Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37

Îtbariya Xwe Xûşk-Bira Bîne

Îtbariya Xwe Xûşk-Bira Bîne

“Hizkirin . . . her gav bawer dike, her gav xweyîguman e” (1 KORINTÎ 13:4, 7).

KILAMA 124 Timê Amin in

VÊ GOTARÊDA *

1. Gelek kes çima îtbariya xwe meriva naynin?

 ÎRO meriv nizanin îtbariya xwe kê bînin. Ewana gelek cara seva kirên serwêrên komêrsî, polîtîkî û rêlîgî eciz dibin û îtbariya xwe hindava wan unda dikin. Lema jî wanra çetin e îtbariya xwe heval, cînar û hela hê merivên xwe jî bînin. Kitêba Pîroz derheqa rojên me pêşda gotibû, ku meriv wê bibin “heram”, “buxdanbêj” û “nemam”, dêmek xeysetên wan wê mîna yê “mîrê vê dinyayê” be, yê ku qe bi îtbar nîne (2 Tîmotêyo 3:1-4; 2 Korintî 4:4).

2. (a) Em dikarin îtbariya xwe kê bînin? (b) Niha emê cabên kîjan pirsa bistînin?

2 Em Mesîhî, zanin ku em dikarin îtbariya xwe Yehowa bînin (Yêremya 17:7, 8). Em bawer in ku ew me hiz dike û tu car wê terka me nede (Zebûr 9:10). Usa jî, em dikarin îtbariya xwe Îsa Mesîh bînin, yê ku emirê xwe bona me berva da (1 Petrûs 3:18). Xêncî vê yekê, me bi çevê xwe dîtiye ku rêberiya Kitêba Pîroz bi îtbar e (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Belê, qet şika me tune ku em dikarin îtbariya xwe Yehowa, Îsa Mesîh û Kitêba Pîroz bînin. Lê gelo em dikarin hertim îtbariya xwe xûşk-bira bînin û çira? Vê gotarêda emê cabên van pirsa bistînin.

EM HEWCÊ XÛŞK-BIRA NE

Ser temamiya dinyayê, xûşk û birên meye bi îtbar hene, yên ku mîna me Yehowa hiz dikin (Abzasa 3 binihêre)

3. Yehowa çi qedirekî mezin daye me? (Marqos 10:29, 30)

3 Yehowa me bijartiye, ku em bibine para malbeta wî. Were bifikire ku ev yek bona me qedirekî çiqas mezin e û em ji vê yekê çiqas karê distînin! (Marqos 10:29, 30 bixûne) Ser temamiya dinyayê, xûşk-birên me hene, yên ku mîna me Yehowa hiz dikin û xîret dikin ku li gora prînsîpên wî bijîn. Gava em xûşk-birên din cara pêşin nas dikin, em hevdu derbêra ça neferên malê qebûl dikin. Û firqî tune ziman, kûltûr û kincxwekirina me çiqas ji hev cude dibin. Lê heçî zef me xweş tê çaxê em tevî wan Bavê xweyî ezmana dihebînin (Zebûr 133:1).

4. Em çima hewcê xûşk-bira ne?

4 Van rojên paşinda, gelek ferz e wekî em tevî xûşk-bira yektiyêda bin. Carna ewana alî me dikin, wekî em barê xwe hilgirin (Romayî 15:1; Galatî 6:2). Usa jî, ewana dilê me qewî dikin, seva ku em xizmetiya Yehowada xîret bimînin û dostiya xwe tevî Yehowa xwey kin (1 Têsalonîkî 5:11; Îbranî 10:23-25). Were bifikirin, halê me wê ça bûya, hergê civatê alî me nekira wekî em himberî dijminên xwe, dêmek himberî Mîrê-cina û dinya xirab, qewî bisekinin. Demeke nêzîkda, Mîrê-cina û piştgirên wî wê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bikin. Wê demê, emê şêkirdar bin, ku xûşk-birên me kêleka me ne.

5. Dibeke çira mera çetin be, wekî îtbariya xwe xûşk-bira bînin?

5 Sed heyf ku carna usa dibe, wekî xûşk yan birak sozekî xwe nayne sêrî yan jî tiştên şexsî ku me jêra gotiye, kesekî dinra gilî kiriye. Yan jî, dibeke xûşk yan birakî bi gotin yan kirên xwe dilê me êşandiye. Hergê tiştekî usa bê serê me, diqewime mera çetin be îtbariya xwe wî xûşk yan bira bînin. Lê çi dikare alî me bike ku em dîsa îtbariya xwe wan bînin?

BÊ HIZKIRIN NABE

6. Hizkirin çawa dikare alî me bike, wekî diha zêde îtbariya xwe xûşk-bira bînin? (1 Korintî 13:4-8)

6 Seva ku em îtbariya xwe xûşk-bira bînin, gerekê em wana hiz bikin. Yekê Korintî serê 13 besa gelek xeysetên hizkirinê dike, yên ku dikarin alî me bikin, wekî em îtbariya xwe kesên din bînin, yan jî hergê me îtbariya xwe hindava wan unda kiriye, dîsa qazanc kin (1 Korintî 13:4-8 bixûne). Mesele, rêza 4 dibêje ku “hizkirin dûmikdirêj û şîrin e”. Gava em gune dikin, Yehowa dîsa hindava meda bi sebir e. Hergê xûşk-birên me dilê me bi gotin yan kirên xwe bêşînin, gelo ne lazim e wekî em jî sebir kin? Rêza 5 eşkere dike, wekî hizkirin kînê najo. Lema jî gerekê em kînê nejon û şaşiyên berê yên xûşk û bira bîra xweda xwey nekin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Zû nexeyide” (Waîz 7:9, ÎM). Dewsa ku em bixeyîdin, were em her gav li gora vê şîretê bikin: “Bira ro ser hêrsa wera neçe ava” (Efesî 4:26).

7. Prînsîpên ji Metta 7:1-5, ça dikarin alî me bikin wekî îtbariya xwe xûşk-bira bînin?

7 Seva ku îtbariya xwe xûşk-bira bînin, gerekê em bi çevê Yehowa ser wan binihêrin. Yehowa wana hiz dike û hesab nake ku ewana çiqas car gune dikin. Gerekê em jî çev bidine Yehowa (Zebûr 130:3). Dewsa ku em dîna xwe bidin ser şaşiyên wan, gerekê em xeyset-hunurên wane baş bivînin û bawer bin, wekî ewana dikarin qenciyê bikin (Metta 7:1-5 bixûne). Gerekê em nêtên wan nekin bin şikê, çimkî hizkirin “her gav bawer dike” (1 Korintî 13:7). Ev gotin hemikî nayê hesabê, ku Yehowa dixwaze wekî em çevgirtî îtbariya xwe kesên din bînin. Mena vê gotinê ev e, ku gerekê em îtbariya xwe wana bînin, çimkî wana îzbat kiriye ku ewana bi îtbar in. *

8. Tu çawa dikarî destpêkî îtbariya xwe xûşk-bira bînî?

8 Belê, wext lazim e îtbarî bê qazanckirinê. Seva ku em îtbariya xwe xûşk-bira bînin, gerekê em wana rind nas bikin. Lema jî wedê civata tevî wan xeber din. Tevî wan derkevine xizmetiyê. Hindava wanda bi sebir bin û mecalê bidine wan ku îzbat bikin, wekî ewana merivne bi îtbar in. Serîda, gava tu kesekî teze nas dikî, dibeke tu wîra derbêra derheqa tiştên şexsî gilî nekî. Çiqas ku dostiya we qewî be, haqas diqewime tu xwe îda hê rihet texmîn kî û dilê xwe wîra vekî (Lûqa 16:10). Lê hergê kesek dilê te bêşîne, gerekê tu çi bikî? Derbêra heleqetiya xwe tev wî nebire, lê hine wede bidê. Usa jî, seva şaşiyên hineka, nefikire ku xûşk-birên din jî bi îtbar nînin. Were dîna xwe bide serhatiyên hine xizmetkarên Yehowaye amin, yên ku dilê wan hine kesa mabû, lê dîsa jî, wana îtbariya xwe kesên din dianî.

JI YÊN KU ÎTBARIYA XWE KESÊN DIN DIANÎN, DERSA HÎN BE

Caba pêşin ya Elî çiqas ne baş bû jî, Hannayê îtbariya xwe Yehowa û kesên ku ewî kifş kiribûn, unda nekir (Abzasa 9 binihêre)

9. (a) Rast e Elî û kurên wî şaşî dikirin, lê Hannayê çawa nîşan kir, ku ew îtbariya xwe Yehowa û kesên ku ewî kifş kiriye, tîne? (b) Serhatiya Hannayê çawa alî te dike, wekî tu îtbariya xwe wan kesa bînî, kîjan ku ji aliyê Yehowada hatine kifşkirinê? (Binihêre şikil.)

9 Hergê birakî cabdar dilê te êşandiye, dîna xwe bide serhatiya Hannayê. Wî çaxî Elîyê Serekkahîn hebandina Yehowada rêberiya miletê Îsraêlê dikir. Lê malbeta Elîda hine kesên xirab hebûn. Kurên wî, yên ku kahîn bûn, bênamûsî û tiştên heram dikirin. Bavê wan sera-bera wana şîret dikir, lê Yehowa cabdariya Elî zû ji wî nestand. Dîsa jî, Hannayê nedigot: “Hergê Elî hê ça Serekkahîn xizmet dike, ezê neçim konê pîroz”. Serda jî, gava Elî dît wekî Hanna kelogirî dua dike, ew fikirî wekî Hanna serxweş e. Elî ji Hannayê nepirsî hela bi rastî usa ye yan na, lê raste-rast wê sûcdar kir (1 Samûyêl 1:12-16). Dîsa jî, Hannayê sond xwar ku hergê jêra kurek bibe, ewê wî bîne konê pîroz. Wêderê, kurê Hannayê gerekê ber destê Elî mezin bûya (1 Samûyêl 1:11). Hemikî lazim bû wekî xirabiya kurên Elî bihata sekinandinê, û gava wexta rast hat, Yehowa ev problêm safî kir (1 Samûyêl 4:17). Lê pêşiya vê yekê, Xwedê Hanna xelat kir û kurek da wê (1 Samûyêl 1:17-20).

10. Gava Dawid Padşa rastî mixenetiyê hat, ewî çawa dîsa jî îtbariya xwe kesên din dianî?

10 Hergê hevalekî te nemamiya te kiriye, dîna xwe bide serhatiya Dawid Padşa. Berê, mêrekî bi navê Ahîtofel dostê wî bû. Lê gava kurê Dawid Abşalom dixwest padşatiyê ji destê bavê xwe bigire, Ahîtofel aliyê Abşalom girt. Dawid bêşik pir xemgîn bû ku him kurê wî him jî dostê wî bûne dijminên wî! Dîsa jî, Dawid seva mixenetiya wan, îtbariya xwe hindava kesên din unda nekir. Mesele, ewî îtbariya xwe dostê xwe Hûşa anî, yê ku piştgiriya rabera nedikir. Baweriya Dawid hindava wî badîhewa nîbû. Hûşa dostekî amin bû, ewî hela hê emirê xwe jî kire bin qeziyê, wekî alî Dawid bike (2 Samûyêl 17:1-16).

11. Xizmetkarekî Nabal çawa îtbariya xwe Abîgaîlê anî?

11 Usa jî, dîna xwe bidine mesela xulamekî Nabal çi kir. Nabal merivekî dewletî bû, Dawid û hevalên wî keriyê pezên wî û şivanên wî diparastin. Wede şûnda, Dawid ji Nabal reca kir, wekî ew hine xwarin bide wan. Yazix, Nabal xwestina wîye biçûk înkar kir. Dawid gelek hêrs ket û safî kir hemû mêrên mala Nabalda bikuje. Hingê xulamekî wî, jina Nabal Abîgaîlêra got ku çi qewimî ye. Ewî xulamî rind zanibû wekî Abîgaîl dikare wana xilaz ke. Lema jî ew ji malê nereviya, lê bawer bû ku Abîgaîl dikare vê meselê safî ke. Ew Abîgaîlêda dudilî nedibû, çimkî ewî zanibû ku ew jinikeke serwaxt e. Bi rastî jî her tişt safî bû. Abîgaîl bi mêrxasî çû bal Dawid û tevî wî usa xeber da, ku ewî nêta xwe guhast (1 Samûyêl 25:2-35). Abîgaîl bawer bû ku Dawid wê bi aqilayî safîkirinê bike.

12. Şagirtên Îsa çiqas gunekar bûn jî, Îsa ça da kifşê wekî îtbariya xwe wan dianî?

12 Şagirtên Îsa çiqas qisûrdar bûn jî, ewî îtbariya xwe wana dianî (Yûhenna 15:15, 16). Gava Aqûb û Yûhenna ji wî xwestin, wekî ew Padşatiya xweda cîkî mexsûs bide wan, Îsa nefikirî ku nêta wan xirab e, û wana ça şandî înkar nekir (Marqos 10:35-40). Paşê, gava Îsa hate girtinê, hemû şagirtên wî terka wî dan (Metta 26:56). Dîsa jî, Îsa hêviya xwe ji wan nebirî. Rast e ew haş ji kêmasiyên wan hebû, lê yeke heta xilaziyê wana hiz kir (Yûhenna 13:1). Serda jî, paşî ku Îsa ji mirinê hate rakirinê, ewî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê û xweykirina pezên xweye hêja da wan (Metta 28:19, 20; Yûhenna 21:15-17). Îtbariya Îsa hindava van merivên gunekar badîhewa nîbû. Ew şandiyên Îsa Mesîh heta mirinê bi aminî xizmet kirin. Belê, Hanna, Dawid, xizmetkarê Nabal, Abîgaîl û Îsa Mesîh îtbariya xwe kesên gunekar dianîn û vê yekêda mera bûne mesele.

TEZEDA ÎTBARIYA XWE XÛŞK-BIRA BÎNE

13. Çi dikare bibe menî ku em îtbariya xwe kesên din neynin?

13 Gelo cem te usa qewimiye, ku te birakîra tiştekî konfîdênsyal got û ewî jî kesekî dinra gilî kir? Gava tiştekî usa diqewime, meriv gelek eciz dibe. Carekê, xûşkekê rûspîkîra besa problêma xweye şexsî kir. Roja din, jina vî rûspî vê xûşkêra têlê xist ku dilê wê qewî ke, diqewime mêrê wê jêra gilî kiribû ku ewê xûşkê çi jêra got. Hemikî vê xûşkêra îda çetin bû îtbariya xwe vî rûspî bîne. Lê çiqas baş e ku ewê ji rûspîkî din alîkarî xwest, û ewî alî wê kir ku ew tezeda îtbariya xwe rûspiya bîne.

14. Çi alî birakî kir wekî dîsa îtbariya xwe rûspiya bîne?

14 Wedekî dirêj, nav birak û du rûspiyada problêmek hebû, çimkî ev bira difikirî ku nikare îtbariya xwe wana bîne. Lê gotina birakî ku ewî gelek qedirê wî digirt, bîra wî neçû: “Dijminê me, Mîrê-cina ye, ne ku birên me”. Ew ser van gotinên wî, kûr fikirî û dua kir, û wede şûnda ew tevî wan herdu rûspiya hev hat.

15. Dibeke çima wext lazim be ku em tezeda îtbariya xwe kesekî bînin? Meselekê bîne.

15 Gelo te qe cabdarîke xwe unda kiriye? Ev yek tiştekî gelek çetin e. Salên 1930-da, gava şixulên Şedên Yehowa aliyê Natsîsta Almanyayê hatibûn qedexekirinê, Grêta û diya wê bi aminî Yehowara xizmet dikirin. Grêta jûrnala “Birca Qerewiliyê” bona xûşk-bira kopî dikir. Lê gava birên cabdar bihîstin ku bavê wê Şedên Yehowa hiz nake, wana ev cabdarî ji destê wê standin, çimkî ditirsiyan, wekî bavê wê dikare derheqa civatê dijminara înformasiyayê bide. Serda jî wedê Şerê Hemdinyayê ya Duda, bira jûrnalên teşkîletê nedidan Grêtayê û diya wê, û gava ewana kûçê rastî wan dihatin, tevî wan xeber nedidan. Rastî jî evê derecê çiqas êş anî! Grêta gelek xemgîn bû, û wêra gelek wext lazim bû, wekî bibaxşîne wan û tezeda îtbariya xwe wan bîne. Lê wext şûnda, ewê fem kir, wekî Yehowa baxşandiye wan û gerekê ew jî bibaxşîne wana. *

“Dijminê me, Mîrê-cina ye, ne ku birên me”

16. Çima gerekê em ser xwe bixebitin ku îtbariya xwe xûşk-bira bînin?

16 Hergê kesekî dilê te jî êşandiye, ser xwe bixebite ku tezeda îtbariya xwe wî bînî. Bona vê yekê femdarî ye wext lazim e, lê bi rastî hêja ye ku tu vê yekê bikî. Mesele, bide ber çevê xwe ku te tiştekî usa xwariye ji çi jî tu tel ketî. Paşê tuyê gelek fesal bî gava tiştekî bixwî. Lê ev nayê hesabê ku paşî vê yekê tuyê îda tiştekî nexwî! Mîna vê yekê, hergê kesekî dilê me êşandiye, gerekê em îtbariya xwe hindava hemû xûşk-bira unda nekin. Em zanin ku her kes gunekar e. Hergê em tezeda îtbariya xwe kesekî bînin, emê him diha bextewar bin, him jî civatêda yektiyê xwey kin.

17. Çima ferz e ku em îtbariya xwe xûşk-bira bînin, û gotara dinda, emê derheqa çi xeber din?

17 Îro, gelek meriv îtbariya xwe kesên din naynin, lê em ne usa nin. Ser temamiya dinyayê, em hevdu hiz dikin û îtbariya xwe hevdu tînin. Ev yek dilê me şa dike û yektiya me diha qewî dike. Axiriyêda, gava em rastî tengasiya bên, emê hewcê xûşk-bira bin. Lê hergê dilê me ji bo gotin yan kirê xûşk yan birakî bêşe, gerekê em çi bikin? Gerekê em bi çevê Yehowa ser vê derecê binihêrin, li gora prînsîpên Kitêba Pîroz hereket bikin, xûşk-bira ji dil hiz bikin û ji serhatiyên Kitêba Pîroz dersa hîn bin. Bi vî cûreyî, emê bikaribin xeydê ji dilê xwe derxin û dîsa îtbariya xwe xûşk-bira bînin. Hergê em usa bikin, gelek dostên me wê hebin, yên ku “ji birakî çêtir in” (Metelok 18:24). Hilbet bes nîne ku em îtbariya xwe kesên din bînin. Gerekê em jî merivên bi îtbar bin. Gotara dinda, emê bivînin ku em ça dikarin îtbariya xûşk-bira qazanc kin.

KILAMA 99 Biratiya Me Bêhesab e

^ Em gerekê îtbariya xwe xûşk-bira bînin. Lê yazix ewana carna tiştên usa dikin, ku em îtbariya xwe hindava wan unda dikin. Vê gotarêda, emê bivînin ku prînsîpên Kitêba Pîroz û serhatiyên berê, çawa dikarin alî me bikin, wekî em îtbariya xwe xûşk-bira bînin, yan jî tezeda îtbariyê hindava wanda qazanc kin.

^ Li gora Kitêba Pîroz, dibeke civatêda hine kesên ku ne hêjayî îtbariya me ne, hebin (Cihûda 4). Cara dibeke hine kesên ku xwe ça şagirtên Îsa Mesîh nîşan dikin “tiştên xêlif” bêjin, wekî xûşk-bira bixapînin (Karên Şandiya 20:30). Em hemikî îtbariya xwe kesên usa naynin, û em guh nadine wan.

^ Serhatiya Grêtayê hûn dikarin bixûnin, kitêba “Hersalîda” ya sala 1974, rûp. 129-131.