Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Ça Dikarî ber Xemên Xwe Sebir kî?

Tu Ça Dikarî ber Xemên Xwe Sebir kî?

XEM dikare mîna kevirekî giran ser dilê me be (Metelok 12:25). Tu qe ketî vî halî? Gelo tu carna difikirî ku sebira te îda nemaye? Heger usa ye, bawer be wekî tu tenê nînî. Gelek kes dilteng dibin, dikevine strêsê yan dêprêsyayê, çimkî miqatî neferên xwe dibin, merivê xweyî nêzîk unda dikin, yan jî rastî teşqeleke tebiyetê hatine. Gelo em ça dikarin ber xemên xwe sebir kin? *

Serhatiya Dawid Padşa dikare alî me bike. Ew jîyîna xweda rastî gelek tengasiya dihat, û ew çend cara ber mirinê bû jî (1 Samûyêl 17:34, 35; 18:10, 11). Gelo Dawid çawa ber xemên xwe sebir dikir? Gelo em ça dikarin çev bidine wî?

DAWID ÇAWA BER XEMÊN XWE SEBIR DIKIR?

Dawid carekêra rastî gelek problêma dihat. Mesele, bîne ber çevê xwe ku gava ew ji Şawûl Padşa direviya, yê ku dixwest ew bikuşta, çi qewimî. Çaxê Dawid tevî eskerên xwe ji şer vegeriya, wana dît ku dijmin mal û milkê wan dizîbûn, xaniyên wan şewitandibûn û malbetên wan revandibûn. Hingê ewana “bi dengekî bilind giriyan”. Serda jî, hine hevalên Dawid ew sûcdar dikirin û dixwestin wî “bidin ber kevira” (1 Samûyêl 30:1-6, ÎM). Hingê Dawid rastî sê problêmên mezin hat: Malbeta wî qeziyêda bû, hevalên wî dixwestin wî bikujin û Şawûl Padşa hê pey wî diket. Hela bifikire derdê Dawid çiqas giran bû!

Hingê Dawid çi kir? Ewî xwe sparte Yehowa û ji wî qewat stand. Gelo Dawid ev yek çawa kir? Em zanin ku Dawid hertim Yehowara dua dikir, ji wî alîkarî dixwest û dianî bîra xwe, ku wedê berê Yehowa çawa alî wî kiribû (1 Samûyêl 17:37; Zebûr 18:2, 6). Îjar jî, Dawid zanibû ku ew hewcê rêberiya Yehowa ye, lema jî ewî ji Yehowa pirsî hela ew gerekê çi bike. Çaxê Dawid rêberiya Yehowa stand, ew derbêra pey vê rêberiyê çû. Axiriyêda, Yehowa alî wan kir, û wana malbetên xwe û mal û milkê xwe paşda vegerandin (1 Samûyêl 30:7-9, 18, 19). Te dîna xwe da ku Dawid kîjan sê tiştên ferz kirin: Ewî dua kir ku Yehowa alî wî bike, ewî anî bîra xwe ku Yehowa berê çawa alî wî kiribû, û ew derbêra pey rêberiya Yehowa çû. Gelo em çawa dikarin çev bidine Dawid? Dîna xwe bide van sê tiştên ferz.

ÇEV BIDE DAWID PADŞA

1. Dua bike: Gava em rastî tengasiya tên, em dikarin Yehowara dua bikin, wekî ew alî me bike û bîlaniyê bide me. Em dikarin dirêj dua bikin û hemû xem û derdên xwe wîra bêjin. Yan jî, heger cara ew yek nayê standinê, em dikarin kin dilê xweda dua bikin. Mîna Dawid, were em jî hertim usa bêjin: “Xudan e zinarê min, kela û xilazkirê min, Xwedêyê min, qeyayê min, ez xwe didime bin sîya Wî. Ew e mertal, stirûyê xilazbûnê û sitargeha min” (Zebûr 18:2). Gelo kara dua bi rastî heye? Pêşengeke bi navê Kahlîa usa dibêje: “Paşî duakirinê, edilayî dikeve dilê min. Dua alî min dike ku ez mîna Yehowa bifikirim û hê zêde îtbariya xwe wî bînim”. Belê, dua pêşkêşeke pir qîmet e, ya ku alî me dike wekî em ber xemên xwe sebir kin.

2. Bîne bîra xwe: Tê bîra te ku bi saya alîkariya Yehowa, te çawa ber hine tengasiya sebir kiribû? Gava em tînin bîra xwe ku Yehowa çawa piştgiriya me û xizmetkarên xweye berê kiriye, qewata me zêde dibe, û em diha zêde xwe dispêrin wî (Zebûr 18:17-19). Rûspîkî bi navê Coşûa usa dibêje: “Min xwera başqe cabên duayên xwe nivîsiye. Ev yek alî min dike wekî ez bînim bîra xwe ku çawa Yehowa ev tişt dabû min, çi ku minra lazim bû”. Belê, heger em ser tiştên ku Yehowa îda bona me kiriye, kûr bifikirin, emê tezeda qewatê bistînin wekî ber diltengiyê sebir kin.

3. Pey rêberiyê here: Pêşiya ku em tiştekî safî kin, wê baş be wekî em Xebera Xwedêda rêberiyê bigerin (Zebûr 19:7, 11). Seva ku em rind fem bikin ku rêzek çawa halê meva girêdayî ye, lazim e em rind lêkolîn bikin. Rûspîkî bi navê Cêrod dibêje: “Bi saya lêkolînê, ez diha baş fem dikim ku filan rêz çi tê hesabê û ku Yehowa minra çi dibêje. Ev yek dilê min digire, wekî ez pey rêberiya wî herim”. Heger em Nivîsarên Pîrozda rêberiya Yehowa bigerin û pey vê rêberiyê herin, wê mera diha hêsa be ber xemên xwe sebir kin.

YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE

Dawid fem dikir ku seva ew bikaribe ber xemên xwe sebir bike, ew hewcê alîkariya Yehowa ye. Ji van gotinên wî eşkere ye, ku ewî alîkariya Yehowa gelek qîmet dikir: “Pê Te ez hicûmî ser ordîyê dikim û pê Xwedêyê xwe ser sûrara banzdidim. Xwedê ye, Yê ku min qewat dike” (Zebûr 18:29, 32). Em dibeke difikirin wekî tengasiyên me mîna “sûr” in ku nayêne altkirinê, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin ber hemû tengasiya sebir kin. Belê, heger em dua bikin wekî Yehowa alî me bike, bînin bîra xwe ku ewî heta niha çawa alî me kiriye û derbêra pey rêberiya wî herin, em dikarin bawer bin ku ewê qewat û bîlaniyê bide me, wekî em bikaribin ber xemên xwe sebir kin!

^ abz. 2 Dibeke lazim be wekî kesê ku timê xema giran dikişîne, here bal hekîm.