Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Hînbûn û Hînkirina derheqa Yehowa Dilê Min Şa Dike

Hînbûn û Hînkirina derheqa Yehowa Dilê Min Şa Dike

GAVA ez Îstonêda (Pensîlvanya, Dewletên Yekbûyî) mezin dibûm, nêta min ev bû ku zanîngehê xilaz kim û bibim merivekî pêşdaçûyî. Min hînbûn hiz dikir û dersên matêmatîkê û zandariyê min xweş dihatin. Sala 1956-da, teşkîleteke mafên civakê 25 dolar dane min, çimkî min nava hemû şagirtên çermereşda nîşanên herî bilind standin. Paşê, nêta jîyîna min hate guhastinê. Gelo çima?

DERHEQA YEHOWA PÊDIHESIM

Weke sala 1940, dê-bavê min tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin. Rast e, wana hînbûna Kitêba Pîroz dane sekinandinê, lê diya min dîsa jî jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” distandin. Sala 1950-da, gava civata mezine hemdinyayê bajarê Niyû Yorkêda derbaz bû, em çûne wêderê.

Paşî vê civata mezin, birê Lawrêns Cêfrîz destpêkir serlêdana me bike. Ewî alî min dikir ku ez rastiyê hîn bim. Sêrîda, ez tevî nihêrandinên Şedên Yehowa qayîl nedibûm, ku ewana xwe ji polîtîkê dûr digirin û naçine şer. Min wîra got ku hergê Amêrîkayêda tu kes welatê xwe neparêze, dijmin wê hêsa hicûmî ser me bikin û welatê me zeft bikin. Birê Cêfrîz bi sebir usa cab da: “Hela bifikire, hergê Amêrîkayêda her kes Yehowa bihebanda, gelo Yehowa wê îzin bida ku dijmin hicûmî ser me bikin?” Cabên wî ser vê têmê û têmên din, nîşanî min kirin, ku nihêrandina min şaş bû. Vê yekê dîna min kişande ser rastiyê.

Roja nixumandina min

Min bi siheta gotarên kevin ji “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”, dixwendin, yên ku diya min ser qatê jêrê veşartibûn. Wede şûnda, min fem kir ku rastî ev e, lema min teglîfa birê Cêfrîz, ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim, qebûl kir. Usa jî, ez her heftê diçûme civîna. Rastiya Kitêba Pîroz kete dilê min û ez bûme mizgînvan. Gava min fem kir ku “roja mezin ya Xudan nêzîk e”, nêtên jîyîna min hatine guhastinê (Sêfanya 1:14). Dewsa ku herim zanîngehê, min safî kir rastiya Kitêba Pîroz meriva hîn kim.

Sala 1956, 13 Hezîranê, min mekteb xilaz kir. Sê roj şûnda, ez ser civateke mezin hatime nixumandinê. Min xwe li riya hînbûn û hînkirina derheqa Yehowa girt, lê min ne jî dikaribû bida ber çevê xwe, ku çiqas kerem hîviya min bûn.

HÎNBÛN Û HÎNKIRIN XIZMETA PÊŞENGTIYÊDA

Şeş meh şûnda paşî nixumandinê, ez bûme pêşengê hertim. Bernama “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya meha Kanûna Pêşin, sala 1956-da, hebû gotareke bi navê “Gelo Tu Dikarî Derbaz bî Deşteke ku Hewcê Alîkariyê ye?” Min xwera got: “Ez jî dikarim vê yekê bikim”. Min dixwest derbazî cîkî usa bûma, kîderê ku mizgînvan hindik bûn (Metta 24:14).

Ez derbazî bajarê Êcfîldê bûm (Karolînaya Başûrê). Wêderê tenê 4 mizgînvan hebûn û ez jî yê 5 bûm. Me civînên xwe, mala birakî meda otaxekêda derbaz dikirin. Her meh, min xizmetiyêda 100 sihet derbaz dikir. Min gelek wedê xwe xerc dikir, wekî xizmetiyê organîze kim û pê gotara derêm. Lê ez çiqas zef şixulên Yehowava mijûl dibûm, haqas hê zêde ez derheqa wî pêdihesiyam.

Constonêda, bajarekîda ku nêzîkî me bû, min tevî jinikekê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Vê jinikê xebateke nîvrojî da min, li oda bona şînê, û ewê îzin da wekî em civînên xwe avayîke wêye biçûkda derbaz kin.

Colî Cêfrîz, kurê wî birayî, yê ku tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kiribû, ji Brûklînê (Niyû Yorkê) hat, wekî tevî min ça pêşeng xizmet ke. Em tevayî traîlêra birakîda diman.

Herêma meda, heqê xebatê biçûk bû. Me rojekêda tenê 2-3 dolar qazanc dikirin. Carekê, gava min pê perên xweye paşin xwarin xwera kirî, mêrikek nêzîkî min bû û min pirsî: “Xebat tera lazim e? Ezê sihetekêda dolarek bidime te”. Ewî ciyê avakirinêda xebat da min, wekî ez sê roja wêderê paqij kim. Ez bawer bûm ku Yehowa alî min dikir, wekî ez bikaribim Êcfîldêda bimînim. Lê sala 1958-da, ez bona civata hemdinyayê çûme bajarê Niyû Yorkê.

Roja dewata me

Roja duda ya civata mezin, tiştek xweş qewimî. Min xûşkeke bi navê Rûbî Wadlîngton nas kir. Ew li bajarê Gallatînda (Tênêsî) ça pêşenga hertim xizmet dikir. Ji ber ku me dixwest ça mîsyonêr xizmet bikin, em herdu jî çûn civîna bona mekteba Gîledê, ya ku wedê vê civata mezin derbaz dibû. Paşî vê yekê, me hevdura neme dinivîsî. Rojekê, civata Gallatîn bona gotarê gazî min kirin. Îjar mecal kete destê min, ku ez Rûbîyê pirs kim hela ew dixwaze bibe jina min. Ez derbazî civata Rûbîyê bûm, û sala 1959-da, em zewicîn.

HÎNBÛN Û HÎNKIRINA CIVATÊDA

Çaxê ez 23 salî bûm, ez civata Gallatînêda bûme xizmetkarê civatê (îro tê navkirinê koordînatorê koma rûspiya). Gava birê Çarls Tompson serlêdana civata me kir, ewî teze destpêkiribû ça berpirsiyarê mihalê xizmet ke. Ew birakî cêribandî bû, lê dîsa jî, ewî ji min pirsî hela hewcên xûşk û bira çi ne, û berpirsiyarên din cabdariyên xwe çawa tînin sêrî. Ez ji wî hîn bûm, wekî pêşiya ku ez safîkirinekê bikim, gerekê ez pirsa bidim û êpêce îzbatiya derheqa vê yekê pêbihesim.

Sala 1964-da, meha Gulanê, min teglîfî Mekteba Xizmetiyê ya yekmehî kirin, ya ku bajarê Lansînga Başûrêda (Niyû York) derbaz dibû. Birên ku me hîn dikirin, xwestina dilê min qewî kirin ku ez hê zêde derheqa Yehowa hîn bim û hê nêzîkî wî bim.

HÎNBÛN Û HÎNKIRIN XIZMETIYA BERPIRSYARÊ MIHALÊ Û NEHIYÊDA

Sala 1965-da, meha Çileyê, ez û Rûbî, em hatin kifşkirinê ku şixulê berpirsiyartiyê bikin. Deşta me ya pêşin gelek mezin bû: Ji Noksvîlê (Tênêsî) heta nêzîkî Rîçmondê (Vîrjînya). Deşta meda, civatên ji Karolînaya Bakur, Kêntûkî û Vîrjînya Roavayê hebûn. Wê demê, ez diçûme tenê civatên xûşk-birên çermereş, çimkî ji bo sêgrêgasiyaya başûra Dewletên Yekbûyîda, qedexe bû ku kesên çermespî û çermereş tevayî top bin. Xûşk-birên wêderê kesîb bûn, û em hîn bûn hindava wanda destvekirî bin. Birakî ku gelek sala berpirsiyarê mihalê bû, derseke gelek ferz da min: “Xûşk-birara bibe bira. Gava ku tu dikevî civatekê, xwe mîna axa nede kifşê. Hergê ewana bivînin ku tu wanra ça bira yî, hingê tuyê bikaribî alî wan bikî”.

Gava me teseliya civateke biçûk dikir, Rûbîyê tevî jinikeke cahil hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, ku qîzeke wêye yeksalî hebû. Rojên ku tu kesî ji civatê nikaribû hînbûn derbaz kira, Rûbîyê hînbûna wê bi saya nema derbaz dikir. Gava me dîsa serlêdana vê civatê kir, ev jinik dihate hemû civîna. Paşê, du xûşkên ku pêşengên mexsûs bûn, derbazî vê civatê bûn, û îda wana tevî wê hînbûn derbaz dikir. Wexteke kinda, ev jinik hate nixumandinê. Sala 1995-da, 30 sal şûnda, xûşkeke cahil Beytela Patêrsonêda nasiya xwe da Rûbîyê. Ew xûşk, qîza vê jinikê bû, ya ku Rûbîyê tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kiribû. Vî çaxî ev xûşk tevî mêrê xwe Mekteba Gîledêda hîn dibû, koma 100-da.

Deşta me ya duda Florîdaya navendda bû. Mera erebek lazim bû, lema me xwera erebeke gelek erzan kirî. Lê paşî heftêkê, ereba me xirab bû û perê me bona çêkirina wê tune bû. Min birakîra têlê xist, çimkî ez difikirîm ku diqewime ewê bikaribe alî me bike. Ewî xebatçîkî xwera got, wekî ew ereba me çêke, û ewî ji min pere nexwest. Ewî tenê got: “Problêm safî bû”. Serda jî, ewî pere da me! Ew yek rind eşkere kir, ku Yehowa çawa xizmetkarên xwe xwey dike. Vê yekê anî bîra me, ku gerekê em jî hindava kesên din destvekirî bin.

Gava me serlêdana civatekê dikir, em mala xûşk-birada diman. Bi saya vê yekê, em tevî geleka bûne hevalên nêzîk. Carekê, min pê mekîna neşirkirinê destpêkir hesabên civatê binivîsim û nîvîda hîşt. Gava ez êvarê vegeriyame mal, min dît ku kurê xweyê malê yê biçûk, nivîsandina van hesaba “xilaz kiribû”! Bi gelek sala, gava em rastî hev dihatin, min ev yek dianî bîra wî û em dikeniyan.

Sala 1971-da, min kifşkirineke nû stand. Ez bajarê Niyû Yorkêda bûme berpirsiyarê nehiyê. Em metal man! Gava em derbazî wêderê bûn, ez 34 salî bûm. Wêderê, cara pêşin yekî çermereş ça berpirsiyarê nehiyê hate kifşkirinê, û xûşk-bira ez bi dilgermî qebûl kirim.

Ez berpirsiyarê nehiyê bûm, lema jî min xilaziya her heftiyê ser civata mezin gotar dixwendin û min şabûn distand, ku min derheqa Yehowa hîn dikir. Gelek berpirsiyarên mihalê diha cêribandî bûn, ne ku ez. Yek ji wan, gotara nixumandina min xwendibû. Birakî din jî, Têodor Yaraç, paşê bû endemê Koma Rêberiyê. Usa jî, gelek birên din jî hebûn, yên ku Beytela Brûklînêda xizmet dikirin. Ez gelek ji wan razî bûm, çimkî min xwe aza tevî wan texmîn dikir. Min pê çevê xwe didît ku ev şivanên dilovan çawa xwe dispartin Xebera Xwedê û bi aminî piştgiriya teşkîletê dikirin. Milûktiya wan alî min dikir, wekî ez xizmeta xwe ça berpirsiyarê nehiyê baş bînim sêrî.

DÎSA DIBIM BERPIRSIYARÊ MIHALÊ

Sala 1974-da, Koma Rêberiyê hine berpirsiyarên mihalê ça berpirsiyarên nehiyê kifş kirin, lê ez dîsa bûm berpirsiyarê mihalê, lê îjar Karolînaya Başûrêda. Şikir ku xûşk û birên çermespî û çermereş îda dikaribûn tevî hev top bin. Lema jî her kes şa dibû.

Xilaziya sala 1976-da, teşkîletê ez herêmeke Corciyayê nav Atlanta û Kolûmbûsê, kifş kirim. Rind tê bîra min ku Atlantayêda min wedê şînê gotar xwend, hingê 5 zarên çermereş miribûn. Ewana mala xweda miribûn, ya ku ji aliyê hine merivada hatibû şewitandinê, û dayîka wan jî birîndar bû û ketibû nexweşxanê. Nexweşxane bi xûşk-birên çermereş û çermespîva tije bû, yên ku hatin wekî teseliya wan bikin û dilbîniyê bidine wan. Hizkirina xûşk-bira bi rastî jî gelek mexsûs e! Dilremîke usa dikare alî xizmetkarên Xwedê bike, wekî nava tengasiyada sebir kin.

HÎNBÛN Û HÎNKIRINA BEYTELÊDA

Sala 1977-da, em bona proêktekê ser çend meha hatine teglîfkirinê Beytela Brûklînê. Gava hindik ma wekî proêkta me xilaz bûya, du endemên Koma Rêberiyê ji min pirsîn, hela em dixwazin bibine Beytelvanên hertim. Me ev teglîf qebûl kir.

Min 24 sal Îdara Xizmetiyêda xizmet kiriye. Wêderê, ez û birên din, em rastî gelek pirsên çetin dihatin. Bi sala Koma Rêberiyê li ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz rêberî dide me. Ev rêberî bona vê yekê ne, wekî caba pirsên usa bidin. Usa jî, ev rêberî bona hînkirina berpirsiyarên mihalê, rûspiyên civatê û pêşenga jî tê xebitandinê. Bi saya vê bernama hînkirinê, gelek kes aliyê ruhanîva diha qewî bûne û teşkîleta Yehowa diha pêşda çûye.

Sala 1995-da heta sala 2018, min ça wekîlê Koma Rêberiyê serlêdana gelek fîlîala dikir, berê ser vê kifşkirinê digotin berpirsiyarê ku teseliya fîlîala dike. Min tevî endemên Komîtêyên Fîlîala, Beytelvan û mizgînvanên mîsyonêra xeber dida û dilê wan qewî dikir, û min alî wan dikir, gava wana derheqa problêmên xwe minra gilî dikirin. Ez û Rûbî, me ji serhatiyên xûşk-bira gelek hêlan distand. Mesele, sala 2000-da, em bona serlêdanekê çûn Rwandayê. Xûşk-bira mera gotin, ku wedê gênosîdê sala 1994-da çi hatibû serê wan. Gelek ji wan merivên xweyî nêzîk unda kiribûn. Dîsa jî wana bawerî, hêvî û şabûna xwe unda nekiribû.

Sala 50 ya zewaca me

Niha emirê me 80 sal zêdetir e. Îda 20 sal e ku ez ça endemê Komîtêya Fîlîala Dewletên Yekbûyî xizmet dikim. Ez qet neçûme zanîngehê, lê Yehowa û teşkîleta wî hînbûna herî bilind dane min. Bi saya vê hînbûnê, ez dikarim rastiya Kitêba Pîroz meriva hîn kim, ya ku kara herheyî tîne (2 Korintî 3:5; 2 Tîmotêyo 2:2). Min dîtiye ku mizgîniya Kitêba Pîroz çawa alî însana dike, ku jîyîna wan diha baş be û ku çawa ewana dibine dostên Xwedê (Aqûb 4:8). Çaxê mecal dikeve destê min û Rûbîyê, em kesên dinra dibêjin ku qedirekî meye herî mezin ev e, ku em dikarin derheqa Yehowa hîn bin û rastiya Kitêba Pîroz meriva hîn kin.