Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 3

Yehowa wê Alî Te Bike ku Tu bi Ser Bikevî

Yehowa wê Alî Te Bike ku Tu bi Ser Bikevî

“Xudan bi Ûsiv re bû û ew bi ser xist” (1. MÛSA 39:2, Mizgînî).

KILAM 30 Bav, Xwedê û Dostê Min

PÊŞGOTIN a

1-2. (a) Gava tengasî tên serê me, çima em ecêbmayî namînin? (b) Di vê meqaleyê de, emê li ser çi xeber bidin?

 GAVA xizmetkarên Yehowa rastî tengasiyan tên, ew ecêbmayî namînin, çimkî Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê” (Karên Şandiyan 14:22). Wekî din, em dizanin ku heta dinyaya nû neyê avakirin, hin derdên me wê bi temamî safî nebin. Di dinyaya nû de, “mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin” (Peyxam 21:4).

2 Yehowa me ji hemû tengasiyan naparêze, lê ew alî me dike ku em li hemberî wan sebir bikin. Ka binêre ku Pawlosê şandî ji Romayiyan re çi gotibû. Pêşî, wî behsa çend tengasiyan kir, ên ku ew û xwişk û birayên din rastî wan dihatin. Paşê, wî nivîsî: “Bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin” (Romayî 8:35-37). Yanî, gava tengasiyek hê dewam dike, Yehowa dikare alî te bike ku tu serkeftî bî. Niha emê bibînin ku Yehowa çawa alî Ûsiv dikir ku ew bi ser bikeve, û ew çawa dikare alî te jî bike.

GAVA HALÊ ME JI NIŞKA VE DIGUHERE

3. Jiyana Ûsiv çawa hat guhertin?

3 Aqûb “ji hemû kurên xwe zêdetir ji Ûsiv hez dikir” (1. Mûsa 37:3, 4 b). Ji ber vê yekê, kurên Aqûb ên mezin çavnebariya birayê xwe dikir. Gava fersend ket destê wan, wan Ûsiv firot ticarên Mîdyanî. Wan jî Ûsiv bir Misrê, welatekî ku bi sedan kîlometreyan dûrî mala wî bû. Li wê derê, Potîfarê ku fermandarê parêzvanan bû Ûsiv wek kole kirî. Jiyana Ûsiv bi temamî hat guhertin. Berê, ew kurê bavê xwe yê hezkirî bû, lê niha, ew êdî bû koleyê Misriyan (1. Mûsa 39:1).

4. Mîna Ûsiv, em çawa dikarin bikevin tengasiyê?

4 Kitêba Pîroz dibêje ku tiştên xerab dikarin bên serê her kesî (Waiz 9:11, NWT). Carinan, em dikevin tengasiyên “mirovî”, yanî tengasiyên ku her kes rastî wan tê (1. Korîntî 10:13). Carinan jî, em dikevin tengasiyê ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in. Mesela, dibe ku mirov seba baweriya me qerfên xwe bi me bikin, muxalefetê li me bikin yan heta zilmê li me bikin (2. Tîmotêyos 3:12). Lê çi dibe bila bibe, Yehowa dikare alî te bike ku tu serkeftî bî. Gelo wî çawa alî Ûsiv dikir ku ew serkeftî be?

Gava Potîfar Ûsiv wek kole kirî, Yehowa alî Ûsiv dikir ku ew serkeftî be (Li paragrafa 5an binêre)

5. Potîfar ji serkeftîbûna Ûsiv çi fehm kir? (1. Mûsa 39:2-6)

5 1. Mûsa 39:2-6 bixwîne. Ûsiv xortekî pir jîr û jêhatî bû, û Potîfar dizanibû çima. Wek Kitêba Pîroz dibêje, Potîfar “dît ku Xudan bi Ûsiv re ye û di her karên ku dike de wî bi ser dixe”. c Bi zeman re, Potîfar “ew kir xizmetkarê xwe yê taybet” û paşê jî, “wî ew kir serkarê mala xwe”. Di netîceyê de, îşê Potîfar bi pêş ve çû.

6. Halê Ûsiv çawa bû?

6 Halê Ûsiv bîne ber çavê xwe. Bi dîtina te, gelo wî herî zêde çi dixwest? Ma hesreta dilê wî ew bû ku bikeve çavê Potîfar, da ku Potîfar wî xelat bike? Na. Bi îhtimaleke mezin, hesreta dilê wî ew bû ku ew azad bibe û vegere mala bavê xwe. Rast e ku li mala Potîfar, gelek îmtiyazên wî hebûn, lê ew dîsa jî koleyê efendiyekî pûtperest bû. Yehowa Potîfar dehf neda ku ew Ûsiv azad bike. Bi ser de, halê Ûsiv hê jî xerabtir bû.

EGER HER TIŞT HÊ JÎ XERABTIR BIBE

7. Halê Ûsiv çawa her ku diçû xerabtir dibû? (1. Mûsa 39:14, 15)

7 Wek beşa 39an a kitêba 1. Mûsa nîşan dide, dilê jina Potîfar ket Ûsiv, û wê çend caran hewl da ku wî ji rê derxîne. Lê Ûsiv daxwaza wê tim red dikir. Dawiya dawî, jina Potîfar bi wî gelek hêrs ket, û wê derew kir û got ku Ûsiv dixwaze dest bavêje wê (1. Mûsa 39:14, 15 bixwîne). Gava Potîfar ev yek bihîst, wî Ûsiv avêt zindanê, û Ûsiv çend salan li wê derê ma (1. Mûsa 39:19, 20). Gelo zindan cihekî çawa bû? Peyva Îbranî, ya ku wek “zindan” hatiye wergerandin, dikare bê maneya “kortal” yan “bîr”. Ji vê yekê, em fehm dikin ku derdora wî tarî bû, û wî xwe bêçare hîs dikir (1. Mûsa 40:15). Wekî din, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin, bi hesin ew ji stûyê wî girêdan” (Zebûr 105:17, 18). Belê, halê Ûsiv her ku diçû xerabtir dibû. Ew êdî ne koleyekî pêbawer, lê girtiyekî belengaz bû.

8. Eger tengasiyeke me girantir bibe jî, em dikarin ji çi emîn bin?

8 Gelo tu qet ketiyî halekî xerab û te ji bo alîkariyê gelekî ji Xwedê re dua kiriye, lê dîsa jî halê te her ku diçû xerabtir dibû? Belê, carinan wisa dibe. Yehowa me ji hemû tengasiyên dinyaya Îblîs naparêze (1. Yûhenna 5:19). Dîsa jî, bawer be ku Yehowa halê te rind dizane, û ew xema te dixwe (Metta 10:29-31; 1. Petrûs 5:6, 7). Bi ser de, wî soz daye: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim” (Îbranî 13:5). Halê te bêçare xuya bike jî, Yehowa dikare alî te bike ku tu sebat bikî. Ka em bibînin ku Yehowa çawa alî Ûsiv dikir.

Gava Ûsiv di zindanê de bû û çavdêriya hemû girtiyên din dikir, Yehowa Xwedê bi wî re bû (Li paragrafa 9an binêre)

9. Em ji ku dizanin ku gava Ûsiv di zindanê de bû, Yehowa pê re bû? (1. Mûsa 39:21-23)

9 1. Mûsa 39:21-23 bixwîne. Wexta ku Ûsiv di zindanê de bû jî, Yehowa alî wî dikir ku ew serkeftî bibe. Gelo çawa? Bi zeman re, çawa ku Ûsiv berê ketibû çavê Potîfar, niha jî ew ket çavê serekê zindanê. Serekê zindanê îtibara xwe bi Ûsiv anî û ew li ser hemû girtiyên din kir çavdêr. Kitêba Pîroz dibêje ku “serekê zîndanê tevli karên Ûsiv nedibû”. Ûsiv êdî boş û betal rûnedinişt, lê karê wî hebû. Ev yek bi rastî jî guhertineke nehêvîkirî bû. Gelo girtiyekî ku bi sûcekî giran hatibû sûcdarkirin çawa gihîşt mertebeyeke ew qas bilind? “Çimkî Xudan bi Ûsiv re bû û di her karê ku dikir de ew bi ser dixist” (1. Mûsa 39:23).

10. Dibe ku Ûsiv çima nedifikirî ku ew di her tiştî de serkeftî ye?

10 Halê Ûsiv dîsa bîne ber çavê xwe. Bi dîtina te, piştî ku îftira hatibû avêtin ser wî û ew ketibû zindanê, ma ew difikirî ku ew di her tiştî de serkeftî ye? Gelo hesreta dilê wî ew bû ku bikeve çavê serekê zindanê? Na. Bi îhtimaleke mezin, hesreta dilê wî ew bû ku navê xwe ji îftirayê paqij bike û ji zindanê derkeve. Carekê, Ûsiv ji girtiyekî din, ê ku wê ji zindanê derketa, rica kir ku bila ew ji Fîrawûn re behsa wî bike, da ku ew ji zindanê azad bibe (1. Mûsa 40:14). Lê belê, vî zilamî hemen bi Fîrawûn re xeber neda. Di netîceya vê de, Ûsiv dîsa du salan di zindanê de ma (1. Mûsa 40:23; 41:1, 14). Dîsa jî, Yehowa rêya Ûsiv rast kir. Gelo çawa?

11. Bi alîkariya Yehowa, Ûsiv çi kir, û ev yek ji bo pêkhatina armanca Yehowa çima muhîm bû?

11 Wexta ku Ûsiv di zindanê de bû, Yehowa du xewnên ecêb nîşanî Fîrawûn dan. Fîrawûn pir dixwest bizanibûya ku maneya van xewnan çi ye. Gava Fîrawûn bihîst ku Ûsiv dikare xewnan şîrove bike, wî gazî Ûsiv kir. Bi alîkariya Yehowa, Ûsiv xewnên Fîrawûn şîrove kirin û jê re got ku gerek ew çi bike. Fîrawûn fehm kir ku Yehowa bi Ûsiv re ye, loma wî ew li seranserê welatê Misrê kir wezîrê îdareya xwarinê (1. Mûsa 41:38, 41-44). Paşê, xelayeke giran hem ser Misrê hem ser Kenanê, yanî ser welatê ku malbata Ûsiv lê dijiya, bandor kir. Hingê Ûsiv dikaribû malbata xwe ji xelayê xelas bike. Bi vî awayî, malbata bav û kalên Mesîhê sozdayî hat parastin.

12. Yehowa di kîjan waran de alî Ûsiv kir ku ew serkeftî be?

12 Serpêhatiya Ûsiv bi rastî jî ecêb bû. Gava Ûsiv kole bû, gelo kî bû sebeb ku Potîfar bala xwe bide wî? Gava Ûsiv girtî bû, gelo kî bû sebeb ku ew bikeve çavê serekê zindanê? Kê xewnên ecêb nîşanî Fîrawûn dan û alî Ûsiv kir ku ew wan şîrove bike? Kî bû sebeb ku Ûsiv li ser temamiya welatê Misrê bibe wezîrê îdareya xwarinê? (1. Mûsa 45:5). Belê, yê ku bû sebeb ku Ûsiv di her tiştî de serkeftî be, Yehowa Xwedê bû! Dawiya dawî, Yehowa xerabiya birayên Ûsiv wek fersendeke ji bo pêkanîna daxwaza xwe bi kar anî.

YEHOWA ME ÇAWA SERKEFTÎ DIKE?

13. Gelo Yehowa her tiştê ku tê serê me kontrol dike? Şîrove bike.

13 Em dikarin ji jiyana Ûsiv çi hîn bibin? Gelo her tiştê ku tê serê me bi tesîra Yehowa çêdibe? Gelo Yehowa wisa dike ku di her xerabiyekê de xêrek hebe? Na, Kitêba Pîroz wisa nabêje (Waiz 8:9; 9:11, NWT). Lê belê, em dizanin ku gava tengasiyek tê serê me, Yehowa wê dibîne û hawara me dibihîze (Zebûr 34:15; 55:22; Îşaya 59:1). Ne bes ev, Yehowa dikare alî me bike ku em li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikevin. Gelo çawa?

14. Di rojên giran de, Yehowa çawa alî me dike?

14 Gelek caran, Yehowa alî me dike ku em tam di wexta rast de teselî û cesaretê bistînin (2. Korîntî 1:3, 4). Li Tirkmenistanê, ev yek hat serê birayekî me. Navê wî Ezîz e. Ew ji ber baweriya xwe du salan ket zindanê. Ew wisa dibêje: “Di sibeha mehkemekirina min de, birayekî me Îşaya 30:15 (NWT) nîşanî min da, ya ku wisa dibêje: ‘Eger hûn sakîn bimînin û bi wî bawer bin, hûnê biqewet bin.’ Vê ayetê tim alî min dikir ku ez sakîn bimînim û di her tiştî de xwe bispêrim Yehowa. Gava ez di zindanê de bûm, ev ayet ji bo min alîkariyeke mezin bû.” Gelo halekî wisa tê bîra te ku Yehowa tam di wexta rast de qewet û cesaret dabû te?

15-16. Em ji serpêhatiya Toriyê çi hîn dibin?

15 Gelek caran, ancax piştî ku tengasiyek xelas dibe, em fehm dikin ku Yehowa çawa alî me kiriye. Xwişkeke me ya bi navê Tori jî wisa difikire. Kurê wê Mason bi qasî şeş salan li hemberî nexweşiya kanserê li ber xwe dida, heta ku wî jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê, dilê Toriyê gelek şewitî. Ew wisa dibêje: “Ez wek dayik dikarim bêjim ku êşeke ji vê êşê girantir tune ye. Ez bawer im ku dê û bavên din wê bi min re hemfikir bin: Ji bo dayikekê, êşa ku zarokê wê dikişîne, ji êşa ku dayik bi xwe dikişîne girantir e.”

16 Gava Toriyê dît ku kurê wê çi qas êşê dikişîne, ew gelekî xemgîn bû. Lê paşê, wê fehm kir ku Yehowa çawa alî wê kiribû ku ew sebir bike. Ew wisa dibêje: “Gava ez li ser wê demê difikirim, tê bîra min ku Yehowa her tim li kêleka min bû. Mesela, gava halê Mason gelekî xerab bû û wî nikaribû kesek bidîta, dîsa jî xwişk û birayên me rêyeke dûr dan ber xwe û hatin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tim kesek hebû û hazir bû ku alî me bike. Wekî din, xwişk û birayên me ji aliyê madî ve jî alî me dikir. Heta di rojên teng de jî, her tiştê me hebû.” Yehowa tim alî Tori û kurê wê dikir ku ew sebir bikin. Li çarçoveya “ Yehowa Çi Jî ji Me re Lazim Bû Dida Me” binêre.

BILA BEREKETÊN YEHOWA TIM LI BER ÇAVÊN TE BIN

17-18. Gava em dikevin tengasiyê, Yehowa çawa alî me dike? (Zebûr 40:5)

17 Zebûr 40:5 bixwîne. Hedefa çiyahilkêşekî ew e ku bigihîje serê çiyê. Lê li ser rêya wî gelek cihên xweş hene ku ew dikare li wir bisekine û li bedewiya tebîetê mêze bike. Bi eynî awayî, ji xwe re her tim wextê veqetîne, bisekine û bifikire ka Yehowa çawa alî te kiriye ku tu li hemberî tengasiyên xwe bi ser bikevî. Her êvar ji xwe bipirse: “Gelo min îro çawa ferq kir ku Yehowa bereketa xwe daye min? Her çi qas problem hebin jî, gelo Yehowa çawa alî min dike ku ez sebir bikim?” Belê, bila bereketên ku Yehowa dane te tim li ber çavên te bin.

18 Belkî tu dua dikî ku tengasiya te xelas bibe. Ev yek daxwazeke normal e (Filîpî 4:6). Lê gerek em tu carî ji bîr nekin ku Yehowa îro çi bereketan dide me. Jixwe, Yehowa soz daye me ku ewê qewetê bide me û alî me bike ku em sebir bikin. Loma, ji bo alîkariya Yehowa tim şikirdar be. Çawa ku Yehowa alî Ûsiv dikir ku ew bi ser bikeve, bawer be ku ewê alî te jî bike ku tu di dema tengasiyan de bi ser bikevî! (1. Mûsa 41:51, 52).

KILAM 32 Were ba Yehowa

a Gava em di tengasiyê de bin, dibe ku em xwe wek kesên “serkeftî” nebînin. Em belkî difikirin ku ancax piştî xelasbûna tengasiyê, em dikarin bibêjin ku em serkeftî bûne. Lê belê, serpêhatiya Ûsiv nîşanî me dide ku gava em di tengasiyê de bin jî, Yehowa dikare alî me bike ku em bi ser bikevin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Yehowa çawa alî me dike.

b Di vê meqaleyê de, hemû ayetên ji kitêba 1. Mûsa ji wergera Mizgînî hatine wergirtin.

c Kitêba Pîroz di tenê çend ayetan de dibêje ku di destpêka koletiya Ûsiv de jiyana wî çawa hat guhertin. Lê belê, dibe ku gotinên van ayetan di hundirê çend salan de qewimîbin.