Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 27

Hêviya Xwe bi Yehowa ve Girêde

Hêviya Xwe bi Yehowa ve Girêde

“Me hêviya xwe bi Xwedayê jîndar ve girêdaye” (1. TÎMOTÊYOS 4:10).

KILAM 128 Heta Dawiyê Dilsoz Bimîne

PÊŞGOTIN *

1. (a) Yehowa çi hêvî daye me? (b) Em çima dikarin hêviya xwe bi Yehowa ve girêdin?

 YEHOWA hêviyeke xweş daye kesên ku ji wî hez dikin. Di demeke nêzîk de, ewê nexweşî, şîn û mirinê ji holê rake (Peyxam 21:3, 4). Ewê alî kesên “nefsbiçûk” bike ku ew dinyayê bikin cenet (Zebûr 37:9-11). Wekî din, Xwedê wê rê veke ku em hê jî nêzîktirî wî bibin. Çi hêviyeke xweş! Gelo em çima îtibara xwe bi van sozên Xwedê tînin? Çimkî em dizanin ku Yehowa sozên xwe tu caran xera nake. Loma, em dikarin bi sebir û dilxweşî li bendê bisekinin heta ku Yehowa armanca xwe pêk bîne (Zebûr 27:14; Îşaya 55:10, 11).

2. Yehowa jixwe kîjan soza xwe aniye cih?

2 Yehowa jixwe îsbat kiriye ku ew sozên xwe tîne cih. Ka bala xwe bide mîsalekê. Di kitêba Peyxamê de, Yehowa soz dabû ku di rojên me de, ewê mirovên ji hemû milet û zimanan ber hev bike, da ku ew di yekîtiyê de ji wî re îbadetê bikin. Îro ev ‘elaleta mezin’ bi rastî jî li hev top bûye (Peyxam 7:9, 10). Ev jin, mêr û zarok her çi qas ji nîjad, ziman û kokên cuda bin jî, ew li seranserê dinyayê bûne malbateke bihizûr (Zebûr 133:1; Yûhenna 10:16). Wekî din, ferdên elaleta mezin mizgîna Padîşahiya Xwedê bi dil û can belav dikin. Ew tim hazir in ku ji mirovan re behsa hêviya xwe bikin (Metta 28:19, 20; Peyxam 14:6, 7; 22:17). Eger tu aîdî vê elaleta mezin î, tu bê guman pir qîmetê didî hêviya dinyaya nû.

3. Hedefa Îblîs çi ye?

3 Îblîs dixwaze ku em hêviya xwe winda bikin. Ew dixwaze me bide bawerkirin ku Yehowa xema me naxwe û sozên xwe nayne cih. Eger Îblîs bigihîje vê hedefa xwe, emê cesareta xwe winda bikin û belkî dev ji xizmeta Yehowa jî berdin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku Îblîs çawa xîret kiribû ku hêviya Eyûb xera bike û wî ji riya Yehowa derxe.

4. Li vê meqaleyê, emê di heqê çi de xeber bidin? (Eyûb 1:9-12)

4 Li vê meqaleyê, emê metodên ku Îblîs bi kar anîbûn ku dilrastiya Eyûb bişikîne, lêkolîn bikin (Eyûb 1:9-12 bixwîne). Wekî din, emê bibînin ku em dikarin ji serpêhatiya Eyûb çi hîn bibin û çima muhîm e ku em ji bîr nekin ku Xwedê ji me hez dike û wê sozên xwe bîne cih.

ÎBLÎS DIKE KU HÊVIYA EYÛB XERA BIKE

5-6. Ji nişka ve çi hat serê Eyûb?

5 Ji bo Eyûb, jiyan xweş bû. Dostaniya wî ya bi Yehowa re qewî bû. Ew xwediyê malbateke mezin û bextewar bû, û mal û milkê wî pir bû (Eyûb 1:1-5). Lê di hundirê rojekê de, Eyûb her tişt winda kir. Pêşî, wî mal û milkê xwe winda kir (Eyûb 1:13-17). Paşê, hemû zarokên wî mirin. Bîne ber çavê xwe ku êşa wî çi qas giran bû! Gava zarokek dimire, dê û bav perîşan dibin. Lê belê, Eyûb û jina wî ne tenê yek ji zarokên xwe, lê hemû zarokên xwe di eynî rojê de winda kirin. Çi felaketeke mezin! Ji ber vê êşa giran, Eyûb kincê xwe qelaşt û ket erdê (Eyûb 1:18-20).

6 Paşê, Îblîs nexweşiyeke pîs anî ser Eyûb (Eyûb 2:6-8; 7:5). Berê, însanan qedrê Eyûb digirt û ji wî şîret distand, lê niha, ew ji wî direviyan. Birayên wî, dostên wî û heta xizmetkarên wî jî xwe ji wî dûr digirt (Eyûb 31:18; 19:13, 14, 16).

Gelek xwişk û bira halê Eyûb rind fehm dikin (Li paragrafa 7an binêre) *

7. (a) Eyûb difikirî ku sebeba derdên wî çi ye, lê dîsa jî, wî çi nekir? (b) Wek Eyûb, şagirtên Îsa Mesîh dikarin rastî çi cure tengasiyan bên? (Li resim binêre.)

7 Îblîs dixwest Eyûb bide bawerkirin ku sebeba derdên wî ev e ku Yehowa êdî ji wî razî nîne. Mesela, Îblîs bayekî sert bi kar anî ku xaniyê ku zarokên Eyûb tê de bi hev re kêf dikir, hilweşîne (Eyûb 1:18, 19). Wekî din, wî keriyên Eyûb û şivanên ku li wan dinêrî bi agirê ji ezmên kuştin (Eyûb 1:16). Ji ber ku ba û agir ji ezmên hatin, Eyûb difikirî ku ew ji Yehowa bûn. Ew difikirî ku Yehowa li wî hêrs ketibû, lê dîsa jî, wî lanet li Bavê xweyî ezmanî neanî. Bi salan, Eyûb gelek tiştên baş ji Yehowa standibûn, û ew difikirî ku madem ku ew hazir bû ku van tiştan qebûl bike, gerek ew hazir be ku tiştên xerab jî qebûl bike. Loma, wî got: “Bila navê XUDAN pîroz be!” (Eyûb 1:20, 21; 2:10). Ji xeynî vê ku Îblîs mal û milk û zarokên Eyûb ji destê wî girtin û siheta wî xera kir, wî metodeke din jî bi kar anî ku dilsoziya Eyûb biceribîne.

8. Bi destê sê dostên sexte, Îblîs çawa hewl dida ku dilrastiya Eyûb bişikîne?

8 Bi destê sê dostên sexte, Îblîs hewl da ku Eyûb bide bawerkirin ku ew yekî bêqîmet e. Bi dîtina wan, derdên wî îsbat dikir ku sûcên wî gelek in (Eyûb 22:5-9). Wan got ku eger ew ne sûcdar be jî, xîreta wî ku dilê Xwedê şa bike badîhewa ye (Eyûb 4:18; 22:2, 3; 25:4). Bi eslê xwe, van dostên sexte dixwest Eyûb bidin bawerkirin ku Xwedê ji wî hez nake, xema wî naxwe, û qîmetê nade dilsoziya wî. Seba gotinên wan, Eyûb dikaribû xwe bêçare hîs bikira.

9. Çi alî Eyûb dikir ku ew xurt û mêrxas bimîne?

9 Bîne ber çavê xwe ku Eyûb çawa di nav xweliyê de rûniştî ye û êşê dikişîne (Eyûb 2:8). Hevalên wî dibêjin ku ew mirovekî baş nîne û qîmeta xêra ku wî kiriye tune ye. Derdên wî wek barekî giran li ser milê wî ne, û dilê wî seba mirina zarokên wî diêşe. Di serî de, Eyûb dengê xwe nake (Eyûb 2:13–3:1). Hevalên Eyûb belkî difikirin ku ewê êdî terka Yehowa bide, lê ew tiştekî wisa nake. Bi dengekî emîn, ew ji van dostên sexte re dibêje: “Heta ku ez sax im, ezê dev ji dilrastiya xwe bernedim!” (Eyûb 27:5, NWT). Gelo çi alî Eyûb dikir ku ew li gel van tengasiyên giran xurt û mêrxas bimîne? Gava halê wî pir xerab bû jî, wî tu caran hêviya xwe winda nedikir ku rojekê, Xwedayê dilovan wê wî xelas bike. Wî dizanibû ku eger ew bimire jî, Yehowa wê wî ji mirinê rake (Eyûb 14:13-15).

EM ÇAWA DIKARIN EYÛB JI XWE RE EMSAL BIGIRIN?

10. Serpêhatiya Eyûb çi rêyî me dide?

10 Serpêhatiya Eyûb rêyî me dide ku Îblîs nikare me bi destê zorê ji Yehowa dûr bixe. Wekî din, ev serpêhatî nîşan dide ku Yehowa her tiştî dibîne û alî me dike ku em sebeba rastîn a tengasiyan fehm bikin. Ka bala xwe bide hin dersên ku em dikarin ji serpêhatiya Eyûb bistînin.

11. Eger em xwe bi dewamî bispêrin Yehowa, netîce wê bibe çi? (Aqûb 4:7)

11 Eyûb îsbat kir ku eger em xwe bi dewamî bispêrin Yehowa, em dikarin li gel tengasiyan dilsoz bimînin û “li hember Îblîs bisekinin”. Kitêba Pîroz dibêje ku eger em wisa bikin, Îblîs wê ji me “bireve” (Aqûb 4:7 bixwîne).

12. Eyûb çawa ji hêviya rabûna miriyan qewet distand?

12 Gerek em xwe li hêviya rabûna miriyan qayim bigirin. Wek me li meqaleya berê dîtibû, Îblîs gelek caran hewl dide ku dilrastiya me bi destê tirsa mirinê bişikîne. Îblîs gotibû ku eger Eyûb li ber mirinê be, ewê her tiştî bike ku sax bimîne, û eger lazim be, ewê dev ji dilrastiya xwe jî berde. Lê belê, Eyûb îsbat kir ku gotinên Îblîs ne rast in. Gava Eyûb difikirî ku ew êdî li ber mirinê ye, ew dîsa jî ji Yehowa re dilsoz ma. Ew bawer bû ku eger Yehowa hemen alî wî neke jî, ewê wî li pêşerojê ji mirinê rake. Belê, Eyûb bala xwe dida hêviya rabûna miriyan, û eger em jî wisa bikin, tirsa mirinê wê nikaribe dilrastiya me bişikîne.

13. Çima muhîm e ku em bizanibin ku Îblîs kîjan metod bi kar anîn ku dilrastiya Eyûb bişikîne?

13 Gerek em rind bizanibin ku Îblîs kîjan metod bi kar anîn ku dilrastiya Eyûb bişikîne, çimkî îro jî, Îblîs metodên wisa bi kar tîne. Ka bala xwe bidê ku Îblîs çi gotibû: “Mirov [yanî ne tenê Eyûb] wê ji bo canê xwe her çi di destê wî de heye bide” (Eyûb 2:4, 5, NWT). Yanî, Îblîs digot ku em ji Yehowa ji dil hez nakin, û eger em mecbûr bimînin, emê terka wî bidin, da ku em canê xwe bifilitînin. Wekî din, Îblîs îdîa dike ku Xwedê ji me hez nake û bala xwe nade xîreta me ku dilê wî şa bikin. Madem ku em van tiştan dizanin, em bi van derewan nayên xapandin.

14. Tengasiyên me dikarin alî me bikin ku em çi fehm bikin?

14 Gava ku em rastî tengasiyan tên, fersenda me çêdibe ku xwe baştir nas bikin. Tengasiyên ku Eyûb rastî wan hatibû alî wî kir ku ew hin kêmasiyên xwe bibîne û serrast bike. Mesela, ew hîn bû ku gerek ew hê dilnizmtir bibe (Eyûb 42:3). Bi eynî şeklî, tengasiyên ku em rastî wan tên dikarin alî me bikin ku em kêmasiyên xwe bibînin. Birayekî bi navê Nîkolay * her çi qas giran nexweş bû jî hat avêtin hebsê. Ew wisa dibêje: “Wek cîhaza rontgenê, hebs nîşan dide ka xisûsiyetên hundirîn ên şagirtekî Îsa Mesîh çi ne.” Gava em fehm dikin ku kêmasiyên me çi ne, em dikarin wana serrast bikin.

15. Gerek em guh bidin kê, û çima?

15 Gerek em guh bidin dengê Yehowa, ne dengê dijminan. Gava Yehowa bi Eyûb re xeber dida, Eyûb rind guh da wî. Yehowa bala Eyûb kişand ser qudreta xwe û bi destê çend mîsalan ji wî re zelal kir ku ew her tiştî dibîne. Bi alîkariya çend pirsan, Yehowa rêyî Eyûb da ku ew çi qas xema wî dixwe. Eyûb bi dilnizmî û şikurdarî wisa cewab da: “Min bi guhên xwe di heqê te de bihîstibû, lê niha, ez te bi çavên xwe dibînim” (Eyûb 42:5, NWT). Bi îhtimaleke mezin, Eyûb hê di nav xweliyê de rûniştî bû, her dera bedena wî hê birîn bû û zarokên wî hê di mezel de bûn. Dîsa jî, Yehowa nîşan da ku ew ji Eyûb hez dike û ji wî razî ye (Eyûb 42:7, 8).

16. Gava em rastî tengasiyan tên, gerek em çi ji bîr nekin? (Îşaya 49:15, 16)

16 Îro jî, dibe ku însan me nizm bixin û me wek kesên bêqîmet bibînin. Dibe ku ew hewl bidin ku navê me û teşkîlata me reş bikin û “her cûreyê gotinên xerab ji bo [me] bêjin” (Metta 5:11). Serpêhatiya Eyûb nîşanî me dide ku gava em rastî tengasiyan tên, Yehowa bawer e ku emê ji wî re dilsoz bimînin. Yehowa ji me hez dike, û ewê kesên ku hêviya xwe pê ve girêdidin tu caran terk neke (Îşaya 49:15, 16 bixwîne). Loma, ji ber îftirayên dijminên Xwedê bi zêdeyî aciz nebe! Birayekî bi navê James û malbata wî, yên ku li Tirkiyeyê dijîn, rastî hin tengasiyên giran hatin. Ew dibêje: “Me fehm kir ku gerek em guh nedin derewên di heqê xizmetkarên Xwedê de, da ku em cesareta xwe winda nekin. Loma, me bala xwe da hêviya Padîşahiyê, û me dev ji xizmeta Yehowa berneda. Bi vî şeklî, me dilxweşiya xwe winda nekir.” Eger em jî mîna Eyûb guh bidin dengê Yehowa, derewên dijminan wê nikaribin hêviya me bitemirînin.

JI HÊVIYA XWE QEWETÊ BISTÎNE

Eyûb seba dilrastiya xwe hat bibereketkirin. Ew û jina wî emrekî dirêj û bextewar ajot (Li paragrafa 17an binêre) *

17. Tu ji serpêhatiyên kesên dilsoz, ên ku beşa 11an a nameya ji Îbraniyan re behsa wan dike, çi dersan distînî?

17 Eyûb tenê yek ji xizmetkarên Yehowa ye, yên ku li gel tengasiyan giran xurt û mêrxas man. Di nameyeke xwe de, Pawlosê şandî behsa gelek kesên din kir û ew wek ‘ewrekî mezin ê şahidan’ bi nav kirin (Îbranî 12:1). Ew gişt rastî tengasiyên giran hatin, lê ew ji Yehowa re dilsoz man (Îbranî 11:36-40). Gelo sebir û xîreta wan badîhewa bû? Helbet na! Rast e, wan pêkhatina hemû sozên Xwedê bi çavê xwe nedît, lê wan dîsa jî hêviya xwe bi dewamî bi Yehowa ve girêdida. Wekî din, ew emîn bûn ku Yehowa ji wan razî ye, loma ew bawer bûn ku ewê pêkhatina sozên wî bibînin (Îbranî 11:4, 5). Dilsoziya wan dikare me teşwîq bike ku em jî hêviya xwe bi Yehowa ve girêdin.

18. Tu biqerar î ku çi bikî? (Îbranî 11:6)

18 Îro, halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe (2. Tîmotêyos 3:13). Roj bi roj, Îblîs xizmetkarên Xwedê diceribîne. Çi dibe bila bibe, bila em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin û hêviya xwe bi wî ve girêdin (1. Tîmotêyos 4:10). Serpêhatiya Eyûb nîşan dide ku Yehowa bi rastî jî “gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11). Bila em jî ji Yehowa re dilsoz bimînin û bawer bin ku ewê “wan ên ku li wî digerin xelat dike”! (Îbranî 11:6 bixwîne).

KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike

^ Ma kê di heqê sebra Eyûb pêxember de nebihîstiye? Li gel tengasiyên giran, Eyûb ji Xwedê re dilsoz ma. Gelo em dikarin ji serpêhatiya wî çi hîn bibin? Mesela, em hîn dibin ku Îblîs nikare me bi darê zorê ji Yehowa dûr bixe. Wekî din, em hîn dibin ku Yehowa her tim dizane ku çi diqewime. Çawa ku Yehowa tengasiyên Eyûb ji holê rakirin, ewê tengasiyên me jî rojekê ji holê rake. Loma, wê baş be ku em bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku me hêviya xwe bi Yehowa ve girêdaye.

^ Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

^ RESIM: Eyûb û jina wî ji ber mirina zarokên xwe xemgîn in.

^ RESIM: Eyûb heta dawiya tengasiyên xwe dilsoz ma. Ew û jina wî li ser bereketên ku wan ji Yehowa standine difikirin.