikarin bawer bin ku ewê qewet û hîkmetê bide me, da ku em karibin li gel xemên xwe sebat bikin!

a Wê belkî lazim be ku kesekî ku xema giran dikişîne alîkariya tibî bistîne.