Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 5

“Hizkirina Mesîh Me Didefîne”

“Hizkirina Mesîh Me Didefîne”

“Hizkirina Mesîh me didefîne, . . . ku yên dijîn îda ne ji bo xwe, . . . bijîn” (2 KORINTÎ 5:14, 15, ÎM).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

VÊ GOTARÊDA a

1-2. (a) Gava em ser jîyîn û xizmetiya Îsa difikirin, em çi texmîn dikin? (b) Emê vê gotarêda derheqa çi xeber din?

 GAVA merivekî meyî hizkirî dimire, em gelek bîra wî dikin! Sêrîda, xêncî êşê em tiştekî din texmîn nakin. Gava em difikirin derheqa rojên pêşiya mirina wî, û îlahî ku ewî çiqas êş dikişand, dilê me gelek dişewite. Lê wede şûnda, dibeke êşa dilê me hinekî sivik dibe. Dibeke em bi şabûnê tînin bîra xwe ku ew merivê meyî delal, çi gotibû yan çi kiribû, wekî me qewî ke, beşera me xweş ke yan jî tiştekî me hîn ke.

2 Mîna vê yekê, gava em derheqa êş û mirina Îsa Mesîh dixûnin, dilê me xemgîn dibe. Heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, em wede vediqetînin, seva ku derheqa kirînê kûr bifikirin (1 Korintî 11:24, 25). Lê çaxê em derheqa jîyîna Îsaye ser erdê difikirin, dêmek ser gilî û kirên wî, em gelek şa dibin. Usa jî gava em dîna xwe didin tiştên ku Îsa îro dike û tiştên ku ewê axiriyêda bona me bike, dilê me qewî dibe. Emê vê gotarêda pêbihesin, ku ça dişirmîşbûna ser van tişta û ser hizkirina Îsa, dikare me def de, wekî em razîbûna xwe çend aliyada nîşan kin.

ŞÊKIRDARÎ ME DEF DIDE, WEKÎ SER RIYA ÎSA BIMÎNIN

3. Em ji bo kîjan meniya bona kirînê şêkirdar in?

3 Gava em ser jîyîn û mirina Îsa difikirin, dilê me bi razîbûnê tije dibe. Wedê xizmetiya xweye ser erdê, Îsa meriv hîn dikirin, ku Padşatiya Xwedê wê çiqas kerema ser meda bibarîne. Em rastiya derheqa Padşatiya Xwedê gelek qîmet dikin. Em bona kirînê razî ne, çimkî ew rê vedike, wekî em bibine dostên Yehowa û Îsa. Kesên ku baweriya xwe Îsa tînin, hêvîdar in ku wê jîyîna heta-hetayê bistînin û merivên xweyî nêzîk ku mirine, dîsa bivînin (Yûhenna 5:28, 29; Romayî 6:23). Me tu tişt nekiriye ku hêjayî wan kerema bin, û emê tu car nikaribin bin qenciya Xwedê û Îsa derên (Romayî 5:8, 20, 21). Lê em dikarin şêkirdariya xwe wanra nîşan kin. Gelo çi cûreyî?

Mesela Meryema Mejdelanî çawa alî me dike, ku em şêkirdariya xwe nîşan kin? (Binihêre abzasa 4-5)

4. Meryema Mejdelanî şêkirdariya xwe Îsara çawa nîşan kir? (Binihêre şikil.)

4 Were em dîna xwe bidin mesela kulfeteke Cihû, bi navê Meryema Mejdelanî. Halê wê gelek giran bû, çimkî heft cin ketibûne wê. Dibeke ew difikirî, ku halê wê bêçare ye. De niha bide ber çevê xwe, wekî ew çiqas şêkirdar bû, ku Îsa Mesîh ji hukumê cina lê xilaz kir! Ew usa razî bû, ku xwest bibe şagirta Îsa û bi wede, qewat û hebûka xwe xizmetiyêda piştgiriya wî bike (Lûqa 8:1-3). Rast e Meryem bona gelek tişta ji Îsa şêkirdar bû, lê dibeke ewê hê fem nedikir ku Îsa Mesîh wê axiriyêda bona wê çi bike. Ewî gerekê jîyîna xwe bona hemû meriva bida, wekî “her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Meryemê şêkirdariya xwe bi vê yekê da kifşê, ku Îsa Mesîhra amin ma. Gava Îsa Mesîh li ser stûna cefayê diçerçirî, Meryem nêzîkî wî sekinî bû, çimkî ewê bona wî xem dikir, û dixwest dilbîniyê bide wî û merivên din, yên ku wêderê bûn (Yûhenna 19:25). Paşî mirina Îsa, Meryemê û du jinên din biharetên bînxweş bona definkirina wî anîne tirbê (Marqos 16:1, 2). Meryemê bona aminiya xwe xelateke mezin stand. Çaxê Îsa ji mirinê hate rakirinê, Meryemê ew dît û pêra xeber da. Ev mecal neketibû destê gelek şagirta (Yûhenna 20:11-18).

5. Em çawa dikarin şêkirdariya xwe Yehowa û Îsara bidine kifşê?

5 Em jî dikarin şêkirdariya xwe Yehowa û Îsara nîşan kin û pê wede, qewat û perê xwe piştgiriya şixulê Padşatiya Xwedê bikin. Mesele, em dikarin piştgiriya şixulê avakirinê û tezekirina avayên bona hebandina Yehowa, bikin.

HIZKIRINA YEHOWA Û ÎSA ME DEF DIDE WEKÎ MERIYA HIZ BIKIN

6. Çima em dikarin bêjin, ku kirîn pêşkêşeke mexsûs e bona her kesî?

6 Yehowa û Îsa me gelek hiz dikin. Hizkirina wan me hêlan dike, ku em jî wan hiz bikin (1 Yûhenna 4:10, 19). Hergê em baş fem bikin ku Îsa jîyîna xwe bona me daye, emê wana hê zêde hiz bikin. Ev hizkirin dilê Pawlosê şandîda jî hebû, û ewî şêkirdariya xwe usa anî zimên: “Kurê Xwedê … ez hiz kirim û caniya xwe bona min da der” (Galatî 2:20). Ser hîmê kirînê Yehowa me berbi xwe dikişîne, wekî em bikaribin bibine dostên wî (Yûhenna 6:44). Belê, Yehowa tiştekî qenc dilê teda dîtiye û seva ku tu bibî dostê wî, ewî qîmeta herî mezin daye. Gelo ev yek te hêlan nake, wekî tu Yehowa û Îsa hê zêde hiz bikî? Wê baş be ku em evê pirsê bidine xwe: “Gelo ev hizkirin min def dide, ku ez tiştekî bikim?”

Em Yehowa Xwedê û Îsa hiz dikin, lema jî em her kesîra besa mizgîna Padşatiya Xwedê dikin (Binihêre abzasa 7)

7. Çawa ku ser şikil tê kifşê, em ça dikarin nîşan kin, ku em Yehowa û Îsa hiz dikin? (2 Korintî 5:14, 15; 6:1, 2)

7 Hizkirina me hindava Xwedê û Îsa Mesîh me hêlan dike, wekî em meriva jî hiz bikin (Bixûne 2 Korintî 5:14, 15; 6:1, 2). Mesele, gava em mizgîniya xêrê bi dil û can bela dikin, em hizkirina xwe nîşan dikin. Em mizgîniyê hemûyara bela dikin. Firqî tune meriv ji çi miletî ne, ser çi zimanî xeber didin, kesîb, dewletî, xwendî yan nexwendî ne, ber çevê me gişk yek in. Lema jî em li gora qirara Yehowa hereket dikin, yê ku “dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4).

8. Em çawa dikarin nîşan kin, ku em xûşk-birên xwe hiz dikin?

8 Kesê ku hizkirina xwe xûşk-birara nîşan dike, îzbat dike, ku ew Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh hiz dike (1 Yûhenna 4:21). Em bi dil û can dikevine heyra xûşk-bira, û gava ewana tengasiya dikişînin, em kêleka wan in û alî wan dikin. Gava merivê wanî hizkirî dimire, em diçin serxweşiya wan û dilbîniyê didine wan. Gava ewana nexweş dikevin, em diçin teseliya wan dikin. Û gava ewana dilteng in, çi ji destê me tê em dikin, wekî ber dilê wanda bên (2 Korintî 1:3-7; 1 Têsalonîkî 5:11, 14). Em timê bona wan dua dikin, çimkî em zanin ku “duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (Aqûb 5:16).

9. Dîsa ça em dikarin nîşan kin, ku em xûşk-birên xwe hiz dikin?

9 Hergê em gelek xîret bikin, wekî tevî xûşk-bira edilayêda bin, emê usa îzbat kin ku em bi rastî wana hiz dikin. Em dixwazin baxşandinêda çev bidine Yehowa Xwedê. Yehowa hîşt wekî Kurê wî bona gunên me emirê xwe bide. Lema jî, hergê kesekî himberî me gune kiribe, gerekê em jî hazir bin wekî wî ji dil bibaxşînin. Em naxwazin mîna wî xulamê xirab bin, yê ku Îsa meteloka xweda besa wî kiribû. Axayê wî deynê wîye mezin baxşandibû wî, lê hela hê paşî vê yekê jî, ewî xulamî nexwest deynekî biçûk yê xulamekî din, bibaxşîne (Metta 18:23-35). Hergê orta te û xûşk yan birakîda problêmek pêşda bê, gelo tu dikarî gava pêşin bavêjî, wekî hûn pêşiya Bîranînê li hev bên? (Metta 5:23, 24) Kesên ku usa dikin nîşan dikin, wekî ewana ji dil Yehowa û Îsa Mesîh hiz dikin.

10-11. Rûspî çawa dikarin nîşan kin ku ewana Yehowa Xwedê û Îsa hiz dikin? (1 Petrûs 5:1, 2)

10 Gelo rûspî çawa dikarin nîşan kin, ku ewana Yehowa Xwedê û Îsa hiz dikin? Rûspî gerekê bona pezên Îsa Mesîh xem bikin (Bixûne 1 Petrûs 5:1, 2). Îsa mena vê yekê Petrûsê şandîra zelal kir. Paşî ku Petrûs Îsa sê cara înkar kiribû, ewî gelek dixwest îzbat ke, wekî ew Îsa hiz dike. Paşî rabûna xwe ji mirinê, Îsa ji Petrûs pirsî: “Şimhûnê kurê Yûhenna, tu min hiz dikî?” Em dikarin bawer bin, ku Petrûs her tişt kir, wekî hizkirina xwe Axayê xwera îzbat ke. Îsa Petrûsra got: “Şivantiyê pezên min bike” (Yûhenna 21:15-17). Û heta xilaziya emirê xwe, Petrûs bi dil û can bona pezên Axayê xwe xem dikir û usa îzbat kir, wekî ew Îsa hiz dike.

11 Rûspîno, heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, hûn çawa dikarin îzbat kin, wekî ev gotinên Îsa kîjan ku ewî Petrûsra gotibû, bona we jî gelek ferz in? Hûn dikarin mîna şivanên dilovan timê dilê xûşk-bira qewî kin. Îlahî alî wan bikin, dilê kîjana hindava rastiyê sar bûye, wekî ewana vegerin cem Yehowa (Hezeqêl 34:11, 12). Bi vî cûreyî, hûn dikarin nîşan kin, ku hûn Yehowa û Îsa hiz dikin. Usa jî hûn dikarin tevî xwendekarên Kitêba Pîroz û kesên ku têne ser Bîranînê xeber din û dil bidine wan. Em dixwazin bi dilgermî wana silav kin, çimkî em bawer in, ku ewana jî rojekê wê bibin şagirtên Îsa.

HIZKIRINA MESÎH ME DEF DIDE KU EM MÊRXAS BIN

12. Giliyên Îsa ku ewî şeva pêşiya mirina xwe gotibû, çima mêrxasiyê dide me? (Yûhenna 16:32, 33)

12 Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa şagirtên xwera usa gotibû: “Hûnê dinyayêda tengasiyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê xwe” (Bixûne Yûhenna 16:32, 33). Gelo çi alî Îsa dikir, wekî ew miqabilî dijminên xwe bisekine û heta xilaziya emirê xwe, amin bimîne? Ewî xwe dispart Yehowa. Îsa zanibû wekî tengasiyên ku hatibûn serê wî, wê bêne serê şagirtên wî jî. Lema jî, ewî ji Yehowa lava kir, ku ew wana biparêze (Yûhenna 17:11). Ev yek çira mêrxasiyê dide me? Çimkî Yehowa ji hemû dijminên me qewattir e (1 Yûhenna 4:4). Yehowa Xwedê her tiştî divîne. Hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em wedê tirs û xofê jî mêrxas bimînin.

13. Ûsivê Arîmetyayî mêrxasiya xwe ça nîşan kir?

13 Werin em dîna xwe bidin mesela Ûsivê Arîmetyayî. Ew nav cimeta xweda yekî xweyîqedir bû. Ew endemekî Civîna Giregira bû, dêmek endemê dîwana herî bilind ya Cihûya. Gava Îsa ser erdê bû, sistbûna Ûsiv ew bû ku ew meriva ditirsiya. Çawa ku Yûhenna derheqa wî gotibû, ew “şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eyan nedikir” (Yûhenna 19:38). Ûsiv çiqas jî dixwest mizgîniya Padşatiyê nas bike jî, ewî baweriya xwe hindava Îsa ber kesên din eşkere nedikir. Bêşik, Ûsiv ditirsiya ku qedirê xwe nav miletê xweda unda ke. Lê çawa Kitêba Pîroz dibêje, Ûsiv paşî mirina Îsa Mesîh “turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest” (Marqos 15:42, 43). Hingêva, Ûsiv venedişart ku ew şagirtekî Îsa Mesîh ye.

14. Hergê tu merivên der-dora xwe ditirsî, tu dikarî çi bikî?

14 Gelo tu jî mîna Ûsiv carna merivên der-dora xwe ditirsî? Mektebêda yan ser xebatê, gelo tu carna şerm dikî bêjî ku tu Şedê Yehowa yî? Gelo tu şerm dikî ku belakirina mizgîniyê destpêkî, yan jî bêyî nixumandinê, çimkî tu ditirsî hela kesên din wê ser te çi bêjin? Îzinê nede wekî hest û fikirên usa bibin sebeb, wekî tiştên rast nekî. Ji dil Yehowara dua bike. Ji wî bixwaze ku ew mêrxasiyê bide te, wekî tu bikaribî qirara wî bînî sêrî. Gava tu bivînî ça Yehowa qewatê dide te, dilê te wê diha qewî be (Îşaya 41:10, 13).

ŞABÛN ME HÊLAN DIKE, WEKÎ XIZMETIYA XWE BERDEWAM KIN

15. Paşî ku Îsa şagirtên xwera eyan bû, ew şabûna wan berbi çi wana hêlan kir? (Lûqa 24:52, 53)

15 Paşî mirina Îsa Mesîh, şagirtên wî gelek dilteng bûn. Hela xwe dayne dewsa wan. Wana ne ku tenê dostekî delal unda kir, lê wana usa texmîn dikir ku tê bêjî ewana bê hêvî man (Lûqa 24:17-21). Lê gava Îsa şagirtên xwera eyan bû, ewî wanra şirovekir, ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz ça ser wî hatine sêrî. Usa jî, Îsa cabdarîke ferz da wan (Lûqa 24:26, 27, 45-48). Paşî 40 rojî, Îsa çû li ezmana. Wî çaxî xemgîniya şagirtên wî derbaz bû û şabûn kete dilê wan. Ewana gelek şa bûn, çimkî wana zanibû ku Axayê wan sax e û wê alî wan bike, wekî şixulê xweye teze bînin sêrî. Ew şabûn wana def dida wekî timê pesinê Yehowa bidin (Bixûne Lûqa 24:52, 53; Karên Şandiya 5:42).

16. Em ji mesela şagirtên Îsa çi hîn dibin?

16 Em ji mesela şagirtên Îsa dikarin çi hîn bin? Em dikarin xizmetiyêda şabûnê bistînin, ne tenê heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, lê temamiya salê. Ji bo vê yekê, gerekê em şixulên Padşatiya Xwedê jîyîna xweda daynin ser ciyê pêşin. Mesele, gelek kesa şixulên xwe usa organîze kirine, wekî bikaribin mizgîniyê bela kin, herin civata û qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Hine xûşk-birên me safî kirine, wekî hine tiştên matêrîalî qazanc nekin, yên ku bi nihêrandina gelek meriva lazim in, seva ku bikaribin hê zêde alîkariyê bidin civata xwe yan herin cîkî usa, kîderê ku mizgînvan lazim in. Rast e, seva ku em bikaribin berdewam kin Yehowara xizmet kin, mera sebir lazim e, lê Yehowa soz daye ku hergê em şixulên Padşatiya wî jîyîna xweda daynin ser ciyê pêşin, ewê me gelek kerem ke (Metelok 10:22; Metta 6:32, 33).

Heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, kûr bifikire ku Yehowa û Îsa bona te şexsî çi kirine (Binihêre abzasa 17)

17. Te bona heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê kîjan nêt xwera daniye? (Binihêre şikil.)

17 Em hîviya wê rojê ne, gava Sêşema 4 Nîsanê, Bîranîna mirina Îsa derbaz kin. Lê wê baş be ku em îda nihada jîyîn û mirina Îsa, û hizkirina ku ewî û Yehowa mera nîşan kirine, bînin bîra xwe. Heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, bona vê yekê her mecalê bide xebatê û wede veqetîne, wekî ser qewimandinên heftiya xilaziya jîyîna Îsa Mesîh, kûr bifikirî (binihêre bernama civatê mwb19.4, rûp. 4). Gava tu rêzên derheqa jîyîna Îsa dixûnî, dîna xwe bide rêzên ku şêkirdarî, hizkirin, mêrxasî û şabûna te zêde dikin. Paşê bifikire hela tu çawa dikarî şêkirdariya xwe ji dil nîşan bikî. Tu dikarî bawer bî ku Îsa qîmet dike her tiştê ku tu wedê Bîranînê dikî, seva ku wî bînî bîra xwe (Eyantî 2:19).

KILAMA 17 “Dixwazim”

a Pêşiya û paşî Bîranîna mirina Îsa Mesîh, em gerekê derheqa jîyîn û mirina wî kûr bifikirin, û usa jî ser hizkirina ku ew û Bavê wî, mera didine kifşê. Ev yek dikare me hêlan ke, wekî em şêkirdariya xwe Yehowa û Îsara nîşan kin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin nîşan kin, ku em bona kirînê razî ne, û usa jî ku em Yehowa û Îsa hiz dikin. Usa jî emê şêwir kin çawa em dikarin xûşk-bira hiz bikin, mêrxas bin û ji xizmetiya xwe şabûnê bistînin.