Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 37

Îtibara Xwe bi Xwişk û Birayan Bîne

Îtibara Xwe bi Xwişk û Birayan Bîne

“Hezkirin … ji her tiştî bawer dike, hêviya wê ji her tiştî heye” (1. KORÎNTÎ 13:4, 7).

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

PÊŞGOTIN *

1. Gelek kes çima îtibara xwe bi mirovan winda kiriye?

 ÎRO, mirov nizanin îtibara xwe bi kê bînin. Ew gelek caran seba kirinên serokên ticarî, siyasî û dînî aciz dibin û îtibara xwe bi wan winda dikin. Ji ber vê yekê, li wan zor tê ku îtibara xwe bi heval û cîranên xwe û heta bi merivên xwe jî bînin. Jixwe, Kitêba Pîroz li ser rojên me ji berê ve gotibû ku mirov wê bibin “buxtankar“ û “xayîn“, yanî şexsiyeta wan wê bişibe şexsiyeta “xwedayê vê dinyayê” Îblîs, ê ku qet pêbawer nîne (2. Tîmotêyos 3:1-4; 2. Korîntî 4:4).

2. (a) Em emîn in ku em dikarin îtibara xwe bi kê bînin? (b) Niha emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

2 Em şagirtên Îsa Mesîh in, û em dizanin ku em dikarin îtibara xwe bi Yehowa bînin (Yêremya 17:7, 8). Em emîn in ku ew ji me hez dike û ew tu caran terka me nade (Zebûr 9:10). Wekî din, em dikarin îtibara xwe bi Îsa Mesîh bînin, ê ku canê xwe di oxira me de feda kir (1. Petrûs 3:18). Ji xeynî vê, me bi çavê xwe dîtiye ku rêberiya Kitêba Pîroz pêbawer e (2. Tîmotêyos 3:16, 17). Belê, qet şika me tune ku em dikarin îtibara xwe bi Yehowa, bi Îsa Mesîh û bi Kitêba Pîroz bînin. Lê gelo em dikarin her tim îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, û çima? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bistînin.

EM HEWCEYÎ XWIŞK Û BIRAYAN IN

Li seranserê dinyayê, xwişk û birayên me yên pêbawer hene, yên ku wek me ji Yehowa hez dikin (Li paragrafa 3yan binêre)

3. Yehowa çi qedrê mezin daye me? (Marqos 10:29, 30)

3 Bi îzna Yehowa, em bûne para malbata wî. Ka bifikire ku ev yek ji bo me qedrekî çi qas mezin e û em jê çi qas feydeyê dibînin! (Marqos 10:29, 30 bixwîne). Li seranserê dinyayê, xwişk û birayên me hene, yên ku wek me ji Yehowa hez dikin û xîret dikin ku li gor standardên wî bimeşin. Gava em xwişk û birayên din cara pêşîn nas dikin, em xwe hemen nêzîkî wan hîs dikin – ziman, kultur û kincên wan her çi qas ji yên me cuda bin jî. Li me bi xisûsî xweş tê ku em bi wan re ji Bavê xweyî ezmanî re îbadetê dikin (Zebûr 133:1).

4. Em çima hewceyî xwişk û birayan in?

4 Van rojan, pir muhîm e ku em bi xwişk û birayan re di yekîtiyê de bimînin. Car caran, ew alî me dikin ku em barê xwe hilgirin (Romayî 15:1; Galatî 6:2). Wekî din, ew dilê me xurt dikin ku em di xizmeta Yehowa de aktîf bimînin û dostaniya xwe ya bi Yehowa re xwedî bikin (1. Selanîkî 5:11; Îbranî 10:23-25). Ka bifikire ku eger civatê alî me nekira ku em li hemberî dijminên xwe – yanî li hemberî Îblîs û li hemberî dinyaya xerab – qewî bisekinin, halê me wê çawa bûya! Di demeke nêzîk de, Îblîs û alîgirên wî wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bikin. Wê demê, emê şikurdar bin ku xwişk û birayên me li kêleka me ne.

5. Dibe ku çima li me zor bê ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin?

5 Çi heyf e ku carinan, dibe ku xwişk yan birayekî sozeke xwe neanîbe cih yan jî melûmatên me yên xisûsî ji kesên din re vekiribe. Yan jî, dibe ku xwişk yan birayekî bi gotin yan kirinên xwe dilê me êşandibe. Eger tiştekî wisa bê serê me, belkî li me zor bê ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin. Îcar çi dikare alî me bike ku em zêdetir bi wan bawer bin?

BÊ HEZKIRINÊ ÇÊNABE

6. Hezkirin çawa dikare alî me bike ku em zêdetir îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin? (1. Korîntî 13:4-8)

6 Ji bo ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, gerek em ji wan hez bikin. Beşa 13an a nameya yekê ya ji Korîntiyan re behsa gelek xisûsiyetên hezkirinê dike, yên ku dikarin alî me bikin ku em îtibara xwe bi kesên din zêde bikin yan ji nû ve qezenc bikin (1. Korîntî 13:4-8 bixwîne). Mesela, ayeta 4an dibêje ku “hezkirin sebir dike, hezkirin dilovaniyê dike”. Wexta ku em li dijî Yehowa guneh dikin, Yehowa dîsa jî sebir dike. Eger xwişk û birayên me dilê me bi gotin yan kirinên xwe êşandibe, ma ne lazim e ku em jî sebir bikin? Ayeta 5an eşkere dike ku hezkirin kînê najo. Loma, gerek em kînê najon û şaşiyên berê yên xwişk û birayan di bîra xwe de xwedî nekin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zû nexeyide” (Waiz 7:9, Mizgînî). Li şûna ku em bixeyîdin, bila em her gav li gor vê şîretê bimeşin: “Bila roj li ser hêrsa we neçe ava” (Efesî 4:26).

7. Prensîpên ku di Metta 7:1-5 de derbas dibin çawa dikarin alî me bikin ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin?

7 Ji bo ku em zêdetir îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, gerek em bi çavê Yehowa li wan binêrin. Yehowa ji wan hez dike û gunehên wan bi dewamî nade rûyê wan. Gerek em jî wek Yehowa bikin (Zebûr 130:3). Li şûna ku em li ser qisûrên wan bisekinin, gerek em xisûsiyetên wan ên baş bibînin û bawer bin ku ew dikarin qenciyê bikin (Metta 7:1-5 bixwîne). Gerek em niyetên wan nexin bin şikê, çimkî hezkirin “ji her tiştî bawer dike” (1. Korîntî 13:7). Ev gotin helbet nayê maneya ku Yehowa dixwaze ku em bê sebeb îtibara xwe bi kesên din bînin. Maneya vê gotinê ev e ku gerek em îtibara xwe bi wan bînin ji ber ku wan îsbat kiriye ku ew pêbawer in. *

8. Tu çawa dikarî zêdetir îtibara xwe bi xwişk û birayan bînî?

8 Helbet wext lazim e ku îtibar bê qezenckirin. Ji bo ku em zêdetir îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, gerek em wan rind nas bikin. Loma, li civînan bi wan re sohbetê bike. Bi wan re derkeve xizmetê. Li hember wan bisebir be û fersendê bide wan ku ew îsbat bikin ku ew mirovên pêbawer in. Di serî de, gava tu kesekî nû nas dikî, dibe ku tu ji wan re behsa her tiştî nekî. Her ku dostaniya di nav we de xurttir bibe, dibe ku tu xwe êdî rihettir hîs bikî ku dilê xwe ji wî re vekî (Lûqa 16:10). Lê eger kesek dilê te biêşîne, gerek tu çi bikî? Zû hêviya xwe ji wî nebire. Bila hinek wext derbas bibe. Wekî din, seba şaşiyên hin kesan nefikire ku xwişk û birayên din jî pêbawer nînin. Ka bala xwe bide serpêhatiyên hin xizmetkarên Yehowa yên dilsoz, ên ku dilê wan li hin kesan mabû, lê dîsa jî, wan îtibara xwe bi kesên din dianî.

JI YÊN KU ÎTIBARA XWE BI KESÊN DIN DIANÎ, DERSAN BIGIRE

Cewaba pêşîn a Elî her çi qas ne baş bû jî, Hannayê îtibara xwe bi Yehowa û bi kesên ku wî tayîn kirine, winda nekir (Li paragrafa 9an binêre)

9. (a) Li gel şaşiyên Elî û kurên wî, Hannayê çawa nîşan da ku ew îtibara xwe bi Yehowa û bi kesên ku wî tayîn kirine tîne? (b) Serpêhatiya Hannayê çawa alî te dike ku tu îtibara xwe bi kesên ku Yehowa tayîn kirine, bînî? (Li resim binêre.)

9 Eger dilê te ji aliyê birayekî mesûl ve hatibe êşandin, bala xwe bide serpêhatiya Hannayê. Wê demê, Eliyê Serokkahîn di îbadeta Yehowa de rêberiya miletê Îsraêlê dikir. Lê belê, kurên Elî, yên ku tevî wî wek kahîn xizmet dikir, bênamûsî û bêexlaqî dikir. Elî her çi qas kurên xwe terbiye nekir jî, Yehowa îmtiyaza wî hemen ji destê wî negirt. Dîsa jî, Hannayê nedigot: “Madem ku Elî hê wek Serokkahîn xizmet dike, ezê neçim konê îbadetê.” Bi ser de, gava Elî dît ku Hanna bi kelegirî dua dike, ew fikirî ku ew serxweş e. Elî ji Hannayê nepirsî ka bi rastî wisa ye yan na, lê wî ew rasterast rexne kir (1. Samûyêl 1:12-16). Dîsa jî, Hannayê sond xwar ku eger jê re kurek çêbe, ewê wî bîne konê îbadetê. Li wê derê, kurê Hannayê gerek di bin çavdêriya Elî de bimaya (1. Samûyêl 1:11). Helbet lazim bû ku xerabiya kurên Elî bihata sekinandin, û gava wexta rast hat, Yehowa ev mesele safî kir (1. Samûyêl 4:17). Lê berî vê yekê, Xwedê Hanna bixelat kir û kurek da wê (1. Samûyêl 1:17-20).

10. Gava Dawid Padîşah rastî îxanetê hat, wî çawa dîsa jî îtibara xwe bi kesên din dianî?

10 Eger tu ji aliyê dostekî xwe ve rastî îxanetê hatibî, bala xwe bide serpêhatiya Dawid Padîşah. Berê, zilamekî bi navê Ahîtofel dostê wî bû. Lê gava kurê Dawid Abşalom dixwest padîşahiyê ji destê bavê xwe bigire, Ahîtofel aliyê Abşalom girt. Dawid bê şik pir xemgîn bû ku hem kurê wî hem jî dostê wî bûn dijminên wî! Dîsa jî, Dawid seba îxaneta wan îtibara xwe bi kesên din winda nekir. Mesela, wî îtibara xwe bi dostê xwe Hûşay anî, yê ku piştgiriya serhildêran nedikir. Baweriya Dawid vala derneket. Hûşay dostekî dilsoz bû; heta, wî canê xwe avêt talûkeyê ku alî Dawid bike (2. Samûyêl 17:1-16).

11. Xizmetkarekî Nabal çawa îtibara xwe bi Abîgaîlê anî?

11 Wekî din, bîne ber çavê xwe ku xizmetkarekî Nabal çi kir. Nabal zilamekî dewlemend bû, û Dawid û hevalên wî kerî û şivanên vî zilamî parastibûn. Demek bi şûn de, Dawid ji Nabal rica kir ku bila ew hebekî xwarinê bide wan. Çi heyf e ku Nabal ev daxwaza maqûl red kir. Dawid pir hêrs ket û qerar da ku hemû mêrên li mala Nabal bikuje. Xizmetkarekî ji jina Nabal Abîgaîlê re got ku çi qewimîbû. Vî xizmetkarî rind dizanibû ku Abîgaîl dikare wan xelas bike. Loma, ew ji malê nereviya, lê bawer bû ku Abîgaîl dikare vê meseleyê safî bike. Wî ji Abîgaîlê şik nedikir, çimkî wî dizanibû ku ew jinikeke serwext e. Bi rastî jî her tişt safî bû. Abîgaîlê bi mêrxasî çû ba Dawid û ew îqna kir ku ew dev ji plana xwe berde (1. Samûyêl 25:2-35). Abîgaîl bawer bû ku Dawid wê bi şeklekî maqûl hereket bike.

12. Şagirtên Îsa Mesîh her çi qas qisûrdar bûn jî, wî çawa îtibara xwe bi wan dianî?

12 Şagirtên Îsa Mesîh her çi qas qisûrdar bûn jî, wî îtibara xwe bi wan dianî (Yûhenna 15:15, 16). Gava Aqûb û Yûhenna ji wî xwest ku bila ew di Padîşahiya xwe de cihekî xisûsî bide wan, Îsa nefikirî ku niyeta wan xerab e, û wî ew wek şandiyên xwe red nekirin (Marqos 10:35-40). Paşê, li şeva ku Îsa hat girtin, hemû şagirtên wî terka wî da (Metta 26:56). Dîsa jî, Îsa hêviya xwe ji wan nebirî. Wî rind dizanibû ku çi kêmasiyên wan hene, lê wî “heta dawiyê ji wan hez kir” (Yûhenna 13:1). Bi ser de, piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, wî rêberiya karê belavkirina mizgînê û xwedîkirina miyên xwe yên hêja emanetî wan kir (Metta 28:19, 20; Yûhenna 21:15-17). Baweriya ku Îsa bi van kesên qisûrdar dianî vala derneket. Ev şandiyên Îsa Mesîh heta mirinê bi dilsozî xizmet kir. Belê, Hanna, Dawid, xizmetkarê Nabal, Abîgaîl û Îsa Mesîh îtibara xwe bi kesên nekamil dianî û ji vî aliyî ve ji me re bûn emsal.

JI NÛ VE ÎTIBARA XWE BI XWIŞK Û BIRAYAN BÎNE

13. Çi dikare bibe sebeb ku em îtibara xwe bi kesên din neynin?

13 Gelo te qet melûmateke xisûsî ji kesekî di civatê de gotiye, û wî jî sira te ji kesekî din re gotiye? Gava tiştekî wisa diqewime, mirov pir aciz dibe. Carekê, xwişkekê ji rîspiyekî re behsa meseleyeke xwe ya xisûsî kir. Roja din, jina vî rîspiyî ji vê xwişkê re telefon kir ku dilê wê xurt bike. Xuya ye ku xebera wê ji meseleyê hebû. Helbet li vê xwişkê êdî pir zor hat ku îtibara xwe bi vî rîspiyî bîne. Lê çi baş e ku wê ji rîspiyekî din alîkarî xwest, û wî alî wê kir ku ew ji nû ve îtibara xwe bi rîspiyan bîne.

14. Çi alî birayekî kir ku ew ji nû ve îtibara xwe bi rîspiyan bîne?

14 Ji bo demeke dirêj, di nav birayek û du rîspiyan de problemek hebû, çimkî ev bira difikirî ku ew nikare îtibara xwe bi wan bîne. Lê belê, ev gotina birayekî ku wî pir qedrê wî digirt, ji bîra wî neçû: “Dijminê me, Îblîs e, ne birayê me ye.” Vî birayî li ser vê gotinê dua kir û kûr fikirî, û bi zeman re, ew bi van du rîspiyan li hev hat.

15. Dibe ku çima wext lazim be ku em ji nû ve îtibara xwe bi kesekî bînin? Mîsalekê bide.

15 Gelo te qet îmtiyazeke xwe winda kiribû? Ev yek tiştekî pir zor e. Di salên 1930yan de, gava fealiyetên Şahidên Yehowa ji aliyê Naziyan ve li Almanyayê hatibûn qedexekirin, Grete û diya wê bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir. Greteyê kovara Birca Çavdêriyê ji bo xwişk û birayan kopî dikir. Lê gava birayên mesûl bihîst ku bavê wê ji Şahidên Yehowa hez nake, wan ev îmtiyaz ji destê wê girt, çimkî ew ditirsiyan ku bavê wê civatê ji dijminan re îxbar bike. Bi ser de, li temamiya Şerê Cîhanê yê Duyem, birayan kovarên teşkîlatê nedidan Grete û diya wê, û wexta ku ew li kolanê rastî wan dihatin, birayan bi wan re xeber nedida. Çi halekî xerab! Grete pir xemgîn bû, û ji wê re pir wext lazim bû ku wan efû bike û ji nû ve îtibara xwe bi wan bîne. Lê bi zeman re, wê fehm kir ku Yehowa ew efû kiribûn û gerek ew jî wan efû bike. *

“Dijminê me, Îblîs e, ne birayê me ye”

16. Çima gerek em xîret bikin ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin?

16 Eger kesekî dilê te êşandibe jî, xîret bike ku tu ji nû ve îtibara xwe bi wî bînî. Ji bo vê belkî wext lazim be, lê bi rastî jî hêja ye ku tu vê bikî. Mesela, bîne ber çavê xwe ku tiştekî ku te xwariye li ser dilê te maye. Piştî vê, tuyê bi îhtimaleke mezin pir dîqat bikî ku tu çi dixwî. Lê belê, tuyê helbet bi temamî dev ji xwarinê bernedî! Mîna vê, eger kesekî dilê me êşandibe jî, gerek em îtibara xwe bi hemû xwişk û birayan winda nekin. Jixwe, em dizanin ku her kes qisûrdar e. Eger em ji nû ve îtibara xwe bi kesekî bînin, emê hem dilşadtir bibin hem jî yekîtiya civatê bi pêş bixin.

17. Çima muhîm e ku em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin, û di meqaleya din de, emê li ser çi xeber bidin?

17 Îro, gelek mirov îtibara xwe bi kesên din naynin, lê em ne wisa ne. Li seranserê dinyayê, em ji hevdû hez dikin û îtibara xwe bi hevdû tînin. Ev yek dilê me şa dike û yekîtiya me xurttir dike. Li pêşerojê, gava em rastî tengasiyan bên, emê hewceyî xwişk û birayan bibin. Lê eger dilê me seba gotin yan kirineke xwişk yan birayekî biêşe, gerek em çi bikin? Gerek em bi çavê Yehowa li meseleyan binêrin, li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bikin, ji xwişk û birayan ji dil hez bikin û ji serpêhatiyên Kitêba Pîroz dersan bigirin. Bi vî şeklî, emê bikaribin dev ji xeyîdê berdin û ji nû ve îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin. Eger em wisa bikin, gelek dostên me wê hebin, “ên ku ji bira jî nêzîktir in” (Methelokên Silêman 18:24, Mizgînî). Helbet ne bes e ku em îtibara xwe bi kesên din bînin. Gerek em jî mirovên pêbawer bin. Di meqaleya din de, emê bibînin ku em çawa dikarin îtibara xwişk û birayan qezenc bikin.

KILAM 99 Xwişk û Birayên Biqîmet

^ Gerek em îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin. Lê belê, çi heyf e ku ew carinan tiştên wisa dikin ku em îtibara xwe bi wan winda dikin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku prensîpên Kitêba Pîroz û serpêhatiyên berê çawa dikarin alî me bikin ku em zêdetir îtibara xwe bi xwişk û birayan bînin yan ji nû ve qezenc bikin.

^ Li gor Kitêba Pîroz, dibe ku di civatê de hin kesên ku ne hêjayî îtibara me ne, hebin (Cihûda 4). Hin caran, dibe ku hin kesên ku xwe wek şagirtên Îsa Mesîh nîşan didin “tiştên xwarûvîç” bibêjin, da ku xwişk û birayan bixapînin (Karên Şandiyan 20:30). Em helbet îtibara xwe bi kesên wisa naynin, û em guh nadin wan.

^ Ji bo xwendina serpêhatiya Greteyê, li kitêba 1974 Yearbook of Jehovah’s Witnesses, rûp. 129-131 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.