Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Kî wê bona jîyîna ser erdê ji mirinê bêne rakirinê, û paşê çi wê biqewime?

Were binihêre ku caba Kitêba Pîroz çi ye.

Karên Şandiya 24:15 dibêje ku wê “hemû heq û neheqê” ji mirinê rabin. Yên heq, dêmek yên rast ew in, yên ku pêşiya mirinê gura Xwedê dikirin, lema jî navên wan kitêba jîyînêda nivîsî ne (Malaxî 3:16). Lê kesên neheq, dêmek nerast ew in, yên ku mirin û mecala wan tune bû, wekî Yehowa nas kirana, lema navên wan kitêba jîyînêda nehatine nivîsarê.

Yûhenna 5:28, 29 jî besa vê du koma dike, derheqa kîjana Karên Şandiya 24:15-da tê gilîkirinê. Îsa got ku “yên ku qencî kirine wê bona jiyînê rabin, yên ku xirabî kirine bona dîwanê”. Yên rast pêşiya mirinê qencî dikirin. Ewana wê bona jîyînê rabin, çimkî navên wan hê kitêba jîyînêda nivîsî ne. Lê yên nerast pêşiya mirinê xirabî dikirin. Lema jî, ewana wê bona dîwanê rabin. Navên wan kitêba jîyînêda hê nehatine nivîsarê, lema jî ewana wê ser wextekê bêne dîwankirinê û cêribandinê. Wî çaxî mecala wan wê hebe ku Yehowa nas kin û navên xwe kitêba jîyînêda bidine nivîsandinê.

Eyantî 20:12, 13 zelal dike, wekî hemû kesên ku ji mirinê wê bêne rakirinê gerekê guh bidin tiştên “kitêbada nivîsar”, dêmek qanûnên ku dinya tezeda wê bêne dayînê. Kesên ku guh nedin Yehowa û qanûnên wî, wê kuta bin herin (Îşaya 65:20).

Daniyêl 12:2, ÎM, pêxembertî kiribû ku hine kesên ku xewa mirinêda nin, wê “bigihîjin jîyîna herheyî” hinek jî “şermezar bibin û ber bi jîyîneke rûreşva bêne şandin”. Ev rêz besa axiriya rakirina wan dike, dêmek ewana wê bêne dîwankirinê, wekî yan “jîyîna herheyî” bistînin yan jî herheyî “jîyîneke rûreş” bistînin. Dêmek, xilaziya 1 000 salî, hinek wê jîyîna heta-hetayê bistînin, hine kes jî wê ser heta-hetayê bêne qirkirinê (Eyantî 20:15; 21:3, 4).

Were dîna xwe bide vê meselê. Halê van du komên ku wê bêne rakirinê mîna halê xerîbên ku dixwazin derbazî welatekî din bin. Yên rast mîna wan kesa ne, îzina kîjana heye xebatê bistînin yan jî bibine bajarvanên wî welatî. Yên nerast mîna wan xerîba ne, yên ku tenê vîzeya tûrîstî distînin. Pêşiya ku ew îzinê bistînin ku wî welatîda bimînin, gerekê ewana îzbat kin wekî hêjayî vê yekê ne. Mîna vê yekê, seva ku merivên nerast paşî rabûna ji mirinê Cinetêda bijîn, wê lazim be ku ewana guh bidine qanûnên Yehowa û îzbat bikin, wekî ew îda bûne kesên rast. Usa jî, kesên xerîb serîda çi cûre vîzeyê bistînin jî, dibeke hinek wede şûnda bibine bajarvanên wêderê, lê hinek dibeke ji welêt bêne derxistinê jî. Axiriya wan wê nihêrandin û rabûn-rûniştina wanva girêdayî be. Mîna vê yekê, axiriya kesên ku dinya tezeda ji mirinê bêne rakirinê, wê bi aminî û rabûn-rûniştina wanva girêdayî be.

Yehowa ne tenê Xwedayê dilrem e, lê Xwedayê heq û rastiyê ye jî (Qanûna Ducarî 32:4; Zebûr 33:5). Ev yek ku Ewê him kesên rast, him jî kesên nerast ji mirinê rake, wê hizkirina wî nîşan ke. Û hemikî ewê bixwaze, ku her kes guh bide qanûnên wî, lê ewê tenê kesên ku wî hiz bikin û guhdariya qanûnên wî bikin, dinya tezeda bihêle.