Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16

Çiqas Destê Te Tê bona Yehowa Bike û Bextewar be

Çiqas Destê Te Tê bona Yehowa Bike û Bextewar be

“Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê” (GALATÎ 6:4).

KILAMA 37 Bi Dil û Can Yehowara Xizmet Dikin

VÊ GOTARÊDA *

 YEHOWA dixwaze ku em bextewar bin. Em zanin wekî şabûn ew heye berê ruhê pîroz (Galatî 5:22). Gava em xizmet dikin yan jî cûre-cûre aliyava alîkariyê didine xûşk-bira, em şa dibin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku “xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

2-3. (a) Li gora Galatî 6:4, çi wê alî me bike şabûna xwe unda nekin? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

2 Galatî 6:4-da, Pawlosê şandî besa du tişta kiribû, yên ku alî me dikin wekî em şabûna xwe unda nekin (bixûne). Ya yekê, gerekê nêta me ev be ku em bona Yehowa çi ji destê me tê bikin. Heger em usa bikin, emê bextewar bin (Metta 22:36-38). Ya duda, gerekê em xwe beramberî kesên din nekin. Sihet-qewat, hînkirin yan feresetên me çiqas îzinê didin, gerekê em haqas Yehowara xizmet kin û ji wî razî bin, çimkî her tişt me ji wî standiye. Ji aliyê dinva jî, heger kesên din xizmetêda hine aliyada ji me çêtir in, gerekê em şa bin ku ewana feresetên xwe ne ku bona kara xwe, lê bona rûmeta Yehowa didine xebatê. Lema jî dewsa ku em wanra bikevin hucetê, wê baş be ku em ji wana hîn bin.

3 Heger qewata me nagihîjê ku çawa dilê me dixwaze Yehowara xizmet bikin, em ça dikarin şabûna xwe unda nekin? Usa jî, em çawa dikarin fereset û hunurên xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê û ji mesela kesên din hîn bin? Vê gotarêda emê cabên van pirsa bistînin.

SEVA SÎNORÊN XWE XEMGÎN NEBE

Derecên me çi bin jî, were em çi ji destê me tê bikin, wekî Yehowa ji me razî be (Abzasa 4 heta 6 binihêre) *

4. Hine xûşk û bira çira xemgîn dibin?

4 Heger em îda kal û pîr bûne yan jî sihet-qewata me ne baş e, dibeke em îda nikarin haqas xizmet kin çiqas dilê me dixwaze. Xûşkeke bi navê Karol rastî çetinayîke usa hat. Berê, ewê ciyên usa xizmet dikir, kîderê ku mizgînvan hindik bûn. Wî çaxî, Karolê tevî 35 meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir û alî çend kesa kiribû ku ewana bibine xizmetkarên Yehowa. Karolê ji xizmeta xwe şabûneke mezin distand. Lê paşê sihet-qewata wê xirab bû, û lazim bû ku ew heçî zef malda bimîne. Karol dibêje: “Rûyê nexweşiya xweda, ez nikarim mîna kesên din xizmet bikim, lema jî ez xwe bêkêr texmîn dikim. Gava qewata min nagihîjê ku ez her tiştî li gora dilê xwe bikim, ez xemgîn dibim”. Karol dixwaze bi dil û can Yehowara xizmet ke, û nêta wê gelek baş e. Em dikarin bawer bin ku Xwedayê meyî dilovan xîreta wê qîmet dike.

5. (a) Heger em seva sînorên xwe xemgîn in, gerekê em çi bînin bîra xwe? (b) Birayê ser şikil ça qasî qewata xwe hertim Yehowara xizmet kiriye?

5 Heger tu carna seva sînorên xwe dilteng dibî, ji xwe bipirse: “Gelo xwestina Yehowa hindava minda çi ye?” Ew tenê dixwaze ku tu çi ji destê te tê bikî. Vê meselê bide ber çevê xwe: Xûşkeke 80 salî xemgîn e, çimkî ew nikare mîna berê xizmet bike. Ew çi ji destê wê tê dike, lê ew difikire ku ev yek bona Yehowa bes nîne. Gelo bi rastî usa ye? Hela bifikire: Gava ew 40 salî bû, ewê çiqas dikaribû haqas xizmet dikir, û niha jî, ew çiqas dikare haqas xizmet dike. Heger em dudilî dibin ku em êpêce xizmet nakin seva ku Yehowa xweş bên, gerekê em bînin bîra xwe wekî Yehowa derheqa vê yekê çi difikire û ça ser vê yekê dinihêre. Heger em çi ji destê me tê bikin, Yehowa wê mera bêje: “Eferim!” (Beramber ke Metta 25:20-23).

6. Em dikarin ji mesela Marîayê çi hîn bin?

6 Dewsa ku em xemgîn bin seva tiştên ku qewata me nagihîjê bikin, gerekê em dîna xwe bidin wan tişta, çi em dikarin bikin. Ev yek wê alî me bike şabûna xwe unda nekin. Xûşkeke bi navê Marîa, rûyê nexweşiyêda nikare haqas xizmet ke çiqas dilê wê dixwaze. Sêrîda ew gelek xemgîn dibû û xwe bêkêr texmîn dikir. Lê paşê ewê safî kir wekî alîkariyê bide xûşkekê, ya ku ketibû cî-nivîna. Marîa dibêje: “Min destpêkir tevî wê pê têlê û bi saya nema xizmet kim. Her car çaxê me tevayî xizmet dikir, ez gelek şa dibûm, çimkî min alî xûşka xwe dikir”. Seva ku em şabûna xwe hê zêde kin, wê baş be wekî em jî dîna xwe bidin tiştên ku ji destê me tên. Lê heger mecala me heye ku em xizmeta xwe zêde kin, yan jî xizmetêda em hine aliyada cêribandî ne, gerekê em çi bikin?

FERESETÊN XWE BIDE XEBATÊ

7. Petrûsê şandî çi şîret da Mesîhiya?

7 Nema xweye pêşinda, Petrûsê şandî Mesîhiyara gotibû wekî ewana pêşkêş û feresetên xwe bona hêlankirina hevdu bidine xebatê: “Ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin, çawa wekîlên qence wan keremên Xwedê” (1 Petrûs 4:10). Hine kes ditirsin ku heger ewana “pêşkêşa” xwe, dêmek feresetên xwe bi temamî xizmetêda bidine xebatê, kesên din wê çevnebariya wan bikin yan jî dilteng bin. Heger kesek seva vê yekê xwe paş xe, ewê nikaribe bi temamî tiştên herî baş bide Yehowa.

8. Li gora 1 Korintî 4:6, 7, çima lazim e wekî em xwe seva feresetên xwe qure nekin?

8 Lazim e ku em feresetên xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê, lê gerekê em fesal bin wekî xwe qure nekin (1 Korintî 4:6, 7 bixûne). Mesele, dibeke tera hêsa ye tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Tu gerekê xwe paş negirî ku vê feresetê bidî xebatê, lê ji aliyê dinva jî gerekê tu seva vê yekê xwe qure nekî. Mesele, bide ber çevê xwe wekî te hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiriye û tu dixwazî wedê xizmeta komê besa vê yekê bikî. Lê gava kom li hev top dibe, xûşkek bi şabûnê gilî dike wekî ewê merivekîra jûrnal hîştiye. Ewê jûrnalek daye, te jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkiriye, niha tuyê çi bikî? Tu zanî ku qewimandina te wê komê xweş bê, lê tu safî dikî wekî rojeke din besa vê yekê bikî, seva şabûna vê xûşkê ku jûrnalek daye, netemirînî. Ev yek safîkirineke baş e. Lê xwe paş negire wekî hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkî. Eva pêşkêşa te ye, û vê yekê bide xebatê!

9. Gerekê em feresetên xwe ça bidine xebatê?

9 Gerekê em bîr nekin ku feresetên me pêşkêşên ji Xwedê ne. Lazim e ku em van pêşkêşa bona kara civatê bidine xebatê, ne ku navê xwe derxin û xwe bilind kin (Fîlîpî 2:3). Heger em qewat û feresetên xwe li gora xwestina Xwedê bidine xebatê, emê şa bin, ne ku çimkî em ji kesên din çêtir in, lê çimkî em van pêşkêşa bona rûmeta Yehowa didine xebatê.

10. Gerekê em çi nekin, û çira?

10 Carna, meriv feresetên xweye baş beramberî kêmasiyên kesên din dikin. Mesele, dibeke birak gotara gelek rind dixûne. Ev yek pêşkêşa wî ye. Lê ew dibeke xwe ser wî birayîra digire, yê ku nikare gotara usa rind bixûne. Lê diqewime ew bira xizmetêda, mêvanhiziyêda yan hînkirina zarada ji wî çêtir e. Gelo em razî nînin ku haqas xûşk-birên me pê feresetên xwe, dêmek pê pêşkêşên xwe, Yehowara xizmet dikin û alî kesên din dikin?

JI MESELÊN KESÊN DIN HÎN BE

11. Wê çima baş be ku em çev bidin Îsa?

11 Rast e gerekê em xwe beramberî kesên din nekin, lê em hilbet dikarin ji mesela kesên amin hîn bin. Besa xeberê, em dikarin ji mesela Îsa hîn bin. Em bêqisûr nînin, lê em dikarin ji hunurên wîye baş û kirên wî dersa hîn bin (1 Petrûs 2:21). Heger em çi ji destê me tê bikin ku çev bidine wî, emê bikaribin bi cûrekî diha baş Yehowara xizmet bikin û mizgînê bela kin.

12-13. Em ji Dawid Padşa çi dikarin hîn bin?

12 Kitêba Pîroz besa gelek kesên amin dike, yên ku rast e gunekar bûn, lê mera bûne meselên baş (Îbranî 6:12). Mesele, Yehowa Dawid wek “merîk dilê xwera dît” (Karên Şandiya 13:22). Rast e Dawid hine gunên giran kiribû, lê dîsa jî ew gelek aliyava mera meselekî baş e. Gelo çira? Çimkî ew hazir bû şîreta qebûl ke, û seva gunên xwe ji dil poşman dibû, lema jî Yehowa dibaxşande wî (Zebûr 51:3, 4, 10-12).

13 Seva ku ji serhatiya Dawid dersa hîn bî, ji xwe bipirse: “Gelo ez mîna Dawid şîreta qebûl dikim? Gelo ez hazir im ku şaşiyên xwe bînim ser xwe? Yan ez timê xwe heq derdixim? Gelo ez şaşiyên xwe davêjim ser kesên din? Gelo ez ser xwe dixebitim, wekî dîsa van şaşiya nekim?” Tu dikarî pirsên wî cûreyî bidî xwe, gava tu Kitêba Pîrozda derheqa serhatiyên xizmetkarên amin dixûnî. Gelo tengasiyên wan mîna tengasiyên min in? Wana kîjan hunurên baş eyan dikir? Û her car vê pirsê bide xwe: “Ez çawa dikarim çev bidime van meselên xizmetkarên amin?”

14. Wê çima baş be ku em çev bidin xûşk-bira?

14 Îro jî xûşk-birên meye cahil û emirda mezin mera mesele ne. Besa xeberê bifikire ku xûşk-birên civata teda çawa ber hukumê merivên der-dor, miqabilîbûna malbetêda yan nexweşiyê, bi aminî Yehowara xizmet dikin? Tu dixwazî çev bidî kîjan hunurên wane baş? Ev yek dikare alî te bike wekî tu jî nava tengasiyên xweda Yehowara amin bimînî. Gelo ev yek ku xûşk-birên meye usa delal hene, dilê me şa nake? (Îbranî 13:7; Aqûb 1:2, 3).

BI ŞABÛNÊ YEHOWARA XIZMET KE

15. Kîjan temiya Pawlosê şandî dikare alî me bike ku em bi şabûnê Yehowara xizmet bikin?

15 Seva ku em civatêda edilayî û yektiyê pêşda bivin, gerekê her kes ji me bona vê yekê çi ji destê me tê bike. Qirna yekêda, cûre-cûre pêşkêş û cabdariyên Mesîhiya hebûn (1 Korintî 12:4, 7-11). Dîsa jî, ewana hevdura nediketine hucetê, û yektiya nav xweda xirab nedikirin. Pawlos wanra got ku bira her kes, “bona avabûna bedena Mesîh” xîret bike. Ewî Efesiyara jî nivîsî ku “gava her pareke bedenê şixulê xwe dike, hizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe” (Efesî 4:1-3, 11, 12, 16). Ew Mesîhiyên ku temiya Pawlosê şandî anîne sêrî, yektî û tifaqî nav xweda xwey dikirin, û îro em vê yekê civatên xweda jî divînin.

16. Gerekê em çi bikin? (Îbranî 6:10)

16 Xwe beramberî kesên din neke. Ji Îsa Mesîh hîn be û çev bide xeyset-hunurên wî. Çev bide kesên ku Kitêba Pîroz besa wan dike û xûşk-birên amin. Çi ji destê te tê bike, û bawer be ku Yehowa “ser neheqiyê nîne” wekî kirên te bîr ke (Îbranî 6:10 bixûne). Bi şabûnê Yehowara xizmet ke, û bîr neke ku ew xîreta te gelek qîmet dike.

KILAMA 65 Timê Pêş!

^ abz. 5 Em hilbet dikarin ji mesela kesên din karê bistînin. Lê heger em xwe beramberî kesên din bikin, em dikarin yan qure bin yan jî dilteng bin û şabûna xwe unda kin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin xwe ji vê telikê xwey kin.

^ abz. 49 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî cahiltiya xweda Beytelêda xizmet dikir. Paşî ku ew zewicî, ewî tevî jina xwe ça pêşeng xizmet dikir. Gava wîra zar hatine bûyînê, ewî wana xizmetêda hîn dikir. Niha ew îda kal bûye, û dîsa jî çi ji destê wî tê dike û mizgînê bi saya nema bela dike.