Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 27

Hêviya Xwe Yehowa Bîne

Hêviya Xwe Yehowa Bîne

“Xudanda guman be! Serxwe û dilteyax be” (ZEBÛR 27:14).

KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

VÊ GOTARÊDA *

1. (a) Yehowa çi hêvî daye me? (b) Em ça didine kifşê ku hêviya xwe Yehowa tînin? (Binihêre “Gotin ku Hate Şirovekirinê”.)

 YEHOWA hêvîke xweş daye kesên ku wî hiz dikin. Zûtirekê ewê nexweşî, şîn û mirinê bi temamî bide hildanê (Eyantî 21:3, 4). Ewê alî kesên milûk bike wekî ewana dinê bikine cinet (Zebûr 37:9-11). Usa jî, Xwedê wê rê veke wekî em hê nêzîkî wî bin. Hêvîke çiqas xweş e! Gelo em çima îtbariya xwe van sozên Xwedê tînin? Çimkî em zanin ku Yehowa timê xweyê sozên xwe ye. Lema jî em Yehowada “guman” in * (Zebûr 27:14). Em vê yekê nîşan dikin, çaxê bi sebir û şabûnê hîviyê ne, heta ku Yehowa nêta xwe bîne sêrî (Îşaya 55:10, 11).

2. Yehowa kîjan sozê xwe îda aniye sêrî?

2 Yehowa îzbat kiriye ku ew timê xweyê sozên xwe ye. Were em dîna xwe bidine meselekê. Kitêba Eyantîda, Yehowa soz dabû ku rojên meda, ewê merivên ji hemû milet û zimana top ke, wekî ewana yektiyêda wî bihebînin. Îro ev ‘elaleta mezin’ bi rastî jî tevayî top bûye (Eyantî 7:9, 10). Ev jin, mêr û zar çiqas jî ji cûre-cûre milet, ziman û bereka ne jî, ew ser temamiya dinyayê bûne malbeteke tifaq (Zebûr 133:1; Yûhenna 10:16). Usa jî, elaleta mezin mizgîniya Padşatiya Xwedê bi dil û can bela dike. Ewana hertim hazir in ku merivara besa hêviya xwe bikin (Metta 28:19, 20; Eyantî 14:6, 7; 22:17). Heger tu para vê elaleta mezin î, tu bêşik hêviya jîyîna heta-hetayê gelek qîmet dikî.

3. Nêta Mîrê-cina çi ye?

3 Mîrê-cina dixwaze ku em hêviya xwe unda kin. Ew dixwaze me bide bawerkirinê ku Yehowa bona me xem nake û wê sozên xwe neyne sêrî. Heger Mîrê-cina bigihîje vê nêta xwe, emê mêrxasiya xwe unda kin û dibeke xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê. Vê gotarêda, emê bivînin ku Mîrê-cina çi dikir, wekî Îbo hêviya xwe unda ke û pişta xwe bide Yehowa.

4. Vê gotarêda emê derheqa çi xeber din? (Îbo 1:9-12)

4 Vê gotarêda emê hine mêtodên Mîrê-cina lêkolîn kin, ku ewî da xebatê, wekî Îbo aminiya xwe unda ke (Îbo 1:9-12 bixûne). Usa jî, emê bivînin ku em dikarin ji serhatiya Îbo çi hîn bin, û çima ferz e ku em bîr nekin, wekî Xwedê me hiz dike û wê eseyî sozên xwe bîne sêrî.

MÎRÊ-CINA DIXWEST WEKÎ ÎBO HÊVIYA XWE UNDA KE

5-6. Nişkêva çi hate serê Îbo?

5 Emirê Îbo gelek xweş bû. Dostiya wî tevî Yehowa qewî bû. Ew xweyê malbeteke mezin û bextewar bû, û ew yekî dewletî bû (Îbo 1:1-5). Lê nava rojekêda, Îbo her tişt unda kir. Pêşiyê, ewî mal û milkê xwe unda kir (Îbo 1:13-17). Paşê, hemû zarên wî mirin. De bide ber çevê xwe ku êşa wî çiqas giran bû! Gava zar dimire, agir dilê dê-bava dikeve. Lê Îbo û jina wî ne tenê zareke xwe, lê deh zarên xwe rojekêda unda kirin. Derdekî çiqas giran bû! Ji ber vê êşa giran, Îbo kincê xwe çirand û kete ser erdê (Îbo 1:18-20).

6 Paşê, Mîrê-cina nexweşîke giran anî ser Îbo (Îbo 2:6-8; 7:5). Wedekî meriva qedirê Îbo digirtin û ji wî şîret distandin, lê paşê, ewana ji wî direviyan. Birên wî, dostên wî û hela hê xulamên wî jî, xwe ji wî dûr digirtin (Îbo 31:18; 19:13, 14, 16).

Gelek xûşk-bira halê Îbo rind fem dikin (Abzasa 7 binihêre) *

7. (a) Îbo difikirî ku meniya kul-derdên wî çi ye, lê dîsa jî ewî çi nekir? (b) Mîna Îbo, Mesîhî dikarin rastî çi cûre tengasiya bên? (Şikil binihêre.)

7 Mîrê-cina dixwest Îbo bide bawerkirinê wekî sebeba derdên wî ev e, ku Yehowa îda ji wî razî nîne. Mesele, Mîrê-cina bakî qayîm da xebatê, wekî xaniyê ku zarên Îbo têda tevayî top bibûn, hilşîne (Îbo 1:18, 19). Usa jî, ewî keriyên Îbo û şivanên wî bi agirê ji ezmên kuştin (Îbo 1:16). Ev yek ku ba û agir ji ezmên hatin, Îbo difikirî ku ew ji Yehowa bû. Ew difikirî ku Yehowa ser wî hêrs ketiye, lê dîsa jî ewî nifir Bavê xweyî ezmana nekir. Bi sala, Îbo gelek tiştên baş ji Yehowa standibûn, û ew difikirî ku heger ew hazir bû van tişta qebûl ke, gerekê ew hazir be ku tiştên xirab jî qebûl bike. Lema jî, ewî got: “Bira navê Xudan pîroz be!” (Îbo 1:20, 21; 2:10). Xêncî vê yekê ku Mîrê-cina mal û milk û zarên Îbo ji wî stand û sihet-qewata wî jî xirab kir, ewî mêtodeke din jî da xebatê, wekî aminiya Îbo bicêribîne.

8. Bi saya sê dostên Îboye qelp, Mîrê-cina çi dixwest bikira?

8 Bi saya sê hevalên qelp, Mîrê-cina dixwest Îbo bida bawerkirinê ku ew yekî bêqîmet e. Bi dîtina wan, derdên wî îzbat dikirin ku gunên wî gelek in (Îbo 22:5-9). Wana got ku heger ew ne neheq be jî, xîreta wî ku dilê Xwedê şa ke, badîhewa ye (Îbo 4:18; 22:2, 3; 25:4). Bi rastî, ew dostên qelp dixwestin Îbo bidine bawerkirinê ku Xwedê wî hiz nake, bona wî xem nake û aminiya wî qîmet nake. Rûyê gotinên wanda, Îbo dikaribû xwe bêçare texmîn kira.

9. Çi alî Îbo dikir wekî qewî û mêrxas bimîne?

9 Bide ber çevê xwe ku Îbo çawa nava xweliyêda rûniştî ye û êşê dikişîne (Îbo 2:8). Hevalên wî dibêjin ku ew merivekî baş nîne û hemû qenciya ku ewî kiriye, badîhewa ye. Derdên wî mîna barekî giran ser stûyê wî ne, û dilê wî seva mirina zarên wî gelek dêşe. Sêrîda jî, Îbo dengê xwe nake (Îbo 2:13–3:1). Hevalên Îbo dibeke difikirin ku ew wê îda pişta xwe bide Yehowa, lê Îbo usa nekir. Bi dengekî bawer, ew van hevalên qelpra dibêje: “Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!” (Îbo 27:5, DT). Gelo çi alî Îbo dikir, wekî ew van tengasiyên giranda qewî û mêrxas bimîne? Gava halê wî gelek xirab bû jî, ewî tu cara hêviya xwe unda nedikir, ku rojekê Xwedayê dilovan wê wî xilaz ke. Ewî zanibû ku heger ew bimire jî, Yehowa wê wî ji mirinê rake (Îbo 14:13-15).

EM ÇA DIKARIN ÇEV BIDINE ÎBO?

10. Serhatiya Îbo çi me hîn dike?

10 Serhatiya Îbo me hîn dike, ku Mîrê-cina nikare me bi destê zorê ji Yehowa dûr xe. Usa jî ev serhatî nîşan dike, wekî Yehowa her tiştî divîne û alî me dike fem kin, ku bi rastî sebeba tengasiyên me çi ye. Were em dîna xwe bidinê ku em ji serhatiya Îbo çi dikarin hîn bin.

11. Heger em timê xwe bispêrin Yehowa, emê bikaribin çi bikin? (Aqûb 4:7)

11 Îbo îzbat kir ku heger em berdewam kin xwe bispêrin Yehowa, emê bikaribin nava tengasiyada amin bimînin û miqabilî Mîrê-cina bisekinin. Kitêba Pîroz dibêje ku heger em usa bikin, Mîrê-cina wê ji me bireve (Aqûb 4:7 bixûne).

12. Îbo çawa ji hêviya rabûna miriya qewat distand?

12 Em gerekê qayîm baweriya xwe rabûna miriya bînin. Çawa ku me gotara pêşiya vêda dît, Mîrê-cina her tiştî dike, wekî em ji tirsa ber mirinê aminiya xwe unda kin. Mîrê-cina gotibû ku heger Îbo ber mirinê be, ewê her tiştî bike ku sax bimîne û wê hela hê bêqisûrtiya xwe jî xwey neke. Lê Îbo îzbat kir ku gotinên Mîrê-cina ne rast in. Gava Îbo difikirî ku ew îda ber mirinê ye, ew dîsa jî Yehowara amin ma. Ew bawer bû ku heger Yehowa derbêra alî wî neke jî, ewê axiriyêda wî ji mirinê rake. Belê, Îbo dudilî nedibû wekî rabûna miriya wê hebe, û heger em jî dudilî nîbin, tirsa ber mirinê wê nikaribe aminiya me bişkêne.

13. Çima ferz e em bizanibin, wekî Mîrê-cina kîjan mêtoda dida xebatê ku aminiya Îbo bişkêne?

13 Gerekê em rind bizanibin ku Mîrê-cina kîjan mêtod dida xebatê, wekî Îbo amin nemîne, çimkî îro jî ew wan mêtoda dide xebatê. Dîna xwe bidinê ku Mîrê-cina gotibû, wekî “meriv [dêmek ne tenê Îbo] bona canê xwe, her çiyî wî hebe” wê bide (Îbo 2:4, 5). Dêmek, Mîrê-cina digot ku em Yehowa ji dil hiz nakin, û heger em mecbûr bin, emê terka wî bidin, wekî emirê xwe xilaz kin. Usa jî, Mîrê-cina dibêje ku Xwedê me hiz nake û aminiya me bona wî badîhewa ye. Em haş ji derewên wî hene û îtbariya xwe Yehowa tînin, lema jî em nayêne xapandinê.

14. Tengasiyên me dikarin alî me bikin, ku em çi têderxin?

14 Gava em rastî tengasiya tên, mecal dikeve destê me wekî diha baş xwe nas kin. Tengasiyên ku rastî Îbo hatibûn, alî wî kirin wekî ew hine kêmasiyên xwe bivîne û rast ke. Mesele, ew hîn bû ku gerekê diha milûk be (Îbo 42:3). Em jî gava rastî tengasiya tên, dikarin gelek tişt derheqa xwe hîn bin û kêmasiyên xwe bivînin. Birakî bi navê Nîkolay * giran nexweş bû, lê yeke wî avîtine kelê. Ew usa dibêje: “Kela mîna rêntgênê, minra eşkere kir, ku ser kîjan hunurên xwe ez gerekê bixebitim”. Gava em kêmasiyên xwe têderdixin, em dikarin ser xwe bixebitin û xwe rast kin.

15. Gerekê em guh bidine kê û çira?

15 Gerekê em guh bidin dengê Yehowa, ne ku dengê dijmina. Gava Yehowa tevî Îbo xeber da, Îbo rind guh da wî. Yehowa dîna Îbo kişande ser qewata xwe û bi saya çend mesela wîra zelal kir, ku ew her tiştî divîne. Bi alîkariya çend pirsa, Yehowa Îbora da kifşê wekî ew çiqas bona wî xem dike. Îbo bi milûktî û razîbûnê cab da: “Min ji bo te guhva bihîstibû; lê niha jî çevên min te dîtin” (Îbo 42:5). Diqewime çaxê Îbo ew gilî gotin, ew hê nav xweliyêda rûniştî bû, bedena wî pêda birînada bû û ewî hê şîna zarên xwe dikir. Dîsa jî, Yehowa nîşan kir ku Ew Îbo hiz dike û ji wî razî ye (Îbo 42:7, 8).

16. Gava em rastî tengasiya tên, em gerekê çi bîr nekin? (Îşaya 49:15, 16)

16 Îro jî dibeke meriv me nimiz kin û ça kesên bêqîmet hesab kin. Diqewime ewana îzinê bidine xwe ku navê me û teşkîleta me reş kin û “her cûre buxdan” bavêjine me (Metta 5:11). Serhatiya Îbo nîşanî me dike, ku gava em rastî tengasiya tên, Yehowa bawer e ku emê wîra amin bimînin. Yehowa me hiz dike, û ewê tu car me nehêle, heger em hewara xwe wî tînin (Îşaya 49:15, 16 bixûne). Lema tu car dîna xwe nedin giliyên derew û van buxdana ku dijminên Xwedê dibêjin! Birakî bi navê Cêyms û malbeta wî, yên ku Tirkyeyêda dijîn, rastî hine tengasiyên giran hatin. Ew dibêje: “Me fem kir, wekî em gerekê guh nedin derewên ku derheqa xizmetkarên Xwedê bela dikin, wekî em mêrxasiya xwe unda nekin û dilteng nebin. Lema jî me dîna xwe da hêviya Padşatiyê, û me xizmetiya xwe neda sekinandinê. Bi vî cûreyî, me şabûna xwe unda nekir”. Heger em jî mîna Îbo guh bidin dengê Yehowa, derewên dijmina wê nikaribin hêviya me bitemirînin.

JI HÊVIYA XWE QEWATÊ BISTÎNE

Îbo seva aminiya xwe hate keremkirinê. Ew û jina wî bi emirekî dirêj û bextewar jîtin (Abzasa 17 binihêre) *

17. Tu ji serhatiyên kesên amin ji Îbranî serê 11, çi dersa hîn dibî?

17 Îbo nava tengasiyên giranda qewî û mêrxas ma, lê dîsa gelek xizmetkarên Yehowa hebûn, yên ku mîna wî, Xwedêra amin man. Nemeke xweda, Pawlosê şandî besa gelek kesên din kir û wana nav kir ça “elaleta şedaye giran” (Îbranî 12:1). Ewana gişk rastî tengasiyên giran hatin, lê Yehowara amin man (Îbranî 11:36-40). Gelo sebir û xîreta wan badîhewa bû? Hemikî na! Rast e, wana pêkhatina hemû sozên Xwedê bi çevê xwe nedîtin, lê wana dîsa jî hêviya xwe Yehowa dianî. Usa jî, wana zanibû ku Yehowa ji wan razî ye, lema jî dudilî nedibûn ku wê pê çevê xwe bivînin çawa sozên Wî, wê bêne sêrî (Îbranî 11:4, 5). Aminiya wan dikare me hêlan ke, wekî em jî hêviya xwe hindava Yehowa unda nekin.

18. Evê gotarê tu hêlan kirî ku çi nêtê daynî pêşiya xwe? (Îbranî 11:6)

18 Îro halê dinyayê çiqas diçe diha xirab dibe (2 Tîmotêyo 3:13). Roj bi roj, Mîrê-cina xizmetkarên Xwedê dicêribîne. Çi jî hebe, were em bi dil û can Yehowara xizmet kin û dudilî nebin, wekî “em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin” (1 Tîmotêyo 4:10). Serhatiya Îbo nîşan dike ku Yehowa bi rastî jî “gelek dilovan û tije rem e” (Aqûb 5:11, ÎM). Were em jî Yehowara amin bimînin û bawer bin ku ewê “wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin!” (Îbranî 11:6 bixûne).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

^ Gelo kê derheqa sebira Îboyê kurmexarî nebihîstiye? Nava tengasiyên giranda, Îbo Xwedêra amin ma. Gelo em dikarin ji serhatiya wî çi hîn bin? Mesele, em hîn dibin ku Mîrê-cina nikare me bi destê zorê ji Yehowa dûr xe. Usa jî, em hîn dibin ku Yehowa timê haş ji her tiştî heye. Çawa ku Yehowa tengasiyên Îbo da hildanê, ewê rojekê tengasiyên me jî bide hildanê. Lema jî wê baş be ku em bi kirên xwe nîşan kin, wekî hêviya me ser Yehowa ye.

^ GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Xebera Îbranî “hêvî”, dêmek “guman”, tê hesabê bi xwestineke mezin “hîviya” tiştekî bin. Ew usa jî dikare bê hesabê baweriya xwe kesekî bînî yan jî îtbariya xwe wî bînî (Zebûr 25:2, 3; 62:5).

^ Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îbo û jina wî ji bo mirina zarên xwe metal mane û dilşkestî ne.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îbo heta xilaziyê tengasiyada amin ma. Ew û jina wî ser keremên ku wana ji Yehowa standine, difikirin.