Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 17

Dayikno – Çav Bidin Evnîkeyê!

Dayikno – Çav Bidin Evnîkeyê!

“Ji hînkariyên diya xwe neqete! Ji ber ku, dê vana, bona serê te bibin çelengek dilovan, bona histuyê te jî gerdaniyek” (METHELOKÊN SILÊMAN 1:8, 9).

KILAM 137 Xwişkên Dilsoz

PÊŞGOTIN a

Diya Tîmotêyos Evnîke û pîrika wî Loîs pir dilşad û serfiraz in ku Tîmotêyos bin av dibe (Li paragrafa 1ê binêre)

1-2. (a) Evnîke kî bû, û li ber wê çi çetinahî hebû? (b) Resmê li rûyê kovarê şîrove bikin.

 KITÊBA PÎROZ her çi qas behsa roja binavbûna Tîmotêyos nake jî, em dikarin bawer bin ku wê rojê, diya wî Evnîke gelekî dilxweş bû (Methelokên Silêman 23:25). Ka xeyal bikin ku Tîmotêyos çawa dikeve avê. Evnîke û pîrika Tîmotêyos Loîs biheyecan li wî dinêrin. Gava Tîmotêyos ji avê derdikeve, çavên Evnîkeyê bi hêstiran ve tije dibin. Ew serbilind e ji ber ku keda wê ku kurê xwe di rêya Yehowa û Îsa Mesîh de hîn bike, neçûye avê. Heta ku Evnîke gihîşt vê netîceyê, wê serî bi çi çetinahiyan re derxist?

2 Bavê Tîmotêyos, zilamekî Yûnanî bû, lê dayik û pîrika wî Cihû bûn (Karên Şandiyan 16:1). Bi îhtimaleke mezin wexta ku Tîmotêyos hê zarok bû, Evnîke û Loîs bûn şagirtên Îsa Mesîh, lê bavê wî riya rastiyê qebûl nekir. Gava ku Tîmotêyos mezin dibû, li ber wî çend rê hebûn: Baweriya bavê wî, dînê Cihûyan û riya Îsa Mesîh. Diya wî bê şik meraq dikir ka Tîmotêyos wê kîjan rê hilbijêre.

3. Li gor Methelokên Silêman 1:8, 9, Yehowa li xîreta dayikan çawa dinêre?

3 Îro jî, dayikên ku şagirtên Îsa Mesîh in ji zarokên xwe hez dikin. Ji her tiştî zêdetir, ew dixwazin alî zarokên xwe bikin ku ew bibin dostên Yehowa, û Yehowa pir qîmetê dide xîreta wan (Methelokên Silêman 1:8, 9 bixwîne). Yehowa rêberiya gelek dayikan kiriye ku ew zarokên xwe di riya rastiyê de mezin bikin.

4. Hin dayik rastî çi çetinahiyan tên?

4 Bandora dinyaya Îblîs pir giran e. Loma, dayik carinan meraq dikin ka zarokên wan wê riya Yehowa hilbijêrin yan na (1. Petrûs 5:8). Bi ser de, gelek dayik zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikin, yan jî bav Şahidê Yehowa nîne. Mesela, xwişkeke bi navê Christine b dibêje: “Zilamê min bavekî baş bû, û wî xema min û zarokan dixwar, lê wî nedixwest ku ez zarokan wek Şahidên Yehowa mezin bikim. Bi salan, ez gelek giriyam, û min meraq dikir ka zarokên min wê çawa werin ser riya rastiyê.”

5. Li vê meqaleyê, emê çi şêwir bikin?

5 Dayikno, hûn dikarin mîna Evnîkeyê serkeftî bibin! Li vê meqaleyê, emê şêwir bikin ku hûn çawa dikarin zarokên xwe mîna Evnîkeyê hem bi gotinên xwe hem jî bi kirinên xwe hîn bikin. Wekî din, emê bibînin ku Yehowa wê çawa alî we bike.

ZAROKÊN XWE BI GOTINÊN XWE HÎN BIKIN

6. Wek 2. Tîmotêyos 3:14, 15 nîşan dide, Tîmotêyos çawa bû şagirtê Îsa Mesîh?

6 Gava ku Tîmotêyos hê biçûk bû, diya wî xîret dikir ku Nivîsarên Pîroz hînî wî bike. Wê demê, Evnîkeyê mizgîna di heqê Îsa Mesîh de hê nebihîstibû, loma wê lawê xwe tenê li gor baweriya Cihûyan perwerde dikir. Dîsa jî, tiştên ku Tîmotêyos ji Nivîsarên Pîroz hîn bûbû alî wî kir ku ew riya rastiyê qebûl bike. Loma, gava ew xort bû, wî qerar da ku bibe şagirtê Îsa Mesîh. Bê şik, yek ji sebebên ku Tîmotêyos rastiya di heqê Îsa Mesîh de qebûl kir ev bû ku diya wî ew hîn kiribû (2. Tîmotêyos 3:14, 15 bixwîne). Ka bînin ber çavê xwe ku Evnîke çi qas şa bû ji ber ku wê lawê xwe di riya rastiyê de mezin kiriye. Navê “Evnîke” tê maneya “serketin”, û Evnîke bi rastî jî hêjayî navê xwe bû!

7. Piştî binavbûna Tîmotêyos, Evnîkeyê çawa dikaribû alî wî bikira ku ew qerarên baş bide?

7 Di jiyana Tîmotêyos de, binavbûn helbet gaveke muhîm bû, lê Evnikeyê bê şik di heqê tiştên din de jî xem dixwar: Gelo ewê jiyaneke çawa bajo? Gelo ewê bi kesên nebaş re hevaltiyê bike? Gelo ewê li bajarê Atînayê here mektebê û fikrên fîlozofên pûtperest qebûl bike? Gelo ewê wext, qewet û ciwantiya xwe ji bo qazanckirina mal û milk îsraf bike? Helbet lazim bû ku Tîmotêyos van qeraran xwe bi xwe bide. Dîsa jî, Evnîkeyê dikaribû alî wî bikira ku ew qerarên baş bide. Gelo çawa? Mesela, wê dikaribû alî kurê xwe bikira ku ew ji Yehowa ji dil hez bike û ji bo fîdyeyê şikurdar be. Helbet, eger tenê dê yan bav şagirtê Îsa Mesîh e, ev yek hêsan nîne. Ji aliyê din ve, hem dê hem bav her du Şahidên Yehowa ne jî, carinan li wan hêsan nayê ku bigihîjin dilê zarokên xwe, da ku ew ji Yehowa hez bikin û bibin xizmetkarên wî. Gelo dê û bav dikarin ji emsala Evnîkeyê çi dersê bistînin?

8. Eger bav Şahidê Yehowa ye, dayik çawa dikare alî wî bike ku ew zarokan di riya rastiyê de hîn bike?

8 Kitêba Pîroz bi zarokên xwe re lêkolîn bikin. Xwişkno, eger zilamê we Şahidê Yehowa ye, Yehowa dixwaze ku hûn alî wî bikin ku ew zarokan di riya rastiyê de hîn bike. Mesela, wê baş be ku hûn bi dewamî piştgiriya bernameya ji bo Îbadeta Malbatê bikin. Di heqê vê bernameyê de pozîtîf xeber bidin, û bifikirin ka hûn dikarin çi bikin, da ku Îbadeta Malbatê xweş derbas bibe. Belkî hûn dikarin ji bo hazirkirina projeyeke xisûsî ya ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz alî zilamê xwe bikin. Wekî din, eger saliya zarokan êdî digihîje ku ew bi kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! kursa şexsî bistînin, wê baş be ku hûn bi zilamê xwe re hevkariyê bikin, da ku programa lêkolînê rind bimeşe.

9. Eger bav Şahidê Yehowa nîne, dayik dikare ji ku derê alîkariyê bistîne?

9 Ji ber ku hin dayik zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikin yan ji ber ku bav Şahidê Yehowa nîne, lazim e ku dayik bi xwe Kitêba Pîroz bi zarokên xwe re lêkolîn bikin. Eger halê we wisa ye, bi zêdeyî xeman nexwin, çimkî Yehowa wê alî we bike. Ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz, hûn dikarin hacetên hînkirinê, yên ku Yehowa bi destê teşkîlata xwe tedarek kirine, bi kar bînin. Wekî din, hûn dikarin ji dê û bavên din bipirsin ka ew van hacetan çawa di Îbadeta Malbatê de bi kar tînin c (Methelokên Silêman 11:14). Ji xeynî vê, Yehowa dikare alî we bike ku hûn fikrên zarokan rind fehm bikin û bigihîjin dilê wan (Methelokên Silêman 20:5). Mesela, pirseke wek “Li mektebê, herî zêde çi li te zor tê?” dikare bibe destpêka sohbeteke bifeyde.

10. Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew Yehowa nas bikin?

10 Li fersendan bigerin ku ji zarokan re behsa Yehowa bikin. Behsa Yehowa û bereketên ku we ji wî standine, bikin (5. Mûsa 6:6, 7; Îşaya 63:7). Ev yek pir muhîm e, bi xisûsî eger hûn nikarin lêkolîna Kitêba Pîroz her hefte li malê bi zarokên xwe re derbas bikin. Christine, ya ku me berê behsa wê kiribû, dibêje: “Fersendên ji bo sohbetên di heqê Yehowa de hindik bûn, loma min hewl dida ku van fersendan rind bi kar bînim. Mesela, gava em li tebîetê dimeşiyan yan bi qeyîkê digeriyan, me li ser tiştên ku Yehowa xuliqandine û gelek mijarên ruhî sohbet dikir. Gava saliya zarokên min gihîşt, min ji wan re digot ku bila ew Kitêba Pîroz xwe bi xwe lêkolîn bikin.” Wekî din, di heqê teşkîlata Yehowa û xwişk û birayan de pozîtîf xeber bidin. Rîspiyan rexne nekin, da ku zarokên we îtibara xwe bi wan bînin.

11. Li gor Aqûb 3:18, çima muhîm e ku em li malê aştiyê bi pêş bixin?

11 Li malê aştiyê bi pêş bixin. Ji zilam û zarokên xwe re nîşan bidin ku hûn ji wan hez dikin. Bi hurmet û nezaket behsa zilamê xwe bikin, û zarokên xwe hîn bikin ku ew jî bi xeberdana xwe qedrê bavê xwe bigirin. Bi vî awayî, malbata we wê bihizûr be, û wê li we hêsantir bê ku hûn zarokên xwe di riya Yehowa de mezin bikin (Aqûb 3:18 bixwîne). Serpêhatiya birayekî bi navê Jozsef, ê ku li Romanyayê pêşengê xisûsî ye, bînin ber çavê xwe. Wexta ku ew mezin dibû, bavê wî nedihişt ku ew, diya wî, xwişka wî û du birayên wî bi rihetî ji Yehowa re xizmet bikin. Jozsef dibêje: “Diya me pir xîret dikir ku mala me bihizûr be. Her ku hal û hereketên bavê min serttir dibûn, hal û hereketên diya min nermtir dibûn. Gava wê didît ku li me zor tê ku em qedrê bavê xwe bigirin û guhdariya wî bikin, wê gotinên Efesî 6:1-3 bi me re şêwir dikirin. Paşê, wê behsa sifetên baş ên bavê me dikir û rêyî me dida ku gerek em çima qîmetê bidin wî. Bi vî awayî, wê gelek caran alî me dikir ku di nav me de aştî hebe.”

ZAROKÊN XWE BI KIRINÊN XWE HÎN BIKIN

12. Li gor 2. Tîmotêyos 1:5, emsala Evnîkeyê çawa li ser Tîmotêyos tesîr kir?

12 2. Tîmotêyos 1:5 bixwîne. Evnîke ji Tîmotêyos re emsaleke baş bû. Wê bê şik rêyî wî dida ku baweriya rastîn bi kirinan ve girêdayî ye (Aqûb 2:26). Tîmotêyos bê guman ji kirinên diya xwe fehm dikir ku ew ji Yehowa çi qas hez dike. Gelo emsala Evnîkeyê çawa li ser Tîmotêyos tesîr kir? Wek Pawlosê şandî got, baweriya Tîmotêyos mîna baweriya diya wî qewî bû. Ev yek ne tesadûf bû. Tîmotêyos bala xwe dabû emsala diya xwe, û wî dixwest mîna wê bike. Îro jî, gelek dayik “bê gotin” gihîştine dilê maliyên xwe (1. Petrûs 3:1, 2). Hûn jî dikarin wisa bikin. Gelo çawa?

13. Çima muhîm e ku dayik ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re?

13 Herî zêde bala xwe bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa re (5. Mûsa 6:5, 6). Wek piraniya dayikan, hûn jî pir fedakariyê dikin. Ji bo hewcedariyên fîzîkî yên zarokên xwe, hûn wext, pere, xew û tiştên din feda dikin. Dîsa jî, gerek hûn bi van hewcedariyan ew qas mijûl nebin ku hûn têra xwe bala xwe nedin dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Loma, bi dewamî ji bo duaya şexsî, lêkolîna Kitêba Pîroz û civînan wextê veqetînin. Bi vî şeklî, hûnê nêzîkî Yehowa bimînin, û hûnê hem ji malbata xwe re hem jî ji kesên din re bibin emsalên baş.

14-15. Hûn ji serpêhatiyên Leanne, Maria û João çi dersê distînin?

14 Ka bala xwe bidin çend serpêhatiyên ciwanên ku bi saya emsala diya xwe ji Yehowa hez kiriye û baweriya xwe bi wî aniye. Leanne di heqê diya xwe Christine’ê de wisa dibêje: “Dema ku bavê me li malê bû, me nikaribû Kitêba Pîroz lêkolîn bikira. Lê belê, diya me her tim diçû civînan. Loma, zanîna me ya di heqê Kitêba Pîroz de her çi qas hindik bû jî, me ji emsala wê û ji baweriya wê pir feyde distand. Wexteke dirêj berî ku me dest bi çûyîna civînan kir, me jixwe dizanibû ku riya rast ev e.”

15 Malbata xwişkeke bi navê Maria carinan ji aliyê bav ve dihat cezakirin ji ber ku ew diçûn civînan. Maria dibêje: “Diya min xwişkeke pir mêrxas e. Wexta ku ez zarok bûm, ez ditirsiyam ku kesên din wê çi bibêjin, loma min xwe paş dixist. Lê gava min didît ku diya min çi qas mêrxas e û di jiyana xwe de Yehowa her tim dixe cihê pêşîn, tirsa mirovan ji dilê min derket.” Birayekî bi navê João, yê ku bavê wî îzin nedida ku ew li malê li ser Kitêba Pîroz xeber bidin, dibêje: “Vê yekê ku diya min hazir bû ku her tiştê ji xeynî hezkirina Yehowa berde ku dilê bavê min xweş bike, pir dilê min digirt.”

16. Emsala dayikan çawa dikare ser kesên din tesîr bike?

16 Dayikno, ji bîr nekin ku emsala we li ser kesên din jî tesîr dike. Gelo çawa? Bînin ber çavê xwe ku emsala Evnîkeyê çawa li ser Pawlosê şandî tesîr kir. Wî fehm kir ku baweriya saxlem a Tîmotêyos pêşî di dilê diya wî Evnîkeyê de hebû (2. Tîmotêyos 1:5). Gelo Pawlos kengê baweriya Evnîkeyê cara pêşîn dît? Bi îhtimaleke mezin, Pawlos li dema gera xwe ya ewilî li bajarê Lîstrayê rastî Loîs û Evnîkeyê hatibû, û dibe ku ew bi saya alîkariya wî bûn şagirtên Îsa Mesîh (Karên Şandiyan 14:4-18). Ka bifikirin: Weke 15 sal bi şûn de, gava Pawlos ji Tîmotêyos re nivîsî, wî hê dianî bîra xwe ku Evnîke emsaleke çi qas baş e. Eşkere ye ku dilsoziya wê ser Pawlos – û bi îhtimaleke mezin ser xwişk û birayên din jî – kûr tesîr kiribû. Eger hûn zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikin yan eger zilamê we Şahidê Yehowa nîne, bawer bin ku dilsoziya we teşwîq û cesaretê dide kesên din jî.

Ji bo perwerdekirina zarokan wext lazim e. Loma, dev ji xîreta xwe bernedin! (Li paragrafa 17an binêrin)

17. Eger hûn difikirin ku li gel perwerdeya we, zarokê we naxwaze ji Yehowa re xizmet bike, gerek hûn çi bikin?

17 Eger hûn difikirin ku li gel perwerdeya we, zarokê we naxwaze ji Yehowa re xizmet bike, hûn dikarin çi bikin? Ji bîr nekin ku ji bo perwerdekirina zarokan, wext lazim e. Wek resim nîşan dide, gava mirov toximekî diçîne, ew carinan meraq dike ka rojekê, toxim wê bibe dareke berdar yan na. Mezinbûna darê ne di destê mirov de ye, lê dîsa jî, ew dikare av bide, da ku dar karibe mezin bibe (Marqos 4:26-29). Mîna vê, hûn belkî meraq dikin ka gotinên we digihîjin dilê zarokên we yan na. Netîce helbet ne di destê we de ye. Lê dîsa jî, gava hûn çi ji destê we tê dikin ku wan perwerde bikin, hûn fersendeke baş didin wan, da ku ew bibin dostên Yehowa (Methelokên Silêman 22:6).

XWE BISPÊRIN ALÎKARIYA YEHOWA

18. Yehowa çawa dikare alî zarokên we bike ku ew bibin dostên wî?

18 Bi hezaran salan, Yehowa alî gelek zarok û ciwanan kiriye ku ew bibin dostên wî (Zebûr 22:9, 10). Bi alîkariya Yehowa, zarokên we jî dikarin bibin dostên wî (1. Korîntî 3:6, 7). Lê eger zarokên we îro bi dil û can ji Yehowa re xizmet nakin jî, bawer bin ku eger ew bi gaveke biçûk nîşan bidin ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e, Yehowa wê rê veke ku ew bibin dostên wî (Zebûr 11:4; Karên Şandiyan 13:48, NWT; 2. Dîrokan 16:9). Wekî din, Yehowa dikare alî we bike ku hûn di wexta rast de tiştê rast bibêjin – yanî gava ku hewcedariya zarokên we hebe (Methelokên Silêman 15:23). Yan jî, Yehowa dikare ser dilê xwişk yan birayekî din tesîr bike ku ew bi zarokên we eleqedar bibe. Wexta ku zarokên we êdî mezin bûne, Yehowa dikare tiştekî ku we di zaroktiya wan de ji wan re gotibû bîne bîra wan (Yûhenna 14:26). Eger hûn zarokên xwe bi gotin û kirinên xwe bi dewamî perwerde bikin, Yehowa wê we xelat bike.

19. Hûn çima dikarin emîn bin ku Yehowa ji we razî ye?

19 Dayikno, Yehowa ji we hez dike. Hezkirina wî bi qerarên zarokên we ve girêdayî nîne. Ew ji we hez dike ji ber ku hûn ji wî hez dikin. Eger hûn zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikin, bawer bin ku Yehowa wê ji zarokên we re bibe Bav, û ewê ji we re bibe Star (Zebûr 68:5). Qerarên zarokên we helbet ne di destê we de ne. Dîsa jî, eger hûn bi dewamî xwe bispêrin alîkariya Yehowa û çi ji destê we tê bikin, ewê ji we razî be.

KILAM 134 Zarok Emaneteke ji Xwedê ne

a Ev meqale nîşan dide ku dayik çawa dikarin ji emsala dayika Tîmotêyos Evnîkeyê feydeyê bistînin û alî zarokên xwe bikin ku ew Yehowa nas bikin û ji wî hez bikin.

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.