Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 18

Xwera Nêta Dayne û Bigihîje Wan

Xwera Nêta Dayne û Bigihîje Wan

“Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be” (1 TÎMOTÊYO 4:15).

KILAMA 84 Bi Dil û Can

VÊ GOTARÊDA *

1. Em dikarin xwera çi cûre nêta daynin?

 EM MESÎHÎ NE, û em Yehowa gelek hiz dikin. Lema jî em dixwazin bi cûrê herî baş wîra xizmet bikin. Bona vê yekê, lazim e wekî em xwera nêta daynin. Mesele, lazim e ku em hunurên baş nav xweda pêşda bînin, tiştên teze hîn bin û mecala bigerin, wekî alî kesên din bikin. *

2. Çira ferz e ku em xwera nêta daynin û xîret bikin wekî bigihîjin wan?

2 Çira ferz e wekî em ruhanîda pêşda herin? Ya herî ferz, em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Gava Yehowa divîne, wekî em hunurên xwe bi dil û can xizmetêda didine xebatê, ew gelek şa dibe. Usa jî, em dixwazin pêşda herin seva ku bikaribin diha zêde alî xûşk-bira bikin (1 Têsalonîkî 4:9, 10). Firqî tune îda çend sal e ku em Şedên Yehowa ne, em gişk jî dikarin ruhanîda pêşda herin. Gelo çawa?

3. Li gora 1 Tîmotêyo 4:12-16, Pawlosê şandî Tîmotêyora got wekî ew çi bike?

3 Gava Pawlosê şandî Tîmotêyora nema pêşin nivîsî, ev birê cahil îda rûspîkî cêribandî bû, lê Pawlos wîra got, wekî ew hê zêde pêşda here (1 Tîmotêyo 4:12-16 bixûne). Ji gotinên Pawlosê şandî tê femkirinê, wekî Tîmotêyo gerekê du aliyada pêşda biçûya: Ewî gerekê him hunurên usa ça hizkirin, bawerî û helaliyê nav xweda pêşda bianiya, him jî xwendina ber meriva, şîretdayîn û hînkirinêda hê cêribandî bûya. Ji mesela Tîmotêyo, emê niha bivînin ku nêtên me ça dikarin alî me bikin, wekî em ruhanîda pêşda herin. Usa jî, emê dîna xwe bidinê ku em çawa dikarin xizmeta xwe diha zêde kin.

HUNURÊN BAŞ NAV XWEDA PÊŞDA BÎNE

4. Li gora Fîlîpî 2:19-22, Tîmotêyo bi saya çi bû xizmetkarekî kêrhatî?

4 Tîmotêyo çira xizmetkarekî kêrhatî bû? Çimkî hunurên wîye baş hebûn (Fîlîpî 2:19-22 bixûne). Ji gotinên Pawlos tê femkirinê ku Tîmotêyo yekî milûk, amin, xîret û bi îtbar bû. Ew yekî dilovan bû, û ewî ji dil bona xûşk-bira xem dikir. Lema Pawlos wî hiz dikir û cabdariyên mezin tesmîlî wî kir (1 Korintî 4:17). Heger em hunurên ku Yehowa xweş tên pêşda bînin, Yehowa wê ji me razî be, û emê diha kêrî civatê bên (Zebûr 25:9; 138:6).

Bifikire ku tu dikarî kîjan hunurî nav xweda pêşda bînî (Abzasa 5 û 6 binihêre)

5. (a) Em ça dikarin têderxin ku kîjan hunurî nav xweda pêşda bînin? (b) Çawa ku şikil nîşan dike, xûşka cahil çawa xîret dike wekî diha dilşewat be?

5 Xwera nêteke konkrêt dayne. Dua bike û bifikire ku gerekê tu kîjan hunura nav xweda pêşda bînî. Hunurekî bijbêre û ser vê yekê bixebite. Mesele, tu dibeke dixwazî dilşewatî, yan xwestina xwe ku alî xûşk-bira bikî, diha zêde kî. Yan jî tu dixwazî diha zêde edilayîhiz bî û aliyê baxşandinêda diha rem bî. Tu dikarî ji hevalekî xwe bipirsî, hela gerekê tu kîjan aliyada pêşda herî (Metelok 27:6).

6. Em çawa dikarin hunurekî baş nav xweda pêşda bînin?

6 Xîret bike ku bigihîjî nêta xwe. Tu çawa dikarî bigihîjî nêta xwe? Hunurê ku tu dixwazî nav xweda pêşda bînî, kûr lêkolîn bike. Soz mesele, tu dixwazî ser xwe bixebitî wekî diha zêde bibaxşînî meriva. Hingê tu dikarî serhatiyên kesên ku hazir bûn bibaxşînine meriva û serhatiyên kesên ku usa nîbûn, bixûnî û li ser wan kûr bifikirî. Besa xeberê, ser mesela Îsa bifikire. Ewî bi dil dibaxşande meriva (Lûqa 7:47, 48). Ewî dîna xwe nedida şaşiyên wan, lê îtbariya xwe wan dianî. Lê fêrisî usa nîbûn. Wana meriva “ber tiştekî hesab nedikirin” (Lûqa 18:9). Ser van mesela kûr bifikire û ji xwe bipirse: “Gelo ez ser meriva ça dinihêrim? Gelo ez dîna xwe didim kîjan hunurên wan?” Heger tera çetin e bibaxşînî kesekî, bifikire ku kîjan hunurên baş cem vî kesî hene, û wana ser kaxazekê binivîse. Paşê ji xwe bipirse: “Gelo Îsa ser vî kesî çawa dinihêre? Heger Îsa dewsa min bûya, gelo wê bibaxşanda wî?” Lêkolîneke usa dikare alî me, bike ku em fikirên xwe rast bikin. Sêrîda dibeke mera nehêsa be bibaxşînin vî kesî ku dilê me êşandiye. Lê çiqas em xîret bikin wekî vî alîda pêşda herin, wê mera diha hêsa be bibaxşînine meriva.

TIŞTÊN TEZE HÎN BE

Şixulên xweykirin û tezekirina Oda Civatê hîn be (Abzasa 7 binihêre) *

7. Li gora Metelok 22:29, Yehowa xebatkarên hoste çawa dide xebatê?

7 Gelo tu dikarî çi nêtên din xwera daynî? Mesele, tu dikarî tiştekî teze hîn bî. Hela bifikire ku bona avakirina avayên Beytelê, Odên Civata û civatên mezin, çiqas xebatkar lazim in. Gelek ji wan bi saya hevkariya tevî birên cêribandî, pêşên teze hîn bûne. Ser şikil em divînin ku xûşk-bira çawa pêşên teze bona xweykirina Odên Civata û civatên mezin, hîn dibin. Rastî jî, “Padşayê heta-hetayê” Yehowa, û “Padşayê padşa” Îsa Mesîh, bi saya xebatkarên hoste û xîret, şixulên mezin tînin sêrî (1 Tîmotêyo 1:17; 6:15; Metelok 22:29 bixûne). Lema jî em dixwazin bi dil û can bixebitin û feresetên xwe ne ku bona rûmeta xwe, lê bona rûmeta Yehowa bidine xebatê (Yûhenna 8:54).

8. Tu çawa dikarî xwera nêt daynî wekî feresetekî teze nav xweda pêşda bînî?

8 Xwera nêteke konkrêt dayne. Gelo tu dikarî kîjan fereset nav xweda pêşda bînî? Ji rûspiya yan jî ji berpirsiyarê mihalê bipirse, hela bi nihêrandina wan, wê baş be ku tu kîjan fereset nav xweda pêşda bînî. Mesele, heger ewana şîretê bidine te, wekî tu hînkirin û xeberdanêda pêşda herî, ji wana bipirse hela konkrêt kîjan cûrê xeberdanêda tu gerekê pêşda herî. Paşê, bi dil û can xîret bike wekî bigihîjî vê nêtê. Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî?

9. Tu çawa dikarî bigihîjî nêta xwe ku feresetekêda pêşda herî?

9 Xîret bike ku tu bigihîjî nêta xwe. Mesele, heger tu dixwazî hînkirinêda pêşda herî, broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be” lêkolîn ke. Pêşiya ku tu ser civatê pê dersekê derêyî, ji birakî cêribandî bixwaze wekî ew guh bide gotara te û tera hine şîreta bide. Bira kesên der-dora te ne tenê feresetên te bivînin, lê usa jî bivînin ku tu yekî xîret û bi îtbar î (Metelok 21:5; 2 Korintî 8:22).

10. Birakî feresetekêda ça pêşda çû?

10 Heger tera çetin e feresetekê nav xweda pêşda bînî, berdewam ke ser xwe bixebite! Birakî bi navê Garî sêrîda nikaribû rind bixûne. Civatêda, ewî gelek şerm dikir bi dengê bilind bixûne. Dîsa jî, ewî xîreta xwe unda nekir. Axiriyêda, bi saya hînkirina ku ewî stand, ew îda dikare him Oda civatêda him jî ser civatên mezin jî gotara bixûne.

11. Mîna Tîmotêyo, çi wê alî me bike bi cûrekî diha baş Yehowara xizmet kin?

11 Gelo Tîmotêyo wede şûnda bû gotarvanekî zarşîrin û dersdarekî cêribandî? Em vê yekê nizanin. Lê em dikarin bawer bin, ku Tîmotêyo guh da şîreta Pawlos, lema jî ewî cabdariyên xwe çiqas diçû haqas diha baş dianî sêrî (2 Tîmotêyo 3:10). Mîna Tîmotêyo, heger em tiştên teze hîn bin û feresetên teze nav xweda pêşda bînin, emê jî bikaribin bi cûrekî diha baş Yehowara xizmet kin.

MECALA BIGERE KU ALÎ XÛŞK-BIRA BIKÎ

12. Te ji alîkariya xûşk-bira çawa kar dîtiye?

12 Em gişk ji alîkariya xûşk-bira karê distînin, usa nîne? Mesele, gava em dikevin nexweşxanê, gelo em şa nabin ku rûspiyên ji Komîtêya Hevkariya Nexweşxana û Koma Teselîkirina Nexweşa, teseliya me dikin? Çaxê em jîyîna xweda rastî tengasiya tên, gelo em şa nabin gava rûspîk wede vediqetîne, wekî guh bide me û ber dilê meda bê? Yan jî, gava mera bona hînbûna Kitêba Pîroz alîkarî lazim e, gelo em şa nabin ku pêşengekî cêribandî hazir e tevî me bê û şîretên kêrhatî bide me? Belê, xûşk-birên me bi şabûnê alî me dikin. Heger em jî hazir bin ku alî xûşk-bira bikin, emê jî şa bin. Çawa Îsa gotibû: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Heger tu dixwazî xizmeta xwe hine aliyada diha zêde bikî, çi dikare alî te bike wekî tu bigihîjî nêtên xwe?

13. Wê baş be ku em xwera çi cûre nêta daynin?

13 Hine kes xwera dibêjin: “Ez dixwazim civatêda diha zêde şixul bikim”. Lê hergê ewana nêteke konkrêt daneynin pêşiya xwe, ewana wê nizanibin çawa bigihîjin nêta xwe, û axiriyêda wê fem nekin hela ewana gihîştine nêta xwe yan na. Lema jî wê diha baş be, wekî tu nêteke konkrêt daynî pêşiya xwe. Tu dikarî ser kaxazekê binivîsî hela nêta te çi ye û gerekê tu çi bikî wekî bigihîjî vê nêtê.

14. Gava em xwera nêta datînin, çima ferz e ku em serwaxt bin?

14 Usa jî, gava em xwera nêta datînin, gerekê em serwaxt bin. Gelo çira? Çimkî her tişt destê meda nîne. Mesele, bi saya alîkariya Pawlosê şandî, li bajarê Têsalonîkê civateke teze hate sazkirinê. Pawlos bêşik dixwest li Têsalonîkê bimîne, wekî alî xûşk-birên teze bike. Lê seva peyketina, Pawlos mecbûr bû ji wêderê bireve (Karên Şandiya 17:1-5, 10). Heger Pawlos wêderê bima, ewê serê xûşk-bira bikira belayê. Dîsa jî, Pawlos xîreta xwe unda nekir, lê ew hînî derecên teze bû. Paşê, ewî Tîmotêyo şande Têsalonîkê, wekî alî van xûşk-birên teze bike (1 Têsalonîkî 3:1-3). Bîne ber çevê xwe, wekî xûşk-birên Têsalonîkî çiqas şa bûn, ku Tîmotêyo hazir bû alî wan bike.

15. Derecên teze çawa dikarin ser nêtên me hukum kin? Meselê bîne.

15 Gelo em dikarin ji serhatiya Pawlosê şandî çi hîn bin? Carna gava em dixwazin cabdarîk bistînin, dibeke hine derece riya me bigirin (Waîz 9:11). Heger usa be, hazir be ku xwera nêteke din daynî. Jin-mêrekî bi navê Hîdê û Têd usa kirin. Yek ji wan nexweş ket û lazim bû wekî ewana ji Beytelê herin. Lê çimkî wana Yehowa hiz dikir, wana mecalên din digeriya, ku xizmeta xwe zêde kin. Pêşiyê, ewana bûne pêşengên hertim. Wext şûnda, ewana ça pêşengên mexsûs hatine kifşkirinê, û Têd hate hînkirinê, wekî ça alîkarê berpirsiyarê mihalê xizmet ke. Paşê teşkîletêda guhastin hate kirinê, û ewî ji bo emirê xweyî mezin nikaribû ça berpirsiyarê mihalê xizmet ke. Rast e Hîdê û Têd gelek xemgîn bûn, lê wana fem kir ku ewana dikarin bi cûrên din Yehowara xizmet bikin. Têd dibêje: “Em îda hîn bûne ku gerekê em dîna xwe nedin tenê ser cûrekî xizmetê”.

16. Em dikarin ji Galatî 6:4 çi ders hîn bin?

16 Jîyîna meda hine tişt destê meda nîne. Lema jî gerekê em bîr nekin ku qîmeta me cabdariyên meva girêdayî nîne, û gerekê em cabdariyên xwe beramberî cabdariyên kesên din nekin. Hîdê dibêje: “Heger tu jîyîna xwe beramberî jîyîna kesên din bikî, tuyê dilrihetiyê unda kî” (Galatî 6:4 bixûne). Dewsa ku em xwe beramberî kesekî bikin, gerekê em bifikirin ku em çawa dikarin Yehowara xizmet kin û alî kesên din bikin. *

17. Tu çawa dikarî xwe bona cabdariyên teze hazir kî?

17 Seva ku tu hazir bî wekî cabdariyên teze bistînî, jîyîna xwe sivik ke û bona tiştên ne lazim badîhewa nekeve bin deyna. Xwera nêtên biçûk dayne, yên ku wê alî te bikin ku bigihîjî nêtên xweye mezin. Mesele, heger nêta te ev e ku bibî pêşengê hertim, pêşiyê tu dikarî destpêkî her meh ça pêşengê wedelû xizmet kî. Heger nêta te ev e ku bibî berdestiyê civatê, wê baş be wekî tu bona belakirina mizgînê yan bona teselîkirina xûşk-birên nexweş û emirda mezin, diha zêde wede veqetînî. Ev yek wê rê tera veke ku tu rojekê cabdariyên teze bistînî. Tu çi cabdarî jî bistînî, bi dil û can bîne sêrî (Romayî 12:11).

Xwera nêteke konkrêt bijbêre (Abzasa 18 binihêre) *

18. Tu ji serhatiya Bêvêrlîyê çi hîn dibî? (Dîna xwe bide şikil.)

18 Kesên ku îda cahil nînin jî, dikarin xwera nêta daynin û bigihîjin van nêta. Hela dîna xwe bide serhatiya xûşkeke bi navê Bêvêrlî, ya ku îda 75 salî ye. Rûyê nexweşîke giranda, ew nikaribû rê here. Lê dîsa jî, ewê dixwest piştgiriya kampaniya bona Bîranînê bike. Lema jî ewê hine nêt danî pêşiya xwe. Gava Bêvêrlî gihîşte nêtên xwe, ew gelek şa bû. Xîreta wê kesên din jî hêlan kir, wekî mizgînê bi dil û can bela kin. Belê, heger sihet-qewata xûşk-birên meye emirda mezin îda ne mîna ya berê be jî, Yehowa dîsa jî xizmeta wan qîmet dike (Zebûr 71:17, 18).

19. Wê baş be ku em xwera çi nêta daynin?

19 Xwera nêtên usa dayne ku qewata te digihîjê. Hunurên baş nav xweda pêşda bîne û bi vî cûreyî dilê Yehowa şa ke. Tiştên teze hîn be û feresetên xwe zêde ke, wekî tu bikaribî bona Xwedê û bona teşkîleta wî, hê zêde kêrhatî bî. Mecala bigere wekî diha zêde alî xûşk-bira bikî. * Mîna Tîmotêyo, bira Yehowa alî te bike, wekî “pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be” (1 Tîmotêyo 4:15).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

^ abz. 5 Tîmotêyo mizgînvanekî jîr û cêribandî bû. Dîsa jî, Pawlosê şandî wîra got, wekî ew ruhanîda hê zêde pêşda here. Tîmotêyo ev şîret qebûl kir, lema jî Yehowa şixulê xweda ew dida xebatê, û Tîmotêyo dikaribû hê zêde alî xûşk-bira bike. Gelo tu jî naxwazî bi cûrekî hê baş Yehowara xizmet kî û alî xûşk-bira bikî? Bona vê yekê, wê baş be wekî tu xwera çi cûre nêta daynî? Gelo tu çawa dikarî van nêta xwera daynî û bigihîjî wan?

^ abz. 1 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Nêtên ruhanî têne hesabê gava em bi xîret çi ji destê me tê dikin, wekî bi temamî Yehowara xizmet bikin û dilê wî şa kin.

^ abz. 16 Kitêba “Sazkirîne seva Qirara Xwedê Bînin Sêrî” binihêre binserî “Xizmetkirin li Van Ciya, Kîderê ku Hewcetî Heye” (Serê 10, abzasên 6-9).

^ abz. 19 Binihêre kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, dersa 60, “Berdewam ke Dostiya Xwe Tevî Yehowa Qewî ke”.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak du xûşkara nîşan dike ku gerekê ewana hine şixula çawa bikin, û paşê ev xûşk vê fereseta xweye teze didine xebatê.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkeke ku nikare ji malê derkeve, pê têlê xizmet dike û meriva teglîfî ser Bîranînê dike.