Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Min Dît ku Yehowa Kesên Amin Kerem Dike

Min Dît ku Yehowa Kesên Amin Kerem Dike

GELO jîyîna teda qe xeberdaneke usa tevî kesekî hebûye, ku bona te gelek qîmet e? Weke 50 sal pêşda, xeberdaneke usa tevî hevalekî min hebû. Paşî rêwîtîke mezin ku gelek meha kişand, çermê me ber tevê reş bibû. Em ber agir rûniştibûn û me tevayî derheqa fîlmekê xeber dida, ku rêlîgiyayêva girêdayî bû. Hevalê min got: “Ev fîlm derheqa Kitêba Pîroz tiştên nerast dibêje”.

Kenê min hat, çimkî ez ne jî difikirîm ku ew yekî bawermend e. Min lê pirsî: “Tu derheqa Kitêba Pîrozda çi zanî?” Sêrîda ewî tiştek negot. Paşê, ewî got ku diya wî Şedê Yehowa ye. Ew ji diya xwe hine tişt pêhesiyabû. Min ji wî lava kir, wekî hê zêde tişt minra gilî ke.

Xeberdana me heta nîvê şevê berdewam bû. Hevalê min minra got ku Kitêba Pîroz dibêje, wekî Mîrê-cina serwêrê vê dinyayê ye (Yûhenna 14:30). Min emirê xweda qet tiştekî usa nebihîstibû. Min tenê zanibû ku dinya bin hukumê Xwedayê dilovanda ye. Lê çimkî min jîyîna xweda gelek tişt dîtibûn, ev fikira hanê nedikete hişê min. Rast e ez 26 salî bûm, lê gelek tiştên ku ber çevê min qewimîbûn, ez eciz dikirim.

Bavê min pîlotê Amêrîkayê bû. Gava ez zar bûm, min xwera digot ku îro yan sibê şerê atomî wê destpêbe. Esker hertim hazir bûn ku bombê atomê bavêjin. Çaxê ez Kalîfornyayêda diçûme zanîngehê, şerê Viyetnamê destpêbibû. Ez tevî şagirtên din diçûme protêsta. Gelek car em ji polîsa direviyan, çimkî wana pê dara em dikutan û gaz didane xebatê, ya ku çevê meriva dişewitand. Bîna me diçikiya û çevên me rind nedidît. Ev demeke tevlihev û raberîbûnê bû. Polîtîk dihatine kuştinê, meriva serî hildidan û protêstên mezin diqewimîn. Fikir û nihêrandinên meriva gelek ji hev cude bûn. Her tişt tevlihev bibû.

Ji Londonê diçim Afrîkaya Navend

Sala 1970-da, min destpêkir Alaskaya bakurêda bixebitim û min perê qalim çêdikir. Paşê ez pê teyarê çûme Londonê. Wêderê min xwera motosîklêtek kirî û min hema bê nêt berê xwe da riya başûrê. Çend meh şûnda, ez gihîştime Afrîkayê. Rêda, ez rastî gelek meriva hatim. Hizreta wan ev bû, wekî ji kul-derdên xwe xilaz bin.

Ji bo vê yekê ku min gelek tişt dîtibûn û bihîstibûn, min fem kir ku ev giliyên Kitêba Pîroz rast in: Dinya bin hukumê Mîrê-cinada ye. Lê ez berxwe diketim û min dixwest pêbihesim, ku çira Xwedê tiştekî nake.

Paşî çend meha min caba pirsa xwe stand. Wede şûnda, min gelek meriv nas kirin û wana hiz kir. Nava çetinayada jî, wana bi aminî Yehowara xizmet dikir.

ÎRLENDA BAKURÊ—“WELATÊ BOMB Û GULE”

Paşî ku ez vegeriyame Londonê, min ji dayîka hevalê xwe, Kitêba Pîroz xwest û ewê da min. Paşê, ez çûme Nîdêrlandê, bajarê Amstêrdamê. Rojekê, Şedekî Yehowa dît, ku ez kûçêda binê lempêda Kitêba Pîroz dixûnim û ewî alî min kir, wekî ez diha zêde tişt pêbihesim. Paşê, ez derbazî Îrlendayê, bajarê Dublînê bûm. Wêderê, min Fîlîala Şedên Yehowa dît. Min derê wan xist. Paşî ku ez ketime hindur, ez tevî Artûr Mêtyûs bira bûme nas. Ew yekî serwaxt û cêribandî bû. Min hînbûna Kitêba Pîroz xwest, û ew qayîl bû wekî tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke.

Min bi xîreteke mezin destpêkir lêkolîna bikim û bi dil û can kitêb û jûrnalên Şedên Yehowa dixwend. Û hemikî, min Kitêba Pîroz jî xwend. Gelek hewasa min vê yekêra dihat! Ser civatê, min didît ku zar cabên pirsên usa ferz zanibûn, yên ku bi qirna zandar dixwestin pêbihesin, mesele: “Çima haqas kul-derd hene? Xwedê bi rastî kî ye? Paşî mirinê çi tê serê meriva?” Min wedê xwe tenê tevî Şedên Yehowa derbaz dikir. Xêncî Şedên Yehowa, wî welatîda min tu kes nas nedikir. Wana alî min kir ku ez Yehowa hiz bikim û emirê xwe li gora xwestina wî derbaz bikim.

Nîgêl, Dênîs û ez

Sala 1972-da, ez hatime nixumandinê. Salek şûnda, ez bûme pêşeng û min li Îrlenda Bakurê, bajarê Niyûrîyayêda, civateke biçûkda xizmet dikir. Min xwera bin piya çiyêda maleke ji kevir kirê girt. Nêzîkî wêderê çêlek diçêriyan, û min gotara xwe ber wana hazir dikir. Gava wana gîha dicût, minra usa dihate kifşê, ku wana rind guh dida gotara min. Wana nikaribû şîret bidine min, lê wana alî min kir, ku ez li çevên guhdarên xwe binihêrim. Sala 1974-da, ez ça pêşengê mexsûs hatim kifşkirinê. Wî çaxî, hevalê minî xizmetê, Nîgêl Pît bû. Em bûne hevalên sal û zemana.

Hingê Îrlenda Bakurêda her dera zulim û zordarî hebû. Hineka Îrlenda Bakurê ça “welatê bomb û gule” nav dikirin. Meriva kûçada şer dikir, gule berdidane hev û ereba diteqandin. Gelek cara him seva rêlîgiya û him jî seva polîtîkê problêm pêşda dihatin. Lê Protêstant û Katolîka zanibûn, ku Şedên Yehowa tev polîtîkê nabin. Lema jî me dikaribû aza û bêxof xizmet kin. Kesên ku wêderê dijîtin, gelek cara zanibûn ku kengê û kîderê şer dikare destpêbe, û wana me didane hesandinê.

Lê dîsa jî, derecên xof hebûn. Rojekê, ez tevî pêşengekî bi navê Dênîs Karîgan bona xizmetiyê çûme bajarekî nêzîk. Wêderê, Şedên Yehowa tune bûn û em pêşda tenê carekê çûbûn wêderê. Wêderê jinikekê şer avîte me, ku em eskerên Brîtanî ne, çimkî tu kesî ji me ser zimanê Îrlendî xeber nedida. Lema jî, em gelekî tirsiyan. Hergê kesek eskerekîra heyf bûya, meriva dikaribû gule berda çoka wî, yan jî ew bikuşta. Carekê gava em derva ber sur-sermê tenê hîviya otobûsê sekinî bûn, me dît ku çawa erebek nêzîkî dikana qaweyê bû, ciyê ku jinikê şer avîte me. Jinik derket derva û tevî herdu mêrên erebêda xeber da û pê destê xwe nîşanî ser me kir. Ew mêr berbi meva hatin û ser çûyîn-hatina otobûsê çend pirs dane me. Gava otobûs hat, wana tevî ajovan xeber da. Me nebihîst ku ew çi dibêjin. Xêncî me, tu kesekî din hîviya otobûsê nesekinîbû. Usa dihate kifşê ku ewana dixwazin ji bajêr der, tiştekî bînin serê me. Lê ev yek neqewimî. Gava ez ji otobûsê peya bûm, min ji ajovan pirsî: “Wan herdu mêra dixwest derheqa me tiştekî bizanibin?” Ewî got: “Min wanra got ku ez zanim hûn kî ne. Qet xem nekin. Ew wê tiştekî serê we nekin”.

Roja dewata me, Adar 1977

Sala 1976-da, ez çûme ser civata mezin li Dublînê. Wêderê, min Paûlîna Lêmaks nas kir. Ew pêşenga mexsûs bû û ji Brîtanyayê hatibû. Ew xûşkeke amin, milûk û dilovan bû. Ew û birê wê Rêy, ji biçûktiyêda rastiyêda mezin bibûn. Salek şûnda, ez û Paûlîna zewicîn û me tevayî xizmetiya xwe ça pêşengên mexsûs li Îrlenda Bakurê Balîmênayêda berdewam kir.

Wextekê me li Bêlfast, Londonderry û li ciyên dine xof xizmet dikir, û min wêderê çawa berpirsiyarê mihalê xizmet dikir. Wêderê, baweriya xûşk-bira dilê me gelekî qewî kir. Seva ku Yehowara xizmet bikin, wana hebandina qelp hîşt, nefretî ji dilê xwe derxistin û firqî nedikirine orta meriva. Yehowa wana kerem kirin û parastin.

Ez weke deh sala li Îrlendê mam. Paşê, sala 1981-da, em hatin teglîfkirinê Mekteba Gîledê koma 72. Paşî mektebê, me Sîêrra-Lêonêda (Afrîkaya Roava) kifş kirin.

SÎÊRRA-LÊONÊ—XÛŞK-BIRÊN DESTTNEG, LÊ AMIN

Em tevî 11 xûşk-bira mala bona mîsyonêrada dijîtin. Wê malêda tenê xwaringehek, sê destav, du hemam, têlêfonek, mekîneyeke kincşûştinê û mekîneyeke kinczihakirinê hebûn. Gelek car, lûs nişkêva diçû. Banîda mişkên mezin hebûn, û binê malêda jî mer hebûn.

Em ji çem derbazî berê din dibin, wekî herin ser civata mezin li Gîneyayê

Jîyîn çiqas zemet bû jî, me ji xizmetiyê şabûneke mezin distand. Xelqê qedirê Kitêba Pîroz digirt û bi xîret guhdarî dikir. Gelek meriva Kitêba Pîroz lêkolîn kirin û bûne Şedên Yehowa. Merivê wêderê minra digotin “Robêrt axa”, lê Paûlînayêra jî digotin “Robert xanim”. Paşî demekê, şixulê Beytelê diha zêde wext ji min distand û ez diha kêm diçûme xizmetiyê. Lema jî, xelqê destpêkirin Paûlînayêra bêjin “Paûlîna xanim”, lê minra jî digotin “Paûlîna axa”. Paûlîna vê yekêra gelek şa dibû!

Bona kampaniya xizmetiyê diçin Sîêrra-Lêonê

Gelek xûşk-birên me kesîb bûn, lê Yehowa timê wana dibû xweyî, carna bi cûrên usa, ku ewana gelek ecêbmayî diman (Metta 6:33). Tê bîra min ku perê xûşkekê tenê têra xwarina rojekê dikir, bona wê û zarên wê. Lê dîsa jî, ewê ev hemû perê xwe da birakî nexweş, yê ku nikaribû dermanê malerîya bikiriya. Hema vê rojê, jinikek nişkêva hate cem xûşka me û pere da wê, wekî xûşk porê wê çêke. Derecên usa gelek car diqewimîn.

NÎJERYA—EM HÎNÎ KÛLTÛREKE TEZE DIBIN

Em weke neh sala welatê Sîêrra-Lêonêda man. Paşê, em şandine Beytela Nîjeryayê. Em îda Beyteleke mezinda diman. Ez dîsa jî ofîsêda dixebitîm û min hema ev şixul dikir, çi ku Sîêrra-Lêonêda dikir. Lê bona Paûlînayê, ev yek guhastineke mezin û zemet bû. Berê, ewê her meh 130 sihet xizmet dikir û ewê tevî gelek meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, yên ku rind pêşda diçûn. Lê niha, ewê îda şixulê dirûtinê dikir. Jêra wext lazim bû ku hînî vî şixulî be, lê hine wext şûnda, ewê fem kir ku xûşk-birên me gelek şixulê wê qîmet dikirin. Usa jî, ewê mecal digeriya, wekî hêlanê bide xûşk-birên Beytelêda.

Kûltûra Nîjeryayê bona me xerîb bû û lazim bû wekî em gelek tişt hîn bin. Rojekê, birak hate ofîsa min. Ewî dixwest xûşkeke ku teze hatibû Beytelê, tevî me bike nas. Gava min destê xwe dirêjî wê kir, ku lê silav kim, ewê serê xwe li ber min daxist û kete ser çoka. Ez gelekî ecêbmayî mam! Wê demê du rêz ketine bîra min: Karên Şandiya 10:25, 26 û Eyantî 19:10. Min dilê xweda got: “Gelo ez jêra bêjim ku gerekê ew tiştên usa neke?” Lê min xwera got: “Hergê lê teglîfî Beytelê kirine, dêmek ew zane ku Kitêba Pîroz çi dibêje”.

Paşî silavdayînê, min şerm kir ku jêra xeber dim. Paşê min derheqa vê yekê hine tişt lêkolîn kir. Ez pêhesiyam ku xûşka me li gora erf-edetên mihala xwe silav da min. Mêra jî bi vî cûreyî silav didane meriva, wana serê xwe dadixistin û diketin ser çoka. Bi vî cûreyî wana qedir nîşan dikir. Ev yek ne dihate hesabê cûrê hebandinê. Meselên usa Kitêba Pîrozda jî hene (1 Samûyêl 24:8). Ez gelekî şa bûm ku min ji nezaniya xwe tiştekî şaş negote xûşkê û lê neda şermê.

Nîjeryayêda, me gelek xûşk-birên ku bi sala amin bûn, nas kirin. Mesele, dîna xwe bidin serhatiya Îsaya Adagbona. a Ewî cahiltiya xweda riya rastiyê nas kir, lê paşê ew nexweşiya kotîbûnê ket. Wî şandine ciyê kîderê ku kesên kotî xwey dikirin. Wêderê tenê ew Şedê Yehowa bû. Nava peyketinada jî ewî alî 30 meriva zêdetir kir, yên ku kotî bûn, wekî riya rastiyê nas bikin, û ewî wêderê civatek saz kir.

KENYA—XÛŞK-BIRA MIN SEBIR DIKIRIN

Kenyayêda em rastî kerkedanekî êtîm hatin

Sala 1996-da, em şandine Beytela Kenyayê. Ev cara ewlin bû, ku ez dîsa vegeriyame wî welatê, kîjan ku min sêrîda besa wî kiribû. Em Beytelêda dijîtin. Wêderê gelek meymûn hebûn. Wan meymûna ji xûşka êmîş didizîn. Rojekê, xûşkekê Beytelêda pencere vekirî hîştibû. Gava ew hate malê, ewê dît ku komeke meymûna xwarina wê dixwin. Xûşka me kire qûjînî û revî derva. Meymûn ji tirsa veciniqîn û pencerêra banz dan.

Min û Paûlînayê civata bi zimanê Swahîlîda xizmet dikir. Paşî demeke kin, minra gotin ku ez Lêkolîna Kitêbê ya Civatê derbaz kim (îro em dibêjin Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda). Lê min ser zimanê wan baş xeber nedida. Lema jî min xwe ça lazim e hazir dikir, wekî bikaribim pirsa baş bixûnim. Lê gava cabên hineka ji gotinên abzasa hema hinekî cude bûn, min qe fem nedikir ew çi dibêjin. Bi rastî jî, ev yek carna ecêb bû. Gunê min xûşk-bira dihat! Wana bi sebir û bi milûktî qebûl dikir, ku ez civînê derbaz bikim. Vê yekê gelekî dilê min digirt.

AMÊRÎKA—XÛŞK-BIRÊN AMIN WELATEKÎ DEWLEMENDDA

Em weke salekê Kenyayêda man. Paşê, sala 1997-da, me teglîfî Beytela Brûklînê kirin. Îjar em welatekî usada dijîtin, ku meriv xweyê mal û milk bûn. Hebûk jî dikare derdê giran pêşda bîne (Metelok 30:8, 9). Lê vî welatîda jî, xûşk-bira nîşan kirin wekî baweriya wan gelek qewî ye. Xûşk-birên me wext, mal û milkê xwe, ne seva ku dewlemend bin didane xebatê, lê wekî piştgiriya şixulê teşkîleta Yehowa bikin.

Nava gelek salada, me dît ku xûşk-birên me nava cûre-cûre derecada bi aminî Yehowara xizmet dikin. Li Îrlendayê, çiqas zulim û zordarî hebû jî, me didît ku xûşk-birên me amin in. Afrîkayêda, kesîbbûn heye û xûşk-bira li ciyên usa dijîn, kîderê ku Şedên Yehowa tune ne, lê dîsa jî ewana amin in. Amêrîkayêda, xûşk-bira rind dijîn, lê dîsa jî ewana amin in. Gava Yehowa ji ezmana divîne ku meriv çawa hizkirina xwe wîra nîşan dikin, ew gelekî şa dibe.

Ez û Paûlîna Beytela Worwîkêda

Emirê min gelekî zû derbaz bû (Îbo 7:6). Niha em tevî kesên din li Worwîkê, Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowada, xizmet dikin. Em gelekî şa ne ku em tevî wan meriva xizmet dikin, yên ku bi rastî hevdu hiz dikin. Em gelek şa ne ku em dikarin li gora mecalên xwe piştgiriya Padşê me Îsa Mesîh bikin. Demeke nêzîkda, ewê merivên amin kerem bike (Metta 25:34).

a Serhatiya Îsaya Adagbona hatibû neşirkirinê Birca Qerewiliyêda, 1 Nîsanê, sala 1998, rûp. 22-27. Ew sala 2010-da mir.