Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 25

Yehowa Kesên Efûkar Bibereket Dike

Yehowa Kesên Efûkar Bibereket Dike

“Çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (KOLOSÎ 3:13).

KILAM 130 Hevdû Efû Bikin

PÊŞGOTIN *

1. Yehowa ji gunehkarên tobedar re çi dibêje?

 YEHOWA em xuliqandine, ji bo me qanûnan datîne û Hakimê me ye. Ji xeynî vê, ew Bavê meyî dilovan e jî (Zebûr 100:3; Îşaya 33:22). Gava ku em gunehan dikin, lê ji dil tobe dikin, Yehowa hem dikare hem jî dixwaze me efû bike (Zebûr 86:5). Bi navgîniya Îşaya pêxember, Yehowa bi dilgermî wisa gotiye: “Ger sûcên we mîna qirmiz bin jî dê mîna berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18).

2. Ji bo ku em bi mirovan re di aştiyê de bin, gerek em çi bikin?

2 Ji ber ku em qisûrdar in, em dilê mirovan carinan bi gotin û kirinên xwe diêşînin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, eger em hîn bibin ku hevdû efû bikin, em dikarin bi mirovan re di aştiyê de bin (Methelokên Silêman 17:9; 19:11; Metta 18:21, 22). Eger me dilê hevdû bi şaşiyên biçûk êşandibe, Yehowa dixwaze ku em hevdû efû bikin (Kolosî 3:13). Madem ku Yehowa me “bi zêdebarî” efû dike, ma ne lazim e ku em jî hevdû efû bikin? (Îşaya 55:7, Mizgînî).

3. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin?

3 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku însanên qisûrdar çawa dikarin efûkariya Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Lazim e ku em kîjan gunehan ji rîspiyan re bibêjin? Yehowa ji me çima dixwaze ku em kesên din efû bikin? Gelo em dikarin ji hin xwişk û birayên ku seba gunehên kesên din pir êş kişandiye çi hîn bibin?

GAVA ŞAHIDEKÎ YEHOWA GUNEHEKÎ GIRAN DIKE

4. (a) Gava xizmetkarekî Yehowa gunehekî giran dike, lazim e ku ew çi bike? (b) Gava kesekî gunehekî giran kiriye, rîspî çi dikin?

4 Lazim e ku gunehên giran ji rîspiyan re werin gotin. Hin ji van gunehan, li 1. Korîntî 6:9, 10 derbas dibin. Gava kesek qanûnên Xwedê bi awayekî cidî binpê dike, ev yek gunehekî giran e û lazim e ku ew hem ji Yehowa efû bixwaze hem jî bi rîspiyên civatê re xeber bide (Zebûr 32:5; Aqûb 5:14). Gelo rola rîspiyan çi ye? Tenê Yehowa dikare gunehan bi temamî efû bike, û ew vêya li ser esasê fîdyeyê dike. Lê belê, Yehowa dixwaze ku rîspî li gor Nivîsarên Pîroz pê derxin ka kesê ku guneh kiriye dikare li civatê bimîne yan na (1. Korîntî 5:12). Loma, gerek ew ji xwe wisa bipirsin: Gelo guneh, gunehekî qesdî bû? Gelo kesê ku guneh kiriye plan kiribû ku xerabiyê bike? Gelo guneh bi demeke dirêj dewam kir? Ya herî muhîm jî, gelo ew ji dil tobe dike yan na? Gelo îsbat hene ku Yehowa ew efû kiriye? (Karên Şandiyan 3:19).

5. Feydeyên îşê rîspiyan çi ne?

5 Wexta ku rîspiyên civatê bi kesê ku guneh kiriye re xeber didin, hedefa wan ev e ku qerareke wisa bidin ku jixwe li ezmanan hatiye dayîn (Metta 18:18). Gelo civat ji vî îşê rîspiyan çawa feydeyê dibîne? Ji hêlekê ve, kesên ku tobe nakin û ku dikarin zerarê bidin miyên Yehowa ji civatê tên derxistin (1. Korîntî 5:6, 7, 11-13; Tîtos 3:10, 11). Ji hêla din ve, dibe ku kesê ku guneh kiriye tobe bike û ji aliyê Yehowa ve were efûkirin (Lûqa 5:32). Rîspî ji bo kesê tobedar dua dikin û ji Yehowa rica dikin ku bila ew alî vî kesî bike, da ku siheta wî ya ruhî dîsa qenc be (Aqûb 5:15).

6. Eger kesek ji civatê were derxistin, gelo ew dîsa jî dikare were efûkirin?

6 Eger kesek li dema ku rîspî pê re xeber didin tobe neke, lazim e ku ew ji civatê were derxistin. Eger wî qanûnên welêt binpê kiriye, rîspî wê wî ji ceza neparêzin. Ferq nake ku ew tobe bike yan na, Yehowa îznê dide ku dewlet hukim û ceza bide her kesê ku qanûn binpê kiriye (Romayî 13:4). Dîsa jî, eger hişê kesê sûcdar paşê were serê wî û ew ji dil tobe bike û xwe serrast bike, Yehowa hazir e ku sûcê wî bibexşîne (Lûqa 15:17-24). Sûcê wî çi qas giran be jî, ev yek mumkin e (2. Dîrokan 33:9, 12, 13; 1. Tîmotêyos 1:15).

7. Em çawa dikarin kesekî ku li dijî me guneh kiriye efû bikin?

7 Eva ku Yehowa kesekî efû bike yan na, ne qerara me ye. Lê belê, tiştek heye ku gerek em xwe bi xwe qerarê bidin. Gelo çi? Hin kesên ku li dijî me gunehên giran kiriye poşman dibin û ji me efû dixwazin, lê hin kes poşman nabin û efû naxwazin. Hal her çi be jî, em dikarin wan efû bikin û dev ji hêrsa xwe berdin. Eger wan dilê me pir êşandibe, dibe ku ji bo vê wext û xîret lazim be. Çend sal berê, kovareke me wisa gotibû: “Wexta ku tu gunehkarekî efû dikî, ev yek nayê maneya ku tu çavê xwe li ser gunehê wî digirî. Ji bo şagirtên Îsa Mesîh, efûkirin tê maneya ku ew meseleyê êdî didin destê Yehowa. Hakimê adil ê temamiya gerdûnê ew e, û ewê li wexta rast edaletê pêk bîne” (The Watchtower, 15 Îlon 1994). Gelo Yehowa çima dixwaze ku em sûcan efû bikin û bawer bin ku ewê edaletê pêk bîne?

YEHOWA ÇIMA DIXWAZE KU EM MIROVAN EFÛ BIKIN?

8. Efûkariya Yehowa me dehf dide ku em çi bikin?

8 Gava em mirovan efû dikin, em nîşan didin ku em qîmetê didin rehma Yehowa. Di çîrokekê de, Îsa Mesîh behsa padîşahekî kir, ê ku deynê mezin ê xulamekî xwe bexşandibû. Lê paşê, ev xulam li hemberî xulamekî din, ê ku bi pereyekî biçûktir deyndarê wî bû, nehat rehmê (Metta 18:23-35). Gelo dersa ji bo me çi ye? Padîşahê li vê çîrokê, Yehowa ye. Eger em ji dil qîmetê bidin rehma mezin a Yehowa, emê hazir bin ku kesên din efû bikin (Zebûr 103:9). Gelek sal berê, kovara The Watchtower wisa gotibû: “Em însanên din çend caran efû bikin jî, efûkarî û rehma ku Xwedê bi destê Mesîh nîşanî me dide ji ya me qat bi qat zêde ye.”

9. Yehowa rehmê li kê dike? (Metta 6:14, 15)

9 Kesên efûkar wê werin efûkirin. Yehowa rehmê li kesên dilrehm dike (Metta 5:7; Aqûb 2:13). Duaya emsal a Îsa Mesîh bala me dikişîne ser vê yekê (Metta 6:14, 15 bixwîne). Çend sedsal berî ku Îsa Mesîh hat dinyayê, Yehowa nîşanî xizmetkarê xweyî dilsoz Eyûb dabû ku efûkirin çi qas muhîm e. Gotinên Elîfaz, Bîldad û Sofar dilê Eyûb pir êşandibû. Dîsa jî, Yehowa ji wî re got ku bila ew ji bo wan dua bike. Piştî ku Eyûb ev yek kir, Yehowa ew bibereket kir (Eyûb 42:8-10).

10. Çima muhîm e ku em dev ji kînê berdin? (Efesî 4:31, 32)

10 Gava em dev ji kînê bernadin, em zerarê didin xwe. Kîn barekî giran e, û Yehowa dixwaze ku em vî barî ji ser xwe bavêjin (Efesî 4:31, 32 bixwîne). Ew ji me re wisa dibêje: “Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde” (Zebûr 37:8). Ev yek bi rastî jî şîreteke bihîkmet e. Kîn dikare sihet û psîkolojiya me xera bike (Methelokên Silêman 14:30). Çawa ku kesekî ku jehrê vedixwe zerarê nade kesê din, lê zerarê dide xwe, kesê ku kînê dajo jî tenê zerarê dide xwe. Lê belê, kesekî ku mirovan efû dike xêrê li xwe dike (Methelokên Silêman 11:17). Eger em mirovan efû bikin, hizûr wê bikeve dilê me, û emê bikaribin bi dilrihetî ji Yehowa re xizmet bikin.

11. Kitêba Pîroz li ser heyfhilanînê çi dibêje? (Romayî 12:19-21)

11 Heyfhilanîn ya Yehowa ye. Gava ku kesek li dijî me guneh dike, Yehowa îznê nade ku em heyfa xwe ji wî hilînin (Romayî 12:19-21 bixwîne). Xwedê her tiştî dibîne, lê em ne wisa ne. Em qisûrdar in û her tiştî nizanin (Îbranî 4:13). Carinan jî, hîsên me dikarin ser nêrîna me bandor bikin. Loma, Aqûb bi îlhama Xwedê wisa nivîsîbû: “Hêrsbûna mirov rastdariya Xwedê pêk nayne” (Aqûb 1:20). Em dikarin emîn bin ku Yehowa wê gavên rast bavêje û edaleta kamil pêk bîne.

Dev ji hêrsê berde. Meseleyê ji Yehowa re bihêle. Ewê zerara ku seba guneh hatiye meydanê, bi temamî telafî bike (Li paragrafa 12an binêre)

12. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em xwe dispêrin edaleta Yehowa?

12 Gava em mirovan efû dikin, em nîşan didin ku em xwe dispêrin edaleta Yehowa. Xwedê soz daye ku ewê zerara ku seba guneh hatiye meydanê, bi temamî telafî bike. Loma, wê baş be ku em meseleyan ji wî re bihêlin. Li dinyaya nû, birîn û derdên berê wê êdî “neyên bibîranîn û neyên ser hişan” (Îşaya 65:17, Mizgînî). Lê belê, eger dilê me bi zêdeyî hatibe êşandin, gelo bi rastî mumkin e ku em dev ji kîn û hêrsê berdin? Ka binêre ku hin kesan ev yek çawa kiriye.

FEYDEYÊN EFÛKIRINÊ

13-14. Serpêhatiya Tony û José di heqê efûkirinê de çi rêyî me dide?

13 Gelek xwişk û birayên me qerar daye ku kesên ku dilê wan pir êşandibû efû bikin. Gelo wan ji vê yekê çi feyde dîtiye?

14 Gelek sal pêşiya ku Tony, * yê ku li Filîpînê dijî, bû Şahidê Yehowa, wî bihîst ku yek ji birayên wî ji aliyê zilamekî bi navê José ve hatibû kuştin. Wê demê, Tony zilamekî zalim û zordar bû, û wî dixwest heyfa xwe hilaniya. José seba sûcê xwe ket hebsê. Piştî ku José ji hebsê derket, Tony sond xwar ku ewê bikeve pey wî û wî bikuje. Ji bo vê, wî ji xwe re çekek kirî. Lê paşê, Tony bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ew dibêje: “Wexta ku min lêkolîn dikir, ez hîn bûm ku gerek ez jiyana xwe biguherînim û dev ji hêrsa xwe berdim.” Bi zeman re, Tony hat binavkirin û paşê wek rîspî hat tayînkirin. Rojekê, wî bihîst ku José jî bûye Şahidê Yehowa! Gava ew rastî hev hatin, wan hevdû hembêz kir, û Tony ji José re got ku wî ew efû kiriye. Di netîceyê de, dilê Tony ew qas şa bû ku lingê wî nedigihîşt erdê. Belê, Yehowa Tony bibereket kir ji ber ku ew hazir bû ku José efû bike.

Serpêhatiya Peter û Sue’yê nîşan dide ku mirov dikare dev ji kîn û hêrsê berde (Li paragrafên 15 û 16an binêre)

15-16. Serpêhatiya Peter û Sue’yê di heqê efûkirinê de çi rêyî me dide?

15 Di sala 1985an de, Peter û Sue ji bo civînekê çûbûn Salona Îbadetê. Gava ew li wê derê rûniştî bûn, ji nişka ve teqîneke mezin çêbû. Zilamekî bombeyek danîbû hundirê Salona Îbadetê. Sue giran birîndar bû, û heta îro, ew rind nabîne û nabihîze. Wekî din, Sue êdî nikare bêhnê bistîne. Peter û Sue’yê gelek caran ji xwe dipirsî: “Ma kî dikare xerabiyeke ew qas mezin bike?” Gelek sal bi şûn de, kesê ku bombe danîbû hat girtin, û ji wî re cezayê hebsê yê muebed hat dayîn. Gava ji Peter û Sue’yê pirsîn ka wan ev zilam efû kiriye yan na, wan got: “Yehowa ji me re dibêje ku eger em kînê bajon û dev ji hêrsa xwe bernedin, ev yek dikare sihet û psîkolojiya me xera bike. Loma, me ji serî ve ji Yehowa alîkarî dixwest ku em dev ji kîn û hêrsê berdin û êdî li pêşiya xwe binêrin.”

16 Gelo li wan hêsan hat ku vî zilamî efû bikin? Carinan na. Ew dibêjin: “Car caran, gava netîceyên birînên Sue’yê li ser jiyana me bandor dikin, hêrsa me radibe. Lê belê, em bi zêdeyî li ser van tiştan nafikirin, loma hêrsa me zû ditemire. Em dikarin bi duristî bibêjin ku eger rojekê, bombecî bibe Şahidê Yehowa, emê wî wek birayê xwe qebûl bikin. Em hîn bûne ku prensîpên Kitêba Pîroz bi rastî jî azadiyê tînin. Azadiya ku em bi saya van prensîpan bi dest dixin bêhesab e! Di demeke nêzîk de, Yehowa wê zerara ku me dîtiye bi temamî telafî bike, û ev yek jî dilê me rihet dike.”

17. Serpêhatiya Myrayê di heqê efûkirinê de çi rêyî me dide?

17 Gava Myra bû Şahideke Yehowa, ew jixwe zewicî bû, û du zarokên wê yên biçûk hebûn. Zilamê wê nehat ser riya rastiyê. Bi zeman re, wî zîna kir û terka malbatê da. Myra dibêje: “Wek gelek kesên ku rastî îxanetê tên, wexta ku zilamê min ez û du zarokên me hiştin û çû, ez şok bûm, min bawer nedikir ku çi hat serê min, ez xemgîn û poşman bûm, min xwe sûcdar dikir û ez bihêrs bûm.” Piştî ku wan hevdû berda jî, êşa îxanetê ji dilê Myrayê winda nebû. Ew dibêje: “Hundirê min bi gelek mehan dikeliya, û min fehm kir ku ev hîsên negatîf li ser dostaniya min a bi Yehowa re û bi kesên din re xerab bandor dikin.” Îro, Myra dibêje ku wê dev ji hêrsa xwe berdaye û xerabiya zilamê xweyî berê naxwaze, lê hêvî dike ku rojekê, ew jî bibe dostê Yehowa. Myra êdî dikare berê xwe bide pêşiya xwe. Wê du zarokên xwe bi tena serê xwe wek xizmetkarên Yehowa mezin kirine. Îro Myra tevî zarokên xwe û malbatên wan bi dilxweşî ji Yehowa re xizmet dike.

EDALETA YEHOWA KAMIL E

18. Em dikarin emîn bin ku Hakimê herî mezin Yehowa wê çi bike?

18 Em çi qas şa ne ku mesûliyeta me nîne ku mirovan hukim bikin. Hakimê mezin Yehowa wê vî îşê muhîm bike (Romayî 14:10-12). Yehowa ji me baştir dizane ku çi rast e û çi na, û em dikarin bi temamî emîn bin ku ewê her tim li gor van pîvanên bêqisûr hukim bike (1. Mûsa 18:25; 1. Qiralan 8:32). Ew tu caran neheqiyê nake!

19. Yehowa soz daye ku ewê çi bike?

19 Em hesreta wê rojê ne ku Yehowa wê hemû bandorên xerab ên qisûrdarî û gunehkariyê telafî bike. Wê demê, hemû birînên me yên fîzîkî û psîkolojîk wê êdî qenc bibin (Zebûr 72:12-14; Peyxam 21:3, 4). Emê wan êdî neynin bîra xwe. Heta ku ev roja xweş were, bila em wek Yehowa efûkar bin!

KILAM 18 Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in

^ Yehowa hazir e ku gunehkarên tobedar efû bike. Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, gerek em jî kesên ku dilê me diêşînin, efû bikin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin kîjan gunehan xwe bi xwe efû bikin, lê lazim e ku em kîjan gunehan ji rîspiyan re bibêjin. Wekî din, emê bibînin ku Yehowa çima dixwaze ku em hevdû efû bikin, û eger em wisa bikin, emê çi bereketan bistînin.

^ Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.