Here Naverokê

Here naverokê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Tewsiyeyên ji bo Lêkolînê

Gelo kêfa te ji xwendina serpêhatiyên xwişk û birayên me re tê?

Xwişk û birayekî ku her sibeh serpêhatiyekê dixwînin, dibêjin: “Ev serpêhatî dilê me xweş û xurt dikin! Ew tînin bîra me ku çi dibe bila bibe, em jî dikarin dilsoz bimînin.” Xwişkeke din wisa nivîsî: “Ev serpêhatî teseliyê didin min û dilê min digirin. Ev xwişk û bira rind dizanin ku armanc û maneya jiyana wan çi ye. Serpêhatiyên wan min dehf didin ku ez xizmeta xwe zêde bikim û alî min dikin ku ez rêya xizmeta tamrojî deynim pêşiya zarokên xwe.”

Serpêhatiyên xwişk û birayan dikarin alî te bikin ku tu ji xwe re hedefan deynî, serî bi kêmasiyên xwe re derxînî û li hemberî tengasiyên giran bi dilxweşî û serbilindî sebat bikî. Gelo tu çawa dikarî van serpêhatiyan bibînî?

  • Li ser jw.org yan li JW Library®, li rêza meqaleyan a bi navê “Serpêhatiyên Şahidên Yehowa” bigere.

  • Li KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê yan li Watchtower Library li “Serpêhatiyên Şahidên Yehowa” bigere.