Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 17

Dayîkno, Çev Bidine Eynikê!

Dayîkno, Çev Bidine Eynikê!

“Hînkirina dîya xwe pêpes neke. Çimkî ewê çawa kofîya rewş-keremê li serê te bin” (METELOK 1:8, 9).

KILAMA 137 Kulfetên Amin

VÊ GOTARÊDA *

Diya Tîmotêyo, Eynik û pîrika wî Loyîs şa ne û firnaq dibin, ku Tîmotêyo ça Mesîhî tê nixumandinê (Abzasa 1 binihêre)

1-2. (a) Eynik kî bû, û ça dayîk ew rastî çi çetinayê hat? (b) Şikilê rûyê jûrnalê şiroveke.

 KITÊBA PÎROZ besa roja nixumandina Tîmotêyo nake, lê em dikarin bawer bin ku vê rojê diya wî Eynik, gelekî şa bû (Metelok 23:25). Hela bide ber çevê xwe ku Tîmotêyo çawa dikeve avê. Eynik û pîrika Tîmotêyo Loyîs, bi dilekî şa wî dinihêrin. Gava Tîmotêyo ji avê derdikeve, çevên Eynikê bi hêsirên şabûnê tije dibin. Ew firnaq dibe, çimkî cefê wê, ku kurê xwe derheqa Yehowa û Îsa Mesîh hîn ke, badîhewa nîbû. Lê heta vê gavê, gelo Eynik rastî çi çetinaya hatibû?

2 Bavê Tîmotêyo Yûnan bû, lê dê û pîrika wî Cihû bûn (Karên Şandiya 16:1). Paşê ça tê kifşê gava Tîmotêyo hê zar bû, Eynik û Loyîs bûne Mesîhî, lê bavê wî ev rê qebûl nekir. Çaxê Tîmotêyo mezin dibû, lazim bû wekî ew riya xwe bijbêre. Gelo ewî çi kir? Gelo ewî xwe li baweriya bavê xwe girt yan baweriya Cihûya? Yan ewî riya Îsa qebûl kir û bû Mesîhî?

3. Li gora Metelok 1:8, 9, Yehowa ser xîreta dayîka ça dinihêre?

3 Îro jî, dayîkên ku Mesîhî ne, zarên xwe hiz dikin. Ji her tiştî zêdetir, ewana dixwazin alî zarên xwe bikin wekî ewana bibine dostên Yehowa, û Yehowa emekê wan dayîka gelek dişêkirîne (Metelok 1:8, 9 bixûne). Yehowa rêberiya gelek dayîka kiriye wekî ewana zarên xwe rastiyêda mezin bikin.

4. Hine dayîk rastî çi çetinaya tên?

4 Hukumê dinya Mîrê-cina gelek qewî ye. Lema jî dayîk carna berxwe dikevin, gelo zarên wan wê riya Yehowa bijbêrin yan na (1 Petrûs 5:8). Serda jî, gelek dayîk zarên xwe tenê mezin dikin, yan jî malxê wan Şedê Yehowa nîne. Mesele, xûşkeke bi navê Krîstîna * usa dibêje: “Mêrê min bavekî baş bû, û ewî bona me xem dikir, lê ewî nedixwest ku ez zara ça Şedên Yehowa mezin kim. Bi sala ez gelek car digiriyam, û ez berxwe diketim ku gelo zarên min wê bêne ser riya rastiyê, yan na”.

5. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

5 Dayîkno, hûn dikarin mîna Eynikê pêşdaçûyî bin. Vê gotarêda, emê şêwir kin ku hûn çawa dikarin zarên xwe mîna Eynikê him bi gotinên xwe, him jî bi kirên xwe hîn kin. Usa jî, emê bivînin ku Yehowa wê ça alî we bike.

ZARÊN XWE BI GOTINÊN XWE HÎN BIKIN

6. Çawa ku 2 Tîmotêyo 3:14, 15 nîşan dike, Tîmotêyo çawa bû Mesîhî?

6 Çaxê Tîmotêyo hê biçûk bû, diya wî xîret dikir, wekî Nivîsarên Pîroz li gora baweriya Cihûya wî hîn ke. Ewê Îsa Mesîh nas nedikir, lema jî zanebûna wê ji hine aliyava kêm bû. Dîsa jî, tiştên ku Tîmotêyo ji Nivîsarên Pîroz hîn bibû, alî wî kir ku ew riya rastiyê qebûl ke. Lema jî gava ew xort bû, ewî safî kir bibe Mesîhî. Bêşik, menîk ku Tîmotêyo rastiya derheqa Îsa Mesîh qebûl kir ev bû, ku diya wî ew hîn kiribû (2 Tîmotêyo 3:14, 15 bixûne). Hela bînin ber çevê xwe ku Eynik çiqas şa dibû, wekî ewê nava çetinayada karibû kurê xwe derheqa Yehowa hîn ke û rastiyêda mezin ke. Navê “Eynikê” tê hesabê “serketin”, û ew bi rastî jî hêjayî navê xwe bû!

7. Paşî nixumandina Tîmotêyo, gelo Eynikê çawa dikaribû alî wî bikira ku ew safîkirinên baş bike?

7 Çaxê Tîmotêyo hate nixumandinê, ewî jîyîna xweda gaveke ferz avît, lê Eynik bêşik derheqa tiştên din jî xemgîn dibû: Gelo paşê, kurê wê jîyîna xwe wê ça derbaz ke? Gelo ewê rex hevalên xirab keve? Gelo ewê li Atînayê here mektebê û fikirên fîlosofên pûtparist qebûl ke? Gelo ewê wext, qewat û cahiltiya xwe bona topkirina hebûkê bide xebatê? Hemikî Tîmotêyo gerekê van safîkirina xwexa bikira, lê dîsa jî Eynikê dikaribû alî wî bikira wekî ew safîkirinên baş bike. Gelo çawa? Mesele, ewê dikaribû alî kurê xwe bikira, wekî ew ji dil Yehowa hiz bike û bona qurbana Îsa razî be. Hilbet, heger tenê dê yan bav Mesîhî ye, ev yek hêsa nîne. Lê heger him dê him jî bav Şedên Yehowa ne, carna wanra jî hêsa nîne ku rastiyê bigihînin dilê zarên xwe, wekî ewana Yehowa hiz bikin û bibine xizmetkarên wî. Gelo dê û bav dikarin ji mesela Eynikê çi dersê hîn bin?

8. Heger bav Şedê Yehowa ye, dayîk çawa dikare alî wî bike ku ew zara riya rastiyêda hîn ke?

8 Kitêba Pîroz tevî zarên xwe lêkolîn kin. Xûşkno, heger mêrê we nava rastiyêda ne, Yehowa dixwaze ku hûn alî wî bikin, wekî ew zara riya rastiyêda hîn ke. Mesele, berdewam kin piştgiriya bernama Qulixkirina tevî Malbetê bikin. Derheqa vê bernamê pozîtîv xeber din, û bifikirin hela hûn dikarin çi bikin, wekî ev hewas û xweş derbaz be. Dibeke hûn dikarin bona hazirkirina bernama lêkolîna Kitêba Pîroz alî mêrê xwe bikin. Usa jî, heger hişê zara îda digihîjê ku kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” derbaz bin, hûn dikarin tevî mêrê xwe hevkariyê bikin, wekî ev hînbûn rind û hewas derbaz be.

9. Heger bav Şedê Yehowa nîne, dayîk dikare ji ku alîkariyê bistîne?

9 Hine dayîk zarên xwe tenê mezin dikin yan jî bav Şedê Yehowa nîne, lema jî lazim e wekî ewana xwexa Kitêba Pîroz tevî zarên xwe lêkolîn bikin. Heger halê we usa ye, gelek berxwe nekevin, çimkî Yehowa wê alî we bike. Bona lêkolîna Kitêba Pîroz, hûn dikarin van hacetên hînkirinê bidine xebatê, yên ku Yehowa bi saya teşkîleta xwe dide. Usa jî, hûn dikarin ji dê û bavên din bipirsin hela ewana van haceta çawa wedê Qulixkirina tevî Malbetê didine xebatê * (Metelok 11:14). Xêncî vê yekê, Yehowa dikare alî we bike ku hûn fikirên zara rind fem kin û rastiyê bigihînin dilê wan (Metelok 20:5). Mesele, pirseke usa “Mektebêda, herî zêde çi tera çetin e?”, dikare alî te bike wekî xeberdana kêrhatî tevî zara xwe destpêkî.

10. Hûn çawa dikarin alî zarên xwe bikin ku ewana Yehowa nas bikin?

10 Mecala bigerin ku zarên xwe derheqa Yehowa hîn kin. Derheqa Yehowa û keremên ku we ji wî standine, zarên xwera gilî kin (Qanûna Ducarî 6:6, 7; Îşaya 63:7). Ev yek gelek ferz e, îlahî heger hûn nikarin lêkolîna Kitêba Pîroz her heftê malda tevî zarên xwe derbaz kin. Krîstîna, ya ku me besa wê kiribû, dibêje: “Timê nedihate standinê wekî derheqa Yehowa tevî zarên xwe xeber dim, lema jî çiqas destê min dihat min hemû mecal rind didane xebatê. Mesele, gava em tebiyetêda hêsa dibûn yan bi qeyikê digeriyan, me derheqa çêkirina destê Yehowa û gelek tiştên ruhanî xeber dida. Gava zarên min îda hinekî mezin bûn, min wana hêlan dikir, wekî ewana Kitêba Pîroz xwexa lêkolîn bikin”. Tevî zarên xwe derheqa teşkîleta Yehowa û xûşk-bira pozîtîv xeber din. Rûspiya sûcdar nekin, wekî zarên we çaxê hewce bin, hêsa nêzîkî wan bin û alîkariyê ji wan bixwazin.

11. Li gora Aqûb 3:18, çima ferz e ku em malda edilayê xwey kin?

11 Malda edilayê xwey kin. Dayîkên delal û qîmet, timê mêr û zarên xwera nîşan kin, ku hûn wana hiz dikin. Bi nermî û bi qedir besa mêrê xwe bikin, û zarên xwe hîn bikin wekî ewana jî bi xeberdana xwe qedirê bavê xwe bigirin. Bi vî cûreyî, malbeta weda wê edilayî hebe, û wera wê diha hêsa be wekî zarên xwe rastiyêda mezin kin (Aqûb 3:18 bixûne). Dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Cozêf, yê ku Rûmanyayêda pêşengê mexsûs e. Gava ew mezin dibû, bavê wî nedihîşt wekî ew, diya wî, xûşka wî û du birên wî bi aza Yehowara xizmet bikin. Cozêf dibêje: “Diya me gelek xîret dikir ku mala meda edilayî hebe. Çiqas bavê min sert dibû, diya min haqas nerm dibû. Gava ewê didît ku mera çetin e wekî qedirê bavê xwe bigirin û gura wî bikin, ewê gotinên ji Efesî 6:1-3 tevî me şêwir dikir. Paşê, ewê besa hunurên wîye baş dikir û nîşan dikir ku çira em gerekê bavê xwe qîmet kin. Bi vî cûreyî, ewê gelek cara alî me dikir, wekî malbeta meda edilayî hebe”.

ZARÊN XWE BI KIRÊN XWE HÎN KIN

12. Li gora 2 Tîmotêyo 1:5, mesela Eynikê çawa ser Tîmotêyo hukum kir?

12 2 Tîmotêyo 1:5 bixûne. Eynikê Tîmotêyora meseleke baş hîşt. Ewê kurê xwe hîn dikir, wekî baweriya rast kirên merivada tê kifşê (Aqûb 2:26). Bêşik, Tîmotêyo ji kirên diya xwe didît, ku ew çiqas Yehowa hiz dike. Gelo mesela Eynikê çawa ser Tîmotêyo hukum kir? Çawa ku Pawlosê şandî got, baweriya Tîmotêyo mîna baweriya diya wî, qewî bû. Ev yek ecêbmayî nîne. Tîmotêyo dîna xwe dida mesela wê, û çev dida wê. Îro jî, gelek dayîk “bê gotin” neferên xwe anîne ser riya rastiyê (1 Petrûs 3:1, 2). Hûn jî dikarin usa bikin. Gelo çi cûreyî?

13. Çima ferz e ku dayîk ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidin dostiya xwe tevî Yehowa?

13 Herî zêde dîna xwe bidin dostiya xwe tevî Yehowa (Qanûna Ducarî 6:5, 6). Mîna gelek dayîka, hûn jî gelek qurbana dikin. Bona hewcên fîzîkî yên zarên xwe, hûn wext, pere, xew û tiştên din qurban dikin. Dîsa jî, gerekê hûn bi van tişta haqas mijûl nebin, wekî wedê we nemîne ku hûn dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Lema jî berdewam kin wede veqetînin bona duayê şexsî, lêkolîna Kitêba Pîroz û civîna. Bi vî cûreyî, hûnê nêzîkî Yehowa bin, û hûnê him neferên xwera him jî kesên dinra bibine mesela baş.

14-15. Hûn ji serhatiyên Lêan, Marîa û Caû çi hîn bûn, wekî malbetêda edilayê xwey kin?

14 Hela dîna xwe bide çend serhatiyên cahila, yên ku bi saya mesela diya xwe Yehowa hiz kirine û baweriya xwe wî anîne. Lêan derheqa diya xwe, Krîstînayê, usa dibêje: “Çaxê bavê me malda bû, me nikaribû Kitêba Pîroz lêkolîn kira. Lê diya me hertim diçû civata. Lema jî zanebûna me derheqa Kitêba Pîroz çiqas hindik bû jî, me ji mesela wê û ji baweriya wê gelek kar distand. Pêşiya ku me destpêkir herin ser civata, me îda zanibû wekî riya rast ev e”.

15 Malbeta xûşkeke bi navê Marîa, carna aliyê bavêda dihate cezakirinê, çimkî ewana diçûn civata. Marîa dibêje: “Diya min yeke gelek mêrxas e. Çaxê ez zar bûm, ez ditirsiyam ku kesên din wê çi bêjin, lema cara min xwe paş dixist û ruhanîda pêşda nediçûm. Lê gava min didît ku diya min çiqas mêrxas e û jîyîna wêda Yehowa hertim ser ciyê pêşin e, tirsa ber meriva ji dilê min derket”. Birakî bi navê Caû, bavê kîjanî îzin nedida, wekî malda derheqa Kitêba Pîroz xeber din, dibêje: “Ew yek gelek dilê min digirt, ku diya min hazir bû her tiştî bihêle, dêmek her tiştî xêncî hizkirina Yehowa, wekî dilê bavê min bikire”.

16. Mesela dayîka çawa dikare ser kesên din hukum bike?

16 Dayîkno bîr nekin ku mesela we ser kesên din jî hukum dike. Gelo çi cûreyî? Bînin ber çevê xwe ku mesela Eynikê çawa ser Pawlosê şandî hukum kir. Ewî fem kir ku baweriya Tîmotêyoye “dilê sax” bi saya vê yekê bû, ku dilê Eynikêda bawerî hebû (2 Tîmotêyo 1:5). Gelo Pawlos cara pêşin kengê baweriya Eynikê dît? Dibeke çaxê ew cara pêşin rêwîtiya mîsyonêrtîda bû û Lîstrayêda rastî Loyîs û Eynikê hat. Diqewime Pawlos alî wan kir, wekî bibine şagirtên Îsa Mesîh (Karên Şandiya 14:4-18). Hela bifikire: Weke 15 sal şûnda, gava Pawlos Tîmotêyora nivîsî, ewî hela hê bîr nekiribû ku baweriyêda Eynikê meseleke çiqas baş bû. Eşkere ye ku aminiya wê ser Pawlos, û ça tê kifşê ser xûşk-birên din jî gelek hukum kiribû. Heger tu zarên xwe tenê mezin dikî yan heger mêrê te Şedê Yehowa nîne, bawer be ku aminiya te xûşk-bira qewî dike.

Seva ku zar ruhanîda mezin be wext lazim e. Lema newestin û xîreta xwe unda nekin! (Abzasa 17 binihêre)

17. Heger hûn difikirin ku zara we naxwaze Yehowara xizmet bike, gerekê hûn çi bikin?

17 Heger hûn difikirin ku zarên we hînkirina we qebûl nakin, hûn dikarin çi bikin? Bîr nekin ku seva hînkirina zara, wext lazim e. Ça şikil nîşan dike, gava meriv toximekî diçîne, ew carna berxwe dikeve hela rojekê toxim wê bibe dareke berdar yan na. Ev yek destê merivda nîne, lê dîsa jî ew dikare av bide, wekî mecala darê hebe ku mezin be (Marqos 4:26-29). Mîna vê yekê, hûn diqewime berxwe dikevin hela gotinên we, digihîjin dilê zarên we yan na. Hemikî, axiriyêda zar xwexa safîkirinê dikin. Lê dîsa jî gava hûn çi ji destê we tê dikin ku wan hîn kin, hûn mecaleke baş didine wan, wekî bibine dostên Yehowa (Metelok 22:6).

XWE BISPÊRIN ALÎKARIYA YEHOWA

18. Yehowa çawa dikare alî zarên we bike wekî ewana bibine dostên wî?

18 Bi hezara sala, Yehowa alî gelek zara û cahila kiriye ku ew bibine dostên wî (Zebûr 22:9, 10). Bi alîkariya Yehowa zarên we jî dikarin bibine dostên wî (1 Korintî 3:6, 7). Lê heger zarên we îro bi dil û can Yehowara xizmet nakin jî, bawer bin ku çevê Yehowa wê riya wan be (Zebûr 11:4). Heger ewana bi gaveke biçûk nîşan kin, wekî ‘dilê wan bona jîyîna herheyî hazir e’, Yehowa wê destê wan bigire (Karên Şandiya 13:48; 2 Dîrok 16:9). Ew dikare alî we bike ku hûn wedê rastda, dêmek gava zarên we hewce bin, tiştê rast bêjine wan (Metelok 15:23). Yan jî, Yehowa dikare ser dilê xûşk yan birakî hukum ke, wekî ew dîna xwe bide zarên we û alî wan bike. Gava zarên we îda mezin bin jî, Yehowa dikare tiştekî usa bîne bîra wan, çi ku biçûktayêda we ewana hîn kiribû (Yûhenna 14:26). Heger hûn zarên xwe pê gotin û kirên xwe berdewam kin hîn kin, Yehowa wê we xelat ke.

19. Hûn çima dikarin bawer bin ku Yehowa we razî ye?

19 Dayîkno, Yehowa we hiz dike û bîr nekin ku hizkirina wî hindava we, safîkirinên zarên weva girêdayî nîne. Ew we hiz dike, çimkî hûn wî hiz dikin. Heger hûn zarên xwe tenê mezin dikin, bawer bin ku Yehowa wê zarên wera bibe Bav, û wê we bike bin perê xwe (Zebûr 68:5). Safîkirinên zarên we destê weda nînin. Dîsa jî, heger hûn berdewam kin hewara xwe Yehowa daxin û çi ji destê we tê bikin, ewê ji we razî be.

KILAMA 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

^ abz. 5 Ev gotar nîşan dike ku dayîk çawa dikarin ji mesela diya Tîmotêyo, Eynikê, karê bistînin û alî zarên xwe bikin wekî ewana Yehowa nas bikin û wî hiz bikin.

^ abz. 4 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 9 Mesele, binihêrin dersa 50 ya kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, û gotara bi navê “Şîretên ku Ça Qulixkirina Tevî Malbetê û Lêkolîna Şexsî Derbaz kin”, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Tebaxê, sala 2011, rûp. 6-7.