Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 18

Ji Xwe re Hedefan Deyne û Bigihîje Wan

Ji Xwe re Hedefan Deyne û Bigihîje Wan

“Di van tiştan de xîretkêş be û xwe bide wan, da ku pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be” (1. TÎMOTÊYOS 4:15).

KILAM 84 Bi Xîret Kar Bike

PÊŞGOTIN a

1. Em dikarin ji xwe re çi cure hedefan deynin?

 EM ŞAGIRTÊN Îsa Mesîh in, û em ji Yehowa pir hez dikin. Loma, em dixwazin bi awayê herî baş ji wî re xizmet bikin. Ji bo vê, lazim e ku em ji xwe re hedefan deynin. Mesela, lazim e ku em sifetên baş bînin meydanê, hunerên xwe zêde bikin û li fersendan bigerin ku alî kesên din bikin.

2. Çima muhîm e ku em ji xwe re hedefan deynin û xîret bikin ku bigihîjin wan?

2 Çima lazim e ku em di riya rastiyê de bi pêş ve herin? A herî muhîm, em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmanî xweş bikin. Gava Yehowa dibîne ku em hunerên xwe bi dil û can di xizmeta wî de bi kar tînin, ew pir şa dibe. Wekî din, em dixwazin bi pêş ve herin ji bo ku em karibin zêdetir alî xwişk û birayan bikin (1. Selanîkî 4:9, 10). Ferq nake ku êdî çend sal e ku em Şahidên Yehowa ne, em gişt dikarin di riya rastiyê de bi pêş ve herin. Gelo çawa?

3. Li gor 1. Tîmotêyos 4:12-16, Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re got ku bila ew çi bike?

3 Gava Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re nameya pêşîn nivîsî, Tîmotêyos jixwe rîspiyekî bitecrûbe bû. Dîsa jî, Pawlos ji vî birayê ciwan re got ku bila ew hê jî zêdetir bi pêş ve here (1. Tîmotêyos 4:12-16 bixwîne). Ji gotinên Pawlosê şandî tê fehmkirin ku gerek Tîmotêyos ji du aliyan ve bi pêş ve biçûya: Gerek ew hem sifetên wek hezkirin, bawerî û dilpakî hem jî hunerên wek xwendina umûmî, şîretdayîn û hînkirin bi pêş bixistana. Ji emsala Tîmotêyos, emê niha bibînin ku hedefên minasib çawa dikarin alî me bikin ku em ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin. Wekî din, emê bala xwe bidinê ku em çawa dikarin xizmeta xwe berfirehtir bikin.

SIFETÊN BAŞ BI PÊŞ BIXE

4. Li gor Filîpî 2:19-22, Tîmotêyos bi saya çi bû xizmetkarekî kêrhatî?

4 Tîmotêyos bi saya çi ji bo Yehowa bû xizmetkarekî kêrhatî? Bi saya sifetên xwe yên baş (Filîpî 2:19-22 bixwîne). Ji gotinên Pawlosê şandî tê fehmkirin ku Tîmotêyos yekî dilnizm, dilsoz, bixîret û pêbawer bû. Ew yekî dilovan bû, û wî ji dil xema xwişk û birayan dixwar. Loma Pawlos ji wî hez dikir û wezîfeyên zor emanetî wî dikirin (1. Korîntî 4:17). Eger em sifetên ku li Yehowa xweş tên bi pêş bixin, Yehowa wê ji me razî be, û emê ji bo civatê hê kêrhatîtir bibin (Zebûr 25:9; 138:6).

Bifikire ku tu dikarî kîjan sifetî bi pêş bixî (Li paragrafên 5 û 6an binêre)

5. (a) Em çawa dikarin hedefan deynin ber xwe ku em sifetekî baş bi pêş bixin? (b) Wek resim nîşan dide, xwişka ciwan çawa xîret dike ku hevdiliya xwe zêde bike?

5 Ji xwe re hedefeke xisûsî deyne. Dua bike û bifikire ka gerek tu kîjan sifetan bi pêş bixî. Sifetekî hilbijêre û bala xwe bidê. Mesela, gelo tu dixwazî hevdilî yan xêrxwaziya xwe ya li hemberî xwişk û birayan zêde bikî? Gelo wê baş be ku tu zêdetir aştîhez û efûkar bibî? Belkî tu dikarî ji dostekî xwe bipirsî ka gerek tu di kîjan waran de bi pêş ve herî (Methelokên Silêman 27:6).

6. Em çawa dikarin sifetekî baş bi pêş bixin?

6 Xîret bike ku tu bigihîjî hedefa xwe. Tu çawa dikarî bi ser bikevî? Sifetê ku tu dixwazî bi pêş bixî hûr û kûr lêkolîn bike. Mesela, serpêhatiyên kesên efûkar û kesên kîndar bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Mîsala Îsa Mesîh bîne ber çavê xwe. Ew hazir bû ku mirovan efû bike (Lûqa 7:47, 48). Wî bala xwe nedida şaşiyên wan, lê wî îtibara xwe bi wan dianî. Fêrisî ne wisa bûn. Wan ‘ên din kêm didîtin’ (Lûqa 18:9). Li ser van mîsalan kûr bifikire û ji xwe bipirse: “Gelo ez kesên din çawa dibînim? Gelo ez bala xwe didim kîjan xisûsiyetên wan?” Eger li te zor tê ku tu kesekî efû bikî, bifikire ku kîjan sifetên baş ên vî kesî hene, û wana li kaxizekê binivîse. Paşê, ji xwe bipirse: “Gelo Îsa Mesîh vî kesî çawa dibîne? Eger Îsa li şûna min bûya, gelo wiyê ew efû bikira?” Lêkolîneke wisa dikare alî me bike ku em fikrên xwe serrast bikin. Di serî de belkî li me zor tê ku em kesekî ku dilê me êşandiye, efû bikin. Lê her ku em xîret bikin ku di vî warî de bi pêş ve herin, wê li me hêsantir bê ku em efûkar bin.

HUNERÊN XWE BI PÊŞ BIXE

Îşên xwedîkirin û tamîrkirina Salona Îbadetê hîn bibe (Li paragrafa 7an binêre) d

7. Yehowa karkerên hoste çawa bi kar tîne? (Methelokên Silêman 22:29)

7 Gelo tu dikarî çi hedefên din ji xwe re deynî? Mesela, tu dikarî hunereke nû hîn bibî. Ka bifikire ku ji bo avakirina avahiyên Beytelê, Salonên Îbadetê û salonên ji bo komcivînan çi qas karker lazim in. Gelek ji wan hunerên xwe bi saya hevkariya bi birayên bitecrûbe re hîn bûne. Di resim de, em dibînin ku xwişk û bira çawa hunerên ji bo xwedîkirina Salonên Îbadetê û salonên ji bo komcivînan hîn dibin. Bi rastî jî, “Padîşahê herheyî” Yehowa û “Padîşahê padîşahan” Îsa Mesîh bi destê karkerên hoste netîceyên pir xweş tînin meydanê (1. Tîmotêyos 1:17; 6:15). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Te kesê ku di karê xwe de hoste ye dîtiye? Ewê li ber padîşahan bisekine, ne li ber xelkê” (Methelokên Silêman 22:29, NWT). Loma, em dixwazin bi dil û can bixebitin û hunerên xwe ne ji bo rûmeta xwe, lê ji bo rûmeta Yehowa bixebitînin (Yûhenna 8:54).

8. Tu çawa dikarî ji xwe re hedef deynî ku tu hunereke xwe bi pêş bixî?

8 Ji xwe re hedefeke xisûsî deyne. Gelo tu dikarî bala xwe bidî kîjan hunera xwe? Ji rîspiyan û belkî ji nazirê herêmê bipirse ka bi dîtina wan, wê baş be ku tu li ser kîjan hunerê bixebitî. Mesela, eger ew tewsiye bikin ku tu hunera hînkirin û xeberdanê bi pêş bixî, ji wan bipirse ka herî zêde lazim e ku tu kîjan xisûsiyeta xeberdanê bi pêş bixî. Paşê, bi dil û can xîret bike ku tu bigihîjî vê hedefê. Gelo tu çawa dikarî vê bikî?

9. Tu çawa dikarî bigihîjî hedefa xwe ku hunerekê bi pêş bixî?

9 Xîret bike ku tu bigihîjî hedefa xwe. Mesela, eger tu dixwazî hunera hînkirinê bi pêş bixî, broşûra Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe lêkolîn bike. Berî ku tu li civîna Jiyan û Xizmetê gotarekê pêşkêş bikî, ji birayekî jêhatî rica bike ku bila ew guh bide gotara te û ji te re hin tewsiyeyan bide. Ji xeynî vê ku tu hunerên xwe bi pêş bixî, bila kesên li derdora te bibînin ku tu yekî bixîret û pêbawer î (Methelokên Silêman 21:5; 2. Korîntî 8:22).

10. Birayekî hunereke xwe çawa bi pêş xist?

10 Eger li te zor tê ku tu hunerekê bi pêş bixî, dev ji hedefa xwe bernede! Birayekî bi navê Garry di serî de baş û herikî nedixwend. Li civînan, wî pir fedî dikir ku bi dengê bilind bixwîne. Dîsa jî, wî dev ji xîreta xwe berneda. Di netîceyê de, bi saya perwerdeya ku wî standiye, ew êdî dikare hem li Salona Îbadetê hem jî li komcivînan gotaran pêşkêş bike.

11. Wek Tîmotêyos, çi wê alî me bike ku em karibin bi awayekî baştir ji Yehowa re xizmet bikin?

11 Gelo Tîmotêyos bi zeman re bû gotarvanekî zarşîrîn û mamosteyekî tesîrdar? Em vêya nizanin. Lê belê, em dikarin bawer bin ku ji ber ku Tîmotêyos guh da şîreta Pawlos, wî mesûliyetên xwe her ku diçû bi awayekî baştir dianî cih (2. Tîmotêyos 3:10). Wek Tîmotêyos, eger em hunerên xwe bi pêş bixin, emê jî karibin bi awayekî baştir ji Yehowa re xizmet bikin.

LI FERSENDAN BIGERE KU ALÎ XWIŞK Û BIRAYAN BIKÎ

12. Te ji alîkariya xwişk û birayan çawa feyde dîtiye?

12 Em gişt ji alîkariya xwişk û birayan feydeyê distînin, ne wisa ye? Mesela, gava em dikevin nexweşxaneyê, ma em şa nabin ku rîspiyên ji Komîteyên ji bo Îrtibata bi Nexweşxaneyan û Komên ji bo Ziyaretkirina Nexweşan tên serdana me? Gava ku em di jiyana xwe de rastî tengasiyan tên, ma em şa nabin ku rîspiyek wextê vediqetîne ku guh bide me û dilê me rihet bike? Yan jî, wexta ku ji me re ji bo kursa Kitêba Pîroz alîkarî lazim e, ma em şa nabin ku pêşengekî bitecrûbe hazir e ku bi me re bê û tewsiyeyên bifeyde bide me? Belê, xwişk û birayên me bi dilxwazî alî me dikin. Eger em jî hazir bin ku alî xwişk û birayan bikin, emê jî şa bin. Wek Îsa Mesîh gotibû: “Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Karên Şandiyan 20:35). Eger tu dixwazî xizmeta xwe di van waran de yan di warekî din de berfirehtir bikî, çi dikare alî te bike ku tu bigihîjî hedefên xwe?

13. Wê baş be ku em ji xwe re çi cure hedefan deynin?

13 Hin kes ji xwe re dibêjin: “Ez dixwazim di civatê de zêdetir îş bikim.” Lê belê, ji ber ku ew hedefên xisûsî danaynin ber xwe, ew carinan nizanin ku çawa bigihîjin vê hedefa berfireh, û di netîceyê de ew fehm nakin ka ew bi rastî gihîştine hedefa xwe yan na. Loma, wê baştir be ku tu hedefeke xisûsî deynî ber xwe. Belkî tu dikarî li ser kaxizekê binivîsî ku hedefa te çi ye û lazim e ku tu çi bikî ku bigihîjî vê hedefê.

14. Gava em ji xwe re hedefan datînin, çima muhîm e ku em maqûl bin?

14 Wekî din, gava em ji xwe re hedefan datînin, gerek em maqûl bin. Gelo çima? Çimkî her tişt ne di destê me de ye. Mesela, bi saya alîkariya Pawlosê şandî, li bajarê Selanîkê civateke nû hat sazkirin. Pawlos bê şik dixwest li Selanîkê bimaya ku alî xwişk û birayên nû bike. Lê belê, seba muxalefetê, Pawlos mecbûr ma ku ji wê derê bireve (Karên Şandiyan 17:1-5, 10). Eger Pawlos li wê derê bimaya, wiyê serê xwişk û birayan bixista belayê. Dîsa jî, Pawlos dev ji xîreta xwe berneda, lê ew hînî şertên nû bû. Paşê, wî Tîmotêyos şand Selanîkê, da ku ew ji xwişk û birayan re bibe destek (1. Selanîkî 3:1-3). Bîne ber çavê xwe ku xwişk û birayên Selanîkî çi qas şa bûn ku Tîmotêyos hazir bû ku alî wan bike.

15. Şertên ku ne di destê me de ne çawa dikarin li ser hedefên me bandor bikin? Mîsalekê bide.

15 Gelo em dikarin ji serpêhatiya Pawlosê şandî çi hîn bibin? Carinan, gava em îmtiyazeke xizmetê dixwazin, dibe ku şertên ku ne di destê me de ne ji me re bibin asteng (Waiz 9:11). Eger wisa be, hazir be ku ji xwe re hedefeke din deynî, ya ku tu dikarî bigihîjî wê. Jin û mêrekî bi navê Hiedi û Ted wisa kir. Yek ji wan nexweş ketibû û lazim bû ku ew ji Beytelê derkevin. Lê belê, ji ber ku ew ji Yehowa hez dikin, ew li fersendên din digeriyan ku xizmeta xwe berfirehtir bikin. Pêşî, ew bûn pêşengên daîmî. Bi zeman re, ew wek pêşengên xisûsî hatin tayînkirin, û Ted wek nazirê herêmê yê alîkar hat perwerdekirin. Paşê, sînora ji bo saliya nazirên herêmê guherî, loma Ted nikaribû bibûya nazirê herêmê. Hiedi û Ted her çi qas xemgîn bûn jî, wan fehm kir ku ew dikarin bi awayên din ji Yehowa re xizmet bikin. Ted dibêje: “Em êdî hîn bûne ku gerek em bala xwe nedin tenê yek cure xizmetê.”

16. Em dikarin ji Galatî 6:4 çi dersê bistînin?

16 Di jiyana me de, hin tişt ne di destê me de ne. Loma, gerek em ji bîr nekin ku qîmeta me bi îmtiyazên ku me standine ve girêdayî nîne, û gerek em îmtiyazên xwe bi îmtiyazên kesên din muqayese nekin. Hiedi dibêje: “Eger tu jiyana xwe bi jiyana kesên din muqayese bikî, tuyê hizûra xwe winda bikî” (Galatî 6:4 bixwîne). Li şûna ku em xwe bi kesên din muqayese bikin, gerek em bifikirin ku em çawa dikarin ji Yehowa re xizmet bikin û alî kesên din bikin. b

17. Tu çawa dikarî xwe ji bo îmtiyazên xizmetê hazir bikî?

17 Ji bo ku tu hazir bî ku îmtiyazên nû bistînî, jiyaneke sade bajo û ji bo tiştên ku ne lazim in nekeve bin deynan. Ji xwe re hedefên biçûk deyne, yên ku wê alî te bikin ku tu bigihîjî hedefên xwe yên mezin. Mesela, eger hedefa te ya mezin ev e ku tu bibî pêşengê daîmî, belkî tu dikarî ji niha ve bi dewamî wek pêşengê alîkar xizmet bikî. Eger hedefa te ev e ku tu bibî alîkarê xizmetê, wê belkî baş be ku tu ji bo belavkirina mizgînê yan ji bo ziyaretkirina xwişk û birayên nexweş û extiyar zêdetir wextê veqetînî. Tecrûbeya ku tu niha bi dest dixî dikare rê veke ku tu rojekê îmtiyazên nû bistînî. Ji te re çi wezîfe bê dayîn jî, wê bi dil û can pêk bîne (Romayî 12:11).

Ji xwe re hedefeke maqûl hilbijêre (Li paragrafa 18an binêre) e

18. Tu ji serpêhatiya Beverley’yê çi hîn dibî? (Li resim jî binêre.)

18 Kesên ku êdî ciwan nînin jî dikarin ji xwe re hedefan deynin û bigihîjin van hedefan. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Beverley, ya ku êdî 75 salî ye. Seba nexweşiyeke giran, wê nikaribû bimeşe. Dîsa jî, wê dixwest piştgiriya kampanyaya ji bo Bîranînê bike. Loma, wê ji xwe re hin hedefên xisûsî danîn. Gava Beverley gihîşt hedefên xwe, ew pir dilxweş bû. Xîreta wê kesên din jî teşwîq kirin ku ew mizgînê bi dil û can belav bikin. Belê, sihet û qeweta xwişk û birayên me yên extiyar êdî ne wek berê be jî, Yehowa qîmetê dide xizmeta wan (Zebûr 71:17, 18).

19. Wê baş be ku em ji xwe re çi hedefan deynin?

19 Ji xwe re hedefên minasib deyne. Sifetên baş bi pêş bixe û bi vî awayî dilê Yehowa xweş bike. Hunerên xwe zêde bike, da ku tu karibî ji bo Xwedê û ji bo teşkîlata wî hê zêdetir kêrhatî bî. Li fersendan bigere ku tu zêdetir alî xwişk û birayan bikî. c Wek Tîmotêyos, bila Yehowa alî te bike ku “pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be” (1. Tîmotêyos 4:15).

KILAM 38 Ewê Me Xurt Bike

a Tîmotêyos mizgînvanekî jîr û jêhatî bû. Dîsa jî, Pawlosê şandî ji wî re got ku bila ew di riya rastiyê de hê jî zêdetir bi pêş ve here. Ji ber ku Tîmotêyos ev şîret qebûl kir, Yehowa ew di îşê xwe de zêdetir bi kar anî, û Tîmotêyos dikaribû zêdetir alî xwişk û birayan bike. Ma tu jî naxwazî bi awayekî hê baştir ji Yehowa re xizmet bikî û alî xwişk û birayan bikî? Ji bo vê, wê baş be ku tu ji xwe re çi cure hedefan deynî? Gelo tu çawa dikarî van hedefan ji xwe re deynî û bigihîjî wan?

b Li kitêba Organized to Do Jehovah’s Will (bi zimanê Îngilîzî), li sernivîsa “Serving Where the Need Is Greater” binêre (beş 10, par. 6-9).

c Li kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be!, li Ders 60, “Dostaniya Xwe ya bi Yehowa re Tim Xurt Bike”, binêre.

d RESIM: Birayek ji du xwişkan re nîşan dide ku gerek ew hin îşan çawa bikin, û paşê, ev xwişk vê hunera nû dixebitînin.

e RESIM: Xwişkeke ku nikare ji malê derkeve bi telefonê xizmet dike û mirovan gazî Bîranînê dike.