Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 38

Pêbawer Be!

Pêbawer Be!

“Kesê buxtanker digere û siran dibêje, lê kesê biewle vê yekê vedişêre” (METHELOKÊN SILÊMAN 11:13, Mizgînî).

KILAM 101 Yekîtiyê Biparêze

PÊŞGOTIN *

1. Kesekî pêbawer yekî çawa ye?

 KESEKÎ pêbawer rastiyê dibêje û hewl dide ku sozên xwe pêk bîne (Zebûr 15:4). Yên din dizanin ku ew dikarin xwe bispêrin wî. Em dixwazin ku xwişk û birayên me li me jî wisa binêrin. Gelo çi dikare alî me bike ku em mirovên pêbawer bin?

2. Em çawa dikarin îsbat bikin ku em mirovên pêbawer in?

2 Em nikarin zorê bidin mirovan ku ew îtibara xwe bi me bînin. Gerek em îsbat bikin ku em mirovên pêbawer in, û gerek em xîret bikin ku wisa bimînin. Yê herî pêbawer, Yehowa ye. Em dikarin her tim îtibara xwe bi wî bînin, çimkî ew bi temamî “dilsoz” e (Zebûr 33:4). Û ew dixwaze ku em çav bidin wî (Efesî 5:1). Ka em bala xwe bidin çend xizmetkarên Yehowa, yên ku çav dida Bavê xweyî ezmanî û îsbat dikir ku ew mirovên pêbawer in. Wekî din, emê bibînin ku em hewceyî kîjan pênc sifetan in, da ku kesên din bikaribin îtibara xwe bi me bînin.

JI XIZMETKARÊN PÊBAWER ÊN YEHOWA DERSAN BIGIRE

3-4. Danîêl çawa îsbat kir ku ew yekî pêbawer e? Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

3 Danîêl pêxember mirovekî pir pêbawer bû. Gava ew li Babîlê sirgûn bû, pir wext derbas nebû ku kesên din fehm kir ku ew mirovekî çi qas pêbawer e. Wexta ku wî bi alîkariya Yehowa xewna Nebûkadnetsar şîrove kir, ew hê jî zêdetir bi nav û deng bû. Carekê, lazim bû ku Danîêl ji padîşah re bibêje ku Yehowa ji wî ne razî ye. Nebûkadnetsar zilamekî pir sert û bihêrs bû, loma qet ne hêsan bû ku Danîêl vê xeberê ji wî re bibêje (Danîêl 2:12; 4:20-22, 25). Gelek sal bi şûn de, gava li ser dîwarê serayeke li Babîlê nivîseke ecêb xuya bû, Danîêl maneya nivîsê bi eşkereyî zelal kir û bi vî awayî îsbat kir ku ew yekî pêbawer e (Danîêl 5:5, 25-29). Demek bi şûn de, Daryûsê Medî û memûrên wî jî dît ku Danîêl mirovekî çi qas pêbawer e. Bi dîtina wan, Danîêl mirovekî “dilsoz bû, ne şaşîtiya wî û ne jî sûcê wî hebû” (Danîêl 6:3, 4, Mizgînî). Belê, hukimdarên pûtperest jî Danîêl wek mirovekî pêbawer didît!

4 Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Mirovên ku ne Şahidên Yehowa ne min çawa dibînin? Gelo ew difikirin ku ez yekî pêbawer im, ê ku mesûliyetên xwe bi dilsozî tîne cih?” Gelo ev yek çima muhîm e? Çimkî eger em mirovên pêbawer bin, emê rûmetê bidin Yehowa.

Nehemya zilamên pêbawer hilbijartin, da ku ew karên muhîm bikin (Li paragrafa 5an binêre)

5. Hananya çima wek mirovekî pêbawer dihat dîtin?

5 Berî mîladê, di sala 455an de, piştî ku Nehemyayê Walî sûrên Orşelîmê ava kiribûn, ew li zilamên pêbawer geriya, yên ku wê bikaribin vî bajarî rind xwedî bikin. Yek ji kesên ku wî hilbijart, zilamekî bi navê Hananya bû, yê ku “serekê bircê” bû. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “dilsoz bû û ji gelek kesan zêdetir ji Xwedê ditirsiya” (Nehemya 7:2, Mizgînî). Hananya ji Yehowa hez dikir û nedixwest dilê wî biêşîne, loma wî mesûliyetên xwe bi awayekî baş dianîn cih. Ev sifet dikarin alî me jî bikin ku em di xizmeta Xwedê de dilsoz û pêbawer bin.

6. Tixîkos çawa ji Pawlosê şandî re bû hevalekî pêbawer?

6 Wekî din, bala xwe bide mîsala hevalekî Pawlos ê bi navê Tixîkos. Gava ku Pawlosê şandî li malê girtî bû, wî xwe dispart Tixîkos, ê ku ji wî re bû “xizmetkarê dilsoz” (Efesî 6:21, 22). Bi destê Tixîkos, Pawlos hem nameyên xwe şandin xwişk û birayên li bajarên Efes û Koloseyê hem jî cesaret û teselî da wan. Mîna Tixîkos, îro jî birayên dilsoz û pêbawer hene, yên ku hewcedariyên me yên ruhî tedarek dikin (Kolosî 4:7-9).

7. Rîspî û alîkarên xizmetê ji aliyê pêbawerbûnê ve çawa ji me re emsal in?

7 Em pir qîmetê didin rîspî û alîkarên xizmetê yên pêbawer. Mîna Danîêl, Hananya û Tixîkos, ew mesûliyetên xwe pir cidî digirin. Mesela, gava ku em diçin civîna Jiyan û Xizmetê, em rind dizanin ku hemû parên bernameyê hatine texsîskirin. Wexta ku her kes wezîfeya xwe hazir dike û li civînê pêşkêş dike, rîspî ji wan pir razî dibin. Gava ku em xwendekarên xwe gazî civîna dawiya heftiyê dikin, em natirsin ku ji bo gotara umûmî gotarvanek nehatibe dawetkirin. Wekî din, em bawer in ku weşanên ji bo xizmetê wê hebin. Belê, ev birayên dilsoz me rind xwedî dikin, û em ji Yehowa re şikurdar in ku wî ew tedarek kirine. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em jî mirovên pêbawer in?

MELÛMATÊN VEŞARTÎ VEŞARTÎ BIHÊLE

8. Gava em bi kesên din eleqedar dibin, çima muhîm e ku em terazdar bin? (Methelokên Silêman 11:13)

8 Em ji xwişk û birayan ji dil hez dikin, û em xêra wan dixwazin. Dîsa jî, gerek em terazdar bin û pozê xwe bi zêdeyî nexin jiyana wan a xisûsî. Di sedsala yekê de, Pawlos di heqê hin şagirtên Îsa Mesîh de gotibû ku ew “dibin pirrbêj, pozê xwe dixin xebata yên din û tiştên ku nayên gotin dibêjin” (1. Tîmotêyos 5:13). Em naxwazin mîna wan bin. Ferz bike ku kesek melûmateke xisûsî dide me û naxwaze ku kesên din vê bibihîzin. Mesela, dibe ku xwişkek ji me re behsa nexweşî yan problemeke xwe dike û ji me re dibêje ku bila ev melûmat di nav me de bimîne. Lazim e ku em li gor daxwaza wê bikin. * Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Kesê buxtanker digere û siran dibêje, lê kesê biewle vê yekê vedişêre” (Methelokên Silêman 11:13, Mizgînî). Ka em bala xwe bidin çend mîsalên din ku kengê lazim e ku em melûmateke veşartî veşartî bihêlin.

9. Ferdên malbatê çawa dikarin îsbat bikin ku ew mirovên pêbawer in?

9 Di malbatê de. Lazim e ku hemû ferdên malbatê meseleyên şexsî yên malbatê veşartî bihêle. Mesela, ferz bike ku ba xwişkekê adeteke ecêb heye. Ma minasib e ku mêrê wê ji kesên din re behsa vê yekê bike û wê bide şermê? Helbet na. Madem ku ew ji jina xwe hez dike, gerek ew dilê wê neêşîne (Efesî 5:33). Wê baş be ku dê û bav qedrê zarokên xwe jî bigirin û şaşiyên wan ji kesên din re eşkere nekin (Kolosî 3:21). Zarok jî gerek hîn bibin ku melûmatên xisûsî yên malbatê ji xelkê re nebêjin (5. Mûsa 5:16). Eger di malbatê de her kes xîret bike ku meseleyên malbatê ji kesên din re nebêje, yekîtiya malbatê wê xurttir bibe.

10. Hevalekî baş yekî çawa ye? (Methelokên Silêman 17:17)

10 Di hevaltiyê de. Zû dereng, îhtiyaca piraniya me çêdibe ku em dilê xwe ji dostekî xwe re vekin. Dibe ku li me zor bê ku em hîs û fikrên xwe bînin zimên. Lê eger em paşê pê bihesin ku dostê me sira me ji kesên din re vekiriye, ma emê xemgîn nebin? Ji aliyê din ve, eger dostê me sira me veşartî bihêle, emê pir şa bin, ne wisa ye? Wek Kitêba Pîroz dibêje: “Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye” (Methelokên Silêman 17:17, NWT).

Rîspî sirên civatê ji malbatên xwe re nabêjin (Li paragrafa 11an binêre) *

11. (a) Rîspî û jinên wan çawa nîşan didin ku ew pêbawer in? (b) Em dikarin ji rîspiyekî ku bi meseleyeke civatê mijûl bû û paşê bi malbata xwe re wextê derbas dike, çi dersê bistînin? (Li resim binêre.)

11 Di civatê de. Rîspiyên ku melûmatên xisûsî yên xwişk û birayan belav nakin bi rastî jî ji bo wan dibin star (Îşaya 32:2). Em dizanin ku em dikarin bi rihetî bi wan re xeber bidin, çimkî ewê sirên me ji kesên din re nebêjin. Em zorê li wan nadin ku ew sirên kesên din ji me re bibêjin. Wekî din, em qedrê jinên rîspiyan digirin ji ber ku ew hewl nadin ku melûmatên veşartî ji mêrên xwe derxin. Çi baş e ku melûmatên xisûsî yên di heqê xwişk û birayan de ji jinên rîspiyan re nayên gotin. Jina rîspiyekî wisa dibêje: “Ez şikurdar im ku mêrê min melûmata li ser kesên ku ew ziyaret dike yan li ser kesên ku hewceyî alîkariya ruhî ne ji min re nabêje. Heta, ew navên wan jî ji min re nabêje. Ez şa me ku problemên ku ez nikarim safî bikim nakevin ser milê min. Ji ber vê yekê, ez dikarim di civatê de bi her kesî re bi rihetî xeber bidim. Û ez bawer im ku gava ez ji mêrê xwe re behsa hîs û problemên xwe dikim, ewê wana ji tu kesî re nebêje.” Helbet, em gişt dixwazin wek mirovên pêbawer werin dîtin. Gelo kîjan sifet dikarin alî me bikin ku em bibin mirovên wisa? Ka em bala xwe bidin pênc sifetên muhîm.

SIFETÊN KU ALÎ ME DIKIN KU EM PÊBAWER BIN

12. Em çima dikarin bibêjin ku hezkirin esasê pêbawerbûnê ye? Mîsalekê bide.

12 Hezkirin esasê pêbawerbûnê ye. Îsa Mesîh gotibû ku du emrên herî mezin ev in ku em ji Yehowa û ji însanan hez bikin (Metta 22:37-39). Yehowa bi temamî pêbawer e, û ji ber ku em ji wî hez dikin, em dixwazin wî ji xwe re emsal bigirin. Wekî din, ji ber ku em ji xwişk û birayan hez dikin, em dixwazin meseleyên wan ên xisûsî veşartî bihêlin. Em naxwazin bi gotinên xwe bibin sebeb ku ew zerarê bibînin, şerm bikin yan êşê bikişînin (Yûhenna 15:12).

13. Dilnizmî çawa alî me dike ku em mirovên pêbawer bin?

13 Dilnizmî wê alî me bike ku em mirovên pêbawer bin. Şagirtekî dilnizm hewl nade ku her tişt serê pêşîn ji wî were bihîstin (Filîpî 2:3). Ji ber ku ew naxwaze xwe li ber çavê însanan mezin bike, ew wan nade fikirandin ku ba wî melûmatên xisûsî hene, yên ku ew nikare eşkere bike. Wekî din, kesekî dilnizm li ser meseleyên ku di Kitêba Pîroz de yan di weşanên me de derbas nabin, texmînên xwe belav nake.

14. Fehmdarî çawa alî me dike ku em mirovên pêbawer bin?

14 Fehmdarî alî me dike ku em “dema hişbûnê û dema peyivînê” ji hev derxin (Waiz 3:7). Di gelek kulturan de, qîmeta hişbûnê bi gotinên pêşiyan tê nîşandayîn. Belê, carinan baştir e ku em hiş bin û xeber nedin. Loma, Methelokên Silêman 11:12 (Mizgînî) wisa dibêje: “Mirovê fêmdar hay ji zimanê xwe heye.” Ka bala xwe bide vê mîsalê: Rîspiyekî bitecrûbe gelek caran wezîfeyan distîne ku alî civatên din bike ku ew problemên xwe yên çetin çareser bikin. Rîspiyekî din di heqê wî de wisa dibêje: “Ew tu caran di heqê civatên din de melûmatên veşartî venabêje.” Loma, rîspiyên din qedrê vî rîspiyê fehmdar digirin. Ew emîn in ku ewê sirên wan ji kesên din re nebêje.

15. Çima muhîm e ku em durist bin, da ku kesên din îtibara xwe bi me bînin? Mîsalekê bide.

15 Duristî jî xisûsiyeteke muhîm a pêbawerbûnê ye. Em îtibara xwe bi kesekî durist tînin, çimkî em dizanin ku ewê her tim rastiyê bibêje (Efesî 4:25; Îbranî 13:18). Mesela, ferz bike ku tu dixwazî hunerên xwe yên hînkirinê bi pêş bixî. Ji bo vê, tu ji kesekî rica dikî ku bila ew guh bide gotareke te û hin tewsiyeyan bide te. Gelo teyê îtibara xwe bi kê bianiya: Bi kesekî ku tenê tiştên ku li te xweş tên dibêje yan bi kesekî ku bi nezaket rastiyê dibêje? Cewab eşkere ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Serrastkirina vekirî ji hezkirina veşartî çêtir e. Êşandina ji aliyê dostekî ve xêr e” (Methelokên Silêman 27:5, 6). Şîreta dostekî durist her çi qas di serî de li guhê me xweş neyê jî, ji bo xêra me ye.

16. Methelokên Silêman 10:19 çawa nîşan dide ku xwegirtin pir muhîm e?

16 Xwegirtin jî sifetekî pir muhîm e ku gerek em bi pêş bixin, da ku kesên din me wek mirovên pêbawer bibînin. Bi saya vî sifetî, emê bikaribin melûmatên xisûsî veşartî bihêlin (Methelokên Silêman 10:19 ji wergera Mizgînî’yê bixwîne). Wexta ku em medyaya sosyal bi kar tînin, ev yek carinan zor e. Eger em dîqat nekin, em dikarin bê hemdî melûmatên xisûsî ji gelek kesan re eşkere bikin. Bi ser de, piştî ku me melûmatek weşandiye, êdî ne di destê me de ye ku kesên din vê melûmatê çawa bi kar tînin, û netîceyên xerab dikarin seba vê melûmatê werin meydanê. Wekî din, eger dijminên me dixwazin me bixapînin, da ku em di heqê xwişk û birayan de melûmatan eşkere bikin, pir muhîm e ku em xwe bigirin. Li welatên ku fealiyetên Şahidên Yehowa bi temamî yan bi qismî hatine qedexekirin, polîs carinan tiştên wisa dipirsin. Di rewşên wisa de, gerek em ‘devê xwe girêdin, nedin cewab’ (Zebûr 39:1). Belê, lazim e ku em her tim pêbawer bin – li hemberî malbata xwe, li hemberî dost û hevalên xwe, li hemberî xwişk û birayan û li hemberî kesên din. Û ji bo ku em pêbawer bin, em hewceyî xwegirtinê ne.

17. Em çawa dikarin piştgiriya yekîtiya civatê bikin?

17 Em şikurdar in ku Yehowa em anîne nav biratiyeke dilovan û pêbawer! Gerek em bi dewamî xîret bikin ku em jî mirovên pêbawer bin, da ku xwişk û birayên me bikaribin îtibara xwe bi me bînin. Her ku em sifetên hezkirin, dilnizmî, fehmdarî, duristî û xwegirtinê bi pêş dixin, em piştgiriya yekîtiya civatê dikin. Bila em çav bidin Yehowa û îsbat bikin ku em mirovên pêbawer in!

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

^ Ji bo ku kesên din bikaribin îtibara xwe bi me bînin, gerek em îsbat bikin ku em kesên pêbawer in. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku ev yek çima pir muhîm e û gerek em kîjan sifetan bi pêş bixin, da ku kesên din bikaribin îtibara xwe bi me bînin.

^ Eger em pê bihesin ku xwişk yan birayekî gunehekî giran kiriye, gerek em jê re bibêjin ku bila ew ji rîspiyan alîkariyê bixwaze. Eger ew vêya neke, gerek em seba dilsoziya xwe ya ji Yehowa û ji civatê re meseleyê ji şivanên ruhî re bibêjin.

^ RESIM: Rîspiyek ji malbata xwe re behsa melûmateke xisûsî nake.