Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Kitêba Pîroz derheqa sondxwarinê çi dibêje?

Li gora ferhengekê sond tê hesabê “sozê meriv, ku ewê eseyî giliyên xwe bîne sêrî, û gelek car ew ber Xwedê vê sondê dixwe”. Sond dikare bi ezberî yan bi nivîskî bê xwarinê.

Hine kes difikirin ku gerekê meriv tu car sond nexwe, çimkî Îsa gotibû: “Tu car sond nexwin . . . Lê bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’. Ji vê zêdetir ji Mîrêcin e” (Metta 5:33-37). Hemikî Îsa zanibû ku li gora Qanûna Mûsa lazim bû ku Îsraêliya carna sond bixwarana û ku hine xizmetkarên Xwedê jî sond dixwarin (Destpêbûn 14:22, 23; Derketin 22:10, 11). Xêncî vê yekê, Yehowa jî hine sond dixwarin, û Îsa ev yek zanibû (Îbranî 6:13-17). Lema jî, em fem dikin ku Îsa nedigot ku gerekê em tu car sond nexwin. Lê ewî dixwest bigota ku em gerekê sondên pûç nexwin û hertim xweyê sozên xwe bin, çimkî Yehowa vê yekê dixwaze.

Lê heger lazim be, wekî tu sond bixwî, gerekê tu çi bikî? Ya pêşin, bawer be wekî tuyê bikaribî sozê xwe bînî sêrî. Heger tu ne bawer î ku tuyê bikaribî vê yekê bikî, wê baş be ku tu îjar sond nexwî. Xebera Xwedê mera dibêje, wekî diha baş e sond nexwin, ne ku sond bixwin û neynin sêrî (Waîz 5:5). Ya duda jî, prînsîpên ji Kitêba Pîroz bigere, yên ku vê têmayêva girêdayî ne, û paşê li gora îsafa xweye hînkirî safîkirinê bike. Lê gelo ev çi prînsîp in?

Hine sond miqabilî qirara Xwedê nînin. Mesele, Şedên Yehowa wedê zewacê sond dixwin. Ber Xwedê û ber şeda, bûk û zeva soz didine hev ku ewana “heta sax bin” wê hevdu hiz bikin, hevdu xwey kin û qedirê hev bigirin (Wedê zewacê, hine cot dibeke tiştekî din dibêjin, lê ewana dîsa jî ber Xwedê sond dixwin). Bi saya vê sondê, ewana dibin jin-mêr, û gerekê heta mirinê tevayî bimînin (Destpêbûn 2:24; 1 Korintî 7:39). Ev sond li gora qirara Xwedê ye.

Hine sond miqabilî qirara Xwedê ne. Mesîhî wê tu car sond nexwe ku ewê bi çeka welatê xwe biparêze yan jî baweriya xwe hindava Xwedê înkar ke. Sondên usa miqabilî qirara Xwedê ne. Şagirtên Îsa “ne para dinyayê ne”, lema jî ewana gerekê tevî şer û problêmên dinyayê nebin (Yûhenna 15:19; Îşaya 2:4; Aqûb 1:27).

Carna Mesîhî gerekê li gora îsafa xwe safîkirinê bikin hela sond bixwin ya na. Pêşiya ku em sond bixwin, carna lazim e ku em li ser vê şîreta Îsa kûr bifikirin: “Çi ku yên Qeyser in, bidine Qeyser û çi yên Xwedê ne bidine Xwedê” (Lûqa 20:25).

Mesele, gava Mesîhî dixwaze bajarvaniyê yan pasportê bistîne, diqewime ji wî bê dewakirinê wekî sonda aminiyê bixwe. Heger gotinên sonda wî welatî miqabilî qanûna Xwedê ne, îsafa wî wê îzinê nede ku ew vê sondê bixwe. Lê dibeke dewlet îzinê bide ku ew gotinên sondê li gora îsafa xwe biguhêze.

Romayî 13:1 usa dibêje: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be”. Li gora vê rêzê, Xwedê xwexa dixwaze wekî em guh bidin serwêrên dewletê. Lema jî ew dikare vê sondê bixwe, çimkî ji Mesîhiya tê dewakirinê ku gura serwêra bikin.

Heger hewce be ku tu ber tiştekî sond bixwî yan wedê sondxwarinê jêstekî bikî, dîsa lazim e wekî tu li gora îsafa xwe safîkirinê bikî. Wedê berê, Romayî û Beyaniya li ser şûrên xwe sond dixwarin, ya ku sîmbola qewata xudanê şer bû û ev yek ça eyankirina aminiyê dihate hesabê. Usa jî, gava Yûnaniya sond dixwarin, wana destê xwe hildibirandin jor. Bi vê yekê, wana dida kifşê ku bawer dikin wekî qewateke jorin heye, ku her tiştî zane û divîne, û însan gerekê hesab bidine wî.

Xizmetkarên Yehowa hemikî pê sîmbolên miletiyê, yên ku hebandina qelpva girêdayî ne, sond naxwin. Lê heger dîwan ji te bixwaze ku tu destê xwe daynî ser Kitêba Pîroz û sond bixwî ku tuyê rastiyê bêjî, gerekê tu çi bikî? Nivîsarên Pîroz besa hine xizmetkarên Xwedê dike, yên ku bi filan jêsta sond dixwarin (Destpêbûn 24:2, 3, 9; 47:29-31). Lema jî dibeke ku sondeke usa cayîz be. Lê bîr neke ku heger tu vê sondê bixwî, ev yek tê hesabê ku te ber Xwedê sond xwariye. Lazim e ku tu rastiyê bêjî û bi helalî caba hemû pirsa bidî.

Em dostiya xwe tevî Yehowa gelek qîmet dikin, lema jî pêşiya ku em sond bixwin, gerekê em dua bikin û kûr bifikirin. Em gerekê bawer bin ku ev sond miqabilî îsafa me yan jî miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîne. Heger tu safî kî ku sond bixwî, gerekê tu sonda xwe bînî sêrî (1 Petrûs 2:12).