Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Kî wê ji bo jiyana li rûyê erdê ji mirinê bên rakirin, û paşê çi wê biqewime?

Ka binêre ku cewaba Kitêba Pîroz çi ye.

Karên Şandiyan 24:15 dibêje ku “yên rast û nerast” wê ji mirinê bên rakirin. Yên rast ew in ên ku berî mirinê guhdariya Xwedê dikir, loma navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne (Maleyaxî 3:16). Hin kesên nerast hene, yên ku berî mirinê fersenda wan tune bû ku Yehowa nas bikin. Ji ber vê yekê, navên wan di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsandin.

Yûhenna 5:28, 29 behsa eynî du koman dike, yên ku di Karên Şandiyan 24:15 de derbas dibin. Îsa Mesîh gotibû ku “yên ku qencî kirine,ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine,ji bo dîwanbûnê rabin”. Yên rast berî mirinê qencî kiribû. Ewê ji bo jiyanê rabin, çimkî navên wan hê di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne. Lê belê, yên nerast berî mirinê xerabî kiribû. Loma, ewê ji bo dîwanbûnê rabin. Navên wan di Kitêba Jiyanê de hê nehatine nivîsandin, loma ewê ji bo demekê bên dîwankirin yan ceribandin. Wê demê, fersenda wan wê hebe ku ew Yehowa nas bikin û navên xwe di Kitêba Jiyanê de bidin nivîsandin.

Peyxam 20:12, 13 (KP) zelal dike ku hemû kesên ku ji mirinê wê bên rakirin gerek guh bidin “tiştên di Kitêban de nivîsandîne”, yanî qanûnên ku li dinyaya nû wê bên danîn. Kesên ku guh nedin Yehowa wê ji holê bên rakirin (Îşaya 65:20).

Danîêl 12:2 (NWT) ji berê ve gotibû ku hin kesên ku di xewa mirinê de ne wê “ji bo jiyana herheyî” û hin kes wê “ji bo şerm û nefreta herheyî” hişyar bibin. Ev ayet behsa netîceya dawîn a rabûna wan dike – “jiyana herheyî” yan “şerm û nefreta herheyî”. Yanî, li dawiya 1.000 salî, hin kes wê jiyana heta bi hetayê bistînin, hin kes jî wê heta bi hetayê bên helakkirin (Peyxam 20:15; 21:3, 4).

Ka bala xwe bide vê mîsalê. Halê van du komên ku wê bên rakirin dişibe halê xerîbên ku dixwazin li welatekî din cihwar bibin. Yên rast dişibin kesên ku îzna xebatê yan îzna îkametê distînin. Yên nerast dişibin xerîbên ku tenê vîzeya tûrîstîk distînin. Berî ku ew îzna daîmî bistînin ku li wî welatî bimînin, gerek ew îsbat bikin ku ew hêjayî vê yekê ne. Mîna vê, ji bo ku mirovên nerast piştî rabûna ji mirinê li Cenetê bimînin, wê lazim be ku ew guh bidin qanûnên Yehowa û îsbat bikin ku ew êdî bûne kesên rast. Wekî din, kesên xerîb di serî de çi cure vîzeyê bistînin jî, dibe ku hinek bi zeman re bibin welatiyên wê derê, lê hinek belkî ji welêt bên derxistin. Netîce bi hal û hereketên wan ve girêdayî ye. Mîna vê, aqûbeta kesên rakirî wê bi dilsoziya wan ve û bi hal û hereketên wan ve girêdayî be.

Yehowa ne tenê Xwedayê dilrehm e, lê Xwedayê heq û edaletê ye jî (5. Mûsa 32:4; Zebûr 33:5). Ev yek ku ewê hem kesên rast hem jî kesên nerast ji mirinê rake wê hezkirina wî nîşan bide. Û helbet, ewê bixwaze ku her kes guh bide qanûnên wî, lê ewê tenê kesên ku ji wî hez dikin û guhdariya qanûnên wî dikin li dinyaya nû bihêle.