Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Pawlosê şandî xwe çima şiband zarokekî ku “bê dem” hat dinyayê? (1. Korîntî 15:8, KP)

Di 1. Korîntî 15:8 (KP) de, Pawlosê şandî wisa gotibû: “Dawîna dawîn [Îsa] xuyayî min, yê mîna zaroyê bê dem bûyiye jî bû.” Maneya van gotinan çi ye? Berê, em difikirîn ku gava ku Pawlos Îsa Mesîh bi rûmeta ezmanî dîtibû, wî qey îmtiyaza nûbûyîn yan rabûna ji bo jiyana li ezmanan “bê dem” standibû – yanî bi sedsalên berî ku vê rabûnê dest pê kir. Lê belê, gava em li vê ayetê hûr û kûr dinêrin, em dibînin ku gerek ev ayet bi awayekî din bê fehmkirin.

Rast e, di vê ayetê de Pawlos behsa roja ku Îsa Mesîh li riya Şamê ji wî re xuya bû, dikir. Lê wî xwe çima şiband zarokekî ku “bê dem”, yan berî wexta xwe, hat dinyayê? Çend îzahên muhtemel hene.

Baweriya wî ji nişka ve hat guhertin. Hin zarok ji nişka ve bê dem tên dinyayê. Gava Saûl (ê ku navê wî paşê bû Pawlos) diçû Şamê ku li wê derê zilmê li şagirtên Îsa Mesîh bike, wî ji nişka ve di dîtiniyekê de Îsa Mesîh dît û baweriya xwe guhert. Ev yek hem ji bo wî hem ji bo şagirtên li Şamê tiştekî nehêvîkirî bû. Bi ser de, çavên wî ji bo demeke kin kor bûn (Karên Şandiyan 9:1-9, 17-19).

Baweriya wî “bê dem” hat guhertin. Gava Pawlos baweriya xwe guhert, Îsa Mesîh jixwe vegeriyabû ezmanan. Kesên ku Pawlos di ayetên berê de behsa wan kiribû, Îsa Mesîh piştî ku ew ji mirinê rabûbû û berî ku ew vegeriyabû ezmanan, dîtibû, lê Pawlos ew nedîtibû (1. Korîntî 15:4-8). Lê paşê, qey bi awayekî “bê dem”, Îsa Mesîh li wexteke nehêvîkirî ji wî re xuya bû.

Wî bi dilnizmî behsa xwe dikir. Bi dîtina hin zanyaran, Pawlos xwe bi van gotinan hebekî nizm dikir. Dibe ku Pawlos bi van gotinan dixwest nîşan bide ku wî xwe hêjayî vê îmtiyazê nedidît. Jixwe, wî paşê wisa got: “Ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê. Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me” (1. Korîntî 15:9, 10).

Loma, sê maneyên muhtemel ên gotinên Pawlos hene: Dibe ku wî dixwest bi gotinên xwe nîşan bidaya ku Îsa Mesîh ji nişka ve û bi awayekî nehêvîkirî ji wî re xuya bûbû, ku wî baweriya xwe bê dem guhertibû yan ku wî xwe ji aliyê ruhî ve hêja nedidît ku dîtiniyeke wisa bibîne. Kîjan îzah rast be jî, eşkere ye ku Pawlos pir qîmet dida vê dîtiniyê. Qet şika wî tune bû ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin. Ji ber vê yekê, gava wî mizgîna rabûna Îsa Mesîh dida însanan, wî gelek caran behsa vê serpêhatiyê dikir (Karên Şandiyan 22:6-11; 26:13-18).