Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 3

Yehowa wê Alî Te Bike wekî Tu Serkevî

Yehowa wê Alî Te Bike wekî Tu Serkevî

“Xudan tevî Ûsiv bû . . . û her tiştê ku ew [dikir], Xudan bi destê wî li hev [dianî]” (DESTPÊBÛN 39:2, 3).

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

VÊ GOTARÊDA a

1-2. (a) Gava em rastî tengasiya tên, em çira ecêbmayî namînin? (b) Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

 GAVA xizmetkarên Yehowa rastî tengasiya tên, ewana ecêbmayî namînin, çimkî Kitêba Pîroz usa dibêje: “Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê” (Karên Şandiya 14:22). Usa jî em zanin wekî hine çetinayên me wê bi temamî safî nebin, heta dinya teze neyê, kîderê “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4).

2 Yehowa me ji hemû tengasiya xwey nake, lê ew alî me dike wekî em sebir kin. Dîna xwe bidinê, ku Pawlosê şandî Romayara çi gotibû. Pêşiya vê yekê, ewî besa çend tengasiya kir, kîjan ku rastî wî û xûşk-birên din dihatin. Paşê ewî nivîsî: “Em nava van hemû tiştada hê zêde serdikevin, bi saya ewî ku em hiz kirin” (Romayî 8:35-37). Dêmek, gava tengasîke te xilaz nabe, Yehowa dikare alî te bike wekî nava vê tengasiyêda serkevî. Niha emê bivînin ku Yehowa çawa alî Ûsiv dikir, wekî ew serkeve, û ew çawa dikare alî te jî bike.

GAVA HALÊ ME NIŞKÊVA TÊ GUHASTINÊ

3. Jîyîna Ûsiv çawa hate guhastinê?

3 Aqûb “ji hemûya zeftir Ûsiv hiz dikir” (Destpêbûn 37:3, 4). Lema jî kurên Aqûb yên mezin çevnebariya birê xwe dikirin. Gava mecal kete destê wan, wana Ûsiv firot bazirganên Midyanîra. Ewana jî Ûsiv birin Misirê, welatekî ku bi seda kîlomêtira dûrî mala wî bû. Wêderê, Potîfarê ku serwêrê nobedara bû, Ûsiv ça dîl kirî. Jîyîna Ûsiv bi temamî hate guhastinê. Berê ew kurê bavê xwe yê hizkirî bû, lê niha ew îda dîlê Misiriya bû (Destpêbûn 39:1).

4. Mîna Ûsiv, em dikarin rastî çi tengasiya bên?

4 Kitêba Pîroz dibêje, ku tiştên xirab têne serê her kesî (Waîz 9:11). Em dikevin tengasiyên usa, yên ku “têne serê merivên mayîn” jî (1 Korintî 10:13). Carna jî meniya tengasiyên me ew e, ku em Mesîhî ne. Mesele, dibeke meriv seva baweriya me qerfa me bikin, pey me kevin, yan hela hê me bizêrînin jî (2 Tîmotêyo 3:12). Lê çi jî hebe, Yehowa dikare alî te bike wekî çetinayada jî tu serfiniyaz bî. Gelo ewî çawa alî Ûsiv dikir, wekî ew serfiniyaz bû?

Gava Potîfar Ûsiv ça dîl kirî, Yehowa alî Ûsiv dikir wekî ew pêşdaçûyî be (Binihêre abzasa 5)

5. Çaxê Potîfar dît wekî her tişt li destê Ûsiv hev tê, ewî çi fem kir? (Destpêbûn 39:2-6)

5 Bixûne Destpêbûn 39:2-6. Ûsiv xortekî ser xwe û aqil bû, û Potîfar vê yekê texmîn kir. Xêncî vê yekê ewî zanibû çira Ûsiv yekî usa bû. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje, Potîfar “dît ku Xudan pêra bû û her tiştê ku ew dike, Xudan bi destê wî li hev tîne”. b Wede şûnda Ûsiv “bû berdestîyê” Potîfar û paşê jî, “ew kire berpirsîyarê mala xwe û hemû hebûka xwe da destê wî”. Paşî vê yekê Potîfar şixulê xweda pêşdaçûyî bû.

6. Halê Ûsiv çawa bû?

6 Were em halê Ûsiv bidine ber çevê xwe. Bi texmîna te, ew ji her tiştî zêdetir çi dixwest? Gelo, hizreta dilê wî ew bû ku bikeve çevê Potîfar, wekî Potîfar wî xelat ke? Na. Femdarî ye, hizreta dilê wî ew bû, ku aza be û vegere mala bavê xwe. Rast e mala Potîfarda ewî ciyê bilind digirt, lê ew dîsa jî dîlê axayê pûtparist bû. Yehowa Potîfar def neda, ku ew Ûsiv aza ke. Serda jî, halê Ûsiv hê xirab bû.

GAVA HAL DIHA XIRAB DIBE

7. Halê Ûsiv çida diha xirab dibû? (Destpêbûn 39:14, 15)

7 Çawa serê 39 ya kitêba Destpêbûn nîşan dike, jina Potîfar çev berdabû Ûsiv, û ewê çend cara zorê wî dikir, ku serê xwe pêra dayne. Lê Ûsiv xwestina wê înkar dikir. Axiriya axiriyê, hêrsa wê rabû, û ewê buxdan avîte Ûsiv, ku yançi ewî dixwest dest bavîta wê û namûsa wêra bilîze (Bixûne Destpêbûn 39:14, 15). Gava Potîfar ev yek bihîst, ewî Ûsiv avîte kelê, û Ûsiv çend sala wêderê ma (Destpêbûn 39:19, 20). Gelo kel cîkî çawa bû? Xebera Îbranî, ya ku ça “kel” hatiye welgerandinê, dikare bê hesabê “çel” yan “bîr”, dêmek cîkî terî, kîderê Ûsiv xwe bêçare texmîn dikir (Destpêbûn 40:15). Usa jî Kitêba Pîroz dibêje: “Nigên wî qeydada şidandin û xelaq avîtine stukura wî” (Zebûr 105:17, 18). Belê, halê Ûsiv çiqas diçû diha xirab dibû. Ew îda dîlekî bi îtbar nîbû, lê girtîkî belengaz bû.

8. Hergê tengasiya me giran be jî, em çida dikarin bawer bin?

8 Gelo, tu qe ketibûyî halekî giran û lavaya Xwedê dikir ku alî te bike, lê dîsa jî halê te çiqas diçû diha xirab dibû? Belê, carna usa dibe. Yehowa me ji hemû tengasiyên dinya Mîrê-cina naparêze (1 Yûhenna 5:19). Dîsa jî bawer be ku Yehowa haş ji halê te heye, û ew bona te xem dike (Metta 10:29-31; 1 Petrûs 5:6, 7). Serda jî, ewî soz daye: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbranî 13:5). Hergê jî tera tê kifşê, ku çare îda tune, bîr neke ku Yehowa dikare alî te bike, wekî tu sebir kî. Were em bivînin Yehowa çawa alî Ûsiv dikir.

Gava Ûsiv kelêda bû û hemû girtiyên kelê destê wîda bûn, hingê jî Yehowa Xwedê tevî wî bû (Binihêre abzasa 9)

9. Em ji ku zanin ku çaxê Ûsiv kelêda bû, Yehowa tevî wî bû? (Destpêbûn 39:21-23)

9 Bixûne Destpêbûn 39:21-23. Çaxê Ûsiv kelêda bû, Yehowa alî wî dikir wekî her tişt wîra li hev bê. Gelo çawa? Çawa ku berê Ûsiv ber çevê Potîfar yekî bi îtbar û xweyîqedir bû, niha îda ev ber çevê serwêrê kelê jî navekî baş qazanc kir. Serwêrê kelê îtbariya xwe Ûsiv anî û hemû girtiyên kelê da destê wî. Kitêba Pîroz dibêje ku “serwêrê kelê dîna xwe nedida wan tiştên destê wîda”. Ûsiv îda boş-betal rûnedinişt, lê şixulê wî dîsa hebû. Ev yek bi rastî jî guhastineke usa bû, ku ew hîviyê nîbû. Gelo, girtiyê kelê, kîjan ku usa sert hatibû neheqkirinê, çawa dikaribû cabdariya usa bilind bistîne? Destpêbûn 39:23 şirovedike, wekî “Xudan tevî wî bû û hemû şixulê wî Xudan jêra li hev danî”.

10. Diqewime Ûsiv çima nedifikirî, wekî her tişt wîra li hev tê?

10 Hela dîsa xwe dewsa Ûsiv dayne. Bi texmîna te, çaxê buxdan avîtine wî û ew ketibû kelê, gelo ew difikirî wekî her tişt wîra li hev tê? Gelo hizreta dilê wî ew bû, ku serwêrê kelê xweş bê? Na. Bi rastî hizreta dilê wî ew bû, ku navê xwe paqij ke û ji kelê derkeve. Carekê, Ûsiv ji girtîkî din, yê ku gerekê ji kelê derketa, lava kir, wekî ew Firewinra besa wî bike, seva ku ew ji kelê aza be (Destpêbûn 40:14). Lê ev meriv derbêra Firewinra derheqa wî negot. Lema jî Ûsiv dîsa du sala kelêda ma (Destpêbûn 40:23; 41:1, 14). Dîsa jî, Yehowa riya Ûsiv rast dikir. Gelo çawa?

11. Bi alîkariya Yehowa, Ûsiv çi kir, û çawa bi vê yekê Yehowa dikaribû qirara xwe bîne sêrî?

11 Çaxê Ûsiv kelêda bû, Yehowa du xewnên ecêb nîşanî Firewin kir. Firewin gelek dixwest mena wan xewna bizanibûya. Gava Firewin bihîst ku Ûsiv dikare xewna şiroveke, ewî gazî Ûsiv kir. Bi alîkariya Yehowa, Ûsiv xewnên Firewin şirovekirin û jêra got ku gerekê ew çi bike. Firewin ew li ser temamiya welatê Misirê kire wezîrê belakirina xwarinê, çimkî fem kir ku Yehowa tevî Ûsiv e (Destpêbûn 41:38, 41-44). Paşê, birçîbûneke giran him Misirêda, him jî Kenanêda destpêbû, dêmek wî welatîda, kîderê ku malbeta Ûsiv dijît. Hingê Ûsiv dikaribû malbeta xwe ji xelayê xilaz ke. Bi vî cûreyî, Ûsiv çawa malbeta bavê xwe xwey kir, usa jî xeza rikiniyata Mesîhê sozdayî.

12. Yehowa ça alî Ûsiv kir, wekî her tiştîda destê wî li hev bê?

12 Tiştên ku hatine serê Ûsiv bi rastî jî ecêb bû. Gava Ûsiv dîl bû, gelo kî bû menî, wekî Potîfar dîna xwe da wî? Gava Ûsiv girtî bû, gelo kî usa kir wekî ew li serwêrê kelê xweş bê? Kî xewnên ecêb nîşanî Firewin kir û alî Ûsiv kir, wekî ew wana şiroveke? Kî usa kir ku Ûsiv li ser temamiya welatê Misirê bibe wezîrê belakirina xwarinê? (Destpêbûn 45:5) Eşkere ye, ev Yehowa Xwedê bû, yê ku her tiştîda destê Ûsiv li hev dianî! Axiriyêda, Yehowa xirabiya birên Ûsiv da xebatê ça mecal, bi saya çi jî ewî qirara xwe anî sêrî.

YEHOWA ÇAWA ALÎ TE DIKE?

13. Gelo Yehowa dikeve nava hemû derecên ku rastî me tên? Şiroveke.

13 Em çi dikarin ji jîyîna Ûsiv hîn bin? Yehowa nakeve nav hemû dereca ku rastî me tên. Gelo Yehowa usa dike, wekî tiştên xirab bêne serê me bona menîke baş? Kitêba Pîroz usa nabêje (Waîz 8:9; 9:11). Çi jî hebe em zanin, ku çaxê em dikevine tengasiya, Yehowa divîne û hewar-gaziya me dibihê (Zebûr 34:15; 55:22; Îşaya 59:1). Xêncî wê yekê, Yehowa dikare alî me bike, wekî em nava hemû cûre çetinayada serkevin. Gelo çawa?

14. Rojên giranda, Yehowa çawa alî me dike?

14 Gelek car Yehowa alî me dike bi wê yekê, ku em wextda berdilî û hêlanî bistînin (2 Korintî 1:3, 4). Ev yek hate serê birê meyî ji Tirkmenistanê. Navê wî Ezîz e. Ew ji bo baweriya xwe du sala ketibû kelê. Ew usa dibêje: “Roja dîwana min, sibehê, birakî me Îşaya 30:15 (DT), nîşanî min kir, ya ku usa dibêje: ‘Qewata we wê yekêda be, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê’. Ev rêz timê alî min dikir, wekî dilrihet bim û her tiştîda xwe bispêrim Yehowa. Gava ez kelêda bûm, ev rêz gelek min dişidand”. Gelo derecekî usa tê bîra te, çaxê te wedê lazimda berdilî û hêlanî ji Yehowa stand?

15-16. Em ji serhatiya Torîyê çi hîn dibin?

15 Gelek car, tenê paşî wê yekê ça tengasiya me xilaz dibe, em fem dikin ku Yehowa çawa alî me kiriye. Xûşkeke me bi navê Torî jî usa difikire. Kurê wê Mêyson şeş sala ji bo nexweşiya kanserê diçerçirî, heta ku ew mir. Lema jî, dilê Torîyê gelek şewitî. Ew usa dibêje: “Ça dê ez dikarim bêjim, wekî êşeke ji vê êşê girantir tune ye. Ez bawer im ku dê û bavên din wê tevî min qayîl bin. Çaxê dê divîne, ku zara wê çiqas diçerçire, ev êş bona wê usa giran e, wekî ew derheqa êşa xwe îda bîr dike”.

16 Gava Torîyê dît, wekî kurê wê çiqas êşê dikişîne, ew gelek dilteng bû. Lê paşê, ewê fem kir ku Yehowa çawa alî wê kiribû, wekî ew sebir ke. Ew usa dibêje: “Gava ez derheqa wî wedeyî difikirim, tê bîra min ku Yehowa timê kêleka min bû. Mesele, gava halê Mêyson gelek xirab bû û ewî nikaribû kesek bidîta, dîsa jî xûşk-birên me rêkî dûr dane ber xwe û hatin nexweşxanê. Nexweşxanêda timê kesek hebû û hazir bû, ku alî me bike. Usa jî, xûşk-birên me bona hewcên meye fîzîkî xem dikirin. Hela hê rojên herî giranda jî, her tiştê me hebû”. Yehowa hergav alî Torî û kurê wê dikir, wekî ew sebir kin.—Binihêre çargoşe “ Çi jî Mera Lazim bû Yehowa Dida Me”.

ALÎKARÎ Û KEREMÊN YEHOWA BÎR NEKE

17-18. Wedê tengasiya Yehowa çawa alî me dike? (Zebûr 40:5)

17 Bixûne Zebûr 40:5. Merivê ku hildikişe ser çiyê, nêta wî ew e ku bigihîje serê çiyê. Ser riya xwe ew rastî gelek ciyên bedew tê, ber kîjana disekine û dîna xwe dide bedewbûna tebiyetê. Anegorî vê yekê, tu jî timê wede xwera veqetîne, seva ku awa gotî bisekinî û bifikirî, hela Yehowa çawa alî te kiriye, wekî nava tengasiyada sebir kî. Her êvar ji xwe bipirse: “Gelo, min îro çida kerema Yehowa dît? Hergê jî problêma min safî nabe, gelo Yehowa çawa alî min dike ku ez sebir kim?” Çi jî hebe, alîkarî û keremên Yehowa tu car bîr neke.

18 Diqewime tu dua dikî, seva ku tengasiya te xilaz be. Ev yek xwestineke normal e (Fîlîpî 4:6). Lê gerekê em tu car bîr nekin, ku Yehowa îro ça me kerem dike. Yehowa soz daye me, ku ewê qewatê bide me û alî me bike, wekî em sebir kin. Lema jî timê seva alîkariya Yehowa razî be. Çawa ku Yehowa hertim riya Ûsiv rast dikir, bawer be ku ewê riya te jî rast ke, wekî tu serkevî! (Destpêbûn 41:51, 52)

KILAMA 32 Bisekine Aliyê Yehowa!

a Gava em tengasiyêda nin, dibeke carna em difikirin ku tiştek destê me li hev nayê. Diqewime em difikirin ku tenê paşî tengasiyê, em dikarin bîna xwe bikişînin û bêjin ku me serî ji tengasiyê derxistiye. Lê serhatiya Ûsiv nîşanî me dike, ku hela hê nava tengasiyada jî Yehowa dikare alî me bike, wekî her tişt li hev bê. Vê gotarêda emê bivînin, ku Yehowa çawa alî me dike.

b Kitêba Pîroz tenê çend rêzada dibêje, ku destpêka dîltiya Ûsivda jîyîna wî ça hate guhastinê. Lê dibeke ew guhastin, derheqa kîjana van rêzada tê gotinê, nava çend salada qewimîn.