Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15

Tu Xeberdanêda Meseleke Baş î?

Tu Xeberdanêda Meseleke Baş î?

“Tu bawermendara bibe nexşek, xeberdanêda” (1 TÎMOTÊYO 4:12).

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Me pêşkêşa xeberdanê ji kê standiye?

 EW YEK ku em dikarin xeber din pêşkêşeke ji Xwedê ye. Bi saya vê pêşkêşê, merivê pêşin Adem tevî Bavê xweyî ezmana xeber dida. Usa jî, Adem xeberên teze ber xwe derdixistin. Mesele, ewî nav dida ser heywana (Destpêbûn 2:19). Bidin ber çevê xwe, ku gava ewî cara pêşin tevî jina xwe Hêwayê xeber da, ew çiqas şa bû! (Destpêbûn 2:22, 23).

2. Pêşkêşa xeberdanê berê çawa bi cûrekî xirab dihate xebitandinê, û îro hal çawa ye?

2 Gelek wext derbaz nebû ku pêşkêşa xeberdanê bi cûrekî xirab hate xebitandinê. Mîrê-cina Hêwayê xapand, û ev derew bû sebeba gune û qisûrdariyê (Destpêbûn 3:1-4). Paşê, Adem seva şaşiyên xwe, him jina xwe him jî Yehowa neheq kir. Bi vî cûreyî, ewî zimanê xwe bi cûrekî xirab da xebatê (Destpêbûn 3:12). Paşî ku Qayîn birê xwe Habîl kuşt, ewî jî Yehowara derewî got (Destpêbûn 4:9). Paşê, Lamex yek ji neviyên Qayîn şêr nivîsî. Ev şêr nîşan dike, wekî rojên wîda çiqas zulm û xirabî hebû (Destpêbûn 4:23, 24). Gelo îro hal çawa ye? Gelek serwêrên polîtîkê ber xelqê çêra dikin. Usa jî, gelek fîlmada giliyên xirab didine xebatê. Him mektebada him jî ciyên xebatê, giliyên xirab têne bihîstinê. Xeberdana xirab îro usa belabûyî ye, wekî eşkere tê kifşê ku dinê çiqas xirab bûye.

3. Gerekê em çira haş ji xwe hebin, û vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Heger em haş ji xwe tune bin, em dikarin usa hînî zimanê xirab bin, ku gotinên xirab dikarin bê hemdê me ji devê me derkevin. Em Şedên Yehowa ne, lema jî em dixwazin dilê Yehowa şa kin. Bona vê yekê, bes nîne ku em tenê çêra nekin. Gerekê em bi xeberdana xwe pesinê Xwedê bidin. Vê gotarêda emê bivînin ku em çawa dikarin vê yekê (1) xizmetêda, (2) civatêda (3) û xeberdana herrojîda bikin. Pêşiyê emê bivînin ku Yehowa çira dîna xwe dide xeberdana me.

YEHOWA DÎNA XWE DIDE XEBERDANA ME

Gelo xeberdana te nîşan dike ku dilê teda çi heye? (Abzasa 4 û 5 binihêre) *

4. Li gora Malaxî 3:16, Yehowa çima dîna xwe dide xeberdana me?

4 Malaxî 3:16 bixûne. Gelo Yehowa çira navên wan meriva ‘pirtûkeke bîranînêda’ dinivîse, yên ku bi xeberdana xwe nîşan dikin ku ji wî ditirsin û ser navê wî difikirin? Xeberdana me nîşan dike, ku dilê meda çi heye. Îsa usa gotibû: “Çi ku dilada heye zar jî wê dibêje” (Metta 12:34). Ev yek ku em derheqa çi xeber didin, nîşan dike ku em çiqas Yehowa hiz dikin. Ev yek gelek ferz e, çimkî Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide wan meriva, kî ku wî hiz dikin.

5. (a) Hebandina me çawa xeberdana meva girêdayî ye? (b) Ça ser şikil tê kifşê, çira ferz e ku em miqatî xeberdana xwe bin?

5 Ev yek ku Yehowa wê hebandina me qebûl bike yan na, xeberdana meva jî girêdayî ye (Aqûb 1:26). Hine kesên ku Xwedê hiz nakin, hêrs, sert û qure xeber didin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Hemikî em naxwazin mîna wan bin. Em dixwazin ku Yehowa ji xeberdana me razî be. Lê heger em tenê xizmetêda yan civatada şîrin-şîrin, bi merîfetî û dilovanî xeber din, lê çaxê xûşk-bira me navînin, tevî neferên xwe sert xeber din, gelo Yehowa wê ji me razî be? (1 Petrûs 3:7).

6. Ew yek ku Kîmbêrlîyê xeberdana xwe rast da xebatê, çi kar anî?

6 Heger em pêşkêşa xeberdanê rast bidine xebatê, merivên din wê zelal bivînin, ku em xizmetkarên Yehowa ne. Ewana wê firqiya nav merivên ku Xwedêra xizmet dikin û kesên ku jêra xizmet nakin, rind bivînin (Malaxî 3:18). Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke bi navê Kîmbêrlî. * Mektebêda, ewê ders standibû, kîjan ku gerekê tevî hevaldersxaneke xwe hazir kira. Çaxê wana tevayî ders hazir dikir, hevaldersxana Kîmbêrlîyê dît ku ew derheqa tu kesî xirab xeber nade, timê pozîtîv xeber dide û çêra nake. Ev yek usa ser wê hukum kir, ku wede şûnda ewê destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Gava em zar-zimanê xwe rast didine xebatê, em meriya dikişînin ser riya rastiyê û dilê Yehowa gelek şa dikin!

7. Gerekê em pêşkêşa xeberdanê çawa bidine xebatê?

7 Em gişk dixwazin bi xeberdana xwe rûmetê bidin Yehowa û diha nêzîkî xûşk-bira bin. Were em binihêrin ku em çawa dikarin xeberdanêda bibine mesele.

XIZMETÊDA MESELA BAŞ BIN

Yehowa dixwaze wekî em xizmetêda tevî meriva bi nermî xeber din (Abzasa 8 û 9 binihêre)

8. Xizmetêda Îsa çawa bi xeberdana xwe, mera bû mesele?

8 Gava kesek hêrsa te radike, dîsa jî bi nermî û bi qedir xeber de. Çaxê Îsa xizmet dikir, gelek car meriva ew sûcdar dikirin. Wana digot ku ew pey xwarin û vexwarinê ketiye, xizmetkarê Mîrê-cina ye, Roja Şemiyê nagire û kifiriya dike (Metta 11:19; 26:65; Lûqa 11:15; Yûhenna 9:16). Lê yeke Îsa bi gotinên sert, caba wan nedida. Mîna wî, em jî gerekê sert caba meriva nedin (1 Petrûs 2:21-23). Lê carna hêsa nîne ku em xwe bigirin (Aqûb 3:2). Gelo çi dikare alî me bike?

9. Gava em mizgînê bela dikin, çi dikare alî me bike xeberdana xwe kontrol kin?

9 Heger xweyê malê sert caba te bide, hêrs nekeve. Birakî bi navê Sêm dibêje: “Ez timê dîna xwe didimê hela xweyê malê çiqas hewcê rastiyê ye, û ku ew dikare bê guhastinê”. Carna dibeke xweyê malê hêrs be, çimkî em wedekî nebaş hatin bal wî. Heger em rastî kesekî hêrs bên, em dikarin mîna xûşkeke bi navê Lûçîa bikin. Em dikarin kin dua bikin, ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku em rihetiyê xwey kin û xwe bigirin, wekî sert û bêqedir xeber nedin.

10. Li gora 1 Tîmotêyo 4:13, gerekê nêta me çi be?

10 Bibe dersdarekî diha baş. Tîmotêyo mizgînvanekî cêribandî bû, lê dîsa jî lazim bû ku ew ruhanîda pêşda here (1 Tîmotêyo 4:13 bixûne). Gelo em çawa dikarin xizmetêda bibine dersdarên diha baş? Gerekê em timê xwe rind hazir bikin. Destê meda gelek hacet hene, kîjan ku dikarin alî me bikin wekî em bibine dersdarên hoste. Mesele, broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be” û para “Xwe bona Xizmetiyê Hazir kin” ji “Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin; Bernama Civînê”. Heger em xwe rind hazir kin, emê kêm bikevine strêsê, û emê bikaribin bi mêrxasî xeber din.

11. Hine xûşk-bira ça bûne dersdarên hoste?

11 Seva ku em bibin dersdarên hoste, wê baş be ku em dîna xwe bidine xûşk-birên din û ji wana hîn bin. Sêm, besa kîjanî ku me jorê kiribû, dîna xwe dide xûşk-birên cêribandî û çev dide wan. Xûşkeke bi navê Talîa rind guh dide gotarvanên cêribandî. Bi saya vê yekê, ew hîn bûye ku xizmetêda çawa caba wan pirsa bide, kîjan ku meriv gelek car dipirsin.

CIVATÊDA MESELA BAŞ BIN

Civatêda bi dil û can bistirê (Abzasa 12 û 13 binihêre)

12. Bona hineka çi hêsa nîne bikin?

12 Wê baş be ku civatêda em bi dengê bilind kilama bistirên û cabên rind hazirkirî bidin (Zebûr 22:22). Bona hineka çetin e ku ber kesên din kilama bistirên yan cabên xwe bidin. Gelo ev yek tera jî çetin e? Heger erê, were em bivînin ku çi alî hineka kiriye wekî tirsa xwe alt kin?

13. Çi dikare alî te bike wekî tu ser civatê bi dil û can kilama bêjî?

13 Kilama bi dil û can bistirê. Gava em civatada kilama dibêjin, gerekê nêta meye sereke ev be, ku em pesinê Yehowa bidin. Xûşkeke bi navê Sara xwe ça stranbêjeke baş hesab nake. Dîsa jî, ew dixwaze pê kilama pesinê Yehowa bide. Lema jî çaxê ew xwe bona civatê hazir dike, ew kilama jî hazir dike. Ew kilama dibihê, distirê û dîna xwe didê ku gotinên kilama çawa têma civînêva girêdayî ye. Ew dibêje: “Bi saya vê yekê, ez dikarim diha baş dîna xwe bidime gotinên kilama, û îda haqas berxwe nakevim ku dengê min xweş e yan na”.

14. Heger tu şermoke yî, çi dikare alî te bike, wekî ser civatê caba xwe bidî?

14 Timê ser civata caba xwe bide. Rast e, ev yek hinekara çetin e. Talîa, besa kîjanê me jorê kiribû, usa dibêje: “Dengê min xwe bi xwe rihet e, lema kes tê dernaxe ku bi rastî bona min strêseke mezin e çaxê ez ber meriva xeber didim. Minra hêsa nîne ku ser civatê cabên xwe bidim”. Lê yeke Talîa ser xwe dixebite, wekî caba bide. Gava ew xwe bona civata hazir dike, ew tîne bîra xwe ku gava pirsa pêşin tê dayînê, gerekê caba pêşin kin û zelal be. Ew dibêje: “Heger caba min kin û hêsa be û tenê fikira sereke nîşan ke, ev yek problêm nîne, çimkî kê ku civat derbaz dike, hîviya cabeke usa ye”.

15. Derheqa cabên ser civatê gerekê em çi bîr nekin?

15 Hine xûşk-bira şermoke nînin, lê yeke ser civata caba nadin. Gelo çira? Xûşkeke bi navê Cûlyêta usa dibêje: “Car-cara ez cab nadim, çimkî ez ditirsim ku caba min gelek hêsa ye û haqas xweş nîne”. Çaxê tu jî usa difikirî, bîne bîra xwe ku heger em çi ji destê me tê bikin wekî cabên baş bidin, Yehowa wê ji me razî be. * Gava em ji aliyê xweda her tiştî dikin ku ser civîna pesinê wî bidin û îzinê nadin ku tirs me alt ke, ew gelek şa dibe.

XEBERDANA HERROJÎDA MESELE BIN

16. Gerekê em xwe ji çi cûre xeberdanê dûr bigirin?

16 Xwe ji her cûre xeberdana xirab dûr bigire (Efesî 4:31). Çawa ku me pêşda got, Mesîhî gerekê çêra nekin û giliyên xirab nedine xebatê. Lê dîsa hine cûrê xeberdanê hene, ji kîjana ku em gerekê xwe dûr bigirin. Mesele, gerekê em fesal bin wekî qerfê xwe milet, berek yan jî kûltûra kesên din nekin. Usa jî, em naxwazin bi gotinên xwe dilê meriva bêşînin. Birak usa dibêje: “Carna, min qerfên xwe meriva dikir û difikirîm ku ez tenê heneka dikim, lê bi rastî min dilê wan dêşand. Bi sala, jina min gelekî alî min dikir, wekî ez ser xwe bixebitim. Gava em tenê dimînin, ew carna minra dibêje ku xeberdana min xweş nîne û him dilê wê him jî dilê kesên din dêşîne”.

17. Li gora Efesî 4:29, em ça dikarin meriva qewî kin?

17 Bi giliyên xwe meriva hêlan ke û qewî ke. Dewsa ku gilî-gazina bikî û meriva sûcdar kî, payê wan bide (Efesî 4:29 bixûne). Bona Îsraêliya gelek menî hebûn ku şêkirdar bin, lê wana hertim dikire kute-kut. Heger em berdewam kin gazinên xwe bikin, ev yek dikare ser kesên din jî hukum ke. Bîne bîra xwe ku xebera xirab ya 10 cesûsa çawa bû sebeb ku hemû Îsraêlî destpêkirin ser Mûsa bikine kute-kut (Jimar 13:31–14:4). Lê gava em payê meriva didin, her kes karê distîne. Mesele, hevalên qîza Yeftah payê wê didan, û em dikarin bawer bin ku ew yek alî wê dikir, wekî xizmeta xwe bi aminî bîne sêrî (Hakimtî 11:40). Sara, ya ku me jorê besa wê kiribû, usa dibêje: “Gava em payê xûşk-bira didin, em nîşanî wan dikin ku him Yehowa him jî xûşk-bira wana hiz dikin”. Lema jî mecala bigere, wekî ji dil payê meriva bidî.

18. Li gora Zebûr 15:1, 2, çima ferz e ku em rastiyê bêjin, û ev yek çi tê hesabê?

18 Rastiyê bêje. Yehowa derewa nefret dike. Heger em dixwazin dilê wî şa kin, gerekê em timê rastiyê bêjin (Metelok 6:16, 17). Îro gelek meriv difikirin, wekî derewî tiştekî xirab nîne. Lê Yehowa usa nafikire, û gerekê em jî mîna wî bifikirin (Zebûr 15:1, 2 bixûne). Hine kes raste-rast derewa nakin, lê bona kara xwe hine înformasiya vedişêrin. Em gerekê vê yekê nekin û her tiştîda helal bin.

Heger em xîret bikin ku xeberdana nebaş biguhêzin, Yehowa wê ji me razî be (Abzasa 19 binihêre)

19. Gerekê em xwe ji çi dûr bigirin?

19 Geveztiyê neke (Metelok 25:23; 2 Têsalonîkî 3:11). Cûlyêta, ya ku me besa wê kiribû, dibêje ku geveztî ser wê çawa hukum dike: “Gava kesek geveztiyê dike, ez xemgîn dibim û îda îtbariya xwe wî merivî naynim. Kê zane, ew dibeke paşê derheqa min jî geveztiyê bike”. Heger tu texmîn dikî wekî xeberdan we hêdî-hêdî derbazî ser geveztiyê dibe, tu dikarî bi nermî têma xeberdanê biguhêzî (Kolosî 4:6).

20. Gerekê em pêşkêşa xeberdanê çawa bidine xebatê?

20 Îro xeberdana xirab gelek belabûyî ye, gerekê em xîret bikin ku xeberdana me Yehowa xweş bê. Bîr neke ku pêşkêşa xeberdanê ji Yehowa ye, û ew dixwaze ku em vê pêşkêşê bi cûrekî baş bidine xebatê. Heger em ji dil aliyê xweda çiqas dikarin pêşkêşa xeberdanê wedê xizmetiyê, ser civata û jîyîna herrojîda rast didine xebatê, Yehowa wê xîreta me kerem ke. Dinya tezeda emê ji hukumê vê dinya xirab bi temamî xilaz bin, û mera wê îda diha hêsa be ku bi xeberdana xwe rûmetê bidine Yehowa (Cihûda 15). Heta wê demê, were em xîret bikin, wekî gotinên ku ji devê me dertên Yehowa xweş bên (Zebûr 19:14).

KILAMA 121 Xwegirtinê Kifş kin

^ abz. 5 Yehowa pêşkêşeke gelek xweş daye me, ew heye xeberdan. Lê çiqas xirab e ku gelek meriv vê pêşkêşê li gora qirara Yehowa nadine xebatê. Vê dinya xirabda, gelo çi dikare alî me bike, wekî xeberdana me temiz bimîne û Yehowa xweş bê? Wedê xizmetê, civatê û xeberdana herrojî, gelo em çawa dikarin dilê Yehowa bi xeberdana xwe şa kin? Vê gotarêda emê cabên van pirsa bistînin.

^ abz. 6 Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 15 Bona hê zêde elametî derheqa cabên civatê, gotara “Civatêda Pesinê Yehowa Bide” binihêre (“Birca Qerewiliyê”, Çile 2019).

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak sert caba mêrekî hêrs dide; civatêda birak şerm dike ku kilama bêje; xûşkek geveztiyê dike.