Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 15

“Di Peyivînê de . . . Bibe Mînak”

“Di Peyivînê de . . . Bibe Mînak”

“Di peyivînê de ... ji bawermendan re bibe mînak” (1. TÎMOTÊYOS 4:12).

KILAM 90 Hevdû Teşwîq Bikin

PÊŞGOTIN a

1. Qabiliyeta xeberdanê ji kê tê?

 QABILIYETA xeberdanê, hediyeyeke ji Xwedê ye. Bi saya vê qabiliyetê, mirovê pêşîn Adem dikaribû bi Bavê xweyî ezmanî re sohbetê bike. Wekî din, Adem peyvên nû jî çêdikirin. Mesela, wî navên heywanan danîn (1. Mûsa 2:19). Paşê, wexta ku Hewa hat xuliqandin, Adem dikaribû bi wê re jî sohbetê bike (1. Mûsa 2:22, 23).

2. Qabiliyeta xeberdanê çawa bi awayekî xerab hat bikaranîn, û îro hal çawa ye?

2 Pir wext derbas nebû ku qabiliyeta xeberdanê bi awayên xerab hat bikaranîn. Mesela, Îblîs ji Hewayê re derew kir, û seba vê derewê, guneh û qisûrdarî ketin dinyayê (1. Mûsa 3:1-4). Dû re, Adem seba şaşiya xwe hem jina xwe hem Yehowa sûcdar kir (1. Mûsa 3:12). Çend sal bi şûn de, piştî ku Qayîn birayê xwe Habîl kuştibû, wî jî ji Yehowa re derew got (1. Mûsa 4:9). Ji helbesta neviyekî Qayîn tê fehmkirin ku li wan rojan çi qas zilm û zordarî hebû (1. Mûsa 4:23, 24). Gelo îro hal çawa ye? Îro jî, qabiliyeta xeberdanê bi awayên xerab tê bikaranîn. Mesela, gelek siyasetvan li ber xelkê çêran dikin. Wekî din, di gelek fîlman de zimanekî pîs tê bikaranîn. Hem li mekteban hem jî li cihên îş gotinên xerab tên bihîstin. Ev yek bi eşkereyî nîşan dide ku li seranserê dinyayê, exlaq û xeberdana mirovan çi qas xerab bûye.

3. Gerek em çima hay ji xwe hebin, û li vê meqaleyê, emê çi hîn bibin?

3 Eger em hay ji xwe nebin, em dikarin ew qas hînî zimanê xerab bibin ku gotinên xerab dikarin bê hemdî ji devê me derkevin. Ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, em helbet dixwazin Yehowa razî bikin. Ji bo vê, ne bes e ku em tenê çêran nekin. Gerek em bi xeberdana xwe pesnê Xwedê bidin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin (1) li xizmetê, (2) li civînan (3) û li sohbetên herrojî vêya bikin. Di serî de, emê bibînin ku Yehowa çima bala xwe dide xeberdana me.

YEHOWA BALA XWE DIDE XEBERDANA ME

Ji xeberdana te eşkere ye ku di dilê te de çi heye? (Li paragrafên 4 û 5an binêre) d

4. Li gor Maleyaxî 3:16, Yehowa çima bala xwe dide xeberdana me?

4 Maleyaxî 3:16 bixwîne. Gelo Yehowa çima navên kesên ku bi xeberdana xwe nîşan didin ku ew ji wî ditirsin û li ser navê wî difikirin li ‘pirtûkeke bîranînê’ dinivîse? Xeberdana me nîşan dide ku di dilê me de çi heye. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Dev ji tijebûna dil dibêje” (Metta 12:34). Ev yek ku em di heqê çi de xeber didin nîşan dide ku em ji Yehowa çi qas hez dikin. Ev yek pir muhîm e, çimkî Yehowa wê jiyana bêdawî bide kesên ku ji wî hez dikin.

5. (a) Îbadeta me çawa bi xeberdana me ve girêdayî ye? (b) Wek resim nîşan didin, gerek em li kîjan waran bidîqat bin?

5 Ev yek ku Yehowa wê îbadeta me qebûl bike yan na, bi xeberdana me ve jî girêdayî ye (Aqûb 1:26). Hin kesên ku ji Xwedê hez nakin bi awayekî sert û qure xeber didin (2. Tîmotêyos 3:1-5). Em helbet naxwazin mîna wan bin. Em dixwazin ku Yehowa ji xeberdana me razî be. Eger em tenê li xizmetê yan li civînan bi nezaket û bi dilovanî xeber bidin, lê wexta ku xwişk û bira me nabînin bi malbata xwe re bi sertî xeber bidin, ma Yehowa wê ji me razî be? (1. Petrûs 3:7).

6. Ji xeberdana baş a Kimberly’yê çi netîce derket?

6 Eger em qabiliyeta xeberdanê bi awayekî baş bi kar bînin, mirovên din wê bi zelalî bibînin ku em xizmetkarên Yehowa ne. Ewê ferqa di nav kesên ku ji Xwedê re xizmet dikin û kesên ku jê re xizmet nakin, rind bibînin (Maleyaxî 3:18). Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke bi navê Kimberly. b Li mektebê, wê projeyek standibû, ya ku gerek wê tevî hevalderseke xwe hazir bikira. Gava ew bi hev re dixebitîn, hevaldersa Kimberly’yê dît ku ew paşgotinî û çêran nake û tim pozîtîf xeber dide. Ev yek li wê ew qas xweş hat ku wê bi zeman re kursa Kitêba Pîroz qebûl kir. Gava em riya rastiyê bi xeberdana xwe li ber dilê mirovan xweş dikin, Yehowa pir şa dibe!

7. Gerek em qabiliyeta xeberdanê çawa bi kar bînin?

7 Em gişt dixwazin bi xeberdana xwe rûmetê bidin Yehowa û nêzîktirî xwişk û birayan bibin. Ka em binêrin ku em çawa dikarin ‘di peyivînê de bibin mînak’.

LI XIZMETÊ

Yehowa dixwaze ku em di xizmetê de bi nezaket xeber bidin (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8. Îsa Mesîh çawa bi xeberdana xwe ji me re bû emsal?

8 Gava kesek hêrsa te radike, dîsa jî bi nezaket û bi hurmet xeber bide. Wexta ku Îsa Mesîh xizmet dikir, ew gelek caran dihat sûcdarkirin. Mirovan digot ku ew bi zêdeyî xwarinê dixwe û şerabê vedixwe, xizmetkarê Îblîs e, Roja Sebtê nagire û yekî kafir e (Metta 11:19; 26:65; Lûqa 11:15; Yûhenna 9:16). Dîsa jî, Îsa Mesîh bi gotinên sert cewab nedida mirovan. Mîna wî, gerek em jî bi sertî cewabê nedin mirovan (1. Petrûs 2:21-23). Lê carinan, hêsan nîne ku em zimanê xwe kontrol bikin (Aqûb 3:2). Gelo çi dikare alî me bike?

9. Gava em mizgînê belav dikin, çi dikare alî me bike ku em xeberdana xwe kontrol bikin?

9 Eger xwediyê malê bi sertî cewabê bide jî, hêrs nekeve. Birayekî bi navê Sam dibêje: “Ez xîret dikim ku bala xwe bidimê ku xwediyê malê çi qas hewceyî rastiyê ye, û ez ji bîr nakim ku ew dikare biguhere.” Carinan dibe ku xwediyê malê bihêrs be ji ber ku em li wexteke neminasib hatin ba wî. Li halên wisa, em dikarin mîna xwişkeke bi navê Lucia bikin. Gava Lucia rastî kesekî wisa tê, ew zû zû dua dike ku Yehowa alî wê bike, da ku ew sakîn bimîne û bi sertî û bêhurmetî xeber nede. Wê baş be ku em jî wisa bikin.

10. Li gor 1. Tîmotêyos 4:13, gerek hedefa me çi be?

10 Hunerên hînkirinê bi pêş bixe. Tîmotêyos jixwe mizgînvanekî bitecrûbe bû, lê dîsa jî lazim bû ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here (1. Tîmotêyos 4:13 bixwîne). Gelo em çawa dikarin di xizmetê de bibin mamosteyên hê jî hostetir? Gerek em rind haziriyê bikin. Di destê me de gelek hacet hene, yên ku dikarin alî me bikin ku em bibin mamosteyên baş. Mesela, li çavkaniyên wek broşûra Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe û qismê “Xwe ji bo Xizmetê Hazir Bike” yê Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê binêre. Eger em rind haziriyê bikin, emê bi zêdeyî nekevin stresê, û emê karibin bi xwebawerî xeber bidin.

11. Hin xwişk û bira çawa bûne mamosteyên baş?

11 Ji bo ku em hunerên hînkirinê bi pêş bixin, wê baş be ku em bala xwe bidin xwişk û birayên din û ji wan hîn bibin. Sam, ê ku me berê behsa wî kiribû, metodên mamosteyên baş analîz dike û xîret dike ku wan ji xwe re emsal bigire. Xwişkeke bi navê Talia rind guh dide gotarên gotarvanên bitecrûbe. Bi saya vê, ew hîn bûye ku di xizmetê de çawa cewabê bide pirsên ku gelek caran ji wê tên pirsîn.

LI CIVÎNAN

Li civînan, bi dil û can bistrê (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12. Li hinekan çi zor tê?

12 Li civînan, wê baş be ku em bi dengê bilind kilaman bibêjin û cewabên rind hazirkirî bidin (Zebûr 22:22). Li hinekan zor tê ku li ber xelkê kilaman bibêjin yan cewaban bidin. Gelo ev yek li te jî zor tê? Eger wisa ye, ka bibîne ku hin kes çawa di heqê tirsên xwe de hatine der.

13. Çi dikare alî te bike ku tu li civînan bi dil û can bistrî?

13 Kilaman bi dil û can bibêje. Gava em li civînan kilaman dibêjin, gerek armanca me ya sereke ev be ku em pesnê Yehowa bidin. Xwişkeke bi navê Sara xwe wek stranbêjeke bihuner nabîne. Dîsa jî, ew dixwaze bi kilaman pesnê Yehowa bide. Ji bo vê, çawa ku ew li malê ji bo qismên din ên civînê haziriyê dike, ew ji bo kilaman jî haziriyê dike. Ew kilaman prova dike û bala xwe didê ku gotinên kilaman çawa bi mijara civînê ve girêdayî ne. Ew dibêje: “Bi saya vê, ez dikarim baştir bala xwe bidim gotinên kilaman, û ez bi zêdeyî xem nakim ku dengê min xweş e yan na.”

14. Eger tu yekî fediyok î, çi dikare alî te bike ku tu li civînan cewaban bidî?

14 Li her civînê cewaban bide. Rast e, ev yek li hinekan zor tê. Xwişka me Talia, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Dengê min sakîn e, loma kes pê dernaxe ku bi eslê xwe, ez ditirsim ku li ber xelkê xeber bidim. Bi rastî jî, li min zor tê ku ez cewaban bidim.” Dîsa jî, Talia xîret dike ku cewaban bide. Wexta ku ew xwe ji bo civînan hazir dike, ew tîne bîra xwe ku gava pirsek tê pirsîn, gerek cewaba pêşîn kin û zelal be. Ew dibêje: “Yanî, eger cewaba min kin û hêsan be û tenê fikra sereke nîşan bide, ev yek problem nîne, çimkî îdarevan jixwe li benda cewabeke wisa ye.”

15. Di heqê cewabdayînê de gerek em çi ji bîr nekin?

15 Hin xwişk û bira ew qas fediyok nînin, lê ew dîsa jî cewaban nadin. Gelo çima? Xwişkeke bi navê Juliet wisa dibêje: “Car caran, ez cewabê nadim ji ber ku ez ditirsim ku cewaba min bi zêdeyî besît be û xweş nebe.” Eger tu jî carinan wisa difikirî, bîne bîra xwe ku eger em çi ji destê me tê bikin ku cewabên baş bidin, Yehowa wê ji me razî be. c Gava em hewl didin ku li civînan pesnê Xwedê bidin û îznê nadin ku tirsa me ji me re bibe asteng, ew pir şa dibe.

LI SOHBETÊN HERROJÎ

16. Gerek em xwe ji çi cure xeberdanê dûr bigirin?

16 Xwe ji xeberdana xerab dûr bigire (Efesî 4:31). Wek me berê gotibû, helbet lazim e ku şagirtên Îsa Mesîh çêran nekin. Lê belê, cureyên din ên xeberdana xerab jî hene, ku gerek em xwe ji wan dûr bigirin. Mesela, gerek em kultur, eşîr yan miletên din reş nekin. Wekî din, em naxwazin dilê mirovan bi gotinên xwe biêşînin. Birayek wisa dibêje: “Carinan, min qerfên xwe bi mirovan dikirin, û ez difikirîm ku zerara vê yekê tune, lê bi eslê xwe, min dilê mirovan diêşand. Bi salan, min ji alîkariya xanima xwe pir feyde dîtiye. Gava em bi tena serê xwe dimînin, ew carinan ji min re dibêje ku xeberdana min xweş nîne û hem dilê wê hem jî dilê kesên din diêşîne.”

17. Li gor Efesî 4:29, em çawa dikarin mirovan teşwîq bikin?

17 Bi awayekî pozîtîf xeber bide. Li şûna ku tu gilî û gazinan bikî û mirovan rexne bikî, pesnê wan bide (Efesî 4:29 bixwîne). Ji bo Îsraêliyan, gelek sebeb hebûn ku ew şikurdar bin, lê wan her tim gilî û gazinên xwe dikirin. Eger em bi dewamî gilî û gazinên xwe bikin, kesên din jî dikarin bikevin ber bayê me. Bîne bîra xwe ku hemû Îsraêliyan seba xebera xerab a 10 casûsan çawa li hemberî Mûsa û Harûn dest bi gotegotê kir (4. Mûsa 13:31–14:4). Ji aliyê din ve, gava em pesnê mirovan didin, her kes feydeyê dibîne. Mesela, hevalên qîza Yeftah pesnê wê dida, û vê yekê bê şik alî wê dikir ku ew wezîfeya xwe bi dilsozî bîne cih (Serweran 11:40). Sara, ya ku me berê behsa wê kiribû, wisa dibêje: “Gava em pesnê mirovan didin, em nîşanî wan didin ku Yehowa ji wan hez dike û xwişk û bira jî ji wan hez dikin.” Loma, li fersendan bigere ku tu ji dil pesnê mirovan bidî.

18. Li gor Zebûr 15:1, 2, çima muhîm e ku em rastiyê bibêjin, û ev yek tê çi maneyê?

18 Rastiyê bibêje. Yehowa ji derewan nefret dike. Madem ku em dixwazin dilê wî xweş bikin, gerek em her tim rastiyê bibêjin (Methelokên Silêman 6:16, 17). Îro, gelek kes difikirin ku derew tiştekî ew qas xerab nîne. Lê belê, Yehowa wisa nafikire, û gerek em jî mîna wî bifikirin (Zebûr 15:1, 2 bixwîne). Hin kes rasterast derewan nakin, lê ji bo kara xwe, ew hin melûmatan vedişêrin. Gerek em wisa nekin.

Eger em xîret bikin ku sohbeteke negatîf biguherînin, Yehowa wê ji me razî be (Li paragrafa 19an binêre)

19. Gerek em xwe ji çi dûr bigirin?

19 Paşgotiniyê belav neke (Methelokên Silêman 25:23; 2. Selanîkî 3:11). Juliet, a ku me berê behsa wê kiribû, dibêje ku paşgotinî li ser wê çawa bandor dike: “Gava kesek paşgotiniyê dike, ez xemgîn dibim û îtibara xwe bi vî kesî winda dikim. Kî zane, dibe ku ew paşê di heqê min de jî paşgotiniyê bike.” Eger tu dibînî ku sohbet hêdî hêdî dibe fesadî û paşgotinî, mijarê biguherîne (Kolosî 4:6).

20. Gerek em qabiliyeta xeberdanê çawa bi kar bînin?

20 Ji ber ku xeberdana xerab pir belavbûyî ye, gerek em xîret bikin ku xeberdana me li Yehowa xweş bê. Ji bîr neke ku qabiliyeta xeberdanê hediyeyeke ji Yehowa ye, û ew dixwaze ku em vê qabiliyetê bi awayekî baş bi kar bînin. Eger em ji dil hewl bidin ku qabiliyeta xeberdanê li xizmetê, li civînan û li sohbetên herrojî bi şeklekî pozîtîf bi kar bînin, Yehowa wê xîreta me bibereket bike. Li dinyaya nû, emê ji bandora vê dinyaya xerab bi temamî bifilitin, û wê êdî li me hêsantir bê ku em bi xeberdana xwe rûmetê bidin Yehowa (Cihûda 15). Heta wê demê, bila em xîret bikin ku gotinên ku ji devê me dertên li Yehowa xweş bên (Zebûr 19:14).

KILAM 121 Ji Me re Xwegirtin Lazim e

a Yehowa hediyeyeke pir xweş daye me – qabiliyeta xeberdanê. Çi heyf e ku piraniya însanan vê hediyeyê li gor daxwaza Yehowa bi kar naynin. Di vê dinyaya xerab de, gelo çi dikare alî me bike ku xeberdana me paqij bimîne û li Yehowa xweş bê? Li xizmetê, li civînan û li sohbetên herrojî, gelo em çawa dikarin dilê Yehowa bi xeberdana xwe xweş bikin? Li vê meqaleyê, emê cewabên van pirsan bistînin.

b Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

c Ji bo zêdetir melûmata di heqê cewabdayînê de, li meqaleya “Di Civatê de Pesnê Yehowa Bide” binêre (Birca Çavdêriyê, Çile 2019).

d RESIM: Birayek bi sertî cewabê dide zilamekî bihêrs; li civînê, birayek fedî dike ku kilaman bibêje; xwişkek paşgotiniyê dike.