Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 1

Temamiya Peyva Xwedê Rastî ye

Temamiya Peyva Xwedê Rastî ye

AYETA JI BO SALA 2023YAN: “Temamiya peyva te rastî ye” (ZEBÛR 119:160, NWT).

KILAM 96 Kitêba Pîroz Xezîne ye

PÊŞGOTIN a

1. Gelek kes çima îtibara xwe bi Kitêba Pîroz naynin?

 GELEK kes nizanin ku îtibara xwe bi kê bînin. Ew emîn nînin ku kesên navdar – mesela yên wek siyasetvan, zanyar yan ticar – bi rastî jî xema wan dixwin yan na. Wekî din, ew êdî qedrê rêberên dînî, yên ku dibêjin ew Mesîhî ne, nagirin, çimkî ew tenê îdîa dikin ku ew guh didin Peyva Xwedê. Ji ber vê yekê, êdî baweriya gelek kesan bi Kitêba Pîroz nemaye.

2. Li gor Zebûr 119:160, gerek em ji çi emîn bin?

2 Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, em emîn in ku “Xwedayê rastiyê” ew e û ew her tim xêra me dixwaze (Zebûr 31:5; Îşaya 48:17). Bê guman em dikarin îtibara xwe bi gotinên Kitêba Pîroz bînin. Zebûrbêjekî wisa gotibû: “Temamiya peyva te rastî ye, û hemû hukmên te yên adil her û her dimînin” (Zebûr 119:160, NWT). Em bi van gotinên zanyarekî Kitêba Pîroz qayîl in: “Di gotinên Xwedê de qet şaşî tune û qet îhtimal tune ku tiştek neyê sêrî. Xizmetkarên Xwedê dikarin îtibara xwe bi gotinên wî bînin, çimkî ew îtibara xwe bi Xwedê tînin.”

3. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?

3 Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku ew jî mîna me îtibara xwe bi Peyva Xwedê bînin? Ka em bala xwe bidin sê nuqteyên ku baweriya me bi Peyva Xwedê xurttir dikin: Kitêba Pîroz nehatiye guhertin, wehdên Kitêba Pîroz hatine cih û Kitêba Pîroz dikare jiyanê biguherîne.

KITÊBA PÎROZ NEHATIYE GUHERTIN

4. Hin kes çima difikirin ku Kitêba Pîroz hatiye guhertin?

4 Yehowa Xwedê Kitêba Pîroz bi destê 40 zilamên dilsoz dabû nivîsandin. Lê belê, destnivîsarên eslî heta îro nemane. Di destê me de tenê kopyayên kopyayan hene. Ji ber vê yekê, hin kes meraq dikin ka gotinên eslî yên Kitêba Pîroz hatine parastin yan na. Em ji ku dizanin ku Kitêba Pîroz nehatiye guhertin?

Kesên ku Nivîsarên Îbranî kopî dikirin pir dîqat dikir ku kopyayên Peyva Xwedê rast bin (Li paragrafa 5an binêre)

5. Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî çawa dihatin kopîkirin? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

5 Yehowa emir dabû ku Nivîsarên Pîroz bên kopîkirin, da ku ew bên parastin. Mesela, wî ji padîşahên Îsraêlê re gotibû ku bila ew ji xwe re kopyayeke Qanûnê binivîsin, û wî Lêwî tayîn kirin ku xelkê hînî Qanûnê bikin (5. Mûsa 17:18; 31:24-26; Nehemya 8:7). Piştî ku Cihû ji sirgûna Babîlê vegeriyan welatê xwe, nivîskarên jîr û jêhatî gelek kopyayên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî çêkirin (Esra 7:6). Bi dîqateke mezin, wan ne tenê peyv, lê herfên van kopyayan dihejmartin, da ku ew emîn bin ku her tişt bi awayekî rast hatiye kopîkirin. Dîsa jî, ji ber ku însan ne kamil in, hin şaşiyên biçûk derketin. Lê ji ber ku gelek kopya hatin çêkirin, ev şaşî dikarin bi hêsanî bên dîtin. Gelo çawa?

6. Şaşiyên di destnivîsarên Kitêba Pîroz de çawa dikarin bên dîtin?

6 Bi saya metodên modern, şaşiyên ku di destnivîsarên Kitêba Pîroz de hene dikarin bi hêsanî bên dîtin. Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Ferz bike ku 100 kesan nivîsa li ser rûpelekê bi destê xwe kopî kiriye. Yekî ji wan di kopyaya xwe de şaşiyeke biçûk kiriye. Ji bo ku em vê şaşiyê bibînin, em dikarin kopyaya wî û yên din bidin ber hev. Mîna vê, gava zanyar çend destnivîsarên Kitêba Pîroz didin ber hev, ew şaşî yan kêmasiyên nivîskaran dibînin.

7. Gelek kesên ku Kitêba Pîroz kopî dikir, çawa dixebitîn?

7 Kesên ku destnivîsarên Kitêba Pîroz kopî dikirin pir xîret dikir ku her tişt rast be. Mesela, Kodeksa Lenîngradê bîne ber çavê xwe. Ev destnivîsara Kitêba Pîroz di sala 1008an yan 1009an a P.M. de hatibû nivîsandin. Lê belê, di van salan de hin destnivîsarên hê kevntir hatine dîtin. Hin ji wan weke 1.000 sal ji Kodeksa Lenîngradê kevntir in. Di nav van 1.000 salî de, gelek kopya hatin çêkirin, û paşê, kopyayên van kopyayan hatin çêkirin. Gelo vê yekê di heqê destnivîsarên eslî de çi nîşan daye? Zanyarên ku destnivîsarên kevn bi yên nûtir muqayese kirine dîtiye ku her çi qas hin ferqiyên biçûk hebin jî, maneya eslî ya gotinên Kitêba Pîroz nehatiye guhertin.

8. Hin xisûsiyetên kopyayên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî çi ne?

8 Mîna kesên ku Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî kopî dikirin, şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn jî her 27 kitêbên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî bi dîqat kopî dikirin. Ev kopya di civînên wan de û di xizmetê de dihatin bikaranîn. Zanyarekî ev destnivîsar bi berhemên din, ên ku di eynî dewranê de hatibûn nivîsandin, muqayese kirin. Ew dibêje ku bi gelemperî, zêdetir kopyayên Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî hene, … û ew kopya temam in. Kitêbek wisa dibêje: “Em dikarin emîn bin ku tiştên ku em îro di tercûmeyeke baş [a Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yûnanî] de dixwînin, bi tiştên ku nivîskaran nivîsandibûn, eynî ne” (Anatomy of the New Testament).

9. Li gor Îşaya 40:8, em di heqê gotinên Kitêba Pîroz de çi dizanin?

9 Bi saya alîkariya Yehowa û xîret û dîqata kesên ku Nivîsarên Pîroz bi sedsalan kopî kirine, gotinên Kitêba Pîroz nehatine guhertin b. Belê, “giya hişk dibe, kulîlk diçilmisin, lê peyva Xwedayê me her û her dimîne” (Îşaya 40:8, Mizgînî). Lê belê, hin kes her çi qas qebûl dikin ku Kitêba Pîroz hatiye parastin, ew dîsa jî şik dikin ka ew bi îlhama Xwedê hatiye nivîsandin yan na. Gelo em ji ku dizanin ku Kitêba Pîroz bi îlhama Xwedê hatiye nivîsandin? Ka em li çend îsbatan binêrin.

WEHDÊN KITÊBA PÎROZ PÊBAWER IN

Çep: C. Sappa/​DeAgostini/​Getty Images; Rast: Wêne © Homo Cosmicos/​Shutterstock

Gotinên Kitêba Pîroz di demên berê de hatin cih û îro jî tên cih (Li paragrafên 10 û 11an binêre) d

10. Kîjan mîsal îsbat dike ku gotinên 2. Petrûs 1:21 rast in? (Li resiman binêre.)

10 Tarîx nîşanî me dide ku gelek tiştên ku ji berê ve di Kitêba Pîroz de hatibûn gotin bi sedsalan bi şûn de hatin cih. Em ji bo vê ecêbmayî namînin, çimkî em dizanin Çavkaniya van gotinan, Yehowa ye (2. Petrûs 1:21 bixwîne). Ka bîne ber çavê xwe ku Kitêba Pîroz ji berê ve li ser ketina bajarê Babîlê çi gotibû. Di sedsala 8an a B.M. de, Îşaya pêxember bi îlhama Xwedê nivîsîbû ku bajarê Babîlê – yê ku li wê demê pir bi nav û deng bû – wê bê bindestkirin. Bi ser de, wî ji berê ve gotibû ku navê kesê ku wê bajêr bin dest bike Koreş e. Îşaya pêxember eşkere kiribû ku bajar wê çawa bê girtin (Îşaya 44:27–45:2). Wekî din, Îşaya ji berê ve gotibû ku dawiya dawî, Babîl wê bi temamî bê wêrankirin (Îşaya 13:19, 20). Bi rastî jî wisa çêbû. Di sala 539an a B.M. de, bajarê Babîlê ket destê Med û Farisan, û îro, li cihê vî bajarî tenê xirbe hene (ji versiyona elektronîk a kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 03, fikir 5, li vîdeoya Kitêba Pîroz ji Berê ve Qala Ketina Babîlê Kiribû temaşe bike).

11. Gotinên Danîêl 2:41-43 îro çawa tên cih?

11 Ji xeynî gotinên Kitêba Pîroz, ên ku li demên berê hatibûn cih, îro jî hin gotinên Kitêba Pîroz li ber çavê me tên cih. Mesela, bîne ber çavê xwe ku gotinên Danîêl ên li ser Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê çawa hatine cih (Danîêl 2:41-43 ji wergera Mizgînî bixwîne). Kitêba Pîroz bi zelalî ji berê ve gotibû ku ev hêza dupar wê bi qismî wek hesin qewî û bi qismî wek gilê zeîf be. Hal û mesele bi rastî jî wisa ye. Wek hesin, Brîtanya û Amerîkayê di her du Şerên Cîhanê de serkeftî bûn. Îro jî, ew ji aliyê leşkerî ve pir qewî ne. Dîsa jî, qeweta wan ji aliyê welatiyên wan ve tê zeîfkirin, çimkî ew bi destê fealiyetên sendîkayê, kampanyayên mafên mirovan û hereketên serxwebûnê heqê xwe dixwazin. Pisporekî siyaseta cîhanî wisa dibêje: “Di nav welatên demokratîk û pêşketî de, tu welatekî ku bi qasî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di warê siyasî de parçekirî ye, tune ye.” Van salan, li Brîtanyayê, yanî qismê din ê vê hêza cîhanî, li ser pirsa ku gerek eleqeya bi welatên Yekîtiya Ewropayê çawa be, derket holê ku îxtilafên siyasî pir in. Ji ber van îxtilafan, ji bo Hêza Cîhanî ya Brîtanya û Amerîkayê pir zor e ku qeraran bide û bikeve hereketê.

12. Em çima bawer dikin ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê wê bên cih?

12 Gelek tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû jixwe hatine cih, û ev yek baweriya me xurttir dike ku Xwedê wê di pêşerojê de jî sozên xwe bîne cih. Wek zebûrbêjekî, em ji Yehowa re wisa dibêjin: “Canê min bêriya rizgarkirina te dike, min hêviya xwe bi sozê te ve girê da” (Zebûr 119:81). Bi destê ayetên Kitêba Pîroz, Yehowa bi dilovanî hêvî daye me (Yêremya 29:11). Hêviya me ne bi kirinên însanan ve, lê bi sozên Yehowa ve girêdayî ye. Bila em gotinên Kitêba Pîroz ên li ser pêşerojê bi dewamî lêkolîn bikin û bi vî awayî îtibara xwe ya bi Peyva Xwedê xurttir bikin.

BI MILYONAN KES JI ŞÎRETÊN KITÊBA PÎROZ FEYDEYÊ DIBÎNIN

13. Li gor Zebûr 119:66, 138, çi îsbat dike ku Kitêba Pîroz pêbawer e?

13 Kesên ku li gor şîretên Kitêba Pîroz dimeşin netîceyên baş bi dest xistine. Tecrûbeyên wan baweriya me ya bi Kitêba Pîroz xurttir dikin (Zebûr 119:66, 138 bixwîne). Mesela, gelek jin û mêrên ku hindik mabû hev berdin, niha bi hev re jiyaneke bextewar derbas dikin, çimkî ew êdî li gor şîretên Kitêba Pîroz dijîn. Û dilê zarokên wan jî rihet e, çimkî ew dibînin ku dê û bavê wan ji wan hez dikin û li wan xwedî derdikevin (Efesî 5:22-29).

14. Serpêhatiya Jack çawa nîşan dide ku rastiya Kitêba Pîroz dikare jiyana însanan ber bi başiyê ve biguherîne.

14 Bi saya şîretên Kitêba Pîroz, kesên ku xerabiyên giran kirine jî dikarin jiyana xwe ber bi başiyê ve biguherînin. Ka bala xwe bidê ku gotinên Kitêba Pîroz li ser mehkûmekî bi navê Jack c çawa tesîr kir. Ew mirovekî zalim û zordar bû û ji nav kesên ku li benda cezayê mirinê bûn, yê herî bitalûke ew bû. Lê rojekê, gava kurseke Kitêba Pîroz dihat îdarekirin, Jack jî li wir bû. Dilovaniya birayên ku kurs îdare dikir dilê wî girt, û wî jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Her ku wî xwe li gor gotinên Kitêba Pîroz serrast dikir, hal û hereketên wî û heta şexsiyeta wî çêtir dibûn. Bi zeman re, Jack hazir bû ku bibe mizgînvanekî nebinavbûyî, û paşê, ew hat binavkirin. Wî bi dil û can ji mehkûmên din re behsa Padîşahiya Xwedê dikir, û herî kêm çar kesan dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Gava roja îdama wî hat, Jack êdî însanekî din bû. Ebûqatekî wî wisa got: “Jack êdî ne eynî mirov e, yê ku min 20 sal berê nas dikir. Baweriya Şahidên Yehowa jiyana wî guherandiye.” Jack her çi qas hat îdamkirin jî, serpêhatiya wî nîşan dide ku em dikarin îtibara xwe bi Peyva Xwedê bînin, û ew dikare jiyana însanan biguherîne (Îşaya 11:6-9).

Bi saya şîretên Kitêba Pîroz, jiyana gelek kesên ji kok û miletên cuda ber bi başiyê ve hatiye guherandin (Li paragrafa 15an binêre) e

15. Ji ber ku xizmetkarên Yehowa li gor Kitêba Pîroz dimeşin, ferqa di nav wan û kesên din de çi ye? (Li resim binêre.)

15 Xizmetkarên Yehowa di yekîtiyê de ne, çimkî ew li gor rastiya Kitêba Pîroz dimeşin (Yûhenna 13:35; 1. Korîntî 1:10). Dinya ji aliyê siyasî, etnîk û civakî ve tev li hev e, lê di nav me de aştî û yekîtî heye. Ka bala xwe bidê ku vê yekîtiyê çawa li ser xortekî bi navê Jean tesîr kiriye. Ew li welatekî Afrîkayê mezin bûye. Gava şerê hundirîn dest pê kir, ew ket ordiyê, lê paşê, ew reviya û çû welatekî nêzîk. Li wê derê, ew rastî Şahidên Yehowa hat. Jean dibêje: “Ez hîn bûm ku endamên dînê rast tev li siyasetê nabin, û di nav wan da cihêtî tune, lê ew ji hevdû hez dikin.” Wekî din, Jean dibêje: “Ez hazir bûm ku canê xwe di ber welatê xwe de bidim. Lê wexta ku min rastiya Kitêba Pîroz nas kir, min jiyana xwe teslîmî destê Yehowa kir.” Jean jiyana xwe bi temamî guherand. Li şûna ku li dijî însanên ji kok û miletên din şer bike, ew niha ji her kesî re behsa mizgîna aştiyê dike. Belê, şîretên Kitêba Pîroz li ser mirovên ji kok û miletên cur bi cur gelek tesîr dike. Ev yek îsbat dike ku em dikarin îtibara xwe bi Kitêba Pîroz bînin.

HER TIM BI PEYVA XWEDÊ BAWER BE

16. Çima muhîm e ku em baweriya xwe ya bi Peyva Xwedê xurttir bikin?

16 Dinya her ku diçe xerabtir dibe, û baweriya me ya bi gotinên Xwedê wê bê ceribandin. Hin kes wê belkî hewl bidin ku şik û gumanan bixin hiş û dilê me ka Kitêba Pîroz rast e yan na, yan jî ka xulamê dilsoz bi rastî ji aliyê Xwedê ve hatiye tayînkirin yan na. Lê eger em bawer bin ku Peyva Yehowa her tim rast e, hicûmên wisa wê nikaribin baweriya me xera bikin. Emê biqerar bin ku her û her guh bidin qanûnên Yehowa (Zebûr 119:112). Emê şerm nekin ku ji kesên din re behsa rastiyê bikin û ji wan re bibêjin ku bila ew jî di riya rastiyê de bimeşin (Zebûr 119:46). Bi ser de, emê bikaribin bi sebir û bi dilxweşî li hemberî zilm û çetinahiyên din sebat bikin (Kolosî 1:11; Zebûr 119:143, 157).

17. Ayeta salê wê çi bîne bîra me?

17 Em pir şikirdar in ku Yehowa rastî ji me re eşkere kiriye! Bi saya vê rastiyê, em dikarin di vê dinyaya tevlihev de saxlem bisekinin, û armanca jiyana me heye. Wekî din, ev rastiya Kitêba Pîroz hêviya ku emê di bin hukimdariya Padîşahiya Xwedê de jiyaneke pir xweş derbas bikin, dide me. Bila ayeta ji bo sala 2023yan alî me bike ku em bawer bin ku temamiya Peyva Xwedê rastî ye! (Zebûr 119:160).

KILAM 94 Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in

a Ayeta ku ji bo sala 2023yan hatiye hilbijartin baweriya me xurttir dike: “Temamiya peyva te rastî ye” (Zebûr 119:160, NWT). Bê şik tu jî wisa difikirî. Lê çi heyf e ku gelek kes bawer nakin ku Kitêba Pîroz rast e û dikare bi awayekî baş rêberiya me bike. Bi alîkariya sê îsbatên ku emê di vê meqaleyê de bibînin, em dikarin kesên dilpak îqna bikin ku Kitêba Pîroz û şîretên wê pêbawer in.

b Ji bo zêdetir melûmata li ser vê ku Kitêba Pîroz çawa hatiye parastin, here jw.org û bi alîkariya qutiya lêgerînê li “Dîrok û Kitêba Pîroz” bigere.

c Hin navên di vê meqaleyê de hatine guherandin.

d RESIM: Li gor fermana Xwedê, bajarê Babîlê bi zeman re bi temamî wêran bû.

e RESIM: Xortek li şûna ku bi mirovan re şer bike ji Kitêba Pîroz hîn dibe ku di aştiyê de bijî û alî kesên din bike ku ew jî di aştiyê de bijîn.