Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 40

“Yên ku Gelekan Digihînin Rastdariyê”

“Yên ku Gelekan Digihînin Rastdariyê”

“Yên ku gelekan digihînin rastdariyê wê mîna stêran her û her bibiriqin” (DANÎÊL 12:3, NWT).

KILAM 151 Ewê Gazî Bike

PÊŞGOTIN *

1. Li dema Hukimdariya Hezarsalî, em li benda çi ne?

 ROJA ku rabûna miriyan wê li dema Hukimdariya Îsa Mesîh a Hezarsalî li rûyê erdê dest pê bike, lingê me wê erd negire! Em hesreta hezkiriyên xwe yên mirî ne, û Yehowa jî hesreta wan e (Eyûb 14:15). Bîne ber çavê xwe ku gava emê bi hezkiriyên xwe yên mirî re dîsa bigihîjin hev, emê çi qas şa bibin! Di meqaleya berê de, em hîn bûbûn ku “yên rast”, ên ku navên wan di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne, wê “ji bo jiyanê” bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15; Yûhenna 5:29). Bi ser de, gelek hezkiriyên me wê belkî di destpêka rabûna miriyan de ji bo jiyana li rûyê erdê bên rakirin. * Wekî din, ‘yên nerast’, yanî kesên ku berî mirinê têra xwe fersenda wan tune bû ku Yehowa nas bikin yan ji wî re bi dilsozî xizmet bikin, wê “ji bo dîwanbûnê” bên rakirin.

2-3. (a) Wek Îşaya 11:9, 10 nîşan dide, bernameya hînkirinê ya herî mezin wê çi be? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

2 Wê lazim be ku hemû kesên rakirî bên hînkirin (Îşaya 26:9; 61:11). Loma, bernameya hînkirinê ya herî mezin wê dest pê bike (Îşaya 11:9, 10 bixwîne). Gelo çima? Jixwe, wê lazim be ku kesên nerast, ên ku wê bên rakirin, li ser Îsa Mesîh, Padîşahiya Xwedê, fîdye û doza mezin a di heqê nav û serweriya Yehowa de hîn bibin. Wê lazim be ku kesên rast jî melûmatên herî nû yên li ser mexseda Yehowa ya ji bo erdê bistînin. Hin kesên dilsoz bi sedan salan berî temamkirina Kitêba Pîroz miribûn. Belê, wê lazim be ku hem kesên nerast hem jî yên rast gelek tiştan hîn bibin.

3 Di vê meqaleyê de, emê li ser van pirsan xeber bidin: Ev bernameya hînkirinê wê çawa bê derbaskirin? Ev bername wê çawa li ser vê yekê tesîr bike ka navê kesekî wê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bê nivîsandin yan na? Pir muhîm e ku em li cewabên van pirsan bigerin. Loma, emê bala xwe bidin hin tiştên ku ji berê ve di kitêbên Danîêl û Peyxamê de hatibûn gotin. Bi destê van wehdên Xwedê, emê zelaltir fehm bikin ku piştî rabûna miriyan çi wê biqewime. Pêşî, ka em bala xwe bidin gotinên Danîêl 12:1, 2.

“KESÊN KU DI AXA SAR DE RAKETΠNE WÊ HIŞYAR BIBIN”

4-5. Danîêl 12:1 di heqê dema dawiyê de çi dibêje?

4 Kitêba Danîêl ji berê ve gotibû ku di dema dawiyê de, rêz bi rêz çi wê biqewime: “Wê demê, Mîxayîl, mîrê mezin ê ku di oxira gelê te de disekine, wê rabe. Demeke tengasiyê wê hebe ku ji çêbûna miletekî heta wê demê qet çênebûye. Wê demê, gelê te wê xelas bibe, her kesê ku navê wî di kitêbê de nivîsî ye” (Danîêl 12:1, NWT). Ji sala 1914an ve, yanî ji wexta ku Mîxayîl, yanî Îsa Mesîh, wek Padîşahê Padîşahiya ezmanî hat tayînkirin û pê ve, ew di oxira me de disekine.

5 Lê wekî din, ji Danîêl re hatibû gotin ku Îsa Mesîh wê di “demeke tengasiyê” de “rabe”. Ev “tengasî”, ‘tengahiya mezin’ e, ya ku Metta 24:21 behsa wê dike. Li dawiya vê tengahiyê, yanî li Harmegedonê, Îsa Mesîh wê rabe ku xizmetkarên Xwedê biparêze. Kitêba Peyxamê wan wek “elaleteke mezin”, a ku ji “tengahiya mezin” hatiye, bi nav dike (Peyxam 7:9, 14).

6. Piştî ku elaleta mezin ji tengahiya mezin sax derbas bibe, çi wê biqewime? (Ji bo mijara rabûna ji bo jiyana li rûyê erdê, li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” a di vê kovarê de jî binêre.)

6 Piştî ku elaleta mezin ji vê tengahiyê sax derbas bibe, çi wê biqewime? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gelek kesên ku di axa sar de raketî ne wê hişyar bibin, hinek ji bo jiyana herheyî û hinek ji bo şerm û nefreta herheyî” (Danîêl 12:2, NWT). Berê, em difikirîn ku ev ayet behsa rabûneke sembolîk dike, yanî rabûna ruhî ya xizmetkarên Xwedê ya di rojên dawîn de. * Lê niha em fehm dikin ku ev ayet behsa rabûna miriyan dike, ya ku wê li dinyaya nû çêbe. Em çima wisa difikirin? Wek Eyûb 17:16 nîşan dide, gotina “ax” tê maneya “warê miriyan”, yanî mezel. Loma, em fehm dikin ku Danîêl 12:2 behsa rabûna miriyan dike, ya ku wê piştî xelasbûna rojên dawîn, yanî piştî cenga Harmegedonê biqewime.

7. (a) Hinek wê çawa “ji bo jiyana herheyî” bên rakirin? (b) Rabûna wan çima “rabûneke çêtir” e?

7 Wekî din, Danîêl 12:2 dibêje ku hin kes wê “ji bo jiyana herheyî” rabin. Maneya van gotinan ev e ku yên ku wê li dema 1.000 salî ji mirinê bên rakirin û Yehowa û Îsa Mesîh bi dewamî “nas bikin” û guh bidin wan, wê jiyana bêdawî bistînin (Yûhenna 17:3). Loma, rabûna wan wê “rabûneke çêtir” be, çimkî mirovên qisûrdar, ên ku li demên berê ji mirinê hatibûn rakirin paşê dîsa mirin (Îbranî 11:35, NWT).

8. Hinek wê çawa “ji bo şerm û nefreta herheyî” bên rakirin?

8 Gelo her kes wê bernameya hînkirinê ji Yehowa qebûl bike? Na. Kitêba Danîêl dibêje ku hinek wê “ji bo şerm û nefreta herheyî” rabin. Ji ber ku ewê serî hildin, navên wan wê di Kitêba Jiyanê de neyên nivîsandin, û ewê jiyana herheyî nestînin, lê heta bi hetayê tune bin. Yanî, Danîêl 12:2 eşkere dike ku li ser esasê tiştên ku ewê piştî rabûna ji mirinê bikin, aqûbeta wan wê çi be * (Peyxam 20:12). Hinek wê jiyana herheyî bistînin, lê hinek wê jiyana herheyî nestînin.

“YÊN KU GELEKAN DIGIHÎNIN RASTDARIYÊ”

9-10. Wekî din, piştî tengahiya mezin çi wê biqewime, û kî “wê mîna qûbeya ezmanî” bibiriqin?

9 Ji xeynî tiştên ku di ayeta 2yan de tên gotin, ayeta 3yan jî behsa hin tiştan dike, yên ku wê piştî “tengahiya mezin” biqewimin: “Yên fehmdar wê mîna qûbeya ezmanî, yên ku gelekan digihînin rastdariyê wê mîna stêran her û her bibiriqin” (Danîêl 12:3, NWT).

10 Gelo kî “wê mîna qûbeya ezmanî” bibiriqin? Metta 13:43 wisa dibêje: “Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin.” Di vê ayetê de, Îsa Mesîh behsa “zarokên Padîşahiyê” dikir, ên ku wê bi wî re li Padîşahiya ezmanî hukim bajon (Metta 13:38). Loma xuya ye ku Danîêl 12:3 behsa kesên meshkirî û karê ku ewê li dema Hukimdariya Hezarsalî bikin, dike.

Di dema Hukimdariya Hezarsalî de, 144.000 kesên meshkirî wê bi Îsa Mesîh re rêberiya karê hînkirinê bikin (Li paragrafa 11an binêre)

11-12. Li dema 1.000 salî, 144.000 kesên meshkirî wê çi karî bikin?

11 Kesên meshkirî wê çawa ‘gelekan bigihînin rastdariyê’? Tevî Îsa Mesîh, ewê rêberiya bernameya hînkirinê, ya ku wê li dema 1.000 salî li rûyê erdê bê derbaskirin, bikin. 144.000 kesên meshkirî wê ne tenê wek padîşah, lê wek kahîn jî xizmet bikin (Peyxam 1:6; 5:10; 20:6). Ewê “ji bo saxbûna miletan” bixebitin û însanan gav bi gav vegerînin bêqisûriyê (Peyxam 22:1, 2; Hêzekîêl 47:12). Ewê ji vî karî pir kêfê bistînin!

12 Di nav van “gelekan” de kesên rakirî, kesên ku ji Harmegedonê sax derbas bûne û zarokên ku di dinyaya nû de çêbûne wê hebin. Li dawiya 1.000 salî, hemû însan wê bêqisûr bin. Gelo navên wan wê kengê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin?

ÎMTIHANA DAWÎN

13-14. Berî ku însanên bêqisûr jiyana herheyî bistînin, wê lazim be ku ew çi îsbat bikin?

13 Ev yek ku kesek bêqisûr e xwe bi xwe nayê maneya ku ewê jiyana herheyî bistîne. Halê Adem û Hewayê bîne ber çavê xwe. Ew bêqisûr bûn, lê ji bo ku ew jiyana herheyî bistînin, lazim bû ku wan guhdariya Yehowa bikira. Çi heyf e ku wan guhdariya Xwedê nekir (Romayî 5:12).

14 Li dawiya 1.000 salî, her kes wê bêqisûr be. Gelo ewê heta bi hetayê piştgiriya hukimdariya Yehowa bikin? Yan gelo hinek wê mîna Adem û Hewayê bikin, ên ku bêqisûr bûn lê ji riya Yehowa derketin? Gelo cewabên van pirsan wê çawa bên dayîn?

15-16. (a) Hemû însan wê kengê bikaribin dilsoziya xwe ji Yehowa re îsbat bikin? (b) Piştî vê îmtihanê çi wê biqewime?

15 Li dema 1.000 salî, Îblîs wê girtî bimîne, loma ewê nikaribe kesekî bixapîne. Lê belê, li dawiya 1.000 salî, ewê bê serbesthiştin, û ewê hewl bide ku însanên bêqisûr ji riya Yehowa derxîne. Ev îmtihana dawîn wê fersendê bide hemû însanan ku ew bi eşkereyî nîşan bidin ka ew qedrê navê Xwedê û serweriya wî digirin yan na (Peyxam 20:7-10). Eger ew guh nedin Îblîs, lê ji Yehowa re dilsoz bimînin, navên wan wê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin.

16 Hinek wê hukimdariya Yehowa red bikin. Kitêba Pîroz hejmara wan eşkere nake. Gelo çi wê bê serê wan? Peyxam 20:15 wisa dibêje: “Navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.” Belê, kesên ku li hemberî Yehowa serî hildidin wê heta bi hetayê tune bin. Lê piraniya însanên bêqisûr wê ji îmtihana dawîn derbas bibin, û navên wan wê bi awayekî daîmî di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin.

“WEXTA DAWÎN”

17. Melek di heqê rojên me de ji Danîêl re çi gotibû? (Danîêl 12:4, 8-10)

17 Çi xweş e ku Kitêba Pîroz eyan kiriye ku di pêşerojê de çi wê biqewime! Ji xeynî vê, kitêba Danîêl di heqê rojên me de, yanî di heqê “wexta dawîn” de jî melûmatên muhîm dide (Danîêl 12:4, 8-10 bixwîne; 2. Tîmotêyos 3:1-5). Melek ji Danîêl re gotibû ku zanîna rast wê zêde bibe û xizmetkarên Xwedê wê gotinên kitêba wî baştir fehm bikin. Wekî din, melek gotibû ku li wê demê, “dê yên xerab xerabiyê bikin û dê tu kesî ji yên xeraban e, fêhm nekin”.

18. Di demeke nêzîk de, çi wê bê serê xeraban?

18 Îro carinan wisa xuya dike qey kesên xerab ji bo kirinên xwe ceza nastînin (Maleyaxî 3:14, 15). Lê belê, di demeke nêzîk de, Îsa Mesîh wê kesên ku dişibin bizinan dîwan bike û wan ji kesên ku dişibin miyan veqetîne (Metta 25:31-33). Ev kesên xerab wê ji tengahiya mezin sax derbas nebin, û ewê li dinyaya nû ji mirinê neyên rakirin. Navên wan wê di ‘pirtûka bîranînê’ de neyên nivîsandin (Maleyaxî 3:16).

19. Pir muhîm e ku em çi bikin, û çima? (Maleyaxî 3:16-18)

19 Gerek em bi hal û hereketên xwe îsbat bikin ku em ne kesên xerab in (Maleyaxî 3:16-18 bixwîne). Yehowa îro kesên ku ew wek ‘malê xwe’ yê biqîmet dibîne, top dike. Ma em naxwazin di nav wan de bin?

Wexta ku Danîêl, hezkiriyên me û gelek kesên din wê ji bo xelata xwe ji mirinê rabin, emê pir şa bibin! (Li paragrafa 20an binêre)

20. Ji Danîêl re çi soz hatibû dayîn, û tu çima bi hesret li benda pêkhatina vê sozê yî?

20 Rojên me bi rastî jî rojên xisûsî ne. Di demeke nêzîk de, hemû kesên xerab wê bên helakkirin. Paşê, emê pêkhatina vê soza Yehowa ya ji Danîêl re bibînin: “Tê hişyar bibî û xelata xwe bistînî” (Danîêl 12:13, Mizgînî). Eger tu hesreta wê rojê yî ku Danîêl û hezkiriyên te wê dîsa rabin, xîret bike ku tu dilsoz bimînî. Bi vî awayî, navê te wê di Kitêba Jiyanê de bimîne!

KILAM 80 Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e

^ Ev meqale nêrîna me ya li ser bernameya hînkirinê, ya ku Danîêl 12:2, 3 behsa wê dike, serrast dike. Emê bibînin ku ev bername wê kengê bê derbaskirin û kî wê tev lê bibe. Wekî din, emê bibînin ku ev bernameya hînkirinê wê kesên ku li rûyê erdê dijîn çawa ji bo îmtihana dawîn a li dawiya Hukimdariya Hezarsalî hazir bike.

^ Dibe ku rabûna miriyan bi rakirina kesên dilsoz, ên ku li rojên dawîn a sîstema kevn miribûn, dest pê bike. Paşê, dibe ku kesên ku berî wan miribûn rêz bi rêz bên rakirin. Eger wisa be, her kes wê bikaribe here pêşiya nasên xwe. Her çi be jî, Kitêba Pîroz li ser rabûna ji bo jiyana li ezmanan dibêje ku her kes wê “di dora xwe de” bê rakirin, loma em dikarin emîn bin ku rabûna ji bo jiyana li rûyê erdê jî wê bi rêk û pêk çêbe (1. Korîntî 14:33; 15:23).

^ Ev îzaha nû melûmata beşa 17an a kitêba Pay Attention to Daniel’s Prophecy! û kovara The Watchtower a 1 Tîrmeh 1987, rûp. 21-25 (bi zimanê Îngilîzî) serrast dike.

^ Ji aliyê din ve, gotinên “yên rast û nerast”, ên ku di Karên Şandiyan 24:15 de derbas dibin, û gotinên “yên ku qencî kirine” û “yên ku xerabî kirine”, yên ku di Yûhenna 5:29 de derbas dibin, behsa hal û hereketên kesên rakirî yên berî mirinê dikin.